Kürt Dili ve Kültürü ABD - Makale Koleksiyonu
Permanent URI for this collectionhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/2479
Browse
Browsing Kürt Dili ve Kültürü ABD - Makale Koleksiyonu by Journal "The Journal of Mesopotamian Studies"
Now showing 1 - 5 of 5
- Results Per Page
- Sort Options
Article Bir İlk Roman Olarak Kilama Pepûgî Üzerine Bir Analiz(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2020) Yıldız, PınarNa xebate de ma hewl da ke romanê yewin yê kirmanckî (zazakî) Kilama Pepûgî (2000) ser o analîzêk bikê. Na xebate destpêk û hîrê beşan ser o awan bîya. Destpêk de ma tarîxê vejîyayîşê romanî ser o vindertî û edebîyatê rojhelatî de bîlhesa edebîyatê kurdkî de romanî senîn dest pêkerdo, ser o vindertî. Rolê modernîzm û neteweperwerî romanî ser o esto. Coka beşê yewinî de ma tesîrê modernîzmî, neteweperwerî û folklorî yo ke romanî ser o esto ra ewnîyayî. Bîlhesa ma waşt bimojnê ra ke nê mefhuman nê romanê verênî ser o senîn tesîr kerdo. Seba ke Kilama Pepûgî, romanêko tarîxî yo ma beşê dîyinî de zî mefhûmê romanê tarîxî ser o vindertî û ma hewl da ke nê romanî zî sey yew romanê tarîxî analiz bikê. Beşê peyênî de zî ma no roman hetê unsuranê romanî ra analiz kerd. Çike zafê romanê verênî hetê unsuranê teknîkan ra wayîrê probleman ê û kalîteyêkê edebî ra dûrî yê. Ma waşt bimojnê ra ke Kilama Pepûgî de nê unsurê teknîkî senîn ameyê karardiş. Seba ke Kilama Pepûgî hem romanê yew dewrî yo hem zî romano yewin o ma analîz û rexneyê xo goreyê şert û mercê ê dewrî û tarîxê çapbîyayîşê romanî kerdî. Yanî perspektîfê ma ser o tesîrê têkilîya nuştox-eser-dewr bi. Seba ke ma waşt fikrêk bidî wendoxan ma peynîye de yew bîblîyografîya romananê kirmanckî îlawe kerdî. Yanî mabênê vîst serran de romanî ke bi kirmanckî nusîyayê û açarnîyayî, ma listeya inan îlaweyê na xebate kerdî.Article ELAEDDÎN SECCADÎ Û NIRXANDINA ÇÎROKÊN WÎ YÊN JI BO ZAROK Û NÛCIWANAN LI GOR PÎVANÊN EDEBÎYATA ZAROKAN(2022) Subaşı, Kenan; Meral, Aydın; Akhan, BahattinEdebîyata zarok û nûciwanan weku binbeşeke edebîyata modern digel vebûna dibistanên modern dest pê kir û amanca sereke di serî da her çiqas perwerdekirina zarokan û hînkirina wan a xwendinê be jî îroj bi gelek rîş û şaxên xwe ev celeb edebîyat bûye qadeke berfireh û pirberhem. Ji ber ku mafê Kurdan ê perwerdeyê heya îroj jî nehatîye dayîn yan jî lokal û parçekirî bûye, xwînerîya di temenê zarokatîyê da jî gelek qels maye. Bivê nevê vê yekê tesîreke nerênî li geşekirina edebîyata zarokan a bi Kurdî kirîye. Digel vê tesîra nerênî bi taybetî li başûrê Kurdistanê ji ber hebûna perwerdeyê ya bi zimanê Kurdî hin rê û derî li pêş afirandina vê qadê vebûne û xisûsen ji alîyê helbest û çîrokan ve. Di nivîskarîya çîrokên zarokan da Elaeddîn Seccadî çîroknûsekî pêşeng e ku bûye mijara vê meqaleyê. Wî di salên 1940î da şeş çîrok ji bo zarokan nivîsîne ku di vê meqaleyê da ev şeş çîrok li gorî pîvanên edebîyata zarokan hatîye nirxandin. Berî nirxandinê pêkarên edebîyata zarokan, mijar û rêbaza xebatê jî hatiye neqilkirin. Di encama nirxandinê da kifş bû ku Seccadî, li gorî ruhê serdema xwe di nav qalibên rastbînîya şikilî ya zarokan da çîrok nivîsîne ku em bi rahetî dikarin bibêjin hemkûfê çîroknûsên neteweyên di dewra xwe da bûye.Article Positivism, Said Nursi And The Kurds(Türkiye’de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2019)Positivism arose under specific conditions in France during nineteenth century, greatly affecting the philosophical thought