Kürt Dili ve Kültürü ABD
Permanent URI for this communityhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/184
Browse
Browsing Kürt Dili ve Kültürü ABD by Publisher "ARTUKLU ÜNİVERSİTESİ, YAŞAYAN DİLLER ENSTİTÜSÜ"
Now showing 1 - 3 of 3
- Results Per Page
- Sort Options
Master Thesis JI HÊLA NAVEROKÊ VE DAHÛRÎNA ÇÎROKÊN MELA MEHMÛDÊ BAZÎDÎ(ARTUKLU ÜNİVERSİTESİ, YAŞAYAN DİLLER ENSTİTÜSÜ, 2013) Bilge,EvinMela Mehmûdê Bazîdî (1799-1860) değerli bir Kürt aydınıdır. Kürt edebiyat tarihinde önemli bir yere sahiptir. Yaşadığı dönemde hem Kürt folkloruna hem de Kürt edebiyatına önemli katkıları olmuştur. Eserleri yabancı dile çevrilen ilk Kürt yazardır. A. Jaba, 1856-1869 yılları arasında Erzurumda Rus konsolosu olarak çalıştığı dönemde Mela Mehmûdê Bazîdî ile tanışmıştır. Bu tanışma sonucunda hem Mela Mehmûdê Bazîdî‟nin yaşamı hem de Kürt edebiyat tarihi yeni bir döneme girmiştir Zira Jaba‟nın teşviki ile Mela Mehmûdê Bazîdî Kürtçe el yazma eserleri toplamış ve Jaba‟ya vermiştir. Jaba‟nın Mela Mehmûdê Bazîdî‟nin el yazması eserlerini Petersburg‟da arşivlemesi sayesinde eserler günümüze kadar korunabilmiştir. A.Jaba, “Kitaba Tewarîxê Cedîdê Kurdistan”, “Adet û Rusumatnameyê Tewayîfê Ekradiye”, “Cami‟eyê Risaleyan û Hikayetan”, Mîr Şeref Xanê Bedlîsî‟nin “Şerefname” adlı eserinin bir bölümünün çevirisi, Kürtçe-Fransızca- Rusça sözlük, Kürtçe-Fransızca sözlük, Elî Teremaxî‟nin “Rêzimanê Erebî bi Zimanê Kurdî” adlı kitabı ile Mem û Zîn adlı öyküsü ve adını saymadığımız diğer eselerinin Fransızca çevirisini yapıp önsözüyle beraber Petersburg Bilimler Akademisine göndermiştir. Mela Mehmûdê Bazîdî‟nin eserleri antropolojik, sosyolojik, kültürel, edebi, sanatsal ve tarihi değer bakımından oldukça önem arz etmektedir. İlk modern öykülerin tasniflenmesi aşaması problemli bir konudur. Bu çeşit öyküler genelde halk edebiyatının geleneğini yansıtmasıyla beraber yeni ve modern unsurlar da içermektedirler. Bu problem yani ilk öykülerin modern unsurlar ile beraber halk öyküsünün özelliklerini yansıtması bütün Orta Doğu edebiyatlarında görülmektedir. Başka bir deyişle modern doğu edebiyatının erken evrelerinde de aynı üslup görülür. Eleştirmenler öykülerin bu özellikleri nedeniyle onları her iki kategorinin içine de koyabilirler. Mela Mehmûdê Bazîdî‟nin öyküleri de bu tarzdadır. Bu eserler halk öyküsü tarzından modern öyküye geçişte ilk basamaktır. Bu yüzden de her iki tarzın unsurlarını da görebiliriz. Mela Mehmûdê Bazîdî, halk edebiyatının adet ve özellikleri ile batı edebiyatını sentezleyerek modern Kürt öykücülüğünün öncülüğünü yapmıştır. vii Mela Mehmûdê Bazîdî‟nin öykülerinin tematik analizi adlı tezimizde, öyküler sosyal ve kişisel konular başlıkları altında analiz edildi. Bu başlıkların alt maddeleri şunlardır: Aile ilişkileri, aşk, evlilik, çapkınlık, ekonomik, toplumsal ve siyasal olaylar, devlet idaresi, savaş, eğitim ve öğretim, cahillik, edebiyat, dini yaşam, açgözlülük, yalancılık, kıskançlık, sahtekarlık …Master Thesis DI ÇERÇOVEYA TÊGIHA NETEWEPERWERÎYÊ DA NIRXANDINEK LI SER ŞÊX UBEYDILLAHÊ NEHRÎ(ARTUKLU