Kürt Dili ve Kültürü ABD
Permanent URI for this communityhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/184
Browse
Browsing Kürt Dili ve Kültürü ABD by Department "[Belirlenecek]"
Now showing 1 - 20 of 30
- Results Per Page
- Sort Options
Article Fonksiyonên Hevbeş û Zincîreya Rûdanê di Vegêrana Edebiyata Kurdî ya Sovyetê de(e-Şarkiyat İlmi Araştırmalar Dergisi/Journal of Oriental Scientific Research (JOSR), 2018) Ergün, ZülküfEv gotar di mînaka şeş deqên edebî de ku xeta giştî ya vegêrana edebiyata kurdî ya Sovyetê temsîl dikin, hewl dide fonksiyonên hevbeş û zincîreya rûdanê ya vê edebiyatê destnîşan bike. Edebiyata kurdî ya Sovyetê ji ber hin sedemên diyarkirî xwe dispêre fonksiyon û zincîreya rûdanê yên hevbeş. Zincîreya rûdanê ya van berheman ji deh fonksiyon û elementên vegêranê yên mîna zordariya axa û began, zordestiya Roma Reş, rev, xêrxwazî û dostaniya ermeniyan, qenciya rûsan, rizgarkeriya Şoreşa Bolşevîk, astengiya adetên xirab ên berê û dijayetiya wan, bicihkirina bernameya damezirandinê ya sosyalîst, beşdariya Şerê Weteniyê û folklorheziyê pêk tê. Rêzbendî û jimareya van fonksiyonan di vegêrana vê edebiyatê de sê kategoriyên vegêranî derdixe holê. Di kategoriya yekem de rûdan berî Şoreşa Bolşevîk dest pê dikin û rûdanên piştî Şoreşê jî vedigirin. Di vê kategoriyê de kêm zêde hemû fonksiyonên navborî di vegêranê de cih digirin û mebesta wan a sereke berawirdkirina serdema berî Şoreşê û piştî Şoreşê ye. Berhemên vê kategoriyê ji ber ku demeke dirêj vedigirin panaromîk in û di her qonaxekê de rûdan û karekterên nû li berheman tên zêdekirin. Ji ber vê, di van berheman de belawelabûna zûrbûnê, nebûna rûdaneke navendî û qelsiya karekterên sereke wek kêşeyên hunerî derdikevin holê. Di kategoriya duyem de rûdan dîsa berî Şoreşê dest pê dikin bi serketina Şoreşê bi dawî tên. Di vê kategoriyê de vegêran li ser zordestiya serdema feodal û zemînesaziya Şoreşa Bolşevîk zûr dibe. Di kategoriya sêyem de jî berhemên edebî tenê rûdanên piştî Şoreşê vedigirin û zûrbûn li ser bernameya damezirandinê û avakirina nasnameya Sovyetê ye. Di van cure berheman de kêşeya sereke ew e ku girêya rûdanan bi hêsanî tê çareserkirin û mirov hest bi tu milmilaneyê nake.Book Part Article Peywendiya Dîroka Polîtîk û Sînemaya Kurdî: Nêrînek li Fîlma Reşeba(Derwaze: Kurdish Journal of Social Sciences and Humanities, 2019) Özdil, Yılmaz…thesis.listelement.badge La Construction Visuelle Des Identités Kurdes(Yayınlanmamış Doktora Tezi, Université Paris3 Sorbonne Nouvelle, 2013) Özdil, Yılmaz…Article ESTETÎKA HELBESTA KURDÎ YA NETEWEYÎ(JUOZ, 2017) Ergün, ZülküfKURTÎYA LÊKOLÎNÊ: Çemka estetîkê di berhemên edebî de di çarçoveya form, naverok û binyada berhemên edebî de tê gengeşekirin û bi çendîn şêweyên cuda tê pênasekirin. Helbesta neteweyî ji ber ku li ser hizra hevgirtina civakî û siyasî ya îdeolojiya neteweyî tê danîn û ji forma xwe zêdetir bi naveroka xwe derdikeve pêş di çarçoveya hizrên estetîkî yên Hegel de dikare bê nirxandin. Lewra helbest wek cureya herî neteweyî ya edebiyatê ji bo bihêzkirin û belavkirina netewetiyê zemîneke gelek berhemdar e, ji ber vê jî helbestvanên kurd di serdema modern de naveroka helbesta nû bi netewetiya kurdî dadigirin û helbestê dikin zemîna hişyarkirina gel û pêşvebirina welat. Ev jî nîşan dide ku helbestvanên kurd ên neteweperwer poetîkaya xwe ya helbestê li ser bingeha estetîka Hegel ava dikin û ciwaniya helbestê di naveroka wê ya neteweyî de dibînin.Article Article Gotara Dijkolonyal û Wêneyê Serdestiya Tirkan di Kovara Hawarê de(Monograf, 2015) Ergün, Zülküf; Ergün, Zülküf; Ergün, Zülküf…Article Kaçar-Osmanlı Savaşlarında Guran Kürtleri Üzerine Manzum Bir Belge(Kitapyayınevi, 2017) Vali, Shahab…Article Dahênana Mem û Zîna Xanî Wek Berhema Sereke ya Kanona Neteweyî ya Kurdî(Nûbihar Akademî, 2018) Ergün, ZülküfPUXTE