of many Ottoman intellectuals. Many of intellectuals lived in exile because of policies carried out by Sultan Abdulhamid and came into close contact with positivism in France. These intellectuals believed that positivism could solve the problems that Ottoman society faced. They tried to adapt positivism to the specific conditions of their own society. The Kurdish Muslim scholar, Said Nursi also, learned about and keep with the thoughts, both in his hometown Bitlis, and in İstanbul. This paper claims that Said Nursi was intrigued by positivism. In this context, he presumed that Kurdish people should move ahead in social order and progress through education, which would make increase their welfare and happiness.Article TEYRÊ SÎMIR Û RENGVEDANÊN WÊ DI FOLKLORA KURDÎ DA(2023) Subaşı, Kenan; Roder, AramYek ji pênaseyên herî manadar û balkêş ên mîtosê ew e ku ew zanîna seretayî, çîrokên afirandinê û endîşeya li ser hebûnê ye. Ya ku mîtosê xurt kiriye û zinde girtiye jî bawerîya pê ye. Sîmir û manaya wê jî hebûneke mîtolojîk a Kurdo-Îranî ye ku li ser afirandinê û xisûsen di afirandina her heyînekê da tecellîya herî nêzîk a Xweda ye. Raz û sirreke xwedayî ye. Kan û çavkanîya bereketê ye û hêj gelek manayên din lê barkirî ne. Ew hîn di vegotinên mîtolojîk da jî weku teyrekê hatiye şayesandin û mirovan ew wisa xeyal kiriye ku xwedî perên biheybet, hêlîneke ezamet, dinyayeke derveyî vê dinyayê qasidek e ji bo mirovan. Nêzî heman tesewurên mîtolojîk di folklora Kurdî da jî Sîmir fîzîkî weku teyrekê lê bi gelek mana, raz û temsîlan dagirtî heta roja me hatiye neqilkirin. Bi rêbazeke analîtîk di vê xebatê da ev mana û temsîlên Sîmir ên di folklora Kurdî da hatine nirxandin. Ji aliyekî va manayên Sîmir ên mîtîk hatiye zelalkirin û ji aliyê din va rengvedana van manayan di folklora Kurdî da hatiye destnîşankirin. Di encama lêkolîneke bi vî rengî da em gihiştine wê qenaetê ku Sîmir fer/îlahî ye, Sîmir çavkanîya hebûnê ye û Sîmir bi hêz û zana ye. Sîmir di folklora Kurdî da jî weku rêber, pêşbîn, kahîn, perwerdekar, hekîm, alîkar, hêzdar û totema lehengan û heta weku ferîşte û ne ji vê dinyayê lê qasideke di navbera vê dinyayê û dinyayên din da ye.Article “Xwendineke Berawirdî ya Problema Xerabiyê di Mem û Zîna Ehmedê Xanî û Othello ya Shakespeare de”(2017)Problema Xerabiyê problemeke herî kevnarê ye ku hem di qada felsefeyê de hem jî di qada olî de nîqaş li ser hatine kirin. Ev problem îro jî aktûelbenû xwe diparize û gelek nîqaşên felsefî û olî li ser vê probelmê têne kirin. Ev nîqaşên felsefîk û olî helbet di qada edebiyatê de jî wê xwe didin der. Di navbera Shakespeare û di Ehmedê Xanî de her çend di demên cuda de jiyabin jî ev problem ji hêla herduyan ve jî hatiye nîqaşkirin. Lê di çanda rojhilata navîn de bêtir di çerçoveya felsefeyê de ev nîqaş hatine kirin lewra em di Othello de bêtir rastî nîqaşên felsefîk tên. Lê ji ber ku çanda Rojhilat de di vê serdemê de bandora ol bêtir heye û şaîr û edîbên vê serdemê bêtir ji perwerdeya olî derbasbûne ev problem di Rohjilat de bêtir di çerçoveya ol de hatiye nîqaşkirin. Lewra em di Mem û Zînê de ev nîqaş problem bêtir di çerçovaya ol de hatiye nîqaşkirin. Di vê gotarê di çerçoveya problema xerabiyê de em ê jî van herdu berhemên edebî bidin berhev. Her çend di navbera van herdu berheman de ji aliyê edebî ve gelek xalên hevpar hebin jî em ê bêtir li ser problema xerabiyê hûr bibin, di encamê de wê bê dîtin ku ev problem çava di van herdu berhemên edebî de rengveda ye.