Enstitüler
Permanent URI for this communityhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/10
Browse
Browsing Enstitüler by Issue Date
Now showing 1 - 20 of 216
- Results Per Page
- Sort Options
Book Article Thesis KIRMANCKÎ (ZAZAKÎ) DE PÊVERONAYÎŞÊ FEKÊ ÇEWLÎGÎ Û GIMGIMÎ(2013) Bingöl, İbrahimThis study aims to compare the kirmancki accents of Çewlîg and Gimgim. In doing this we have benefited principally from Seyîdxan Kurijî’s studies on the Çewlîg accent and for that of Gimgim, from the folkloric texts such as tales, stories etc. For the study, these materials are used with the synchronic method. How the sounds changed and when they diverged from each other in both accents are not discussed. This is a matter of another study. This study consists of three chapters plus an introduction. In the first chapter, the accent of Çewlîg and that of Gimgim are compared with one another. In the second chapter, the changing of the sounds in both is compared. In the third chapter, the nouns, pronouns, adjectives, adverbs, prepositions and conjugations are compared for both accents.Research Project NAVDÊRÊN KURMANCÎ(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2013) KARA, GülistanGotinên ku heyber û têgehan dinimînin û didin nasîn nav in. Nav xwedî wateyeke berfireh e; ji bo vê yekê jî di rêzimanan de Nav/navdêr tê bikaranîn. Rengdêr, cînavk, hoker, daçek, gihanek û baneşan jî bi eslê xwe navdêr in. Navdêr di xwe de liv û tevgerê nahewînin, bi vî awayî ji lêkeran tên veqetandinOther RÊJEYA BIKARANÎNA DENGAN DI DEVOKA DIHÊ DE(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2013) Süleyman KOÇAKArmanca vê xebatê tesbîtkirina rêjeya dengan ya devoka Dihê (Sert) ye. Ji bo tesbîtkirina dengan, çîrokên ku li wê herêmê tên vegotin hatine berhevkirin û ji wan hatiye îstîfade kirin. Piştî ku çîrok hatine qeydkirin û nivîsîn, ji dengê “a”yê heta dengê “z”yê rêjeya bikaranîna dengan hatine tesbîtkirin û bi awayekî îstatîstîkî hatine nişandayîn. Di vê xebatê de tesbîta rêjeya dengên bikirp û bêkirp ku ji herfên “a, ç, e, h, k, l, r, p, t, x” pêk tên, hatiye kirin. Her wiha tesbîta rêjeya dengên serê peyvan jî hatiye kirin û bi îstatîstîkan hatiye nîşandayîn. Encamên rêjeya dengan ên van çîrokan, bi rêjeya giştî ya dengên kurmancî re hatine rûberkirin. Piştî rûberkirina rêjeya herêma Dihê û rêjeya giştî ya dengên kurmancî, dengên ku rêjeya wan nêzî hev û dûrî hev hatine nirxandin û şîrovekirin.Thesis Di Çîroka Bilbilê Hizar Awaz de Peyvsazî(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2013) Bor, AbdullahDi çîrokek ji herêma çolemêrgê de peyvsazî an dariştina peyvan mijara vê xebatê ye. Di vê xebatê de armanca me di vê çîroka gelerî de lêgerîn û lêkolînek biçûk bikin û vê çîrokê ji aliyê dariştina peyvan ve vekolin. Ji bo vê armancê me pêşiyê mijar di çend pirtûkên rêziman de ber çavan re derbas kir. Ji pirtûkan nîşe girtin,ev nîşe rêz kirin,mînak jî zêde kirin. Kurtebejek diyar kir. Paşê jî di çîroka ku ji aliyê hevalê me yê ezîz ,Omer Dilsoz ve hatiye berhevkirin a bi navê Bilbilê Hizar Awaz de