Kürt Dili ve Kültürü ABD - Tezsiz Yüksek Lisans Proje Koleksiyonu
Permanent URI for this collectionhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/3174
Browse
Browsing Kürt Dili ve Kültürü ABD - Tezsiz Yüksek Lisans Proje Koleksiyonu by Issue Date
Now showing 1 - 20 of 119
- Results Per Page
- Sort Options
Other RÊJEYA BIKARANÎNA DENGAN DI DEVOKA DIHÊ DE(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2013) Süleyman KOÇAKArmanca vê xebatê tesbîtkirina rêjeya dengan ya devoka Dihê (Sert) ye. Ji bo tesbîtkirina dengan, çîrokên ku li wê herêmê tên vegotin hatine berhevkirin û ji wan hatiye îstîfade kirin. Piştî ku çîrok hatine qeydkirin û nivîsîn, ji dengê “a”yê heta dengê “z”yê rêjeya bikaranîna dengan hatine tesbîtkirin û bi awayekî îstatîstîkî hatine nişandayîn. Di vê xebatê de tesbîta rêjeya dengên bikirp û bêkirp ku ji herfên “a, ç, e, h, k, l, r, p, t, x” pêk tên, hatiye kirin. Her wiha tesbîta rêjeya dengên serê peyvan jî hatiye kirin û bi îstatîstîkan hatiye nîşandayîn. Encamên rêjeya dengan ên van çîrokan, bi rêjeya giştî ya dengên kurmancî re hatine rûberkirin. Piştî rûberkirina rêjeya herêma Dihê û rêjeya giştî ya dengên kurmancî, dengên ku rêjeya wan nêzî hev û dûrî hev hatine nirxandin û şîrovekirin.Other BIKARANÎNA RENGDÊRAN DI DEVOKA COLEMÊRG-GEVERÊ DA(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2013) Rasim ÜÇÜNArmanca vê xebatê di devoka Colemêrgê (Hekarî- Gewer) de bi hemû awayên xwe ve tespîtkirin û sinifandina hevalnavan e. Berî vê lêkolînê bi hemû awayan ve hevalnavên kurmancî beşa yekemîn de hatin danîn û sinifandin. Di vê xebatê de çavkaniyên girîng yên li ser rêzimana kurmancî hatine kirin jî rê û rêbazên vê xebatê didine diyarkirin. Pistre hin çîrokên devoka Colemêrgê hatin qeydkirin û nîvîsandin. Piştre hevalnavên di van di çîrokan de hatin tespîtkirin û di bin serenavên ku hevalnav hatine sinifandin yek bi yek mînak ve hatin danîn.Research Project NAVDÊRÊN KURMANCÎ(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2013) KARA, GülistanGotinên ku heyber û têgehan dinimînin û didin nasîn nav in. Nav xwedî wateyeke berfireh e; ji bo vê yekê jî di rêzimanan de Nav/navdêr tê bikaranîn. Rengdêr, cînavk, hoker, daçek, gihanek û baneşan jî bi eslê xwe navdêr in. Navdêr di xwe de liv û tevgerê nahewînin, bi vî awayî ji lêkeran tên veqetandinthesis.listelement.badge Di Çîroka Bilbilê Hizar Awaz de Peyvsazî(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2013) Bor, AbdullahDi çîrokek ji herêma çolemêrgê de peyvsazî an dariştina peyvan mijara vê xebatê ye. Di vê xebatê de armanca me di vê çîroka gelerî de lêgerîn û lêkolînek biçûk bikin û vê çîrokê ji aliyê dariştina peyvan ve vekolin. Ji bo vê armancê me pêşiyê mijar di çend pirtûkên rêziman de ber çavan re derbas kir. Ji pirtûkan nîşe girtin,ev nîşe rêz kirin,mînak jî zêde kirin. Kurtebejek diyar kir. Paşê jî di çîroka ku ji aliyê hevalê me yê ezîz ,Omer Dilsoz ve hatiye berhevkirin a bi navê Bilbilê Hizar Awaz de peyv ji aliyê sazbûnê ve ji hev cuda kirin. Di vê cudakirinê de em li ser peyvên pêkhatî û hevdudanî rawestiyan. Çîrokbêjê vê çîrokê Hecî Cebraîlê Gûzereşî ye. Çîrok di sala 2002an de hatiye guhdarkirin û nivîsîn. Di vê çîroka gelerî de gelek bêje wek dewkî hatine nivîsîn ,hinek jî da ku em bikaribin wan ji hêla sazbûnê ve diyar bikin bi awayê nivîskî hatine rêzkirin. Lê belê bi tu awayî me dest neda naveroka çîrokê.Research Project FREKANSA TÎPÊ KURDÎ DEVOKA NISÊBÎNÊDA (MÊRDÎN) WÊJEYA BIKARANÎNA DENGAN(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2013) DERİN, İpekArmanca vê xebatê tesbîtkirina rêjeya dengan ya devoka Serê Avê(Nisêbîn_MÊRDÎN) ye. Ji bo tespîtkirina dengan, çîrokên ku li wê herêmê tên vegotin hatine berhevkirin û ji wan hatiye îstîfade kirin. Piútî ku çîrok hatine qeydkirin û nivîsîn, ji dengê “a”yê heta dengê “z”yê rêjeya bikaranîna dengan hatine tespîtkirin û bi awayekî îqtatîstîkî hatine niúandayîn. Di vê xebatê de tesbîta rêjeya dengên bikirp û bêkirp ku yên bikirp ji herfên “a,ç, e, h, k, r, p, t, x” pêk tên, hatiye kirin. Her wiha tesbîta rêjeya dengên serê peyvan jî hatiye kirin û bi îstatîstîkan hatiye nîúandayîn. Encamên rêjeya dengan ên van çîrokan, bi rêjeya giútî ya dengên kurmancî re hatine rûberkirin. Piútî rûberkirina rêjeya gûndê Serê Avê û rêjeya giútî ya dengên kurmancî, dengên ku rêjeya wan nêzî hev û dûrî hev hatine nirxandin û úîrovekirin.Research Project JI ALIYÊ PÊKHATINÊ VE HOKER (WEK MÎNAK HEMÛ HOKERÊN DI FERHENGA ZANA FARQÎNÎ DE)(Mardin Artuklu Üniveristesi, 2014) Aksoy, YektaMebesta vê xebatê tesbîtkirina hejmar û rejeya hokerên ferhenga Zana Farqînî ye.Ji bo vê tesbîtkirinê hokerên di ferhenga Zana Farkînî de hatine nivîsîn û jimartin. Piştî hejmar li gor tîpan hatine kifşkirin, hoker wek ên bêqertaf û wek ên bi pêrkît, parkît, pêrkît-parkît hatine senifandin. Encamên hejmara hokeran li gor tîpan di tabloyê de hatine nîşandayîn. Li gor pêkhatinên xwe dubestî jî di tabloyekê de hatine raberkirin. Grafîka hejmar û rêjeya hokerên xwerû, darijtî û hevedanî û piştre grafîka hejmar û rêjeya hokerên ku xwerû ne an jî ji pêrkît, parkît û pêrkît-parkîtan pêk hatine hatiye çêkirin. Piştî hevberkirina van hejmar û rêjeyan bi gelemperî pêkhatina hokeran û bi taybetî jî qertafên di çêkirina hokeran de zede tên bikaranîn hatine nirxandin û şîrovekirin.Other Di Çîrokên Kurdî de Rengdêr(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2014) Mirsad ORAKÇIRengdêr ew cure bêje ne ku tên pêşî û paşiya navdêran û taybetiya wan navdêran ji aliyê reng, dirûv, pirs, rewş, cih, hejmar û teşeyê ve diyar dikin. Rengdêr ji aliyê binyadê ve çar cure ne: Rengdêrên Xwerû, Hevedudanî, Dariştî û Têkel. Dîsa Rengdêr li gorî wate û peywira xwe dibin du beş: Rengdêrên Çawaniyê û Rengdêrên Diyarker. Rengdêrên Çawaniyê navdêran li gorî rewş, reng, teşe û