Kürt Dili ve Kültürü ABD - Tezsiz Yüksek Lisans Proje Koleksiyonu
Permanent URI for this collectionhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/3174
Browse
Browsing Kürt Dili ve Kültürü ABD - Tezsiz Yüksek Lisans Proje Koleksiyonu by Title
Now showing 1 - 20 of 119
- Results Per Page
- Sort Options
Research Project ANALÎZA ROMANA BEXTIYAR ELÎ APÊ MIN CEMŞÎD XAN KU HERTIM BÊ EW LI BER XWE DIBIR(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) YAŞAR BUDAK, MariyeRealîzma efsûnî bi taybetmendî di sedsala 20.an de li Latîn Amerîkayê bişekil bûye û pêş ketiye. Sînorên vê têgehê ne teqez in. Ev rewş jî behremeke ku hêmanên fantastîk û sersirûştî bihewîne dibe ku ji hêla realîzma efsûnî bê nirxandin. Taybetmendiya realîzma efsûnî ya herî mezin ew e ku bi hev re dana ya serûştî û ya serserûştî ye. Herwiha ev ji alî xwendevanan wek tiştekî asayî tê dîtin. Di realîzma efsûnî de bûyer hertim deraqilî be jî cîh hertim ji dinyaya tişteyî ye. Ev têgeh ji bo romana wêjeya kurdî ya nûjen ne kevnar e. Di vê mijarê de wek mînak romana “Apê min Cemşîd Xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir” e. Bextiyar Elî yek ji nivîskarên hêja ya wêjeya kurdî ya nûjen û ronakbîrekî kurdan e. Nêzîkî 20 berhemên wî hene ku bi zaravayê soranî nivîsiye. Bi nivîsîna helbestan dest bi karê wêjeyî kiribe jî bi romanên xwe navdar bûye û di dilê xwendevanan de cihekî bilind girtiye. Me jî xwest ku em ji romanek wî ya bi navê berhama “Apê min Cemşîd Xan ku bê ew hertim li ber xwe dibir” ji aliyê mijar, leheng, cih û war û honanadına romanê li gorî realîzma efsûnî û qaîdeyên wê binirxînin. Armanca xebata me ev pêk tîne.Research Project ARGO DI DEVOKA AMEDÊ DE(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) EKEN, MehmetHer çandek û deverek xwediyê argoyên xwe yên taybet in. Ev argo li gor şert û mercên dîrokî, erdnîgarî, civakî, folklorî û aborî, di nav salan de rengê xwe girtine û heya îro hatine. Ev argoyên ku tên bikaranîn bi giştî bo deverên kurd lê dijîn, taybet ji bo devera Amed jî derbas dibe. Ev çanda argoyên ku bi guherîneke berdewam digihîje roja me, ji ber pêşketina televizyon, radyo û jiyana modern hêdî hêdî winda dibe. Divê ev argoyên ku li ber mirinê ne, bêne tespîtkirin, danasîn û ji bo dahatûyê bêne neqilkirin. Ji bo vê jî em ê di vê xebata xwe de li bajara Amedê argoyên ku tên bikaranîn bi alikariya pirtûk, stran, helbest û kesayetan kom bikin. Piştê komkirina argoyan em ê wateya wan li hemberê wan binivîsînin. Beriya wan jî em ê li ser erdnigarî û dîrokî ya Amedê agahiyan bidin paşê wateya ziman, zimanê dayîkê, zarava, devok werin dayîn û bi mînakan xebat were xurt kirin.Research Project BANDORA PSÎKANALÎZÊ DI ÇÎROKA MÊRÊ DIYA MIN A MEM ZÎNISTANÎ DE(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) ÖZEK BAVLİ, KÜBRAEv xebat dixwaze di çîroka "Mêrê Diya Min" a Mem Zînistanî de bandora psîkanalîza freudyen vekole. Psîkanalîz ku di heman demê de perspektîfeke psîkolojiyê ye li ser edebiyatê jî xwedî bandoreke berbiçav e, herçend psîkanalîz bêtir di edebiyatê de weke metodeke rexneyê jî tê bikaranîn lê di vê çîroka Mem Zînistanî de em ê bidin nîşandan ku çawa li ser pêvajoya