Bîyografiya Silêman Kurşun (Selmanê Belegewrî), Kesayetiya Wî Ya Edebî û Berhemên Wî
Bîyografiya Silêman Kurşun (Selmanê Belegewrî), Kesayetiya Wî Ya Edebî û Berhemên Wî
Abstract
Hîn jî gelek nivîskar û şairên edebiyata kurdî/kurmancî ya klasîk, bi berhemên xwe di lîteratura dîrokî ya edebîyata kurdî de cihên ku heq dike xwe negirtine. Yek ji wan nivîskaran Silêman Kurşun (Selmanê Belegewrî) û berhemên wî ne. Tevî ku zêdetirî bîst salî zeman bi ser çapkirina du berhemên wî de derbas bûne jî, ji yek xebateke lêkolînî û nirxandinî zêdetir li ser bîyografî, berhem û kesayetîya wî ya edebî, heta niha xebatên akademîk di qada lîteraturê de nehatin dîtin. Lewra vê xebatê hewl da ku li ser jiyan, berhem û kesayetîya Silêman Kurşun (Selmanê Belegewrî) lêkolîn bike û wî binirxîne. Di encama lêkolîna sehayê de hate dîtin ku Selmanê Belegewrî, di medreseyên klasîk ên kurdan de li ber seydayên bi- jarte, di sedsala XX-î de gihaştîye û şair û nivîskarekî pirlayaneyî ye. Digel ku wî helbestên xwe di çarçoweya edebîyata klasîk de nivîsîne jî, ew xîtabî serdema îro dike, lewra berhemên ilmî-hizrî, dînî û civakî ne û mijarên wî modern in. Hat dîtin ku wî di ber van berheman de, berhemên dînî û civakî ji zimanê erebî û tirkî jî wergerandine kurmancî.
Description
ORCID
Keywords
Philosophy, Humanities, Theology
Fields of Science
Citation
WoS Q
Scopus Q
Volume
9
Issue
18
Start Page
6
End Page
16