jêçêbunê diyar dikin. Rengdêrên diyarker jî navdêran ji aliyê nîşandan, jimarî, nediyarî û pirsiyariyê ve diyar dikin. Di Rengdêrên Çawaniyê de paye jî heye. Bi alîkariya rengdêr û paşgiran payekirina rengdêran çêdibe. Di kurmancî de payekirin bi çar awayê çêdibe: Nizimpaye, asayîpaye, hemanpaye û bilindpaye ne. Perçînkirina rengdêran ew tişt e ku mirov wateya bêjeyê an jî gotinê xurttir dike. Bi qertafên mîna “-ip, -ipî, -im’ê çê dibin. Tîpa serê gotinê tê berî van qertafan û dîsa bi gotinê re tê bikaranîn.Research Project KIRMANCKÎ DE DEM Û ZEMÎR MUQAYESEYÊ KURMANCKÎ, SORANKÎ Û ÎNGILIZKÎ(Mardin Artuklu Üniveristesi, 2014) Demirel, Zübeydemuhîm î. Mi zemîrê kirmanckî, kurmanckî, sorankî û îngîlîzkî muqayese kerdî. Heta ke destê mi ra ame ez zemîranê kirmanckî het zemîranê sorankî ser o zî zaf vinderta, çunke Kurdîstanê Bakurî de lehçeya sorankî hîna kêmî yena zanayene. Eke merdim ferq û pardarîya zemîranê zaravayanê kurdkî bizano, mabênê qiseykerdoxanê zaravayanê kurdkî de famkerdîş û qiseykerdîş asan beno.Research Project LI GORÎ NAVEROKÊ VEKOLÎNA DU ROMANÊN BAVÊ NAZÊ (MIRIYÊ HERAM Û DARA PELWEŞIYAYÎ)(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2014) DİKAN, HATUNEv xebat ji destpêkekê û ji du beşan pêk tê. Ev xebata han her du romanên Bavê Nazê bi navên Miriyê Heram û Dara Pelweşiyayî ji aliyê naveroke ve vedikole. Di romanên Bavê Nazê de çend mijarên girîng derdikevin holê. Welatperwerî, girîngiya ziman û nasnameyê, tolhildan û realiteya jiyanê. Her du romanên xwe di bin tesîra van mijaran de afirandiye. Di romana Miriyê Heram de nivîskar, meseleya ziman û nasnameyê derdixe pêşberî me. Têkoşina lehengê Miriyê Heram, ji bo xwediderketina ziman û nasnameyê ye. Di vê romanê de Bavê Nazê dixwaze di jiyanê de giringîya nasnamê û ziman nîşanê xwendevanên xwe bide. Ji ber vê yekê jî roman gelekî girîng e. Her wiha di romana Dara Pelweşiyayî de jî, tolhildan û welatperwerî derdikeve holê. Lehengê vê romanê jî ji bo tola birayê xwe dibe pêşmerge û piştre hesta welatperweriyê jî nîşanê xwendevanan xwe dide. Nivîskar, di vê romanê de heman demê jî realiteya jiyanê pêşkeşî xwendevanên xwe dike. Bi giştî di romanên Bavê Nazê de fikra realizmê derdikeve pêş. Di romanên wî de xwendevan qet hizra nivîskar nahisin. Nivîskar, wek kamerevanekî bûyeran pêşkeşî mirovan dike û qet mudaxilê nava bûyeran nabe. Ev xal taybetmendîya Bavê Nazê jî nişanê mirovan dide. Lewma, di jiyana Bavê Nazê de nivîskarên Rus gelek girîng in. Wek Gogol, Dostoyevski, Tolstoy…Master Thesis NIRXANDINA PIRTÛKA HÎNKIRINA KURDÎ: HÎNKER -LI GORÎ NÊRÎNÊN XWENDEKAR Û MAMOSTEYAN-(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2015) Kurt, ŞehmusMAMOSTEYANArmanca vê xebatê ya sereke nirxandina Hînkerê ye ji aliyê hînkirina zimanî û li gorî nêrînên wan xwendekar û mamosteyan ên ku vê pirtûkê wek pirtûka dersê bi kar tînin. Xebat digel mamoste (N=20) û xwendekarên (N=104) Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Kurdî- Der Navend (Amed) û Kurdî-Der Şaxa Wanê hatiye tetbîqkirin. Agahiyên xebatê bi rêya pirsyarnemayên mamoste û xwendekaran ve hatine bidestxistin. Pirsyarname ji aliyê vekoler ve hatine amadekirin û bi tetbîqa pîlot ve hatine xurtkirin. Di pirsyarnameyan de pirsên demografîk û pirsên yekalî (close ended) ên ku bi awayê lîkerta-5 pîlebendîkirî, cih digirin. Ji bo pêbaweriya pirsyarnameyan ji korelasyona xalan û cronbach alfa (α) sûd hatiye wergirtin. Agahiyên hatine bidestxistin bi rêya bernameya SPSS-18 ve hatin analîzkirin û parsed(%), frekans (f) û navinciyên arîtmetîk ( X ) ên agahiyan hatin derxistin. Ji bo analîzên derbareyê cudahiyên di navbera navinciyan, ji T-testa serbixwe, varyansa yek alî (ANOVA), û testên Scheffe û Kruskall Wallis-H (KWH) sûd hatiye wergirtin. Encamên ku hatine bidestxistin, li gorî asta watedarbûna 0,05 hatine nirxandin. Di encamê de derket holê ku her çend kêmasiyên wê diyar kiribin jî, xwendekarbi giştî erênî li Hînkerê dinêrin. Lê belê heman berhem ji aliyê mamosteyan ve kêm û neyînî hatiye dîtin. Di beşa dawî de encamên xebatê hatine pêşkeşkirin û li ser cudahiyên di navbera nêrînên xwendekar û mamosteyên hatiye sekînin.Research Project KEŞKULA FEQE MEHEMED REŞÎD(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2016) ERTUŞ, GiyasettinEv xebat li ser destxetekê hatiye kirin. Sernavê vê destxetê bi „erebî “Haza Dîwanu‟s Şi„irîl Muxallitetî” ye û em dikarin bi kurdî bibêjin “Dîwana Helbestên Têkilî”. Bi sernavê destxetê jî aşkere ye ku ev e mecmu„eya helbestan e. Mecmu„eyên helbestan ji bo na lêkolînên edebiyata klasîk ji çavkaniyên sereke têne hisapkirin. Lewra van mecmu„eyan de dîtina helbestvanên nû û herwaha helbestên wan di keşifkirina edebiyata kurdi ya klasîk de pêngavên nû ne. Di vê xebatê de li ser mecmu„ayek helbestan hatiye rawestan ku ji aliyê Feqe Mehemed Reşîd ve hatiye nivîsandin û navê vê mecmu„ayê ji aliyê me ve wekî “Keşkûla Feqe Mehemed Reşîd” hate binavkirin. “Keşkûla Feqe Mehemed Reşîd” ji bîst û heşt helbestan pêk tê. Ji van helbestan dudo bi zimanê „erebî û bîst û şeş jî bi zimanê kurdî ne. Helbestên heft helbestvanên kurd di vê keşkûlê de cih digirin. Di vê xebatê de helbestên helbestvanên wekî Mela „Ehmedê Nalbend û Mela Mehmûdê Yûsifî ku li bakur nehatine naskirin û helbesteke helbestvanê wê nediyar hatine latînîzekirin. Di pêveka vê xebatê de orjînala van helbestan hatine dayîn.Other LATÎNÎZEKIRINA “KİTABÛ NUZHETU’NNUFÛS” A MELE MIHEMED NURÎ (BEŞ I.)