nivîsandina çîrokê bandor kiriye. Ev xebat çîroka Mêrê Diya Min û kompleksa Odîpal a Sigmund Freud berawird dike û dixwaze bandora psîkanalîzê li ser çîrokê destnîşan bike.Research Project BER BI PÊNASEYEKE FOKLORE DI KONTEKSTE DE(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) IRMAK, LeylaMijara ve xebate di kontekse de pênaseyên folklore ye û li ser lekolînen ku heta anha hatîye çekirin di derheqa tegîna folklore. Ji ber ku, folklor mijarek balkeş ê, gelek zanyarên en ku beşa wan cuda nê wekî derûnî, mirovnasî, weje, û hwd. li ser folklore xebitîne. Zanyarên folklore bi xwe gelek pênaseyên folklore bikar anîne. Her yeka wan pênaseyan ji bo zelalkirina folklore tevkarî kirêye. Her zanyar pênaseya folklore li gorî beşa xwe bikar anîye. Weke mînak; mirovnas, folklore wekî weje dihesibenin, le zanyarên weje ew wekî çand ravedikin. Ji ber ve yeke jî pênaseyên folklore pir in û cure cure nê. Zanyarên folklore, bi taybetî li ser komkirina û berhevkirina kereseyên folklore de gelek xebatên giring kirine. Li gorî folklorîstan, çand û folklor bi hevdu re gîredayî ne û ji hevdu naye veqetandin. Pisporên folklore li ser sê kategorîyên çand wekî; agahdarî, raman û huner hûrbunê ji ber ve yeke jî ew kereseyên folklore, li gorî konteksa civakî, kuranîya dem û guheztina navîn binav dikin.Research Project BERAWIRDKIRNINA SÊ GUHARTOYÊN DESTANA FILÎTÊ QUTO(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) ALPAR, HİKMETMebesta vê xebatê muqayesekirina sê guhertoyê Destana Felîtê Quto ye. Guhertoyên Destana Felîtê Quto yên ku di vê xebatêde hatine muqayesekirin; guhertoya Dengbêj Karapêtê Xaço, Dengbêj Reso û Dengbêj Nesoyê Agirî ye. Di destpêka beşa yekemîn de bigiştî di derbarê êlên Reşkotan û Etmankan de agahî têndayin. Di berdewama beşe de agahiyên di derbarê jiyana dengbêjan de têndayîn û tekstên waryantên wan tênpeşkeşkirin. Di beşa duyemîm a vê xebatê de analîz li ser guhertoyên destanê tênkirin û xalên hevpar û cuda yên her sê guhertoyan tên pêşkeşkirin.Other BERHEVKARIYA HÊMANÊN FOLKLORÊ LI ÇAR GUNDÊN NISÊBÎNÊ(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2018) Mehmet ÖZTÜRKDi vê xebata me de armanca me ew e ku em derbarê hêmanên folklorî yên IV gundên navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê berhev bikin. Bi wê mebestê me bi rûniştvanên gundên Sêrwan, Şiwêşkê, Kertwên û Tilyaqûbê re hevpeyvîn pêk anîn. Em dê bi vê xebata xwe zanyariyan û hurgiliyan derbarê folklora wan 4 gundan belav bikin.Master Thesis Berhevkirina Hêmanên Folklorê li Gundê Qerekoyinê yê Girêdayî Sêwrekê(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Birgün, ArgeşEv xebat li gundê Qereqoyinê (Karakoyun) yê girêdayî Sêwrekê hatîye kirin. Ev xebat parçeyekî xebatên monografîyê ye, lê belê bi tevahî ne monografî ye. Ji ber pirsgerekên kêmasîya demê, çûn û hatinê ev xebat nebû monografîyeke giştî. Ji ber ku li vî gundî xebatên wek vê çênebûye, me hewcedarî dît ku divê xebatên sehayê li vî gundî were kirin, ji ber ku ev gund ji gelek alîyan de li Sêwrekê cihê xwe girtîye, ji alîyê çandî, edebî, sîyasî û aborî de bi bandor e. Li gor hevpeyvînên me derdorê 30-40 sal berê li gund dengbêj û