NIRXANDINA PIRTÛKA HÎNKIRINA KURDÎ: HÎNKER -LI GORÎ NÊRÎNÊN XWENDEKAR Û MAMOSTEYAN-
NIRXANDINA PIRTÛKA HÎNKIRINA KURDÎ: HÎNKER -LI GORÎ NÊRÎNÊN XWENDEKAR Û MAMOSTEYAN-
Yükleniyor...
Abstract
MAMOSTEYANArmanca
vê xebatê ya sereke nirxandina Hînkerê ye ji aliyê hînkirina zimanî û li
gorî nêrînên wan xwendekar û mamosteyan ên ku vê pirtûkê wek pirtûka dersê bi kar
tînin. Xebat digel mamoste (N=20) û xwendekarên (N=104) Enstîtuya Kurdî ya
Stenbolê, Kurdî- Der Navend (Amed) û Kurdî-Der Şaxa Wanê hatiye tetbîqkirin.
Agahiyên xebatê bi rêya pirsyarnemayên mamoste û xwendekaran ve hatine
bidestxistin. Pirsyarname ji aliyê vekoler ve hatine amadekirin û bi tetbîqa pîlot ve
hatine xurtkirin. Di pirsyarnameyan de pirsên demografîk û pirsên yekalî (close ended)
ên ku bi awayê lîkerta-5 pîlebendîkirî, cih digirin. Ji bo pêbaweriya pirsyarnameyan ji
korelasyona xalan û cronbach alfa (α) sûd hatiye wergirtin. Agahiyên hatine bidestxistin
bi rêya bernameya SPSS-18 ve hatin analîzkirin û parsed(%), frekans (f) û navinciyên
arîtmetîk ( X ) ên agahiyan hatin derxistin. Ji bo analîzên derbareyê cudahiyên di navbera
navinciyan, ji T-testa serbixwe, varyansa yek alî (ANOVA), û testên Scheffe û Kruskall
Wallis-H (KWH) sûd hatiye wergirtin. Encamên ku hatine bidestxistin, li gorî asta
watedarbûna 0,05 hatine nirxandin. Di encamê de derket holê ku her çend kêmasiyên wê diyar kiribin jî, xwendekarbi giştî erênî li Hînkerê dinêrin. Lê belê heman berhem ji aliyê mamosteyan ve kêm û
neyînî hatiye dîtin. Di beşa dawî de encamên xebatê hatine pêşkeşkirin û li ser
cudahiyên di navbera nêrînên xwendekar û mamosteyên hatiye sekînin.
Description
ORCID
Keywords
Hînker, Kurdi-Der, hînkirina kurdî, nêrînên mamoste û xwendekaran
Fields of Science
Citation
WoS Q
Scopus Q
Source
Volume
Issue
Start Page
End Page
Yükleniyor...