ÜNİVERSİTESİ, YAŞAYAN DİLLER ENSTİTÜSÜ, 2018) Kerece, FahriArmanca vê xebatê, li ber ronahîya berhama Şêx Ubeydillahê Nehrî ya bi navê Tuhfet el-Ehbab û belgeyên dîrokî yên ku di xebatên cûrbicûr da cih girtine ji alîyê teorîyên neteweperwerî yên modern ve nirxandina Şêx Ubeydillahê Nehrî û tevgera wî ye ku Şêx Ubeydillah di sala 1880yî da li hember Îranê bi angaşta avakirina dewleteka kurd a yekbûyî û serbixwe serî rakirîye. Bi vê armancê ewilî li ser teorîyên netewe û neteweperwerîyê tê rawestîn û piştra di sedsala 19. da di Dewleta Osmanî da li ser bandora neteweperwerîyê çerçoveyeka giştî tê çêkirin. Ji alîyê din ve ji ber ku Şêx Ubeydillah şêxekî terîqeta Neqşibendîyeyê bû ji bo ku li ser helwest û tevgera wî bandora têgihîştina vê terîqetê ronî bibe, li ser dîroka vê terîqetê, helwesta wê ya li hember bûyerên sîyasî û civakî û li ser pêşketin û bandora wê ya li civaka kurd a wê demê tê rawestîn. Piştî ku şert û mercên civakî û dîrokî yên ku serokîya dînî-polîtîk ya Şêx, rabêjên wî û tevgera wî tê da şêwiyabûn tê ravekirin, li ser serhildana Şêx Ubeydillah tê rawestîn. Di beşa dawîn da ji bo neteweperwerîyê rêbazeka bijarteker tê hilbijartin û li ser rabêjên Şêx û tevgera wî di çerçoveya têgiha neteweperwerî da nirxandinek tê kirin. Xebat, piştî nirxandina xwe di rabêjên Şêx û armanca tevgera wî da di wateya modern da hebûna nîşanên neteweperwerîyê diparêze.Master Thesis ROMANA KURDÎ (KURMANCÎ) YA DÎROKÎ: BÎRA CİVAKÎ Û NASNAME(ARTUKLU ÜNİVERSİTESİ, YAŞAYAN DİLLER ENSTİTÜSÜ, 2013) Adsay, FahriyeDi nav romana kurdî de, romana dîrokî wek cureyekê cihê xwe girtiye ku hêja ye bibe mijara lêkolînan. Ev tez armanc dike ku ji destpêka salên 1950yan heta sala 2010an romanên kurdî (kurmancî) ên dîrokî bide ber xwe û wan di nav peywenda sosyolojîk û dîrokî de binirxîne. Ev tez îddia dike çawa ku pêdiviyên îroyîn û dahatûyê civak an rewşenbîran sewqî lêkolînên li ser rabirdûyê dikin û nivîsandina romanên dîrokî jî ji vê armancê ne dûr in. Romanûsên kurd jî ji ber pêdiviyên îroyîn ên siyasî û çandî romanên dîrokî wek amûrekê bikartînin û car bi car romanên xwe bi wê armancê dinivîsînin ku dîrokê bi nifşên nû bidin fêrkirin. Tevî vê, ev romanên dîrokî dikare bê gotin ku ji rabirdûyê bêtir îro (an vêga) ji xwe re dikin mijar û dibin amûra sazkirina nasnameyek kurd a siyasî û bîra civakî. Îddiayek vê tezê ya din ew e ku rewşa siyasî a civakê di tayinkirina naverok û çawaniya berhemên wêjeyî de rolek mezin dileyize. Çiqas ku di meseleya kurd de guherîn çêdibin di romanên kurdî yên dîrokî de çawaniya berheman zêdetir dibe û romanûs ji mijarên giregir ber bi mijarên cûr be cûr diçin. Ev xebat ji destpêk û sê beşan pêk tê. Di beşa destpêkê de pêwendiya roman û netewê, roman û dîrokê tê îzehkirin; mijar û armanca tezê tê rave kirin. Di binbeşa rêbazê de, ji danasînek kurt a romanên dîrokî û herwiha rêbazên ku di nirxandina romanan de hatine bikaranîn, pêk tê. Di beşa yekem de, wek cûreyek romanê taybetmendiyên romana dîrokî û di pê re li Rojava peydabûna romana dîrokî bi mînakên ji wêjeya îngilîzî, frensî, almanî û