peyv ji aliyê sazbûnê ve ji hev cuda kirin. Di vê cudakirinê de em li ser peyvên pêkhatî û hevdudanî rawestiyan. Çîrokbêjê vê çîrokê Hecî Cebraîlê Gûzereşî ye. Çîrok di sala 2002an de hatiye guhdarkirin û nivîsîn. Di vê çîroka gelerî de gelek bêje wek dewkî hatine nivîsîn ,hinek jî da ku em bikaribin wan ji hêla sazbûnê ve diyar bikin bi awayê nivîskî hatine rêzkirin. Lê belê bi tu awayî me dest neda naveroka çîrokê.Other BIKARANÎNA RENGDÊRAN DI DEVOKA COLEMÊRG-GEVERÊ DA(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2013) Rasim ÜÇÜNArmanca vê xebatê di devoka Colemêrgê (Hekarî- Gewer) de bi hemû awayên xwe ve tespîtkirin û sinifandina hevalnavan e. Berî vê lêkolînê bi hemû awayan ve hevalnavên kurmancî beşa yekemîn de hatin danîn û sinifandin. Di vê xebatê de çavkaniyên girîng yên li ser rêzimana kurmancî hatine kirin jî rê û rêbazên vê xebatê didine diyarkirin. Pistre hin çîrokên devoka Colemêrgê hatin qeydkirin û nîvîsandin. Piştre hevalnavên di van di çîrokan de hatin tespîtkirin û di bin serenavên ku hevalnav hatine sinifandin yek bi yek mînak ve hatin danîn.Research Project FREKANSA TÎPÊ KURDÎ DEVOKA NISÊBÎNÊDA (MÊRDÎN) WÊJEYA BIKARANÎNA DENGAN(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2013) DERİN, İpekArmanca vê xebatê tesbîtkirina rêjeya dengan ya devoka Serê Avê(Nisêbîn_MÊRDÎN) ye. Ji bo tespîtkirina dengan, çîrokên ku li wê herêmê tên vegotin hatine berhevkirin û ji wan hatiye îstîfade kirin. Piútî ku çîrok hatine qeydkirin û nivîsîn, ji dengê “a”yê heta dengê “z”yê rêjeya bikaranîna dengan hatine tespîtkirin û bi awayekî îqtatîstîkî hatine niúandayîn. Di vê xebatê de tesbîta rêjeya dengên bikirp û bêkirp ku yên bikirp ji herfên “a,ç, e, h, k, r, p, t, x” pêk tên, hatiye kirin. Her wiha tesbîta rêjeya dengên serê peyvan jî hatiye kirin û bi îstatîstîkan hatiye nîúandayîn. Encamên rêjeya dengan ên van çîrokan, bi rêjeya giútî ya dengên kurmancî re hatine rûberkirin. Piútî rûberkirina rêjeya gûndê Serê Avê û rêjeya giútî ya dengên kurmancî, dengên ku rêjeya wan nêzî hev û dûrî hev hatine nirxandin û úîrovekirin.Thesis La Construction Visuelle Des Identités Kurdes(Yayınlanmamış Doktora Tezi, Université Paris3 Sorbonne Nouvelle, 2013) Özdil, Yılmaz…Research Project JI ALIYÊ PÊKHATINÊ VE HOKER (WEK MÎNAK HEMÛ HOKERÊN DI FERHENGA ZANA FARQÎNÎ DE)(Mardin Artuklu Üniveristesi, 2014) Aksoy, YektaMebesta vê xebatê tesbîtkirina hejmar û rejeya hokerên ferhenga Zana Farqînî ye.Ji bo vê tesbîtkirinê hokerên di ferhenga Zana Farkînî de hatine nivîsîn û jimartin. Piştî hejmar li gor tîpan hatine kifşkirin, hoker wek ên bêqertaf û wek ên bi pêrkît, parkît, pêrkît-parkît hatine senifandin. Encamên hejmara hokeran li gor tîpan di tabloyê de hatine nîşandayîn. Li gor pêkhatinên xwe dubestî jî di tabloyekê de hatine raberkirin. Grafîka hejmar û rêjeya hokerên xwerû, darijtî û hevedanî û piştre grafîka hejmar û rêjeya hokerên ku xwerû ne an jî ji pêrkît, parkît û pêrkît-parkîtan pêk hatine hatiye çêkirin. Piştî hevberkirina van hejmar û rêjeyan bi gelemperî pêkhatina hokeran û bi taybetî jî