Kürt Dili ve Kültürü ABD
Permanent URI for this communityhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/184
Browse
Browsing Kürt Dili ve Kültürü ABD by Publication Index "TR-Dizin"
Now showing 1 - 13 of 13
- Results Per Page
- Sort Options
Article BATI METAFİZİĞİNİN TEMEL SORUSU VE HEIDEGGER(2016) Keskin, MesutElinizdeki makale, Batı metafiziğinin temel sorusuna Heidegger'in yeni bir okuma ve çeviri anlayışıyla cevap denemesini serimler. Bu serimleme, Heidegger öncesi ve sonrası metafiziksel yaklaşımların temel soruyu nasıl ele aldıklarını şart koşar. Buna göre metafiziğin temel sorusunun bilhassa Leibniz ve Schelling'teki önemi vurgulanıp Heidegger yaklaşımının evveliyatı tasvir edilir. Bu tasvirin ışığında Heidegger'in getirdiği yenilikler, tartışmalar ve yeni sorunlar sunulur. Temel soru Heidegger'in bu sorunun tarihindeki merkezi konumuyla her hakiki felsefi soru gibi bitmez ve çağdaş felsefe ya da bilimlerde, metafizik dışı ve analitik bir biçimde işlenmiştir. Nihayet, metafiziğin temel sorusunun cevapsız güncelliğini, efsuni muammasını, çözülmez önemini ve faydasız zorunluluğunu göstermek bu makalenin en dipte yatan görevidir.Article Destnivîsên Helbesta Kurdî ya Gelêrî Yên di Koleksiyona Aleksandre Jaba de û Nusxeya “Kilamê Kîçan” ya bi Hejmara Kurd 49ê(International Journal of Kurdish Studies, 2018) Öztürk, MustafaKoleksiyona Aleksandre Jaba ya Destnivîsên Kurdî, ku bi tevahî 54 dosye û 69 berhemên ji hev cuda dihewîne, di warên ziman, edebiyat, çand, dîrok û folklara Kurdan de xwediyê cihekî bêhempa ye. Ji nava berhemên koleksiyonê birreke berbiçav jî, destnivîsên helbesta Kurdî ya gelêrî ne. Di koleksiyona navborî de şeş destnivîsên helbesta Kurdî ya gelêrî hene ku her şeş jî cureyên newayî ne, ango stran in. Ji van destnivîsan Kurd 1, 2, 3, 4 û 49 her çiqas hin cihêwaziyan dihewînin jî, bi gelemperî pênc nusxeyên heman berhem an destnivîsê ne. Ji van destnivîsan tenê Kurd 5 ya bi navê “Lawijek” berhemeke cihê ye. Di naveroka van berhemên gelêrî de, derbarê ziman, edebiyat, çand û jiyana nîvê duyem ê sadsala 19em a Kurdan de agahiyên gelekî girîng tên bidestxistin. Ji van berheman, ku dikarin weke belgeyên jiyana wê demê bên pejirandin, taybetiyên çand û kevneşopiya zargotina Kurdan jî aşkere dibin. Di vê xebatê de latînîzekirina teksta destnîvîsa Kurd 49ê weke nimûne hatiye dayîn, da ku xalên li jorê hatin behskirin bi şênberî bên nîşandan.Article Fonksiyonên Hevbeş û Zincîreya Rûdanê di Vegêrana Edebiyata Kurdî ya Sovyetê de(e-Şarkiyat İlmi Araştırmalar Dergisi/Journal of Oriental Scientific Research (JOSR), 2018) Ergün, ZülküfEv gotar di mînaka şeş deqên edebî de ku xeta giştî ya vegêrana edebiyata kurdî ya Sovyetê temsîl dikin, hewl dide fonksiyonên hevbeş û zincîreya rûdanê ya vê edebiyatê destnîşan bike. Edebiyata kurdî ya Sovyetê ji ber hin sedemên diyarkirî xwe dispêre fonksiyon û zincîreya rûdanê yên hevbeş. Zincîreya rûdanê ya van berheman ji deh fonksiyon û elementên vegêranê yên mîna zordariya axa û began, zordestiya Roma Reş, rev, xêrxwazî û dostaniya ermeniyan, qenciya rûsan, rizgarkeriya Şoreşa Bolşevîk, astengiya adetên xirab ên berê û dijayetiya wan, bicihkirina bernameya damezirandinê ya sosyalîst, beşdariya