Lîstikên Zarokan Ên Qedîm Li Devera Hekariyê Û Berdewamîya Wan
Lîstikên Zarokan Ên Qedîm Li Devera Hekariyê Û Berdewamîya Wan
Yükleniyor...
Abstract
Di nav kereste û mîrateyên folklorê de lîstikên zarokan huner û berhemine sereke ne. Çimkî lîstikên zarokan yek ji wan huneran e ku ji bo neqilkirina çand, tore, adet, nirx, reng û rewşa miletekî di navbera nifşên cuda de wezîfeya pireyê pêk tînin. Herwiha di geşedana zarokan a fîzîkî, zêhnî, zimanî û exlaqî de tesîreke lîstikan a mezin heye ku îroj bêguman herkes vê nêrînê qebûl dike. Lewma lîstikên zarokan ên qedîm piralî ne û dibe ku ji gelek alîyan ve bên nirxandin. Em ê jî li dor van nêrînan di vê xebatê de li ser lîstikên zarokan ên qedîm ên li devera Hekarîyê rawestin. Qada xebatê bi devera Hekarîyê hat sînorkirin ku bi giştî ji Gever, Çelê û Navendê sê gund hatin hilbijartin. Piştre bi rêbaza mulaqatê lîstik û awayên lîstina wan hatin berhevkirin û kesên ku mulaqat bi wan re hat kirin, weku sê nifş hatin dîyarkirin ku yek jê; nifşa kal û pîran e, nifşa din; a kesên navsere ye û nifşa sêyem jî zarok bixwe ne. Mebesta sereke ya vê xebatê ew e ka berê çi lîstik hebûne û bi demê re kîjan ji van lîstikan winda bûne yan jî hêj zindî mane. Herwiha îmkana berawirdkirina navçeyan hem ji aliyê hebûn û nebûna lîstikan hem jî ji alîyê lîstina wan ve bi saya vê xebatê ronî dibe.Bêjeyên Sereke: Lîstikên Qedîm, Zarok, Hekarî, Folklor, Berawirdkirin
Description
ORCID
Keywords
Philosophy, Physics, Humanities
Fields of Science
Citation
WoS Q
Scopus Q
Volume
Issue
Start Page
End Page
Collections
Yükleniyor...