Kanonkirina hin berhemên edebî û needebî diyardeyeke kevin be jî kanona neteweyî di serdema modern de bi belavbûna netewetiyê û damezirandina dewletên neteweyî re peyda dibe. Di vê kanonê de hin berhemên edebî yên taybetmend ji bo nîşandana hebûn û berdewamiya neteweyekê tên hilbijartin û ev berhem wek temsîla karaktera neteweyî bi şîroveyên cuda cuda tên bihêzkirin. Di nav ronakbîrên Kurd de jî ji destpêka belavbûna hizra neteweyî û vir ve hewla danîna kanoneke neteweyî tê dayîn û di vê çarçoveyê de ji ber hin taybetmendiyên wê yên xweser Mem û Zîna Xanî wek çavkaniya sereke ya kanona neteweyî û Xanî jî wek pêşengê hizra Kurdayetiyê tê ragihandin. Ev hizir cara pêşî di helbesteke Hacî Qadirê Koyî de bê pêşniyazkirin jî bêtir bi rêya ronakbîrên malbata Bedirxanî di kovar û rojnameyên pêşî yên Kurdî de tê sîstematîzekirin. Piştî demekê ev boçûn bi weşandina çapên cuda yên Mem û Zînê, belavkirina dîrok û antolojiyên edebiyata Kurdî û bi rêya belavkirina berhemên edebî û akademîk cihê xwe digire. Ji ber vê jî Mem û Zîna Xanî hem di warê civakî hem di warê siyasî û hem jî di warê edebî de wek berhema yekem a kanona neteweyî tê pejirandin.Book Mamoste I Fêrkera Kurdî(Mardin Artuklu Üniversitesi Yayınları, 2016) Ergün, Zülküf, Tahirhan, Abdurrahman, Mikail Aydın, Adak, Bülbül; Ergün, Zülküf, Tahirhan, Abdurrahman, Mikail Aydın, Adak, Bülbül…Article Di Helbesta Kurdî de Destpêka Rêbaza Romantîzmê û Taybetmendiyên Romantîzma Hacî û Cegerxwîn(Nûbihar Akademî, 2014) Ergün, ZülküfPUXTE: Romantîzm wek rêbazeke edebî di sedsala XVIIIan de cara pêşîn li Îngilîstanê derket holê û di demeke kurt de di nav edebiyatên neteweyên Ewrupayî de belav bû. Ev rêbaz di sedsala XIXan de bi riya hin xwendekar û ronakbîrên Osmanî yên ku ji bo Fransayê hatibûn şandin di nav dewleta Osmanî de jî hat nasîn. Bi vî awayî romantîzma ronakger a fransî bi rengeke neteweyî di nav ronakbîrên Osmanî de wek meşrûtiyetxwazî û di nav ronakbîrên jêrdestê Osmaniyan de jî wek serxwebûnxwazî derket holê. Dema ku li Stenbola paytexta dewleta Osmanî ev tişt diqewimîn Hacî Qadirê Koyî jî li Stenbolê bû û wek helbestvanekî Kurd cara yekemîn nûnertiya romantîzma neteweyî kir. Ji ber ku di serdema jiyana Hacî de Kurd negihîştin armancên xwe yên siyasî, di seranserî sedsala XXî de jî fikra romantîzma neteweyî di edebiyata Kurdî de zindî ma. Ji ber vê çendê sed sal piştî Hacî û li ser şopa wî bi awayekî xurt vê carê Cegerxwîn nûnertiya romantîzma neteweyî kir. Herçend di nav wan de hin ciyawazî hebin jî Hacî û Cegerxwîn li ser fikra neteweyî, hişmendiya zimanê zikmakî, vejandina dîroka neteweyî, dijayetiya serekên feodal, xurtkirina hesta welatperweriyê, pesindana fikra rasyonel û bilind nirxandina zanistên pozîtîv xwedî heman bîr û boçûn bûn. Ev jî nîşan dide ku her Di Helbesta Kurdî de Destpêka Rêbaza Romantîzmê û Taybetmendiyên Romantîzma Hacî û Cegerxwîn In Kurdish Poetry the Beginning of the Method of Romanticism of Haci and Cegerxwin du helbestvan di mijara romantîzma neteweyî de digihîjin hevdu û di vê xalê de Cegerxwîn şopgêr û mîratgirê Hacî ye.Article Şeyh Muhammed Selîm Seven (189-1955): Jiyan û Mûcadeleya Wî(Hakkari Üniversitesi, 2018) Kurt, Şehmuz…Book Book Part Bikaranîna ergatîfîyê di zazakî û kurmancî de(Mardin Artuklu Üniversitesi Yayınları, 2018) Bingöl, İbrahimAs known, the ergativity is an important feature in the dialects of Kurmanci and Zazaki. How is the feature used in both dialects? How do the Kurmancs and Zazas express themselves in terms of ergativity? What is the relationship between the subject and object and how is this relation changed according to the tenses? This paper will deal with these issues. As far as I know, there are few studies on these issues up to now. We can also say that there are not the studies like this. Of course, there are some studies