Şerê Weteniyê û folklorheziyê pêk tê. Rêzbendî û jimareya van fonksiyonan di vegêrana vê edebiyatê de sê kategoriyên vegêranî derdixe holê. Di kategoriya yekem de rûdan berî Şoreşa Bolşevîk dest pê dikin û rûdanên piştî Şoreşê jî vedigirin. Di vê kategoriyê de kêm zêde hemû fonksiyonên navborî di vegêranê de cih digirin û mebesta wan a sereke berawirdkirina serdema berî Şoreşê û piştî Şoreşê ye. Berhemên vê kategoriyê ji ber ku demeke dirêj vedigirin panaromîk in û di her qonaxekê de rûdan û karekterên nû li berheman tên zêdekirin. Ji ber vê, di van berheman de belawelabûna zûrbûnê, nebûna rûdaneke navendî û qelsiya karekterên sereke wek kêşeyên hunerî derdikevin holê. Di kategoriya duyem de rûdan dîsa berî Şoreşê dest pê dikin bi serketina Şoreşê bi dawî tên. Di vê kategoriyê de vegêran li ser zordestiya serdema feodal û zemînesaziya Şoreşa Bolşevîk zûr dibe. Di kategoriya sêyem de jî berhemên edebî tenê rûdanên piştî Şoreşê vedigirin û zûrbûn li ser bernameya damezirandinê û avakirina nasnameya Sovyetê ye. Di van cure berheman de kêşeya sereke ew e ku girêya rûdanan bi hêsanî tê çareserkirin û mirov hest bi tu milmilaneyê nake.Article HACÎ QADIRÊ KOYÎ: DAMEZIRÎNER Û KESÊ DUYEM Ê KANONA EDEBÎYATA NETEWEYÎ YA KURDÎ(e-Şarkıyat İlmi Araştırmalar Dergisi, 2022) Ergün, ZülküfKanona edebîyata neteweyî yek ji xalên pevgirêdana edebîyat û sîyasetê ye ku di serdema modern da ji bo nûnertîya nasnameya çandî ya neteweyekê hatîye dahênan. Di edebîyata kurdî da cara pêşî Hacî Qadirê Koyî bingeha kanona edebîyata neteweyî datîne û Xanî wek bavê vê kanonê û xwe jî wek kesê duyem ê vê kanonê destnîşan dike. Ev gotar li ser vê mijarê hûr dibe û cih dide awayên kanonkirina Hacî Qadirê Koyî. Ji ber vê gotar ji weşanên pêşî yên kurdî behsa wan kesan dike ku dikevin bin karîgerîya ramanên Hacî Qadirî û wî wek kesê kanonîk dişayesînin. Piştî vê cih dide wan boçûnên ronakbîrên çeprew û neteweyî ku her yek ji alîyê xwe ve hewl didin li gor îdeolojîya xwe hizirên Hacî şirove bikin. Di xala sêyem da gotar bal dikêşe ser hin helbestvanên sedsala bîstî ku Hacî wek kesayetekî kanonîk şirove dikin û wî wek rêberê helbesta neteweyî nîşan didin.Article Hilweşangerî di Berhemên Hesenê Metêyî da(2022) Ergün, ZülküfHesenê Metê yek ji wan nivîskarên kurd ên xerîbîyê ye ku xwedî şêwaz û rêbazeke taybetî ya edebî ye. Nivîskar di bin karîgerîya postmodernîzmê da li dijî vegêranên mezin û binyadên sîyasî û îdeolojîk ên civak û edebiyata kurdî bi rêbaza xwe ya hilweşanger derdikeve pêş û bi vî alîyê xwe jî di edebîyata kurdî da cihekî resen ji xwe ra çê dike. Ev gotar ji bo nîşandana vî alîyê wî hatîye nivîsîn. Ji ber vê çar pirtûkên wî yên çîrokan û pênc roman û romanokên wî hatine vekolîn. Di encama vê vekolînê da derket ku nivîskar di piranîya çîrok, roman û romanokên xwe da binyadên gotara marksîst, serok û partîyên otorîter, nivîskarên qure, pêgîr û kêrnehatî, karakterên ronakger û gotara dînî hildiweşîne û bergeheke nû li ber edebîyata kurdî vedike. Metê dema vê dike hertim bi şêwazeke îronîk berê xwe dide van dîyardeyan û ji teknîka xewnê, berevajîkirina karakterên dîrokî û têkelkirina xewn û rastîyê sûd werdigire. Ji vî alîyî ve berhemên Hesenê Metêyî vekirî ne û rê li ber