qertafên di çêkirina hokeran de zede tên bikaranîn hatine nirxandin û şîrovekirin.Research Project KIRMANCKÎ DE DEM Û ZEMÎR MUQAYESEYÊ KURMANCKÎ, SORANKÎ Û ÎNGILIZKÎ(Mardin Artuklu Üniveristesi, 2014) Demirel, Zübeydemuhîm î. Mi zemîrê kirmanckî, kurmanckî, sorankî û îngîlîzkî muqayese kerdî. Heta ke destê mi ra ame ez zemîranê kirmanckî het zemîranê sorankî ser o zî zaf vinderta, çunke Kurdîstanê Bakurî de lehçeya sorankî hîna kêmî yena zanayene. Eke merdim ferq û pardarîya zemîranê zaravayanê kurdkî bizano, mabênê qiseykerdoxanê zaravayanê kurdkî de famkerdîş û qiseykerdîş asan beno.Research Project LI GORÎ NAVEROKÊ VEKOLÎNA DU ROMANÊN BAVÊ NAZÊ (MIRIYÊ HERAM Û DARA PELWEŞIYAYÎ)(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2014) DİKAN, HATUNEv xebat ji destpêkekê û ji du beşan pêk tê. Ev xebata han her du romanên Bavê Nazê bi navên Miriyê Heram û Dara Pelweşiyayî ji aliyê naveroke ve vedikole. Di romanên Bavê Nazê de çend mijarên girîng derdikevin holê. Welatperwerî, girîngiya ziman û nasnameyê, tolhildan û realiteya jiyanê. Her du romanên xwe di bin tesîra van mijaran de afirandiye. Di romana Miriyê Heram de nivîskar, meseleya ziman û nasnameyê derdixe pêşberî me. Têkoşina lehengê Miriyê Heram, ji bo xwediderketina ziman û nasnameyê ye. Di vê romanê de Bavê Nazê dixwaze di jiyanê de giringîya nasnamê û ziman nîşanê xwendevanên xwe bide. Ji ber vê yekê jî roman gelekî girîng e. Her wiha di romana Dara Pelweşiyayî de jî, tolhildan û welatperwerî derdikeve holê. Lehengê vê romanê jî ji bo tola birayê xwe dibe pêşmerge û piştre hesta welatperweriyê jî nîşanê xwendevanan xwe dide. Nivîskar, di vê romanê de heman demê jî realiteya jiyanê pêşkeşî xwendevanên xwe dike. Bi giştî di romanên Bavê Nazê de fikra realizmê derdikeve pêş. Di romanên wî de xwendevan qet hizra nivîskar nahisin. Nivîskar, wek kamerevanekî bûyeran pêşkeşî mirovan dike û qet mudaxilê nava bûyeran nabe. Ev xal taybetmendîya Bavê Nazê jî nişanê mirovan dide. Lewma, di jiyana Bavê Nazê de nivîskarên Rus gelek girîng in. Wek Gogol, Dostoyevski, Tolstoy…Article Di Helbesta Kurdî de Destpêka Rêbaza Romantîzmê û Taybetmendiyên Romantîzma Hacî û Cegerxwîn(Nûbihar Akademî, 2014) Ergün, ZülküfPUXTE: Romantîzm wek rêbazeke edebî di sedsala XVIIIan de cara pêşîn li Îngilîstanê derket holê û di demeke kurt de di nav edebiyatên neteweyên Ewrupayî de belav bû. Ev rêbaz di sedsala XIXan de bi riya hin xwendekar û ronakbîrên Osmanî yên ku ji bo Fransayê hatibûn şandin di nav dewleta Osmanî de jî hat nasîn. Bi vî awayî romantîzma ronakger a fransî bi rengeke neteweyî di nav ronakbîrên Osmanî de wek meşrûtiyetxwazî û di nav ronakbîrên jêrdestê Osmaniyan de jî wek serxwebûnxwazî derket holê. Dema ku li Stenbola paytexta dewleta Osmanî ev tişt diqewimîn Hacî Qadirê Koyî jî li Stenbolê bû û wek helbestvanekî Kurd cara yekemîn nûnertiya romantîzma neteweyî kir. Ji ber ku di serdema jiyana Hacî de Kurd negihîştin armancên xwe yên siyasî, di seranserî sedsala XXî de jî fikra romantîzma neteweyî di edebiyata Kurdî de zindî ma. Ji ber vê çendê sed sal