(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2016) Sadettin BATURWekî ku di hemû Nesîhetnameyan de armanc û nîyet şîretdayîn e, di berhema me ya bi navê Kîtabû Nuzhetu’n-Nufûs a Mele Mihemed Nurî de jî armanc û nîyet şîretdayîn e. Nivîskar bi awayekî hosteyî û bi zimanekî rojane û edebî dixwaze mijara xwe bi xwendevanan bide fêhmkirin. Nivîskarê berhemê Ewladê Resûl Seyyîd Mele Mihemed Nûrî ji gundê Mîrzebegan e.Navê bavê wî Mele Evdila ye. Di sala 1894’an de li gundê Sînanê ku li rojavayê Êlihê dikeve ji dayik bûye. Li medreseyên wek Sînanê,Dîyarbekirê,Gozelşêxê,Cirzê û Dêrika Çîyayê Mazî xwendiye.Seyda ‘umrê xwe di medreseyan de bi perwerdeya feqîyan û mutala’a kitêbên ‘ilmî de derbas kiriye. Li gelek cîyan melletî kiriye. Yek ji van cîyan jî Hecî’îs e ku girêdayî Dîyarbekirê ye. Seyda li vir 50 sal meletî kirîye. Di sala 1977’an de li vî gundî wefat kiriye û li goristana Seyfulmulûk medfûn e. Gelek kitêbên bi wezin nivîsîne. Navên çend berhemên wî ev in: Kîtabul ‘Îsra-î Wel Mî’rac,Nuzhetu’n-Nufûs,Durril Yetîm,Dîwan û kitêba fiqhî ya li ser mezhebê Îmamê Şafi’î. Berhema Nuzhet’n-Nufûs ku me li ser xebat kiriye kitêbek nesîhet û şîretê ye. Seyda di 1960’î de ev berhema menzûm qedandiye. Berhem di sala 2004’an de ji hêla Zeynelabidîn Amidî ve li Çapxaneya Diyarbakır Söz’ê hatiye çapkirin. Bi kurtî mijara berhemê ev e: Lehengê sereke yê berhemê Tacir ‘Elîyê Hesen, guh li wesiyeta bavê xwe nake û bi mirovên nebaş re hevaltîyê dike û dikeve nav têkilîyên bêkêr. Lê wekî her tim dawîya van hevaltî û têkilîyên bi mirovên nebaş û bêkêr re poşmanî ye, aqûbeta ‘Elî jî tije poşmanî û perîşanî ye. Ne tenê ‘Elî, malbata wî jî ji vê perîşanîyê têra xwe par digire. Piştî perîşanî û poşmanîyan, bi emrê Xwedayê Te’ala, bi alîkarîya dostê bavê xwe û bi navbeynkarîya cin û perîyan dawî li perîşanîya ‘Elî û malbata wî tê.Research Project ZAYEND Dİ KURMANCÎ DE(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2016) AVCI, GülEv xebat li ser mijara cînavka ye. Di ve xebatê de li ser cînavkan hatiye rawestandin.Mijar ji sê beşan pêk tê.Beşa yekem li ser mijara cînavkan û li ser taybetîyên cînavkan hatiye Sekinandin. Di beşa dûyem de li ser cureye cînavken Kurdî û Tirkî hatiye sekînandin. Di beşa sêyem de jî Cînavk cardin bi mînakan hatina dabeşkirin û çend cureyen cînavken Tirkî û Kurdî hatine beravird kirin.Other LI NAVÇEYA DİYADİN/GIYADÎN A AGİRÎ EDETÊN ZEWAC Û DAWETAN(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2016) Akın POLATEv xebat li ser edetên, zewac û dawetên Giyadînê hûrgilî dibe. Di xebatê de derbarê zewac û dawetan de bi giştî agahî tê dayîn. Di vê xebatê de hat dîtin ku bandora olê li ser van edet û rîtuelan heye. Di beşa yekem de: Danasîna Giyadînê, erdnigarî û dîroka navceyê cih digire. Di beşa duyem de: Bi giştî zewac û dawet, rîtûelên zewacê, bi qebûlkirina îslamê re di nav misilmanan de zewac, û ayet û hedîsan derbarê zewacê cih digirin. Di beşa sêyem de: Edetên zewac û dawetên Giyadinê bi vî serenavî cih digire. Beşa herî giring a vê xebatê ev beş dike. Ev xebat di havîna 2016an de li Giyadin a Agiriyê hat birêvebirin û mînakeke li ser folklora Giyadînê ye jî. Xebat herî zêde li qadê bi riya hevpeyvînên bi kesan re hatiye kirin. Ji ber vê yekê jî bêhtir ji agahiyên di nav gel de pêk tê. Rêgez û