xwendevanên çalak vedikin da ku ew jî bibin beşek di afirandina manayên deqên edebî da.Article Ji Aliyê Rêbaz û Etîka Zanistî ve Rexneyek li ser Rêbera Rastnivîsînê ya Komxebata Kurmanciyê(IJOKS, 2023)Abstract Methodology and adherence to scientific ethics are the two most important points for any work. These are the two points that make a work successful or weak. This article, in this framework, is a review of the Kurdish Working Group's Writing Guide published by the Mesopotamia Foundation in December 2019. It is understood from the book that this Guide is the result of several years of the Kurmanci Working Group’s work and was prepared with the participation of 20 academics / academically affiliated people. Although it has been prepared for several years, it can be seen that the work and the prepared Guide have serious problems in terms of scientific methods and ethics. Therefore, methodological problems and scientific ethics of the Guide and its preparation process have been evaluated in this article. Keywords: Kurdish, Spelling Guide, Kurdish Working Group, Methodology, Scientific EthicsArticle Kovargeriya Akademîk a Kurdî li Tirkiyeyê û Pirsgirêkên Wê(Mukaddime, 2018) Keskin, NecatKovargerya kurdî di nav weşangeriya kurdî de cihekî girîng digire. Kovara Rojî Kurd a di sala 1913an dest bi weşanê kiriye nimuneya pêşî ya kovargeriya kurdî ye. Mînakên din ên sereke Jîn û Hawar in. Ji Hawarê û wir çi siyasî çi çandî curbecur kovarên kurdî derdikevin. Di salên dawî de bi vekirina enstîtuyên zimanên zindî kovarên akademîk jî dest bi weşanê kirine. Di vê xebatê de li ser kovarên akademîk ên kurdî ku li Tirkiyeyê diweşin hatiye rawestin ku heta niha tevde pênc heb in. Weşana van kovarên akademîk bi pêwîstiyên demê re têkildar e. Di heman demê de bi hebûna xwe ev kovar di warê kovargeriya kurdî a li Tirkiyeyê de destpêkeke nû pêk tînin.Article Melay Cizîrî Şitêk Derbarey Jiyan û Berhemî, Îzedîn Mistefa RESÛL, Hewlêr: Çapxaney Darul Hîkme bo Çapkirdin û Billawkirdnewe, 1990, 231 rûpel.(2017) Ergün, ZülküfEv pirtûk ji aliyê Îzedîn Mistefa Resûl ve hatiye nivîsîn û di 1990î de li Hewlêrê di “Çapxaney Darul Hîkme bo Çapkirdin û Billawkirdnewe”yê de hatiye çapkirin. Pirtûk ji 231 rûpelî, destpêkek, 14 beş û çavkaniyan pêk tê. Nivîskar di serî de çend gotar di Radyoya Kurdî ya Bexdayê de derbarê Mela de belav kiriye û pêwîst dîtiye derbarê vî “helbestvanê rêber û binyaddanerê helbesta klasîk a kurdî” de xebateke serbixwe binivîse û wî bide nasandin.Article SERBORIYA AKADEMIYA KURDÎ LI TIRKIYEYÊ Û PIRSGIRÊKÊN WÊ(e-Şarkıyat İlmi Araştırmalar Dergisi, 2018) Keskin, NecatAkademî, îro hem ji bo mekânên ku di sehayên zanistî de perwerdeyê didin, û hem jî ji bo civaka têkildarî xebatan zanistî tê bikaranîn. Di vê çarçoveyê de saziyên têkildarî xebatên kurdî ku di salên dawî de hatine avakirin û hebûna lêkolînerên di bin banê van saziyan de xebatên xwe dimeşînin rê dide ku mirov li Tirkiyeyê behsa akademiyeke kurdî bike. Mijara vê xebatê jî, li ser vê esasê, enstîtuyên zimanên zindî yên girêdayî Zanîngeha Mardîn Artuklu, Bîngol û Wan Yuzuncu Yilê ne ku îro di qada xebatên kurdî de cihekî girîng digirin. Di xebatê de ev sazî û civak wek “destpêk”a akademiya kurdî ya