Armanc Û Pirsgirêkên Pêvajoya Standardîzasyona Kurmancî
Armanc Û Pirsgirêkên Pêvajoya Standardîzasyona Kurmancî
Yükleniyor...
Abstract
Standardîzasyona zimanekî ne tenê mijara sosyolînguîstîkê ye, ew di heman demê de mijareke îdeolojîk, têgehî û teorîk e jî. Standardîzyona zimanekî tu caran di carekê de pêk nayê, li gelek welatên cuda jî bi awayekî taybet pêk hatiyê û pêvajoyên cur bi cur wekî pêwîstî derdikeve pêşiya hemû xwendekar, fêrxwaz û bikarhêneran. Elbet ev pêvajo ne kurt e û pirsgirêkên cihê derdikevin. Yekitiya bikaranîna zimanekî di qada ferhengî, rêzimanî û hêmanên din ne tiştekî rehet e lewma gelek zanîngeh, sazî, komele, weqif û weşanxane bi rêya hevdîtinan hewl didin ku bigihîjin biryareke giştî. Hebûna saziyeke otorîteyê (dewletî) vê pêvajoyê bi awayekî kontrolkirî dixe rê. Herwiha îstînayên wekî kurdî û zaravayên wê gelek pirsgirêkên nişkeva yan jî surprîz derdixin. Wekî mînak kesek ku xebatên zimên pêk tîne dikare taybetmendiyeke herêmî an jî kêm tê dîtin (ne berbelavbûyî) wekî qeîdeyeke tercîhkirî bi kar bîne û di nav demê de ev jî bibe sedema hinek aloziyan. Pirsgirêkên giştî yên standardîzasyona kurmancî bi çend astengan re rû bi rû dimînin, Pirsgirêkên giştî wiha ne; cudahiyên siyasî û çandî di nav kurdên welatên cuda de, nenaskirina fermî ya kurdî, cudahiyên zaravayî, kêşeyên perwerdeyê, hebûna zimên bi awayekî sînorkirî ya medya û edebiyatê, kêmasî yan jî nebûna piştgiriya navneteweyî û faktorên dîrokî yên berê. Ev faktor bi hev re rê li ber pêşxistina formeke kurmanciya kurdî ya ku ji aliyê gerdûnî ve hatiye qebûlkirin û standardkirin ji bo mebestên perwerdeyî, îdarî û ragihandinê yên fermî asteng dikin. Hewldanên berdewam ên di vî warî de dibe ku bi awayekî cuda pêk bê û ji bo qebûlkirinê demeke dirêj pêwîst be. Ji bo standardkirina zimanekî hin gavên bi hev ve girêdayî pêwîst in. Ew gav bi gelemperî wiha ne; hilbijartin, berfirehkirin, kodkirin û qebûlkirin. Di vê pêvajoyê de, afirandina çavkaniyên rêziman, ferheng û pêwîstiyên cihê wekî medya û huquqê jî gelek giring in.
Description
ORCID
Keywords
Cuda, Theology, Component (Thermodynamics), Computer Science, Physics
Fields of Science
Citation
WoS Q
Scopus Q
Volume
17
Issue
1
Start Page
131
End Page
153
Collections
Yükleniyor...
