Kürt Dili ve Kültürü ABD - Makale Koleksiyonu
Permanent URI for this collectionhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/2479
Browse
Browsing Kürt Dili ve Kültürü ABD - Makale Koleksiyonu by Author "Ergün, Zülküf"
Now showing 1 - 14 of 14
- Results Per Page
- Sort Options
Article Dahênana Mem û Zîna Xanî Wek Berhema Sereke ya Kanona Neteweyî ya Kurdî(Nûbihar Akademî, 2018) Ergün, ZülküfPUXTE Kanonkirina hin berhemên edebî û needebî diyardeyeke kevin be jî kanona neteweyî di serdema modern de bi belavbûna netewetiyê û damezirandina dewletên neteweyî re peyda dibe. Di vê kanonê de hin berhemên edebî yên taybetmend ji bo nîşandana hebûn û berdewamiya neteweyekê tên hilbijartin û ev berhem wek temsîla karaktera neteweyî bi şîroveyên cuda cuda tên bihêzkirin. Di nav ronakbîrên Kurd de jî ji destpêka belavbûna hizra neteweyî û vir ve hewla danîna kanoneke neteweyî tê dayîn û di vê çarçoveyê de ji ber hin taybetmendiyên wê yên xweser Mem û Zîna Xanî wek çavkaniya sereke ya kanona neteweyî û Xanî jî wek pêşengê hizra Kurdayetiyê tê ragihandin. Ev hizir cara pêşî di helbesteke Hacî Qadirê Koyî de bê pêşniyazkirin jî bêtir bi rêya ronakbîrên malbata Bedirxanî di kovar û rojnameyên pêşî yên Kurdî de tê sîstematîzekirin. Piştî demekê ev boçûn bi weşandina çapên cuda yên Mem û Zînê, belavkirina dîrok û antolojiyên edebiyata Kurdî û bi rêya belavkirina berhemên edebî û akademîk cihê xwe digire. Ji ber vê jî Mem û Zîna Xanî hem di warê civakî hem di warê siyasî û hem jî di warê edebî de wek berhema yekem a kanona neteweyî tê pejirandin.Article Di Helbesta Kurdî de Destpêka Rêbaza Romantîzmê û Taybetmendiyên Romantîzma Hacî û Cegerxwîn(Nûbihar Akademî, 2014) Ergün, ZülküfPUXTE: Romantîzm wek rêbazeke edebî di sedsala XVIIIan de cara pêşîn li Îngilîstanê derket holê û di demeke kurt de di nav edebiyatên neteweyên Ewrupayî de belav bû. Ev rêbaz di sedsala XIXan de bi riya hin xwendekar û ronakbîrên Osmanî yên ku ji bo Fransayê hatibûn şandin di nav dewleta Osmanî de jî hat nasîn. Bi vî awayî romantîzma ronakger a fransî bi rengeke neteweyî di nav ronakbîrên Osmanî de wek meşrûtiyetxwazî û di nav ronakbîrên jêrdestê Osmaniyan de jî wek serxwebûnxwazî derket holê. Dema ku li Stenbola paytexta dewleta Osmanî ev tişt diqewimîn Hacî Qadirê Koyî jî li Stenbolê bû û wek helbestvanekî Kurd cara yekemîn nûnertiya romantîzma neteweyî kir. Ji ber ku di serdema jiyana Hacî de Kurd negihîştin armancên xwe yên siyasî, di seranserî sedsala XXî de jî fikra romantîzma neteweyî di edebiyata Kurdî de zindî ma. Ji ber vê çendê sed sal piştî Hacî û li ser şopa wî bi awayekî xurt vê carê Cegerxwîn nûnertiya romantîzma neteweyî kir. Herçend di nav wan de hin ciyawazî hebin jî Hacî û Cegerxwîn li ser fikra neteweyî, hişmendiya zimanê zikmakî, vejandina dîroka neteweyî, dijayetiya serekên feodal, xurtkirina hesta welatperweriyê, pesindana fikra rasyonel û bilind nirxandina zanistên pozîtîv xwedî heman bîr û boçûn bûn. Ev jî nîşan dide ku her Di Helbesta Kurdî de Destpêka Rêbaza Romantîzmê û Taybetmendiyên Romantîzma Hacî û Cegerxwîn In Kurdish Poetry the Beginning of the Method of Romanticism of Haci and Cegerxwin du helbestvan di mijara romantîzma neteweyî de digihîjin hevdu û di vê xalê de Cegerxwîn şopgêr û mîratgirê Hacî ye.Article DUCEMSERIYA REALÎZMA SOSYALÎST DI ROMANÊN EREBÊ ŞEMO Û HECIYÊ CINDÎ DE(e-Şarkiyat İlmi Araştırmalar Dergisi/Journal of Oriental Scientific Research (JOSR), 