li Tirkiyeyê tên nirxandin. Ji ber vê yekê jî rûbirûyê hinek pirsgirêkan tên. Armanca vê xebatê jî ew e ku rewş û pirsgirêkên akademiya kurdî tevî pêvajoya avakirina wê destnîşan bike. Ji bo vê yekê jî, ji çavkaniyên nivîskî û dijîtal û her weha ji çavdêrî û hevpeyvînan jî sûd hatiye wergirtin.Article ŞERHA TESEWIFÎ YA QESÎDEYA “BANGÊ WEYS” A KERBELAYÎ(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2022) Başçı, Veysel; Aykaç, YakupWisa tê bawerkirin ji nifşa tabi‘în Weys el-Qe- renî bi rêya xewn û rêyên menewî ji aliyê Hz. Pêxember ve hatiye îrşadkirin. Ji ber vê baweriyê, di rêya tesewifê de kesekî bêyî ku murşîdekî bi- bîne, bi rêya xewn yan jî bi rêyên menewî întisa- bê wî murşîdî bike hingê jê re Uweysî, ji wê rêya girêdana tesewifî re jî Uweysîtî hatiye gotin. Gelek şêxên navdar di dîroka tesewifê de bi navê Uwey- sî hatine naskirin. Yek ji van şêxên ku bi nasnavê Uweysî hatiye naskirin, avakerê terîqeta Neqşî- bendî, Şêx Muhemed Behauddînê Şahê Neqşî- bend e. Wî întisabê rûhaniyeta Şêx ‘Evdilxaliqê Ẋucdewanî kiriye û navlêka Uweysî girtiye ku di terîqeta Neqşîbendî de ev nasnav gelek giring e. Ji berê ve gelek şairên ehlê tesewifê di qesîde û me- dhiyeyên xwe de bi unwana Uweysî pesnê Şahê Neqşîbend daye. Yek ji wan şairan jî Şêx Muhe- medê Axtepî ye ku bêtir bi mexlesa xwe ya Kerbe- layî hatiye nasîn. Kerbelayî ji malbata Axtepiyan e û wek tê zanîn ew malbat di sedsala XIX-an de daye pey rêka Mewlana Xalidê Şarezorî û di nav terîqeta Neqşî-Xalidî de cih girtiye. Qesîdeya Ker- belayî ya bi redîfa “Bange Weys” hatiye nivîsîn ji hivdeh beytan pêk hatiye û dikare bê gotin ew yek ji wan qesîdeyên giring e ku kûrahiya şair di ede- biyata tesewufî de nîşan dide. Şair di vê qesîdeya xwe ya farisî de redîfa “Bange Weys” wek metafor û mecazeke guhêrbar bi kar aniye. “Bangê Weys” di wateya peyam û mîsyona Weys de ye ku şair ev metafor carna bi wateya heqîqî di şûna Weys el-Qerenî de xebitandiye û carna jî bi behskirina sifet û taybetiyên Şahê Neqşîbend îşaretî peyama wî ya gerdûnî kiriye. Şair ev metafor di çarçoveya edebiyata tesewifî de bi alîkariya îstîare, mecaz û kînayeyan di gelek wateyan de bi kar aniye. Me di vê nivîsarê de hewl da ku qesîdeya navborî digel taybetiyên wê yên edebî, li dor tesewifê şirove û rave bikin.Article Taybetiyên Vegêrana Edebiyata Kurdî ya Sovyetê(Mukaddime, 2018) Ergün, ZülküfKurte: Ev gotar di mînaka şeş berheman de taybetmendiyên xeta giştî ya vegêrana edebiyata kurdî ya Sovyetê vedikole û bi taybetî bal dikêşe ser mijarên gotara vegêr û taybetmendiyên cih û karakteran. Nivîskarên kurd ên li Sovyetê wek nûnerên komeke etnîk a paşdemayî dema bi saya derfetên çandî yên Sovyetê dest bi berhemanîna edebiyateke nivîskî dikin bi xurtî dikevin bin karîgeriya vegêrana folklorîk û rêbaza realîzma sosyalîst û di bin karîgeriya van hokaran de berhemên hevşêwe diafirînin. Ji ber vê jî di berhemên xwe de wek tîpolojiya vegêranê hertim vegêrê xwedayî, wek cihê qewimîna rûdanan gundan û di afirandina karakteran de jî karakterên yekalî û neguher tercîh dikin. Ev rewş nîşan dide ku vegêrana edebiyata kurdî ya Sovyetê bi taybetmendiyên xwe yên folklorîk û îdeolojîk xwedî dîmeneke yekreng û dengekî monolojîk e.Article TÜRKİYE’DE