Kürt Dili ve Kültürü ABD - Tezsiz Yüksek Lisans Proje Koleksiyonu
Permanent URI for this collectionhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/3174
Browse
Browsing Kürt Dili ve Kültürü ABD - Tezsiz Yüksek Lisans Proje Koleksiyonu by Author "BEHÇET TOPRAK"
Now showing 1 - 1 of 1
- Results Per Page
- Sort Options
Other LATÎNÎZEKIRINA “KİTABÛ NEZHETU’NNUFÛS” A MELE MIHEMED NURÎ (BEŞ II.)(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2017) BEHÇET TOPRAKWekî ku di hemû nesîhetnameyan de armanc û nîyet şîretdayîn e. Her wiha, di berhema me ya bi navê Kîtabû Nezhetu’n-Nufûs a Mele Mihemed Nurî de jî armanc û nîyet şîretdayîn e. Nivîskar bi awayekî hosteyî û bi zimanekî rojane û edebî dixwaze mijara xwe bi xwendevanan bide fêhmkirin. Nivîskarê berhemê ewladê Resûl Seyyîd Mele Mihemed Nûrî ji gundê Mîrzebegan e. Navê bavê wî Mele Evdila ye. Di sala 1894’an de li gundê Sînanê ku li rojavayê Êlihê dikeve ji dayik bûye. Li medreseyên wek Sînanê, Dîyarbekirê, Gozelşêxê, Cirzê û Dêrika Çîyayê Mazî xwendiye. Seyda ‘umrê xwe di medreseyan de bi perwerdeya feqîyan û mutala’a kitêbên ‘ilmî de derbas kiriye. Li gelek cîyan meletî kiriye. Yek ji van cîyan jî Hecî ’Îsê ku girêdayî Dîyarbekirê ye. Seyda li vir 50 sal meletî kirîye. Di sala 1977’an de li vî gundî wefat kiriye û li goristana Seyfulmulûk hatiye definkirin. Gelek berhemên menzûm nivîsîye. Navên berhemên wî ev in: Kîtabul ‘Îsra-î Wel Mî’rac, mî’racîye ye, 138 rûpel e. Durrul Yetîm, ev berhem winda ye, lê, perçekî ji benda çardehem li ber dest e. Berhem dî der heqê mersîya Hazretî Huseyn da ye. Her wiha ev perçe jî ji alîyê mele Zeynelabîdîn ve hatîye çapkirin. Dîwana Seyda jî berhemek din e. Ev berhem sed û bîst rûpel e. Bî veznek selis û fesîh hatîye nezîmkirin. A çaremîn Kitêba Fiqhê ye. Ew jî li ser mezhebê Îmamê Şafi’î ye. Berhema Seyda ya dawîn ku me li ser xebat kiriye jî Nezhetu’n-Nufûs e. Ev berhem nesîhet û şîretî ye. Seyda di 1960’î de ev berhema menzûm qedandiye. Berhem di sala 2004’an de ji hêla Zeynelabidîn Amidî ve li Çapxaneya Diyarbakır Söz’ê hatiye çapkirin. Bi kurtî mijara berhemê ev e: Lehengê sereke yê berhemê Tacir ‘Elîyê Hesen, guh li wesiyeta bavê xwe nake û bi mirovên nebaş re hevaltîyê dike û dikeve nav têkilîyên bêkêr. Lê wekî her tim dawîya van hevaltî û têkilîyên bi mirovên nebaş û bêkêr re poşmanî ye, aqûbeta ‘Elî jî tije poşmanî û perîşanî ye. Ne tenê ‘Elî, malbata wî jî ji vê perîşanîyê têra xwe par digire. Piştî perîşanî û poşmanîyan, bi emrê Xwedayê Te’ala, bi alîkarîya dostê bavê xwe û bi navbeynkarîya cin û perîyan dawî li perîşanîya ‘Elî û malbata wî tê.