Kürt Dili ve Kültürü ABD - Makale Koleksiyonu
Permanent URI for this collectionhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/2479
Browse
Browsing Kürt Dili ve Kültürü ABD - Makale Koleksiyonu by Department "MAÜ, EnstitülerTürkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü"
Now showing 1 - 9 of 9
- Results Per Page
- Sort Options
Article Destnivîsên Helbesta Kurdî ya Gelêrî Yên di Koleksiyona Aleksandre Jaba de û Nusxeya “Kilamê Kîçan” ya bi Hejmara Kurd 49ê(International Journal of Kurdish Studies, 2018) Öztürk, MustafaKoleksiyona Aleksandre Jaba ya Destnivîsên Kurdî, ku bi tevahî 54 dosye û 69 berhemên ji hev cuda dihewîne, di warên ziman, edebiyat, çand, dîrok û folklara Kurdan de xwediyê cihekî bêhempa ye. Ji nava berhemên koleksiyonê birreke berbiçav jî, destnivîsên helbesta Kurdî ya gelêrî ne. Di koleksiyona navborî de şeş destnivîsên helbesta Kurdî ya gelêrî hene ku her şeş jî cureyên newayî ne, ango stran in. Ji van destnivîsan Kurd 1, 2, 3, 4 û 49 her çiqas hin cihêwaziyan dihewînin jî, bi gelemperî pênc nusxeyên heman berhem an destnivîsê ne. Ji van destnivîsan tenê Kurd 5 ya bi navê “Lawijek” berhemeke cihê ye. Di naveroka van berhemên gelêrî de, derbarê ziman, edebiyat, çand û jiyana nîvê duyem ê sadsala 19em a Kurdan de agahiyên gelekî girîng tên bidestxistin. Ji van berheman, ku dikarin weke belgeyên jiyana wê demê bên pejirandin, taybetiyên çand û kevneşopiya zargotina Kurdan jî aşkere dibin. Di vê xebatê de latînîzekirina teksta destnîvîsa Kurd 49ê weke nimûne hatiye dayîn, da ku xalên li jorê hatin behskirin bi şênberî bên nîşandan.Article HACÎ QADIRÊ KOYÎ: DAMEZIRÎNER Û KESÊ DUYEM Ê KANONA EDEBÎYATA NETEWEYÎ YA KURDÎ(e-Şarkıyat İlmi Araştırmalar Dergisi, 2022) Ergün, ZülküfKanona edebîyata neteweyî yek ji xalên pevgirêdana edebîyat û sîyasetê ye ku di serdema modern da ji bo nûnertîya nasnameya çandî ya neteweyekê hatîye dahênan. Di edebîyata kurdî da cara pêşî Hacî Qadirê Koyî bingeha kanona edebîyata neteweyî datîne û Xanî wek bavê vê kanonê û xwe jî wek kesê duyem ê vê kanonê destnîşan dike. Ev gotar li ser vê mijarê hûr dibe û cih dide awayên kanonkirina Hacî Qadirê Koyî. Ji ber vê gotar ji weşanên pêşî yên kurdî behsa wan kesan dike ku dikevin bin karîgerîya ramanên Hacî Qadirî û wî wek kesê kanonîk dişayesînin. Piştî vê cih dide wan boçûnên ronakbîrên çeprew û neteweyî ku her yek ji alîyê xwe ve hewl didin li gor îdeolojîya xwe hizirên Hacî şirove bikin. Di xala sêyem da gotar bal dikêşe ser hin helbestvanên sedsala bîstî ku Hacî wek kesayetekî kanonîk şirove dikin û wî wek rêberê helbesta neteweyî nîşan didin.Article Kovargeriya Akademîk a Kurdî li Tirkiyeyê û Pirsgirêkên Wê(Mukaddime, 2018) Keskin, NecatKovargerya kurdî di nav weşangeriya kurdî de cihekî girîng digire. Kovara Rojî Kurd a di sala 1913an dest bi weşanê kiriye nimuneya pêşî ya kovargeriya kurdî ye. Mînakên din ên sereke Jîn û Hawar in. Ji Hawarê û wir çi siyasî çi çandî curbecur kovarên kurdî derdikevin. Di salên dawî de bi vekirina enstîtuyên zimanên zindî kovarên akademîk jî dest bi weşanê kirine. Di vê xebatê de li ser kovarên akademîk ên kurdî ku li Tirkiyeyê diweşin hatiye rawestin ku heta niha tevde pênc heb in. Weşana van kovarên akademîk bi pêwîstiyên demê re têkildar e. Di heman demê de bi hebûna xwe