Pevgihîştin û Veqetîn di Romana Ciwanmerd Kulekî Defterên Perrîdankan de Xwendineke di Çarçoveya Melankolî û Şînê de

relationships.isProjectOf

relationships.isJournalIssueOf

Yükleniyor...

Abstract

Romana Ciwanmerd Kulek ya bi navê Defterên Perrîdankan çîrokeke evînê ye ku du caran pevgihîştin û veqetîn tê de çêdibin û di dawiyê de serkarakterê wê xwe dikuje. Ji ber ku rewşa derûnî ya serkarakterê romanê di navendê de ye, xwendineke psîkanalîtîk ji bo famkirina van diyardeyan guncaw e. Em di vê xebatê de bûyerên pevgihîştin û veqetînê yên di romanê de di çarçoveya çemkên melankolî û şînê de dinirxînin. Em van çemkan bi giranî bi maneya Freudyen bi kar tînin û bi giştî ji lîteratura psîkanalîtîk a di vî warî de sûd werdigirin. Serkarakterê romanê yê bi navê Filankes tevî ku evîndarî Luzê ye, têkiliya wî bi keçeke din re çêdibe û piştî mirina wê, Luzê li dû xwe dihêle û neh salan bêyî wê dijî. Lê ew şîna Luzê nagire û bi awayekî melankolîkane wê di psîşeya xwe de diparêze, wate bi maneya mûtleq jê venaqete. Piştî neh salan her du evîndar bi tesadufî hevdu dibînin û dîsa têkiliya wan dest pê dike. Lê piştî demekê hevalekî wan ê hevpar Luzê bi xayintiya zemanekî ya Filankesî dihisîne. Ji ber vê yekê îmaja Filankesî ya li cem Luzê xera dibe. Filankes bi giraniya vê yekê nikare, lewma bi hêviya ku di bîra wê de bi xweşî bimîne xwe dikuje. Berî ku ew xwe bikuje romana xwe temam dike ku ev karekî şîngirtinê ye; lê li vir şîn, şîna wî bi xwe ye.

Description

Keywords

Tin, Humanities, Philosophy, Materials Science, Physics

Fields of Science

Citation

WoS Q

Scopus Q

Volume

Issue

Vuslat ve Firak Özel Sayısı

Start Page

142

End Page

161
Yükleniyor...
Yükleniyor...
Yükleniyor...