Kürt Dili ve Kültürü ABD - Makale Koleksiyonu
Permanent URI for this collectionhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/2479
Browse
Browsing Kürt Dili ve Kültürü ABD - Makale Koleksiyonu by Subject "Edebiyat"
Now showing 1 - 4 of 4
- Results Per Page
- Sort Options
Article Fesad û Bêbext di Trajedîya Evînê da: Weku Nimûne Destanên Evînî yên Mêjûyî(2023) Subaşı, KenanDestanên Evînî yên Mêjûyî cureyekî berbelav ê vegêrana gelêrî ya Kurdî ye. Evînên di van destanan da bi piranî trajîk in û evîndar nagihîjine hev û di dawîyê da dimirin. Trajedîya evînê bi piranî bi sebebên civakî pêk tên her weku cudahîya statuya çînî, cudatîya bawerîyê ya di navbera evîndaran da. Carinan ji ber zilm û zora desthilatdaran ev trajedî pêk tê. Lêbelê dema ku ev rûdan vediguherin vegêranên gelêrî, sebebên civakî tên sansurkirin û di şûna wan da karakter û motîfên weku fesad, bêbext û hîlekar tên afirandin. Me jî di vê xebatê da di çarçoveya vê mijarê da du destanên evînî yênmêjûyî yên bi navê Memê Alan û Xelîl Beg û Gewrê nirxandin. Li hêlekê me bala xwe da paşxaneya tarîxî ya van destanan û li hêlekê din jî me bala xwe da naveroka varyantên gelêrî. Em di dawîyê da gihiştin wê qenaetê ku Beko û Xelo du karakterên antogonîst ên van destanan hem fesad û bêbext in hem jî qurban in. Di nav çarçoveya vegêrana gelêrî da fesad û bêbext in. Lê di rastîya xwe da ew du qurbanên civak, îcraker û desthilatdaran in ku ji bo sebebên esil ên rûdanan sansur bikin hatine afirandin.Article Hilweşangerî di Berhemên Hesenê Metêyî da(2022) Ergün, ZülküfHesenê Metê yek ji wan nivîskarên kurd ên xerîbîyê ye ku xwedî şêwaz û rêbazeke taybetî ya edebî ye. Nivîskar di bin karîgerîya postmodernîzmê da li dijî vegêranên mezin û binyadên sîyasî û îdeolojîk ên civak û edebiyata kurdî bi rêbaza xwe ya hilweşanger derdikeve pêş û bi vî alîyê xwe jî di edebîyata kurdî da cihekî resen ji xwe ra çê dike. Ev gotar ji bo nîşandana vî alîyê wî hatîye nivîsîn. Ji ber vê çar pirtûkên wî yên çîrokan û pênc roman û romanokên wî hatine vekolîn. Di encama vê vekolînê da derket ku nivîskar di piranîya çîrok, roman û romanokên xwe da binyadên gotara marksîst, serok û partîyên otorîter, nivîskarên qure, pêgîr û kêrnehatî, karakterên ronakger û gotara dînî hildiweşîne û bergeheke nû li ber edebîyata kurdî vedike. Metê dema vê dike hertim bi şêwazeke îronîk berê xwe dide van dîyardeyan û ji teknîka xewnê, berevajîkirina karakterên dîrokî û têkelkirina xewn û rastîyê sûd werdigire. Ji vî alîyî ve berhemên Hesenê Metêyî vekirî ne û rê li ber xwendevanên çalak vedikin da ku ew jî bibin beşek di afirandina manayên deqên edebî da.Article Taybetiyên Vegêrana Edebiyata Kurdî ya Sovyetê(Mukaddime, 2018) Ergün, ZülküfKurte: Ev gotar di mînaka şeş berheman de taybetmendiyên xeta giştî ya vegêrana edebiyata kurdî ya Sovyetê vedikole û bi taybetî bal dikêşe ser mijarên gotara vegêr û taybetmendiyên cih û karakteran. Nivîskarên kurd ên li Sovyetê wek nûnerên komeke etnîk a paşdemayî dema bi saya derfetên çandî yên Sovyetê dest bi berhemanîna edebiyateke nivîskî dikin bi xurtî dikevin bin karîgeriya vegêrana folklorîk û rêbaza realîzma sosyalîst û di bin karîgeriya van hokaran de berhemên hevşêwe diafirînin. Ji ber vê jî di berhemên xwe de wek tîpolojiya vegêranê hertim vegêrê xwedayî, wek cihê qewimîna rûdanan gundan û di afirandina karakteran de jî karakterên yekalî û neguher tercîh dikin. Ev rewş nîşan dide ku vegêrana edebiyata kurdî ya Sovyetê bi taybetmendiyên xwe yên folklorîk û îdeolojîk xwedî dîmeneke yekreng û dengekî monolojîk e.Article Yaşar Kemal’in bir denemeci olarak portresi(2014) Ergül, Selim TemoDaha çok edebî yapıtları ve röportajlarıyla tanınan Yaşar Kemal’in denemeci yönünün gölgede kaldığı gözlemlenmektedir. Yazarın çeşitli süreli yayınlarda yayımlanan düzyazıları, onun düşünsel serüveni açısından önemli veriler sunmaktadır. Yarım yüzyılı geçen bir süreçte yayımlanan bu yazılarda halk dili, argüman üretmede sıklıkla başvurulan bir kaynak olarak öne çıkmaktadır. Gerçeklik algısını da belirleyen bu dil ile onu var eden kültür, yazar tarafından bir model olarak yeniden düzenlenmiştir. Yerel sorunlardan küresel çaptaki sorunlara kadarki duruş, “Anadolu modeli” diye adlandırdığımız yapı içinden okunabilir. Bu anlamda Yaşar Kemal’in romanları için sıklıkla dile getirilen “Anadolu’yu dünyaya taşıma” belirlemesinin, denemelere “dünyayı Anadolu içinden okuma” biçiminde yansıdığı ileri sürülebilir. Bu Anadolu, dünya kültürünün bir parçasıdır ve ancak korunan bir doğa ile birlikte düşünülmelidir. Yeni çağa, moderniteye özgü pek çok kavram ve durum, bu modelin diline “çevrilir.” Tekrar ve abartı gibi öğelerin öne çıktığı çeviri etkinliğinin belirlediği söylem, gerçekliği açıklama ve yorumlamanın aracına dönüşür. Bu dil ve onu var eden kültür, sanat ve yaratıcılık için de temel kaynakların başında gelir. Yazarın yabancılaşmayı makineyle ilişkiden çok “insan asliyeti”ni belirleyen hümanist halk kültüründen kopmak olarak tanımlaması, bu algının tipik çıkarımlarından birisidir. Bu çalışma, Yaşar Kemal’in düzyazılarından hareketle onun doğa, kültür ve sanatsal yaratım çerçevesinde beliren farklı bir portresini ortaya çıkarmaya odaklanmaktadır.