piştî Hacî û li ser şopa wî bi awayekî xurt vê carê Cegerxwîn nûnertiya romantîzma neteweyî kir. Herçend di nav wan de hin ciyawazî hebin jî Hacî û Cegerxwîn li ser fikra neteweyî, hişmendiya zimanê zikmakî, vejandina dîroka neteweyî, dijayetiya serekên feodal, xurtkirina hesta welatperweriyê, pesindana fikra rasyonel û bilind nirxandina zanistên pozîtîv xwedî heman bîr û boçûn bûn. Ev jî nîşan dide ku her Di Helbesta Kurdî de Destpêka Rêbaza Romantîzmê û Taybetmendiyên Romantîzma Hacî û Cegerxwîn In Kurdish Poetry the Beginning of the Method of Romanticism of Haci and Cegerxwin du helbestvan di mijara romantîzma neteweyî de digihîjin hevdu û di vê xalê de Cegerxwîn şopgêr û mîratgirê Hacî ye.Other Di Çîrokên Kurdî de Rengdêr(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2014) Mirsad ORAKÇIRengdêr ew cure bêje ne ku tên pêşî û paşiya navdêran û taybetiya wan navdêran ji aliyê reng, dirûv, pirs, rewş, cih, hejmar û teşeyê ve diyar dikin. Rengdêr ji aliyê binyadê ve çar cure ne: Rengdêrên Xwerû, Hevedudanî, Dariştî û Têkel. Dîsa Rengdêr li gorî wate û peywira xwe dibin du beş: Rengdêrên Çawaniyê û Rengdêrên Diyarker. Rengdêrên Çawaniyê navdêran li gorî rewş, reng, teşe û jêçêbunê diyar dikin. Rengdêrên diyarker jî navdêran ji aliyê nîşandan, jimarî, nediyarî û pirsiyariyê ve diyar dikin. Di Rengdêrên Çawaniyê de paye jî heye. Bi alîkariya rengdêr û paşgiran payekirina rengdêran çêdibe. Di kurmancî de payekirin bi çar awayê çêdibe: Nizimpaye, asayîpaye, hemanpaye û bilindpaye ne. Perçînkirina rengdêran ew tişt e ku mirov wateya bêjeyê an jî gotinê xurttir dike. Bi qertafên mîna “-ip, -ipî, -im’ê çê dibin. Tîpa serê gotinê tê berî van qertafan û dîsa bi gotinê re tê bikaranîn.Article Le rôle de la diaspora dans la naissance du cinéma kurde(Musée de l'Histoire de l'Imigration, 2014) Özdil, Yılmaz…Article Yaşar Kemal’in bir denemeci olarak portresi(2014) Ergül, Selim TemoDaha çok edebî yapıtları ve röportajlarıyla tanınan Yaşar Kemal’in denemeci yönünün gölgede kaldığı gözlemlenmektedir. Yazarın çeşitli süreli yayınlarda yayımlanan düzyazıları, onun düşünsel serüveni açısından önemli veriler sunmaktadır. Yarım yüzyılı geçen bir süreçte yayımlanan bu yazılarda halk dili, argüman üretmede sıklıkla başvurulan bir kaynak olarak öne çıkmaktadır. Gerçeklik algısını da belirleyen bu dil ile onu var eden kültür, yazar tarafından bir model olarak yeniden düzenlenmiştir. Yerel sorunlardan küresel çaptaki sorunlara kadarki duruş, “Anadolu modeli” diye adlandırdığımız yapı içinden okunabilir. Bu anlamda Yaşar Kemal’in romanları için sıklıkla dile getirilen “Anadolu’yu dünyaya taşıma” belirlemesinin, denemelere “dünyayı Anadolu içinden okuma” biçiminde yansıdığı ileri sürülebilir. Bu Anadolu, dünya kültürünün bir parçasıdır ve ancak korunan bir doğa ile birlikte düşünülmelidir. Yeni çağa, moderniteye özgü pek çok kavram ve durum, bu modelin diline “çevrilir.” Tekrar ve abartı gibi öğelerin öne çıktığı çeviri etkinliğinin belirlediği söylem, gerçekliği açıklama ve yorumlamanın aracına dönüşür. Bu dil ve onu var