2017) Ergün, ZülküfRealîzma sosyalîst navê polîtîkaya fermî ya edebiyata Sovyetê ye ku ji salên 1930î heta dawiya Sovyetê li seranserî vî welatî edebiyateke hevşêwe afirandiye. Edebiyata kurdî ya Sovyetê jî di vê maweyê de li ser vê bingehê û di bin karîgeriya vê rêbaza edebî de hatiye berhemanîn ku bi giştî xwe dispêre civaka kurdên êzîdî. Di vê gotarê de sê romanên Erebê Şemo û romana Hewarîyê ya Heciyê Cindî di vê çarçoveyê de tên nirxandin. Lewra Erebê Şemo û Heciyê Cindî wek du nivîskarên pêşeng ên vê edebiyatê di çarçoveya rêbaza ducemseriya realîzma sosyalîst de romanên xwe dikin zemîna berawirdkirina feodalîzm û sosyalîzmê û piştgiriya bicihkirina bernameya damezirandinê ya sosyalîst dikin. Bi vê mebestê di romanên xwe de mijarên zordariya feodalîzmê û rizgarkeriya Şoreşa Bolşevîk, adetên xirab ên feodalîzmê û azadîxwaziya sosyalîzmê, nezaniya serdema feodal û ronakgeriya Sovyetê, paşdemayîna feodalîzmê û pêşketina aboriya sosyalîst berawird dikin û bi vê rêbaza xwe dibin nerîtdanerên edebiyateke yekdeng û yekreng di edebiyata kurdî ya Sovyetê de.Article ESTETÎKA HELBESTA KURDÎ YA NETEWEYÎ(JUOZ, 2017) Ergün, ZülküfKURTÎYA LÊKOLÎNÊ: Çemka estetîkê di berhemên edebî de di çarçoveya form, naverok û binyada berhemên edebî de tê gengeşekirin û bi çendîn şêweyên cuda tê pênasekirin. Helbesta neteweyî ji ber ku li ser hizra hevgirtina civakî û siyasî ya îdeolojiya neteweyî tê danîn û ji forma xwe zêdetir bi naveroka xwe derdikeve pêş di çarçoveya hizrên estetîkî yên Hegel de dikare bê nirxandin. Lewra helbest wek cureya herî neteweyî ya edebiyatê ji bo bihêzkirin û belavkirina netewetiyê zemîneke gelek berhemdar e, ji ber vê jî helbestvanên kurd di serdema modern de naveroka helbesta nû bi netewetiya kurdî dadigirin û helbestê dikin zemîna hişyarkirina gel û pêşvebirina welat. Ev jî nîşan dide ku helbestvanên kurd ên neteweperwer poetîkaya xwe ya helbestê li ser bingeha estetîka Hegel ava dikin û ciwaniya helbestê di naveroka wê ya neteweyî de dibînin.Article Fonksiyonên Hevbeş û Zincîreya Rûdanê di Vegêrana Edebiyata Kurdî ya Sovyetê de(e-Şarkiyat İlmi Araştırmalar Dergisi/Journal of Oriental Scientific Research (JOSR), 2018) Ergün, ZülküfEv gotar di mînaka şeş deqên edebî de ku xeta giştî ya vegêrana edebiyata kurdî ya Sovyetê temsîl dikin, hewl dide fonksiyonên hevbeş û zincîreya rûdanê ya vê edebiyatê destnîşan bike. Edebiyata kurdî ya Sovyetê ji ber hin sedemên diyarkirî xwe dispêre fonksiyon û zincîreya rûdanê yên hevbeş. Zincîreya rûdanê ya van berheman ji deh fonksiyon û elementên vegêranê yên mîna zordariya axa û began, zordestiya Roma Reş, rev, xêrxwazî û dostaniya ermeniyan, qenciya rûsan, rizgarkeriya Şoreşa Bolşevîk, astengiya adetên xirab ên berê û dijayetiya wan, bicihkirina bernameya damezirandinê ya sosyalîst, beşdariya Şerê Weteniyê û folklorheziyê pêk tê. Rêzbendî û jimareya van fonksiyonan di vegêrana vê edebiyatê de sê kategoriyên vegêranî derdixe holê. Di kategoriya yekem de rûdan berî Şoreşa Bolşevîk dest pê dikin û rûdanên piştî Şoreşê jî vedigirin. Di vê kategoriyê de kêm zêde hemû fonksiyonên navborî di vegêranê de cih digirin û mebesta wan a sereke berawirdkirina serdema berî Şoreşê û piştî Şoreşê ye. Berhemên vê kategoriyê ji ber ku demeke dirêj vedigirin panaromîk in û di her qonaxekê de rûdan û karekterên nû li berheman tên zêdekirin. Ji ber vê, di van berheman de belawelabûna zûrbûnê, nebûna rûdaneke navendî û qelsiya karekterên sereke