ev kovar di warê kovargeriya kurdî a li Tirkiyeyê de destpêkeke nû pêk tînin.Article KURTEDÎROKA ÇAPEMENÎ Û MEDYAYA ZAROKAN A KURDÎ(2017) Subaşı, KenanKurte Ev xebateke bîblîyografîk e ku bi taybetî medya û çapemeniya kurdî ya zarokan berçav kiriye. Ji aliyê çapemeniyê ve kovarên zarokan hatine nasandin û ji aliyê medyayê ve jî televîzyon û bernameyên televîzyonê hatine nasandin. Berî danasîna berheman qala têkiliya zarok û medyayê hatiye vegotin. Di vê çarçoveyê de têkiliyeke çawa heye û tesîrên dualî di navbera wan de çawa çêdibin, hatiye nirxandin. Piştre dîrok û geşedana çapemenî û medyaya kurdî ya zarokan di bin pênc sernivîsan de wek xebatên li Tirkiyeyê, Ewropayê, Iraqê, Îranê û Sûriyê hatine veguhastin. Bêjeyên Sereke: Çapemenî, Medya, Zarok, Kurdî. KÜRTÇE ÇOCUK BASINI VE MEDYASININ TARİHÇESİ Öz Bu çalışma bibliyografik bir çalışma olup özel anlamda Kürtçe çocuk basını ve medyasının tarihçesini ele almıştır. Basın bağlamında çocuk dergileri tanıtılmış olup medya bağlamında ise çocuk televizyonları ve çocuklar için televizyon programları tanıtılmıştır. Eserlerin tanıtımından önce medya ve çocuk ilişkisi açıklanmış ve bu düzlemde nasıl bir ilişki varolduğu ve aralarındaki iki taraflı etkinin nasıl gerçekleştiği değerlendirilmiştir. Sonrasında Kürtçe çocuk basını ve medyasının gelişimi ve tarihçesi Türkiye, Avrupa, Irak, İran ve Suriye’deki çalışmalar olmak üzere beş başlık şeklinde aktarılmıştır. Anahtar Sözcükler: Basın, Medya, Çocuk, Kürtçe. THE HISTORY OF KURDISH CHILDREN’S PRESS AND MEDIA Abstract This paper is a bibliographic study and tells the history of Kurdish children’s press and media in a special sense. In the context of the press, children's magazines are introduced and in the context of media, children's televisions and television programs for children are introduced. Before the introduction of the works, the media and child relations were explained and in this context, the relationship between both of them is explained. Subsequently, the development and history of the Kurdish children's press and media were reported in five titles, such as the works in Turkey, Europe, Iraq, Iran and Syria. Keywords: Press, Media, Children, Kurdish.Article Melay Cizîrî Şitêk Derbarey Jiyan û Berhemî, Îzedîn Mistefa RESÛL, Hewlêr: Çapxaney Darul Hîkme bo Çapkirdin û Billawkirdnewe, 1990, 231 rûpel.(2017) Ergün, ZülküfEv pirtûk ji aliyê Îzedîn Mistefa Resûl ve hatiye nivîsîn û di 1990î de li Hewlêrê di “Çapxaney Darul Hîkme bo Çapkirdin û Billawkirdnewe”yê de hatiye çapkirin. Pirtûk ji 231 rûpelî, destpêkek, 14 beş û çavkaniyan pêk tê. Nivîskar di serî de çend gotar di Radyoya Kurdî ya Bexdayê de derbarê Mela de belav kiriye û pêwîst dîtiye derbarê vî “helbestvanê rêber û binyaddanerê helbesta klasîk a kurdî” de xebateke serbixwe binivîse û wî bide nasandin.Article SERBORIYA AKADEMIYA KURDÎ LI TIRKIYEYÊ Û PIRSGIRÊKÊN WÊ(e-Şarkıyat İlmi Araştırmalar Dergisi, 2018) Keskin, NecatAkademî, îro hem ji bo mekânên ku di sehayên zanistî de perwerdeyê didin, û hem jî ji bo civaka têkildarî xebatan zanistî tê bikaranîn. Di vê çarçoveyê de saziyên têkildarî xebatên kurdî ku di salên dawî de hatine avakirin û hebûna lêkolînerên di bin banê van saziyan de xebatên xwe dimeşînin rê dide ku mirov li Tirkiyeyê behsa akademiyeke kurdî