Normên Rastnivîsîna Hawarê

relationships.isProjectOf

relationships.isJournalIssueOf

Abstract

Kovara Hawarê ya ku di 1932yan de dest bi weşanê dike, bi alfabeyeke nû derdikeve pêşberî xwîneran. Damezirînerê kovarê Celadet Alî Bedirxan bi hevkariya nivîskarên ji ekola Şamê, bi armanca zêdekirina rêjeya xwendin û nivîsandina kurdan, vê kovarê derdixe. Helbet ji ber ku berhemeke nûza ye, di serî de kêmasiyên wê jî hene. Danasîna alfabeyê ji hejmara ewil ve derdikeve pêşiya xwîneran, lê mijarên rêzimanê di hejmarên pêşdetir de rû didin. Kêmasiya kovarê ew e ku rastnivîsîn wekî mijar tê de cih negirtiye. Ji ber vê, ev xebat bi armanca analîzkirina qaydeyên rastnivîsîna Hawarê hatiye sazkirin. Di xebatê de her hejmareke kovarê ji serî heta binî, peyv bi peyv hatiye vekolan; rastnivîsîna mijarên wekî alfabe, lêker, daçek, gihanek, navên taybetî û hwd. hatine analîzkirin. Li gorî daneyên ku hatine bidestxistin, eşkere bûye ku ji aliyê rastnivîsînê ve standardek nehatiye sazkirin di kovarê de. Lê belê dikare bê gotin ku ber bi hejmarên dawiyê ve -ji sedî sed nebe jî- pêşketineke xurt çêbûye.

Description

Institutional Author Profiles

Keywords

ART, Theology, Humanities, Philosophy, Physics

Fields of Science

Citation

WoS Q

Scopus Q

Volume

Issue

20

Start Page

10

End Page

32