ûrisî tê vegotin. Ji bo derfeta beramberkirinê çê bibe û romana dîrokî ya kurdî di nav peywendekê de bide rûniştandin, piştî destpêka romana dîrokî a li Rojava, di wêjeya farisî û tirkî jî de cihê romana dîrokî tê çavdêrîkirin. Di vê binbeşê de xuya dibe ku di her civakê de pêwendiyek nêz di navbera roman, dîrok û netew/netew-dewletê de heye. Lê li Rojhilat, ku van salên dawîn, ligel pirsgirêkên modernbûna “derengmayî” û li hember Rojava bi windakirina qaweta xwe re, romana dîrokî bêtir dibe amûra nîqaşa meseleyên îroyîn û lêgerîna rabirdûyek pak û xwedîhêz. Beşa duyem, ji nirxandina yanzdeh romanên dîrokî yên kurdî di nav peywenda dîrok, nasnameya netewî, bîra civakî, rabirdû û dahatûyê de, pêk tê û şeş binbeşên wê hene. Her binbeşek ji bo romanûsekî hatiye veqetandin. Ewilî kurtejiyan û berhemên romanûs cih digre û paşre berhemên wan. III Di beşa sêyem de, wek encam li ser hemû romanan wê nirxandinek bi giştî bê kirin. Romanûsê ewil Eliyê Ebdilrehman û romanên wî Xatê Xanim û Şer Li Çiya bi taybetmendiyên xwe balê dikşînin ku perspektîf û meseleyên îroyîn çawa di rabirdûyê de bi cih dikin. Di binbeşa duyem de romana Biro a Yılmaz Çamlibel bêtir bi endîşeya fêrkirina dîrokê derdikeve pêş û ev endîşe dikeve pêşiya endîşeyên estetîkî. Xalek berbiçav jî ew e ku di vê romanê de di dema serhildana Agiriyê de kurd bi giştî wek netewek yekgirtî tê teswîr kirin. Romanûsê sêyem Erebê Şemo û romana wî Dimdim e ku mijara xwe ji destana Kela Dimdimê girtiye. Di Dimdimê de jî endîşeya fêrkirina dîrokê û çêkirina bîreka civakî a netewî serdest e. Ya din, di vê romanê de ew bandora pêla sosyalizma realîzmê ku di wê dewrê de li Sowyetê serdest bû, bi hêsanî xuya dibe. Tosinê Reşîd, nivîskarekî din Qafqasyayê, bi romana Mestûreyê ji vê xebatê re dibe mijar. Mestûre bi serlehenga xwe ku jineke helbestvan û dîroknas e, derdikeve pêş ku piştî Xatê Xanim ev serlehenga jin a duyem e. Mehmed Uzun bi sê romanên xwe, Siya Evînê, Bîra Qederê û Hawara Dicleyê cih digre. Siya Evînê, Bîra Qederê du romanên biyografîk in ku bi armanca bibîrxistina du lehengên hemû jiyana xwe ber bi têkoşîna kurdayetiyê de dane, hatine nivîsandin. Mijara romana sêyem a Uzun, Hawara Dicleyê, di dewra Mîr Bedirxan Paşa de derbas dibe. Digel ku dewr nîvê yekem a sedsala 19. e, em di romanê de teswîrek heqîqî a vê dewrê nabînin û roman tevî anakronîzmayên xwe, bi perspektîfa xwe ya îroyîn balê dikşîne. Hewldana nivîskar ku dixwaze “îroya xwe” di rabirdûyê de piştrast bike bûye armanca nivîsandina vê romanê. Romanûsê dawîn Jan Dost e ku li gor wî ji bo sazkirina “îro” û dahatûya kurdan dîroknasî pêdiviyek pir acil e û lewma romanûsiya xwe ji bo vê terxan kiriye. Ji xwe hilbijartina wî ya mijaran jî vê nîşan dide: Komara Mehabadê (Mijabad), serhildana Şêx Seîd (3gav û 3darek) û Ehmedê Xanî (Mîrname). Digel ku di romanên wî de meseleyên îroyîn ên siyasî, çandî, nasnameyî rû didin jî, Dost ew nivîskar e ku di berhemên wî de anakronîzm herî kêm xuya dike û endîşeyên estetîkî nabin qurbana wan. Di her berhemekê de şêweyek cûda ta’mek nû dide xwendevanên xwe.