bike. Mijara vê xebatê jî, li ser vê esasê, enstîtuyên zimanên zindî yên girêdayî Zanîngeha Mardîn Artuklu, Bîngol û Wan Yuzuncu Yilê ne ku îro di qada xebatên kurdî de cihekî girîng digirin. Di xebatê de ev sazî û civak wek “destpêk”a akademiya kurdî ya li Tirkiyeyê tên nirxandin. Ji ber vê yekê jî rûbirûyê hinek pirsgirêkan tên. Armanca vê xebatê jî ew e ku rewş û pirsgirêkên akademiya kurdî tevî pêvajoya avakirina wê destnîşan bike. Ji bo vê yekê jî, ji çavkaniyên nivîskî û dijîtal û her weha ji çavdêrî û hevpeyvînan jî sûd hatiye wergirtin.Article ŞERHA TESEWIFÎ YA QESÎDEYA “BANGÊ WEYS” A KERBELAYÎ(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2022) Başçı, Veysel; Aykaç, YakupWisa tê bawerkirin ji nifşa tabi‘în Weys el-Qe- renî bi rêya xewn û rêyên menewî ji aliyê Hz. Pêxember ve hatiye îrşadkirin. Ji ber vê baweriyê, di rêya tesewifê de kesekî bêyî ku murşîdekî bi- bîne, bi rêya xewn yan jî bi rêyên menewî întisa- bê wî murşîdî bike hingê jê re Uweysî, ji wê rêya girêdana tesewifî re jî Uweysîtî hatiye gotin. Gelek şêxên navdar di dîroka tesewifê de bi navê Uwey- sî hatine naskirin. Yek ji van şêxên ku bi nasnavê Uweysî hatiye naskirin, avakerê terîqeta Neqşî- bendî, Şêx Muhemed Behauddînê Şahê Neqşî- bend e. Wî întisabê rûhaniyeta Şêx ‘Evdilxaliqê Ẋucdewanî kiriye û navlêka Uweysî girtiye ku di terîqeta Neqşîbendî de ev nasnav gelek giring e. Ji berê ve gelek şairên ehlê tesewifê di qesîde û me- dhiyeyên xwe de bi unwana Uweysî pesnê Şahê Neqşîbend daye. Yek ji wan şairan jî Şêx Muhe- medê Axtepî ye ku bêtir bi mexlesa xwe ya Kerbe- layî hatiye nasîn. Kerbelayî ji malbata Axtepiyan e û wek tê zanîn ew malbat di sedsala XIX-an de daye pey rêka Mewlana Xalidê Şarezorî û di nav terîqeta Neqşî-Xalidî de cih girtiye. Qesîdeya Ker- belayî ya bi redîfa “Bange Weys” hatiye nivîsîn ji hivdeh beytan pêk hatiye û dikare bê gotin ew yek ji wan qesîdeyên giring e ku kûrahiya şair di ede- biyata tesewufî de nîşan dide. Şair di vê qesîdeya xwe ya farisî de redîfa “Bange Weys” wek metafor û mecazeke guhêrbar bi kar aniye. “Bangê Weys” di wateya peyam û mîsyona Weys de ye ku şair ev metafor carna bi wateya heqîqî di şûna Weys el-Qerenî de xebitandiye û carna jî bi behskirina sifet û taybetiyên Şahê Neqşîbend îşaretî peyama wî ya gerdûnî kiriye. Şair ev metafor di çarçoveya edebiyata tesewifî de bi alîkariya îstîare, mecaz û kînayeyan di gelek wateyan de bi kar aniye. Me di vê nivîsarê de hewl da ku qesîdeya navborî digel taybetiyên wê yên edebî, li dor tesewifê şirove û rave bikin.Article TÜRKİYE’DE KÜRTÇE ÖĞRETMENİ: Yetiş(tir)me ve Kürtçe Öğretim Deneyimine İlişkin Bir Çözümleme(e-Şarkıyat İlmi Araştırmalar Dergisi, 2020) Kurt, Şehmus; Beltekin, NurettinTürkiye’de anadili Kürtçe olan eğitimli ve aydın bir sınıf içte dil planlamasıolarak adlandırılabilecek faaliyetler çerçevesinde 1960’lı yıllardan itibaren Kürtçenin öğretilmesine yönelik çalışmalar yürütmüşlerdir. İlkin bağımsız ve plansız olarak yürütülen ilgili Kürtçe öğretim çalışmaları 1993 yılında İstanbul Kürt Enstitüsü’nün kurulmasından sonra daha kurumsal bir hal almıştır. 