Berawirdkirinek Di Navbera Menzûmeya Şêxê Sen’anî Ya Feqiyê Teyran û Nezîreya Wê Ya Xemgînê Xanî Da

relationships.isProjectOf

relationships.isJournalIssueOf

Abstract

Nezîre têgeheke helbesta klasîk e, dema helbestvanek ji helbestekê hez dike yan jî dixwaze helbestê bi heman teşeyê nezmê û carna bi heman naverokê jî binivîse, bi armanca berfirehkirina hin babetan û ciwanbêjkirina ramanan, nezîreya wê helbestê dinivîse. Gelek helbestvanên serdema nûjen ên ku bi şêwaza klasîk nivîsîne nezîre afirandine, yek ji wan Xemgînê Xanî ye ku nezîreyek ji çîroka menzûm a Feqiyê Teyran a bi navê Şêxê Sen'anî re nivîsîye. Di vê lêkolînê de berawirdkirineke edebî di navbera çîroka şêxê Sen’anî ya Feqiyê Teyran (1563-1632) û nezîreya wê de hatiye kirin ku ji aliyê helbestvan Xemgînê Xanî (1915-2008) ve hatiye nivîsîn; xalên wekhev û yên cuda di navbera herdu menzûmeyan de ji aliyê naverokê, teşeyên nezmê, serwa û erûzê ve her weha ji aliyê qebareya herdu berheman ve hatine ronîkirin û hatiye diyarkirin ku herçend serdema nivîsîna vê berhema Xemgînê Xanî ji ya Feqiyê Teyran dûr be jî, di asteke bilind de hatiye nivîsîn ku resenîya helbesta klasîk parastiye û kariye berhemekê di asteke ne kêmî asta Feqiyê Teyran de binivîse.

Description

Keywords

Philosophy, Theology, Physics

Fields of Science

Citation

WoS Q

Scopus Q

Volume

Issue

22

Start Page

63

End Page

80