Kürt Dili ve Kültürü ABD - Tezsiz Yüksek Lisans Proje Koleksiyonu
Permanent URI for this collectionhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/3174
Browse
Browsing Kürt Dili ve Kültürü ABD - Tezsiz Yüksek Lisans Proje Koleksiyonu by Author "Aslan, Mustafa"
Now showing 1 - 2 of 2
- Results Per Page
- Sort Options
Master Thesis LI HEREMA KERBORAN LÊKOLÎNEK LI SER KULTA MEŞEYÎXEKE JIN: ŞÊX MOMINA MIRADA(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Aslan, MustafaDi vê xebatê de di serî de têgehên wek tesewwuf, welî, keramet, menqebe û zêw hatin danasandin. Cudahîyên Îslama kurdan ji îslama cîranên wan hatine nîşankirin, di tesewwufê de rola jinan hatîye ravekirin û jinên alim û zahid ên kurd bi kurtayî danasîna wan hatîye kirin. Di beşa dawî de wek jineke meşayîx, welî û pîroz Şêx Momina Miradan li gor agahîyên çanda devkî çîroka wê bi varyantên cuda hatiye berhevkirin, motîfê di menqebeya wê de hatine analîz kirin. Bi kurtayî dîroka heremê hatîye danasandin û tevî motîfên di çîroka wê de angaşta ku bi eslê xwe ew ezîzeyeke (qedîşto) Sûryanî ye bi daneyên girîng hatîye vegotin û dahurandin. Weke rêbaz, çanda devkî hatîye bikaranîn û bi çavkanîyên nivîskî ev daneyên ku hatin berhevkirin hatine şîrovekerin. Herwiha hatîye dîtin ku kulta vê jinê ji alîyê misilmanan ve hatîye guherandin û temelûk kirin.Master Thesis Polînkirina Lîstikên Zarokan Yên Herêma Mêrdînê(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2022) Aslan, MustafaEv xebat li ser lîstikên gelêrî yên navenda herêma Mêrdinê ye. Mijara me bi vê qadê sînorkirî ye. Heta niha li ser lîstikên herêma Mêrdinê xebat nehatine kirin. Kesên ku me bi wan re hevpêyvîn kirine çavkaniyên me yên sereke ne. Armanca me ew e ku heta ji destê me hat bi awayekî xwezayî lîstikên vê herêmê bê berhevkirin û tomarkirin. Herwiha bi vê helwestê hat xwestin ku ev lîstik jibîrkirinê û ji wendakirinê bên xilaskirin. Di heman demê de ji bo folklora zarokan jî bibe nimûneyeke nivîskî. Me di vê xebatê de bi duwazdeh kesan re hevpeyvîn kir. Ev kesên ku me bi wan re hevdîtin kiriye temen û zayendê wan ji hev cuda ne. Me bi riya hevdîtinê hijdeh lîstik, bi riya çavdêriyê jî hêşt komlîstik berhev kirin. Teswîr û rezikê lîstikan jî bi zimanekî zanistî û vekirî hat ifadekirin. Ji van lîstikan hinek li derve, hinek li hindir tên lîstin. Hinek ji wan tenê keç, hinek jî tenê kur dilîzin, lê bi gelemperî bi hev re tê lîstin. Di encama vê xebatê de hat dîtin ku li bajarê Mêrdînê ji bilî taybetmendiyên xwe yên çandî û gundên xwe, ji aliye lîstikên zarokan ve jî gelekî dewlemend e. Her wiha di xaleke din de hat fêhmkirin ku amurên dijîtal, tevgerên malbatan, pêşveçûyinên teknolojîk, bajarbûyîn û dibistanên fermî jî li ser pêvajoya guherîna lîstikên zarokan tesîreke mezin pêk tîne.