on ergativity especially in Kurmanci but the ergativity has not been examined in terms of self-expression. We will focus on the usage of ergativity in both Kurmanci and Zazaki and compare the ergativity in both dialects.Article Li Gorî Nirxandinên Cunningsworth Nirxandinek li ser Hînkerê(Nûbihar Akademî, 2017) Kurt, ŞehmuzDi pêvajoya hînkirina zimanekî de gelek materyalên ji hev cuda tên bikaranîn. Ji wan materyalan û bi îhtimaleke mezin yên herî zêde têne bikar anîn, hînkerên zimanî ne. Ji ber ku di bazarê de ji yekê zêdetir hînkerên zimanî hene, êdî nirxandin û hilbijartina wan bûye diyardeyeke aşkere û li ser nirxandin û hilbijartina hînkeran lîteratureke têra xwe mezin û berfirah pêk hatiye. Ligel gelek zanyarên dî Jeremy Harmer, Alan Cunningsworth, Alan Tucker wek nûner û pêşengên qada nirxandin û hilbijartina hînkeran tên hesibandin. Di vê gotarê de me li gorî pîvanên Cunningsworth, seteke hînkirina Kurdiya Kurmancî ya bi navê Hînker nirxandineke rûxalî û hûrgilî pêk anî. Di encamê de me dît ku wek seta hînkirinê di naveroka zimanî, çar şiyanwerî û rola mamosteyan de kêmasiyên Hînkerê hene lê belê ji hinek aliyên wekî naveroka nezimanî û nirxên civakî û metodolojîyê de Hînker serkeftî ye.Article Cihnav di Zazakiya Gimgimê de(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü the journal of mesopotamian studies, 2017) Bingöl, İbrahim“Pronouns in the Zazaki of Gimgim’s Accent” This article deals with the subject of pronoun in Gimgim’s zazaki accent. As known, pronoun takes an important place in understanding a language. Just as an archaeologist can reveal the features of ancient periods via a part of stone, a map of a grammar of a language can be drawn via a research on pronouns on the language. This article focuses on the kinds of pronoun and their usages in the Gimgim’s accent. In this article the subject of pronoun is examined according to data based on Gimgim’s accent, in terms of the typological aspect.Book thesis.listelement.badge KIRMANCKÎ (ZAZAKÎ) DE PÊVERONAYÎŞÊ FEKÊ ÇEWLÎGÎ Û GIMGIMÎ(2013) Bingöl, İbrahimThis study aims to compare the kirmancki accents of Çewlîg and Gimgim. In doing this we have benefited principally from Seyîdxan Kurijî’s studies on the Çewlîg accent and for that of Gimgim, from the folkloric texts such as tales, stories etc. For the study, these materials are used with the synchronic method. How the sounds changed and when they diverged from each other in both accents are not discussed. This is a matter of another study. This study consists of three chapters plus an introduction. In the first chapter, the accent of Çewlîg and that of Gimgim are compared with one another. In the second chapter, the changing of the sounds in both is compared. In the third chapter, the nouns, pronouns, adjectives, adverbs, prepositions and conjugations are compared for both accents.Article Le rôle de la diaspora dans la naissance du cinéma kurde(Musée de l'Histoire de l'Imigration, 2014) Özdil, Yılmaz…Article Peywendiya Mîr û Mela Di Çarçoveya Patronaja Edebî de(Mukaddime, 2017) Ergün, ZülküfKurte: Di vê gotarê de peywendiya Melayê Cizîrî û Mîrê Cizîra Botan di çarçoveya patronaja edebî de tê vekolîn. Ji bo vê mebestê piştî ku taybetmendiyên patronaja edebî û nasnameya patronê Melayê Cizîrî tê ronkirin bi rêya helbestên wî peywendiya wî ya digel Mîrê Cizîra Botan tê berçavkirin. Di encamê de di vê gotarê de tê nîşandan ku Melayê Cizîrî bi çendîn helbestên xwe pesnê hêz, desthilat û comerdiya mîrên Cizîra Botan daye û wek helbestvanekî serayê hunera xwe xistiye bin xizmeta mîran û di beramber vê de jî ji aliyê wan ve hatiye padaştkirin. Ji ber vê dema şanazî bi hunera helbesta xwe dike di heman demê de xurûra seraya patronê xwe jî temsîl dike û bi vî awayî yekem mînaka patronaja edebî pêşkêş dike di edebiyata kurdî de.