çîrokbêj hebûne, lê belê stranên û çîrokên wan bêtir bi jîyana wan ve sînordar mane, armanca me berhemên mayî berhevkirin û qeydkirin e. Ji alîyê din de jî ji ber pergala kapîtalîst ya dinyayê orf, edet û bawerî winda dibin, Ev rewş di lîstikên zarokan de jî dîyar e, ji ber ku zarok bi telefon, tablet û kompîturan ve dem derbas dikin, ev jî dibe sedema nelîstina lîstikan û jibîrkirina lîstikan. Ji ber ku li gundê Qereqoyinê berê xebatên akademîk nehatiye kirin, ji vî alîyî de û ji alîyê devokê de ji bo xebatên nû cihekî xwe yê girîng digire. Ji bo ku li ser hin xalan kûr bibin bi hin mijaran ve hatîye sînordarkirin û di naverokê de ev hatîye dîyarkirin. Me di vê xebata sahê de rêbaza hevdîtin, çavdêrî û rapirsînê kirin.Research Project “BEYI SE BENA?” SERO TEHLÎLÊK(Mardin Artuklu Üniveristesi, 2018) Acar, VeyselMa zaf weş zanê ke serebutî çend munde bibê zî eser der heqê serdemê ke behsê ey beno û der heqê ey de nusîyeno ma rê malumatanê raştekînan dano. Eserê “Beyi Se Bena” ke ma na proje de sero xebitîyayî der heqê serdemê xo de ma rê malûmatanê raştekînan û ecêban dano. J. Îhsan ESPARî mintiqaya ke ma rê şinasî ya û edetê ke ma zanê eserê xo rê kerdo babet. Mi zî nê eserî goreyê qaîdeyanê romanî çend ke mi ra ame tehlîl kerd, raştê ci nê tehlîl de fikr û ewnîyayîşê mi zî tede estê. Mi pirojeya xo binê new sernuşteyanê esasîyan de tehlîl kerd. Mi xebata xo de goreyê teknîkê tehlîlkerdişî bi eşkerekerdişê “ babet, tehlîlê kesayetan, mundişê serebutan, ca û dem”î destpê kerd. Sernuşteyê pêkewtişî de zî mi der heqê pêkewtişê ke mabênê kesan de û pêkewtişê ke kesayetî xo mîyan de ciwîyenê behs kerdî. Dima no eser mîyanê “kamder tewirê edebî” de ca gêno, ez na babet sero vinderta. Qismê peyenî de seba ke eser behsa serebutêkê komelkî keno, mi zî hetê “sosyolojik, psikolojîk û bawerî” ra etud kerd. Ez wina bawer kena ke yew eserî sero çend fikrê cîya cîyayîyan reyde tehlîlî bîyerê kerdiş, eser hende beno dewlemend. Tehlîlê eseran fehmkerdişê eserêkî de ma rê hetkarî kenoResearch Project BIKARANÎN Û SENIFANDINA RENGDÊRAN(Mardin Artuklu Üniveristesi, 2018) Tarhan, VeliArmanca vê xebatê hemû awayên xwe ve tespîtkirin û sinifandina hevalnavan e. Berî vê lêkolînê bi hemû awayan ve hevalnavên kurmancî beşa yekemîn de hatin danîn û sinifandin. Di vê xebatê de çavkaniyên giring yên li ser rêzimana kurmancî hatine kirin ji rê û rêbazên vê xebatê didine diyarkirin. Pistre çîrokek hat nîvîsandin. Piştre hevalnavên di vê çîrokê de hatin tespîtkirin û di bin serenavên ku hevalnav hatine sinifandin yek bi yek mînak ve hatin danîn.Other BIKARANÎNA HEVALNAVAN LI HERÊMA MÊRDÎNÊ (WEK MÎNAK ÇÎROKA “DIZ Û URF”)(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2017) Suut DÜZENDi rêzimana kurdî de cûreyên bêjeyan cihekê giring digre. Yek ji van cûreyan jî hevalnav e. Di vê xebatê de bi awayekê berfireh li ser pênaseya hevalnavan û cûreyên wê hatiye seknandin. Ev xebat ji sê beşan pêk hatiye. Di beşa yekem de, hevalnav û cûreyên xwe cih digirin, di vê beşê de li ser mînak û pênaseya hevalnavan hatiye sekinandin Di beşa duyem de, çîroka bi navê diz û urf cih girtiye. Li ser çîrokê tu guhartin nehatiye kirin. Ev