Conflict in Zoroastrianism Religion
Conflict in Zoroastrianism Religion
Yükleniyor...
Abstract
Çarçoveya vê lêkolînê, tesbîtkirina taybetmendiyên xebatên folklora kurdî û tirkî yên pêşî ne. Wekî mêjû mebesta me ji xebatên pêşî, nîvê duyemê sedsala XIX. û serê sedsala XX. e. Di vê xebatê de em dixwazin tesîra modernîzmê ya li ser xebatên folklora kurdî û tirkî lê bikolin û xebatên her du aliyan ên di vî warî de berawird bikin. Herwekî tê zanîn, folklor wekî qadeke lêkolînê ya serbixwe ligel têgînên “ziman”, “netewe”, “welat” û “şaristanî” ketiye rojeva rewşenbîrên osmanî. Ev hemû bi modernîzmê ve eleqedar in. Em ê jî di çarçoveya van têgînan de di xebatên pêşî yên folklorê yên tirk û kurdan de li şopên modernîzmê bigerin û piştre jî wan berawird bikin. Lewma di vê nivîsê de, xebatên ku hatine kirin, bi piranî bi awayekî kronolojîk hatine nirxandin. Di vê xebatê de me xwest ku em tesîra modernîzmê ya li ser xebatên folklora kurdî û tirkî bikolin û xebatên her du aliyan ên di vî warî de berawird bikin. Wisa dixuye ku ji aliyê fehm û xebatên folklorê ve di navbera herdu aliyan de hevterîbiyek heye. Lewra daxwazên wek zimanekî xwerû, desthilateke neteweyî, welatekî serbixwe û şaristaniyeke hemdem (Rojavayî) armancên sereke yên wê serdemê ne. Ji ber vê yekê fehm û xebat ji gelek aliyan ve dişibin hevûdu. Ji ber ku di nav Împaratoriya Osmaniyan de tirk neteweya serdest bûn, berî gişan haya wan ji pêşketinên Rojavayê çêdibû. Lewra mirov dikare bibêje ku modernîzm bi wasiteya rewşenbîrên tirk digihaşt aliyê kurdan.
Description
Keywords
Physics
Fields of Science
Citation
WoS Q
Scopus Q
Volume
4
Issue
1
Start Page
69
End Page
82
Collections
Yükleniyor...