KÜRTÇE ÖĞRETMENİ: Yetiş(tir)me ve Kürtçe Öğretim Deneyimine İlişkin Bir Çözümleme(e-Şarkıyat İlmi Araştırmalar Dergisi, 2020) Kurt, Şehmus; Beltekin, NurettinTürkiye’de anadili Kürtçe olan eğitimli ve aydın bir sınıf içte dil planlamasıolarak adlandırılabilecek faaliyetler çerçevesinde 1960’lı yıllardan itibaren Kürtçenin öğretilmesine yönelik çalışmalar yürütmüşlerdir. İlkin bağımsız ve plansız olarak yürütülen ilgili Kürtçe öğretim çalışmaları 1993 yılında İstanbul Kürt Enstitüsü’nün kurulmasından sonra daha kurumsal bir hal almıştır. 2009 yılından itibaren bazı devlet üniversitelerinde, 2012 yılından sonra da Milli Eğitim Bakanlığının ortaokulkademesinde seçmeli ders olan Kürtçe öğretimi böylece farklı düzeydeki öğrenci profiline hitap etmiştir. Kürtçe öğretim faaliyetlerinin en önemli bileşenlerinden biri hiç şüphesiz “Kürtçe öğretmeni”dir. Bu çalışmada Kürtçe öğretiminin değişen seyrine bağlı olarakniteliği değişen Kürtçe öğretmeninin “kim” olduğu, nasıl bir eğitimden geçerek Kürtçe öğretmeni olduğu üzerinde durulmuştur. Nitel araştırma deseninde yer alan çalışmada veri toplama amacıyla “Derinlemesine Görüşme” tekniği kullanılmıştır. Çalışma çerçevesinde otuz üç Kürtçe öğretmeni ile görüşme gerçekleştirilmiştir. Araştırma sonucuna göre ilkin sistematik bir eğitimden geçmeden kendi kendini yetiştiren kişilerin yaptığı ve maddi getirisi olmayan bir uğraş olan Kürtçe öğretmenliği, sonradan pedagojik formasyon eğitimleri ile hem bir sistematik kazanmış hem de maddi getirisi olan profesyonel bir meslek olarak yapılmaya başlanmıştır.Article Yaşar Kemal’in bir denemeci olarak portresi(2014) Ergül, Selim TemoDaha çok edebî yapıtları ve röportajlarıyla tanınan Yaşar Kemal’in denemeci yönünün gölgede kaldığı gözlemlenmektedir. Yazarın çeşitli süreli yayınlarda yayımlanan düzyazıları, onun düşünsel serüveni açısından önemli veriler sunmaktadır. Yarım yüzyılı geçen bir süreçte yayımlanan bu yazılarda halk dili, argüman üretmede sıklıkla başvurulan bir kaynak olarak öne çıkmaktadır. Gerçeklik algısını da belirleyen bu dil ile onu var eden kültür, yazar tarafından bir model olarak yeniden düzenlenmiştir. Yerel sorunlardan küresel çaptaki sorunlara kadarki duruş, “Anadolu modeli” diye adlandırdığımız yapı içinden okunabilir. Bu anlamda Yaşar Kemal’in romanları için sıklıkla dile getirilen “Anadolu’yu dünyaya taşıma” belirlemesinin, denemelere “dünyayı Anadolu içinden okuma” biçiminde yansıdığı ileri sürülebilir. Bu Anadolu, dünya kültürünün bir parçasıdır ve ancak korunan bir doğa ile birlikte düşünülmelidir. Yeni çağa, moderniteye özgü pek çok kavram ve durum, bu modelin diline “çevrilir.” Tekrar ve abartı gibi öğelerin öne çıktığı çeviri etkinliğinin belirlediği söylem, gerçekliği açıklama ve yorumlamanın aracına dönüşür. Bu dil ve onu var eden kültür, sanat ve yaratıcılık için de temel kaynakların başında gelir. Yazarın yabancılaşmayı makineyle ilişkiden çok “insan asliyeti”ni belirleyen hümanist halk kültüründen kopmak olarak tanımlaması, bu algının tipik çıkarımlarından birisidir. Bu çalışma, Yaşar Kemal’in düzyazılarından hareketle onun doğa, kültür ve sanatsal yaratım çerçevesinde beliren farklı bir portresini ortaya çıkarmaya odaklanmaktadır.
