Wateya Peyvên “Kurd” û “Goran” Di Metnên Dînî Yên Yarsan De

relationships.isProjectOf

relationships.isJournalIssueOf

Yükleniyor...

Abstract

Baweriya Kurdên yarsan an kakeyî ku bi piranî li rojhilat û başûrê Kurdistanê niştecih in, ji ber siruşta xwe ya girtî/veşartî kêm tê nasîn. Edebiyata dînî ya Kurdên Yarsan beşeke zengîn a edebiyata Kurdî ye. Ji ber vê jî lêkolîn û analîza metnên Yarsanî bêguman xebateke girîng û lazim e ji bo eşkerekirina aliyekî kêm-nasrav ê çand, bawerî û bi giştî tarîxa Kurdan. Di heman demê de, lêkolînên li ser van metnan ku ji aliyê Goranan û bi zaraveya Goranî hatine nivîsandin, dikare ji bo zelalkirina koka nijad û zimanê Goranan û kurdbûn an ne-kurdbûna wan jî sûdmend be. Zîra, beriya her tiştî xebateke wisa dikare nêrîna Yarsanên Goran ya li ser nijad û zimanê xwe û wateya peyvên “Kurd” û “Goran” yên di binhişê wan de eşkere bike. Armanca sereke ya vê xebatê vekolandina wateya peyvên “Kurd” û “Goran” ya di metnên Yarsan de û analîza şêwaza bikaranîna wan e.

Description

Keywords

Göran, ART, Humanities

Fields of Science

Citation

WoS Q

Scopus Q

Volume

5

Issue

18

Start Page

229

End Page

245
Yükleniyor...
Yükleniyor...
Yükleniyor...