çîrok ji herêma Mêrdînê hatiye girtin. Di beşa sêyem de, hevalnavên ku di çîrokê de cih girtine li gorî cûreyên xwe hatine tespîtkirin.Other BIKARANÎNA RENGDÊRAN DI DEVOKA COLEMÊRG-GEVERÊ DA(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2013) Rasim ÜÇÜNArmanca vê xebatê di devoka Colemêrgê (Hekarî- Gewer) de bi hemû awayên xwe ve tespîtkirin û sinifandina hevalnavan e. Berî vê lêkolînê bi hemû awayan ve hevalnavên kurmancî beşa yekemîn de hatin danîn û sinifandin. Di vê xebatê de çavkaniyên girîng yên li ser rêzimana kurmancî hatine kirin jî rê û rêbazên vê xebatê didine diyarkirin. Pistre hin çîrokên devoka Colemêrgê hatin qeydkirin û nîvîsandin. Piştre hevalnavên di van di çîrokan de hatin tespîtkirin û di bin serenavên ku hevalnav hatine sinifandin yek bi yek mînak ve hatin danîn.Other BIKARANÎNA RENGDÊRAN DI DEVOKA MÊRDÎNKOSERÊ DA(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2016) İdris KILI.Armanca vê xebatê di devoka Koser (Mêrdîn) de bi hemû awayên xwe ve tespîtkirin û sinifandina hevalnavan e. Berî vê lêkolînê bi hemû awayan ve hevalnavên kurmancî beşa yekemîn de hatin danîn û sinifandin. Di vê xebatê de çavkaniyên giring yên li ser rêzimana kurmancî hatine kirin ji rê û rêbazên vê xebatê didine diyarkirin. Pistre çîrokek devoka Mêrdîn hatin qeydkirin û nîvîsandin. Piştre hevalnavên di vê çîrokê de hatin tespîtkirin û di bin serenavên ku hevalnav hatine sinifandin yek bi yek mînak ve hatin danîn.Research Project BIKARANÎNA ZIMAN DI NÛÇEVANIYA KURDÎ DE(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) Dekak, MaşallahArmanca vê xebatê tespîtkirina bikaranîna zimanê xelet di hêla rastnivîs û Ģêweyê ya nivîsîna nûçeyên kurdî deye. Beriya vê xebatê em gelek caran di nûçeyên kurdî de rastê mantiqa tirkî hatine ku bi hevokên kurdî hatine nivîsîn û bi temamî ji rih û giyanê zimanê kurdî dûr in. Di vê xebatê de me rê nîĢan daye ka dê zimanê kurdî bi awayeke rast û resen çawa di nûçevaniyê de bê bikaranîn. Ev yek hem di hêla rastnivîsê de û hem jî di hêla Ģêwaza nivîsîna nûçeyan de bi mînakan yek bi yek hatine vegotin. Ji ber ku qada nûçevaniya kurdî bi taybetî jî kurmancî di hêla nûçevaniyê de xwedî berhemên zêde nîn in, me nekarî em ji çavkaniyan zêde sûd werbigrin. Lê dîsa jî me hewl da bi gotar û nûçeyên ku di malperên kurdî de hatine weĢandin, bikaranîna zimanê kurdî di hêla rastnivîs û Ģêwazên nûçeyan de nîĢan bidin. Di vê xebatê de me nûçevaniyê di bin du beĢan de "Bikaranîna ziman ji aliyê Ģêwazê ve" û "Bikaranîna ziman ji aliyê rastnivîsê ve" dabeĢ kir. Ji bo têgihiĢtineke baĢ di herdu beĢan de jî mînakên cur bi cur hatin bikaranîn.Research Project ÇEND GOTINÊN KU JI KURDÎ DERBASÎ TİRKÎ BÛNE(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) ÖZER, HamitDîroka etîmolojiyê ji aliyê zimanê Kurdî pir nêz destpêkiriye. Tene çend xebat hene. Heta ji destê me hat me xwe gihand van xebatan û me ji van îstîfade kir. Di vê xebatê me çend peyvên ku ji zimanê Kurdî derbasî zimanê Tirkî bûye tespît kir. Piştî tespît kirinê me etîmolojî û wateya van peyvan da. Me derxist ber çava ku îddîaya ku hinik zimannas dibejin: "Kurdî tu peyv nedaye Tirkî û Kurdî ne zimanekî