Materyalên di vê xebatê de: Çavkaniyên sereke kes in. Bi van kesan re hev peyvin hat lidarxistin. Formên hev dîtinê hat dagirtin (Nûmuneyeke formê bixwe di dawiya projeyê de).Deng hatin tomar kirin. Wêne hatin kişandin. Ji albûmên wêneyan bi destûra malbatan wêneyên 40-50 sal berê yên daweta hat bidestxistin. Kesên ku hevpeyvin bi wan re hat kirin kal û pîrên ku derûniya wan li cih, edet û risûma baş dizanin bûn. Bi çav nihêrandina min hatin dîtin û bi dildarî ji min re alîkar bûn. Di dawiyê de agahiyên derbarê van kesan de cih digire. Çi agahî û pêzanîn min bi dest xistin, li malê bi hurgilî careke din li ser wan sekinim û dahurandina wan kir. Pişt re bi awayekî kronolojîk min ew derbasî metnê kir.Research Project RENGVEDANA DÎROKA NÊZÎK DI STRANÊN MIRADÊ KINÊ DE(Mardin Artuklu Üniveristesi, 2016) Çetin, ŞehmuşÇanda devkî, dîroka nêzîk û hafizeya civakî bi hevre di têkiliyê dene. Buyerên ku di paşerojê de qewînîne û ji bo civakê girîng in bi awayekî di nav çanda devkî de bi riya veguhezêrên çanda devkî gihiştine heta îro. Çanda kurdan jî ji vî alî ve gelekî dewlemend e. Ji ber ku nivîs zêde ne berbelav bû, hafizeya civakê bi riya vegotinên veguhezêran çanda devkî ji nifşekê bo nifşên din hatiye veguhastin. Stranên dengbêj û mitirban jî di heman çarçovê de dikare were nirxandin. Li herêma Tur-Abdîn (Torê) mitirban ev rol hilgirtiye û buyerên ku di dîrokê de qewîmîne bi stranên xwe di bîra civakê bicih kirine. Miradê Kinê yek ji wan kesan e kul i herêmê bin av û deng e. Stranên wî her weha rengvedana dîrokê ne. Di vê xebatê de me hewl da ku em di nav stranên ku ji hêla Miradê Kinê ve hatine gotin de buyerên dîroka nêzîk ya herêmê bişopînin. Ji bo vê yekê me sê mînak ji Miradê Kinê girtin. Ji aliyên din ve bi hevpeyvînan jî me xwest tiştên di stranan de piştras bikin. Wek encam, hat dîtin ku stranên me wek mînak girtine di heman deme de rengvedana buyerên rasteqîn ên di dîroka nêzîk de qewimîne ne û bi riya kevneşopiya devkî di hafizeya civakê de cih girtine.Research Project Jİ HERÊMA WÊRANŞARÊ GUHERTOYEK DESTANA DEWRÊŞÊ EVDÎ(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2016) YILDIZ, HABEŞDestana Dewrêşê Evdî destaneke kurdî ya navdar e.Li gor ku ji dengbêj û lêkolîneran tê zanînkuDewrêşê Evdî di sedsala 18an de li herêma Wêranşarê jiyaye û berxedaneke mezin li dijî dewleta Osmanî û eşîrên ereban nîşan daye.Wê demê Temir Paşayê Milî di sala 1780yî de dibe serokê eşîrên kurd ê Kîkan,Milan û eşîrên êzidîyan yên li beriya Wêranşarê.Dewrêş ji ber jîrektiya xwe bibe serleşkerê Temir Paşayê Milî. Di şerekî di sala 1790î de di navbera eşîrên Temir Paşayê Milî û Osmaniyan û Eşîrên ereban de Dewrêşê Evdî tê kuştin. Du taybetmendiyên vê destanê hene;evînî û qehremanî ye. Di destanê de xala herî berçav,pêwendîya evîn û welatperweriyêye.Taybetiyeke destana Dewrêşê Evdî jî ev e ku bûyerên ku qalê dike hemû rastin û di erdnîgariya kurdan de