2009 yılından itibaren bazı devlet üniversitelerinde, 2012 yılından sonra da Milli Eğitim Bakanlığının ortaokulkademesinde seçmeli ders olan Kürtçe öğretimi böylece farklı düzeydeki öğrenci profiline hitap etmiştir. Kürtçe öğretim faaliyetlerinin en önemli bileşenlerinden biri hiç şüphesiz “Kürtçe öğretmeni”dir. Bu çalışmada Kürtçe öğretiminin değişen seyrine bağlı olarakniteliği değişen Kürtçe öğretmeninin “kim” olduğu, nasıl bir eğitimden geçerek Kürtçe öğretmeni olduğu üzerinde durulmuştur. Nitel araştırma deseninde yer alan çalışmada veri toplama amacıyla “Derinlemesine Görüşme” tekniği kullanılmıştır. Çalışma çerçevesinde otuz üç Kürtçe öğretmeni ile görüşme gerçekleştirilmiştir. Araştırma sonucuna göre ilkin sistematik bir eğitimden geçmeden kendi kendini yetiştiren kişilerin yaptığı ve maddi getirisi olmayan bir uğraş olan Kürtçe öğretmenliği, sonradan pedagojik formasyon eğitimleri ile hem bir sistematik kazanmış hem de maddi getirisi olan profesyonel bir meslek olarak yapılmaya başlanmıştır.Article VEGOTINA HÊMAYÎ Û METAFORÎK DI MAMIKÊN KURDÎ DE(2016) Subaşı, KenanKURTE Di nav keresteyên gelêrî de mamik li gor şêwaz û naveroka xwe hêjayî gelek lêkolîn û analîzan e. Wek pênaseya wan, dewlemendiya mamikan û geşedana wan a dîrokî jî efsûnî ye. Her çiqas îro wek keresteyeke kêf û lîstikê û ji bo fêrkirina ziman amûreke kêrhatî be jî li gorî lêkolîneran di eslê xwe de mamik berê ji bo pêşbaziyên zîrekiyê yên siltanan û ji bo veşartina raz û sembolan gotinên zor û zehmet bûne. Di vê xebatê de me jî hewl da ku di mamikên kurdî de di bin gotinan de çi hêma, metafor û sembol hene bizanin. Di serî de berî ku em analîza hêmayên di mamikan de bikin me xwest em bi giştî bidin zanîn ka mamik çi ne û çawa tên afirandin. Her wiha me du rêbazên afirandina hêmayan ango matafor û metonîmî û têkiliya wan a bi mamikan re da ber çavan. Piştî vê kurtenasînê, me hêmayên di mamikên kurdî de li gorî çawanî û çendaniyê parî kir û bi mînakan ew nîşan dan. Herî dawî jî me ji bo şayesandina hin heyberên şênber ên sereke yên ku di mamikên kurdî de cih girtine, tabloyekê hêmayan çê kir. Bêjeyên Sereke: Mamikên Kurdî, Metafor, Metonîmî, Hêma. ABSTRACT " Metaphoric and Imaginary Narration in the Kurdish Riddles " Riddles are a type of folkloric sayings on which lots of researches and analyses need to be carried out in terms of form and content. They are legendary in terms of their legendary definition, rich variety and historical process. Though today there are some games that are played with riddles and riddles are used as auxilary documents for language teaching, according to many sources riddles were in fact used in the mind games of the sultans and they were rhetoric in which symbols and secrets were hiden. In this research I wanted to show how rich Kurdish riddles are in terms of images, metaphors and symbols. At the beginning of the research I wanted to define what the riddle is and give information on how the riddles are formed before analysing images in the riddles. Furthermore, I defined metaphor and metonomy which are the methods for creating images and I showed their relation with the images. After this short introduction I exemplified the images in Kurdish riddles according to quality and quantity by separating them into two parts. I showed the concepts and words that are used for creating an image in Kurdish riddles at the end of the research and in a table. Key Words: Kurdish Riddles, Metaphor, Metonomy, Image.