Enstitüler
Permanent URI for this communityhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/10
Browse
Browsing Enstitüler by Institution Author "Ergün, Zülküf"
Now showing 1 - 3 of 3
- Results Per Page
- Sort Options
Article HACÎ QADIRÊ KOYÎ: DAMEZIRÎNER Û KESÊ DUYEM Ê KANONA EDEBÎYATA NETEWEYÎ YA KURDÎ(e-Şarkıyat İlmi Araştırmalar Dergisi, 2022) Ergün, ZülküfKanona edebîyata neteweyî yek ji xalên pevgirêdana edebîyat û sîyasetê ye ku di serdema modern da ji bo nûnertîya nasnameya çandî ya neteweyekê hatîye dahênan. Di edebîyata kurdî da cara pêşî Hacî Qadirê Koyî bingeha kanona edebîyata neteweyî datîne û Xanî wek bavê vê kanonê û xwe jî wek kesê duyem ê vê kanonê destnîşan dike. Ev gotar li ser vê mijarê hûr dibe û cih dide awayên kanonkirina Hacî Qadirê Koyî. Ji ber vê gotar ji weşanên pêşî yên kurdî behsa wan kesan dike ku dikevin bin karîgerîya ramanên Hacî Qadirî û wî wek kesê kanonîk dişayesînin. Piştî vê cih dide wan boçûnên ronakbîrên çeprew û neteweyî ku her yek ji alîyê xwe ve hewl didin li gor îdeolojîya xwe hizirên Hacî şirove bikin. Di xala sêyem da gotar bal dikêşe ser hin helbestvanên sedsala bîstî ku Hacî wek kesayetekî kanonîk şirove dikin û wî wek rêberê helbesta neteweyî nîşan didin.Article Hilweşangerî di Berhemên Hesenê Metêyî da(2022) Ergün, ZülküfHesenê Metê yek ji wan nivîskarên kurd ên xerîbîyê ye ku xwedî şêwaz û rêbazeke taybetî ya edebî ye. Nivîskar di bin karîgerîya postmodernîzmê da li dijî vegêranên mezin û binyadên sîyasî û îdeolojîk ên civak û edebiyata kurdî bi rêbaza xwe ya hilweşanger derdikeve pêş û bi vî alîyê xwe jî di edebîyata kurdî da cihekî resen ji xwe ra çê dike. Ev gotar ji bo nîşandana vî alîyê wî hatîye nivîsîn. Ji ber vê çar pirtûkên wî yên çîrokan û pênc roman û romanokên wî hatine vekolîn. Di encama vê vekolînê da derket ku nivîskar di piranîya çîrok, roman û romanokên xwe da binyadên gotara marksîst, serok û partîyên otorîter, nivîskarên qure, pêgîr û kêrnehatî, karakterên ronakger û gotara dînî hildiweşîne û bergeheke nû li ber edebîyata kurdî vedike. Metê dema vê dike hertim bi şêwazeke îronîk berê xwe dide van dîyardeyan û ji teknîka xewnê, berevajîkirina karakterên dîrokî û têkelkirina xewn û rastîyê sûd werdigire. Ji vî alîyî ve berhemên Hesenê Metêyî vekirî ne û rê li ber xwendevanên çalak vedikin da ku ew jî bibin beşek di afirandina manayên deqên edebî da.Article Taybetiyên Vegêrana Edebiyata Kurdî ya Sovyetê(Mukaddime, 2018) Ergün, ZülküfKurte: Ev gotar di mînaka şeş berheman de taybetmendiyên xeta giştî ya vegêrana edebiyata kurdî ya Sovyetê vedikole û bi taybetî bal dikêşe ser mijarên gotara vegêr û taybetmendiyên cih û karakteran. Nivîskarên kurd ên li Sovyetê wek nûnerên komeke etnîk a paşdemayî dema bi saya derfetên çandî yên Sovyetê dest bi berhemanîna edebiyateke nivîskî dikin bi xurtî dikevin bin karîgeriya vegêrana folklorîk û rêbaza realîzma sosyalîst û di bin karîgeriya van hokaran de berhemên hevşêwe diafirînin. Ji ber vê jî di berhemên xwe de wek tîpolojiya vegêranê hertim vegêrê xwedayî, wek cihê qewimîna rûdanan gundan û di afirandina karakteran de jî karakterên yekalî û neguher tercîh dikin. Ev rewş nîşan dide ku vegêrana edebiyata kurdî ya Sovyetê bi taybetmendiyên xwe yên folklorîk û îdeolojîk xwedî dîmeneke yekreng û dengekî monolojîk e.