qewimîne. Di destanê de karektera Dewrêş bi temamî mêrxasî û egîdîya ku ji bo serfirazî û azadiya kurdistanê hatiye lênan. Dewêş ku bi eslê xwe êzidî bû Edûl kû bi eslê xwe misliman bû di nava civaka kurdan de tê nasîn. Di nava kurdan de gelek stran û çîrok bi awayên cuda li ser Dewrêşê Evdî hatine gotin.Research Project SILO QIZ Û ŞUWARÊ EY(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2016) YEŞİL, GüvenSilo Qiz şaîrêkê sazbend yê Dêrsimî yo. Mi waşt bi na xebata xo, ey û şîîranê ey bida naskerdene. Na babete, nê hîrê hetan ra bala mi ante: Yew; Silo Qiz şahid û mexdurê terteleyê Dêrsimê yo. Derheqê ê rojan de melumat dano. Di; şaîr o, şîîranê ey de cuya (heyatê) şarê Dêrsimî esta. Tay şîîrê ey sey şuware vajîyayê tayê çêrî (qehremanî) ser o yê. Silo Qiz şaîrê şarê yo; tayê şîîranê xo seba waştena şarî vano. Kesêk yeno ey ra rica keno, vano hal-hêkatê mi wina (nîya) yo, "seba nê halê mi jû (yew) şîîre biwane". Silo Qiz zî (kî) a game de spontane a babete ser o şîîrêk vano. Hirê; Silo Qiz kemane cineno. Mîyane şare Dêrsimî de kemane zaf nîno cinitene. Kulturê Dêrsim de cinitena kemaneyî çin a, zafêrî tomir (tembur) yeno cinitene. Silo Qiz tena hetê kirmanckî û şaîrîye ra muhîm nîyo, hetê temsîlkerdena kulturê Dêrsimî ra kî kesêko muhîm oResearch Project VEKOLÎNA ÇÎROKEKÊ LI GOR EDEBIYATA ZAROKAN(Mardin Artuklu Üniveristesi, 2016) Temel, ZekiDi vê xebatê de eme bi awayekî zanistî li ser çîroka Mişkê Deştê rawestin. Li gor fêmkirina zarokan ji aliyê ziman û uslûbê, feydeya geĢedana zimanê zarokan, naverokê, peyamê û peyvan ve hete ji dest me tê eme çîrokê ron bikin, rexne bikin û pêĢnîzarê xwe bidin. Herwiha ev xebat yên ku pirtûkê zarokan distînin û dixwînin re bila rêberîyeke serkeftî bikeOther BIKARANÎNA RENGDÊRAN DI DEVOKA MÊRDÎNKOSERÊ DA(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2016) İdris KILI.Armanca vê xebatê di devoka Koser (Mêrdîn) de bi hemû awayên xwe ve tespîtkirin û sinifandina hevalnavan e. Berî vê lêkolînê bi hemû awayan ve hevalnavên kurmancî beşa yekemîn de hatin danîn û sinifandin. Di vê xebatê de çavkaniyên giring yên li ser rêzimana kurmancî hatine kirin ji rê û rêbazên vê xebatê didine diyarkirin. Pistre çîrokek devoka Mêrdîn hatin qeydkirin û nîvîsandin. Piştre hevalnavên di vê çîrokê de hatin tespîtkirin û di bin serenavên ku hevalnav hatine sinifandin yek bi yek mînak ve hatin danîn.Other ÇEWTIYÊN ERGATÎFÊ DI ÇÎROKÊN MEHMET DİCLE DE(2016) Lokman KOÇHANErgatîfî taybetiyeke kurmancî ye. Min jî di çarçoveyeke teng de lêkolînek li ser vê taybetiya kurmancî kir. Min di pirtûka Mehmet Dicle ya çîrokan ya bi navê “Asûs”ê de çewtiyên ergatîfiyê tesbît kirin, min ev çewtî tesnîf kirin û li ser awayên çewtiyan hinek analîz kirin. Armanca vê xebatê ew e ku taybetiyên ergatîfê îzah bike, awayên çewtiyên ergatîfê tesnîf bike û van çewtiyan analîz bike û di çarçoveyeke sînorkirî de sedemên têkçûna ergatîfê binirxîne.