serbixweye." pûçe û tu bingeha vê îddîayê ji aliyê zimannasî tuneye. Bêle dibe çend peyvên Kurdî û Farsî yek hevbin. Lê ev naye we wateyê ku peyvên Kurdî ji Farsî hatibin. Hin bêjenas(etîmolog) di ferhengên xwe ye etîmolojiyê peyv ji Kurdî jî bê dibejin peyv ne ji Kurdî, ji Farsî hatiye. Ev tiştekî şaş e. Di vê xebatê de me xwest ku em derxin holê ku hinik zimannas dibejin peyv bi eslê xwe ji Farsî hatîye û ketiye Tirkî, ne rast e. Ev peyv bi eslê xwe ji Kurdî hatine û ketine nav zimanê TirkîResearch Project ÇEND NIMUNE JI LÎSTIKÊN ZAROKAN YÊN HEREMA NISÊBÎNÊ(Mardin Artuklu Üniveristesi, 2018) Çetin, SerhatMebesta vê xebatê ew e ku çend nimune ji lîstikên zarokan yên herêma Nisêbînê çawa û bi çi amûrî têne lîstin were gotin. Bi vê armancê bi çend mirovên herêmê re hatiye axaftin û ev kes di dema zarokatiya xwe de bi kîjan lîstikan dilîzin hatine tespîtkirin.Other ÇEWTIYÊN ERGATÎFÊ DI ÇÎROKÊN MEHMET DİCLE DE(2016) Lokman KOÇHANErgatîfî taybetiyeke kurmancî ye. Min jî di çarçoveyeke teng de lêkolînek li ser vê taybetiya kurmancî kir. Min di pirtûka Mehmet Dicle ya çîrokan ya bi navê “Asûs”ê de çewtiyên ergatîfiyê tesbît kirin, min ev çewtî tesnîf kirin û li ser awayên çewtiyan hinek analîz kirin. Armanca vê xebatê ew e ku taybetiyên ergatîfê îzah bike, awayên çewtiyên ergatîfê tesnîf bike û van çewtiyan analîz bike û di çarçoveyeke sînorkirî de sedemên têkçûna ergatîfê binirxîne.Master Thesis Cil û Bergên Herêmî yên Jinên Şemzîna(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2020) Recep ÖpenginHer çandek û herêmek xwediyê cilûbergên xwe yên taybet e. Ew cilûbergene li gor şertûmercên dîrokî, erdnîgarî, civakî, folklorî û aborî, di nav sedsalan de rengê xwe girtine û heya îro wek kevneşopî hatine. Ev rewş bi giştî bo herêmên kurd lê dijîn, taybet ji bo devera Colemêrgê jî derbas dibe. Ev çanda cilên gelêrî ku bi guherîneke berdewam digihîje roja me, ji ber pêşketina pîşesaziyê û jiyana modern hêdî hêdî winda dibe. Ev elementên çanda cilberkirinê yên li ber mirinê, divê bêne tespîtkirin, danasîn û bo dahatûyê bêne neqilkirin. Ji bo vê jî me di vê xebata xwe de li navçeya Şemzînana Colemêrgê bi niştecihên bajêr re rû bi rû hevdîtinan pêk bînin, anket û forman dagirtin û bi pirsan, hewl da vê pîşeya qedîm bidin nasîn. Derbarê vê hêmana çandî de gotar, kitêb û tez hatine peydakirin. Cilûbergên 'edetî yên jin dê li gorî temen, demsal, rewşa aborî û bikaranîna qadê hatine senifandin. Herwiha, ji ber lokasyona Şemzînanê -ji ber ku sînor e di navbera Turkiye, Îran û Iraqê de- tesîra herêmê li ser cilûbergên 'edetî dê hate tespîtkirin. Ji dirûnkerên ku van cilan didirûn, derheqê reng, neqş, xemilandin, hecm, malzeme û xusûsiyetên teknîkî, agahiyên sereke hatin berhevkirin û bi wêneyan û bi xêzkirinê hatin pêşkêşkirin.Other CÎNAV DI ZARÊN KURMANCÎ Û SORANÎ DE(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2018) Serkan İNCEDi vê siparteyê de li ser cînav û cureyên cînavan di zimanê Kurdî de hatiye rawestan. Armanca bingehîn a vê xebatê ew e ku di zarên Kurdî Soranî û Kurmancî de nav û têgehên hevbeş an jî nêzîk ji bo cînavan bên bikaranîn û hejmara cureyên cînavan bên têkûzkirin. Bi lêkdan