Vekolîneke Berawirdî Di Navbera Şengilo û Mengiloya Hecîyê Cindî û Gur û Heft Karikên Biçûk Ya Birayên Grimm De
Vekolîneke Berawirdî Di Navbera Şengilo û Mengiloya Hecîyê Cindî û Gur û Heft Karikên Biçûk Ya Birayên Grimm De
Yükleniyor...
Abstract
Kurte Vegotinên gelêrî bi rengekî xwezayî xwedî curbecur çavkanî ne û ev çavkanî girêdayî tevgerên çandî, dînî, demografî, bazirganî û hwd. yên civakan e. Di encama van tevgeran de çawa ku di rêbazên jiyana rojane û çanda madî ya van civakan de lihevçûn derdikevin meydanê wisa jî di çanda wan ya manewî û folklora wan de jî lihevçûn peyda dibin. Herwekî ku gelek antropolog jî vê tesbîtê dikin; ji ber ku pêdivîyên bingehîn yên mirovan li her deverê cîhanê bi heman rengî ye wisa be gelekî xwezayî ye ku di çanda wan de jî hevbeşîyên berbelav çêbibin. Vegotinên gelêrî digel ku her dem têne afirandin û têne nûjenkirin jî ji vekolîna li ser wan ji taybetmendîya vegêranî û motîfên wan em dizanin ku rehên wan digihîjin demên arkaik jî. Lewre dema ku em di navbera vegotinên du çandên cuda de lihevçûneke balkêş bibînin, divê em ne tenê li gorî peywenda îroyîn li sedemên vê lihevçûnê bigerin. Dibe ku di dewrên kevnartir yên mirovahîyê de têkiliyên di navbera van her dû çandan de cudatir be. Wekî mînaka hevbeşîya di navbera çîrokên Alman û Kurdan de. Dema ku em bi hûrgilî bala xwe didin çîrokên van herdu miletan, em dibînin ku hin çîrokên wan hem ji alî tema, hem ji alî motîf û hem jî ji aliyê avanîya çîrokan ve wekî hev in. Çîroka Elik û Fatik û Hansel û Gretel Almanî, dîsa çîroka Şengê û Pengê û Gur û Heft Karika Almanî ji hemî waran ve heman çîrok in. Yanê ew ne du çîrokên dişibin hev in lê heman çîrok in. Di vê vekolînê de em ê bi berawirdkirina Şengilo û Mengilo ya kurdî û Gur û Heft Karikên Biçûk ya almanî hewl bidin vê hevbeşîyê tesbît bikin.
Description
ORCID
Keywords
Physics
Fields of Science
Citation
WoS Q
Scopus Q
Source
Volume
8
Issue
2
Start Page
159
End Page
170
Collections
Yükleniyor...