eden kültür, sanat ve yaratıcılık için de temel kaynakların başında gelir. Yazarın yabancılaşmayı makineyle ilişkiden çok “insan asliyeti”ni belirleyen hümanist halk kültüründen kopmak olarak tanımlaması, bu algının tipik çıkarımlarından birisidir. Bu çalışma, Yaşar Kemal’in düzyazılarından hareketle onun doğa, kültür ve sanatsal yaratım çerçevesinde beliren farklı bir portresini ortaya çıkarmaya odaklanmaktadır.Article Article Weke Zimanekî Kêmar Serpêhatiya Statuya Zimanê Kurdî(Nûbihar AkademiPAK AJANS Yayıncılık, 2015)Ev gotar berê xwe dide vekolîna statuya zimanê Kurdî ya di nav dîrokê de. Statuya ziman bi fonksiyona ziman an ji bîkaranîna ziman ve eleqedar e. Ji bo statuya ziman taybetmendiyên sereke, statuya qanûnî, orjîna ziman, asta standardîzasyonê û zîndibûna ziman in. Ev taybetmendiyên statuya ziman bi rewşa siyasî, çandî, aborî û dîrokî ve girêdayî ne, bi bandora van diyardeyan statuya ziman, di nav kaniya demê de diguhere. Weke zimanekî Kêmar statuya zimanê Kurdî jî bi bandora wan diyardeyan hatiye guherîn. Li gor van yekan em ê hewl bidin li gor sê serdeman veguherînên di statuya zimanê Kurdî de digel minakên cîhanê analiz bikin. Ev sê serdem, serdema feodalîteyê, serdema netewe dewletê û serdema hilweşandina netewe dewletê ne. Di serdema feodaliteyê de ji ber ku patronaja mîrektiyan li ser zimanê Kurdî hebûye statuyeke siyasî û çandî ya zimanê Kurdî hebûye, di serdema netewe dewletê de, di encama prosesa modernizasyona Tirk de û bi têkçûyina mirektiya Kurdan ve zimanê Kurdî di bin zext û zordariyan de maye û statuya xwe ya sîyasi wenda kiriye. Di serdema hilweşandina netewe dewletê de bi sistbûna fikrên neteweperweriyê ve zext û zordariyên li ser zimanê Kurdî jî sist bûne, lê di vê serdemê de ji ber sedemên civakî û aborî statuya çandî û civakî ya zimanê Kurdî di ber têkçûnê de ye.Article Article Netewetiya Kurdî û Rengvedana Wê di Helbesta Kurdî ya Nû de(Nûbihar Akademî, 2015) Ergün, ZülküfPUXTE Netewetiya Kurdî li hember netewetiya resmî ya împaratoriya Osmanî û di bin karîgeriya hişyariya neteweyî ya Ermenan de peyda dibe. Piştî Meşrûtiyeta Duyem gotara neteweyî ya helbestvanên Kurd bi awayekî giştî rengekî çandî û modernxwaz werdigire, loma jî xwendin, pêşketin û merîfet dibe mijara sereke ya helbestvanên Kurd ên vê serdemê. Ji salên çilî û pê de di bin karîgeriya îdeolojiya marksîst de helbestvanên Kurd ji pêşiyên xwe cudatir naverok û taybetmendiyên netewetiya Kurdî jinûve dadirijînin û ji bo dabînkirina arîkariya bereya komunîst pêkhateya neteweyî li gorî îdeolojiya marksîst pênase dikin. Ev yek di maweya Şoreşa Eylûlê de di helbestên Hejar de tê rexnekirin. Lewra dema dewletên komunîst li hember şoreşgêrên Kurd piştgirî didin hukumeta Ebdulkerîm Qasim û komunîst kurdîtiyê bi paşverûtiyê tawanbar dikin hevgirtina netewetiya Kurdî û bereya komunîst hildiweşe. Ev jî nîşan dide ku di nav sed salî de li gor pêşhatên nû yên cîhanê di naverok û forma netewetiya Kurdî de guherîn çê dibin û ev guherîn bi awayekî herî baş di gotara helbestvanên neteweperwer ên Kurd de reng vedidin.