û berawirdkirina xebat û lêkolînên zimannasên Kurdî yên di warê cînavan de hewla wê yekê hatiye dayîn ku ev babet sade û zelaltir bibe. Herwiha ev encama hanê li ser zarên Soranî û Kurmancî hatiye cîbicîkirin. Di çarçoveya pîvanên zimannasiya giştî de ev xebata bi rêbaza berawirdkirinê pêk hatiye.Research Project ÇÎROKÊN GELÊRÎ YÊN DERASAYÎ JI HEREMA DÊRIK A ÇIYAYÊ MAZÎ Û MOTÎFAN WAN(Mardin Artuklu Üniveristesi, 2018) Ergin, SeyitbatalLi dinyayê û li welatê me çîrok bûne mijara gelek proje, tez û lêkolînan. Li herêma me çîrok piranî bi piranî van qaliban: “Carek ji caran, rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran, yên me jî yên we jî’’, ‘’Rojek ji rojan rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran’’, “Carek ji caran, rehmet li dê u bavê hazir û guhdaran’’, “Hebu tunebu, rehmet li dê û bavê min û we guhdaran bu” dest pê dike û armanca çîrobêjî ew e bala gundaran bikêşe ser çîrokê. Çîrok, cureyek ji Wêjeya Kurdî ya devkî ye. Çîrok, bi saya sere çîrokbêj, dengbêj, stranbêj û hwd. gihaye roja me. Lê mixabin ji bo sedema derketina televizyon, înternet, zêdebûna pirtûkan û hwd. çîrok roj bi roj hatiye ji bîrkirin. Ji ber ku di nav kurdan de xwendevanî kêm bû, berhevkirin û qeydikirina wan gelek kêm çêbûye. Yên di demê de nehatîn qeydkirin wekî mirov guhdarî dike, mirov dibîne kêmasî têde çêbûne. Vê jî çîrokbêj dibêje. Sedema wê jî ew e ku ve salane nehatine gotin. Wekî mirov guhdarî dike, mirov dizane kêmasiyek tê de heye. Di çîrokên me de gelek tişt jê winda bûne. Di vê xebatê de ez li ser berhevkirina çîrokên derdora Dêrika Ciyayê Mazi û motifên di wan de derbas dibin em ê bisekinin. Motif di çîrokan de gelek girîng e. Her motîfek sembola hebûnêkê ye.Other ÇÎROKÊN GELÊRÎ YÊN DERASAYÎ JI HEREMA SILOPIYA Û MOTÎFÊNWAN(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2018) ÇÎROKÊN GELÊRÎ YÊN DERASAYÎ JI HEREMA SILOPIYA Û MOTÎFÊNWANLi dinyayê û li welatê me çîrok bûne mijara gelek proje, tez û lêkolînan. Li herêma me çîrok piranî bi piranî van qaliban: “Carek ji caran, rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran, yên me jî yên we jî’’, ‘’Rojek ji rojan rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran’’, “Carek ji caran, rehmet li dê u bavê hazir û guhdaran’’, “Hebu tunebu, rehmet li dê û bavê min û we guhdaran be” dest pê dike û armanca çîrobêjî ew e bala gundaran bikêşe ser çîrokê. Çîrok, cureyek ji Wêjeya Kurdî ya devkî ye. Çîrok, bi saya sere çîrokbêj, dengbêj, stranbêj û hwd. gihaye roja me. Lê mixabin ji bo sedema derketina televizyon, înternet, zêdebûna pirtûkan û hwd. çîrok roj bi roj hatiye ji bîrkirin. Ji ber ku di nav kurdan de xwendevanî kêm bû, berhevkirin û qeydikirina wan gelek kêm çêbûye. Yên di demê de nehatîn qeydkirin wekî mirov guhdarî dike, mirov dibîne kêmasî têde çêbûne. Vê jî çîrokbêj dibêje. Sedema wê jî ew e ku ve salane nehatine gotin. Wekî mirov guhdarî dike, mirov dizane kêmasiyek tê de heye. Di çîrokên me de gelek tişt jê winda bûne. Di vê xebatê de ez li ser berhevkirina çîrokên derdora Silopiya û motifên di wan de derbas dibin em ê bisekinin. Motif di çîrokan de gelek girîng e. Her motîfek sembola hebûnêkê ye.