Gengeşeyek Li Ser Statuya Cureyî Ya Berhema Li Mala Mîr Ya Fırat Cewerî
Gengeşeyek Li Ser Statuya Cureyî Ya Berhema Li Mala Mîr Ya Fırat Cewerî
Yükleniyor...
Abstract
Firat Cewerî nivîskarekî kurd e ku di gelek cureyên wek helbest, çîrok, roman, nivîsar, gername û antolojiyê de berhem dane. Li Mala Mîr yek ji berhemên wî ye ku bi îbareya “roman”ê hatiye weşandin. Cewerî di vê berhemê de ji nivîsên cuda yên Celadet Alî Bedirxan pasaj wergirtine û li gor wan pirsên xeyalî nivîsîne ku berhem bûye wek hevpeyîneke nîvxeyalî. Ev xebat li statuya engaştkirî ya berhemê îtiraz dike û engaşt dike ku ev berhem ne roman e; ji ber ku aliyê wê yê fîktîf pir lawaz e û cîhaneke xweserî romanê tê de nîne. Herwiha pirsgirêkên ji ber vê îbareyê qewimî gengeşe dike. Ji bo vê yekê ji teoriya giştî ya romanê û ji çemkên Gérard Genette pêvekdeqî û bingehdeqiyê sûd werdigire.
Description
ORCID
Keywords
Dike, ART, Humanities, Ancient History, Physics
Fields of Science
Citation
WoS Q
Scopus Q
Source
Volume
7
Issue
1
Start Page
153
End Page
163
Collections
Yükleniyor...