wek kêşeyên hunerî derdikevin holê. Di kategoriya duyem de rûdan dîsa berî Şoreşê dest pê dikin bi serketina Şoreşê bi dawî tên. Di vê kategoriyê de vegêran li ser zordestiya serdema feodal û zemînesaziya Şoreşa Bolşevîk zûr dibe. Di kategoriya sêyem de jî berhemên edebî tenê rûdanên piştî Şoreşê vedigirin û zûrbûn li ser bernameya damezirandinê û avakirina nasnameya Sovyetê ye. Di van cure berheman de kêşeya sereke ew e ku girêya rûdanan bi hêsanî tê çareserkirin û mirov hest bi tu milmilaneyê nake.Article Gotara Dijkolonyal û Wêneyê Serdestiya Tirkan di Kovara Hawarê de(Monograf, 2015) Ergün, Zülküf; Ergün, Zülküf; Ergün, Zülküf…Article HACÎ QADIRÊ KOYÎ: DAMEZIRÎNER Û KESÊ DUYEM Ê KANONA EDEBÎYATA NETEWEYÎ YA KURDÎ(e-Şarkıyat İlmi Araştırmalar Dergisi, 2022) Ergün, ZülküfKanona edebîyata neteweyî yek ji xalên pevgirêdana edebîyat û sîyasetê ye ku di serdema modern da ji bo nûnertîya nasnameya çandî ya neteweyekê hatîye dahênan. Di edebîyata kurdî da cara pêşî Hacî Qadirê Koyî bingeha kanona edebîyata neteweyî datîne û Xanî wek bavê vê kanonê û xwe jî wek kesê duyem ê vê kanonê destnîşan dike. Ev gotar li ser vê mijarê hûr dibe û cih dide awayên kanonkirina Hacî Qadirê Koyî. Ji ber vê gotar ji weşanên pêşî yên kurdî behsa wan kesan dike ku dikevin bin karîgerîya ramanên Hacî Qadirî û wî wek kesê kanonîk dişayesînin. Piştî vê cih dide wan boçûnên ronakbîrên çeprew û neteweyî ku her yek ji alîyê xwe ve hewl didin li gor îdeolojîya xwe hizirên Hacî şirove bikin. Di xala sêyem da gotar bal dikêşe ser hin helbestvanên sedsala bîstî ku Hacî wek kesayetekî kanonîk şirove dikin û wî wek rêberê helbesta neteweyî nîşan didin.Article Hilweşangerî di Berhemên Hesenê Metêyî da(2022) Ergün, ZülküfHesenê Metê yek ji wan nivîskarên kurd ên xerîbîyê ye ku xwedî şêwaz û rêbazeke taybetî ya edebî ye. Nivîskar di bin karîgerîya postmodernîzmê da li dijî vegêranên mezin û binyadên sîyasî û îdeolojîk ên civak û edebiyata kurdî bi rêbaza xwe ya hilweşanger derdikeve pêş û bi vî alîyê xwe jî di edebîyata kurdî da cihekî resen ji xwe ra çê dike. Ev gotar ji bo nîşandana vî alîyê wî hatîye nivîsîn. Ji ber vê çar pirtûkên wî yên çîrokan û pênc roman û romanokên wî hatine vekolîn. Di encama vê vekolînê da derket ku nivîskar di piranîya çîrok, roman û romanokên xwe da binyadên gotara marksîst, serok û partîyên otorîter, nivîskarên qure, pêgîr û kêrnehatî, karakterên ronakger û gotara dînî hildiweşîne û bergeheke nû li ber edebîyata kurdî vedike. Metê dema vê dike hertim bi şêwazeke îronîk berê xwe dide van dîyardeyan û ji teknîka xewnê, berevajîkirina karakterên dîrokî û têkelkirina xewn û rastîyê sûd werdigire. Ji vî alîyî ve berhemên Hesenê Metêyî vekirî ne û rê li ber xwendevanên çalak vedikin da ku ew jî bibin beşek di afirandina manayên deqên edebî da.Article Melay Cizîrî Şitêk Derbarey Jiyan û Berhemî, Îzedîn Mistefa RESÛL, Hewlêr: Çapxaney Darul Hîkme bo Çapkirdin û Billawkirdnewe, 1990, 231 rûpel.(2017) Ergün, ZülküfEv pirtûk ji aliyê Îzedîn Mistefa Resûl ve hatiye nivîsîn û di 1990î de li Hewlêrê di “Çapxaney Darul Hîkme bo Çapkirdin û Billawkirdnewe”yê de hatiye çapkirin. Pirtûk ji 231 rûpelî, destpêkek, 14 beş û çavkaniyan pêk tê. Nivîskar di serî de çend gotar di Radyoya Kurdî ya Bexdayê de derbarê Mela de belav kiriye û pêwîst dîtiye derbarê vî “helbestvanê rêber û binyaddanerê helbesta klasîk a kurdî” de xebateke serbixwe binivîse û wî bide nasandin.Book Article Netewetiya Kurdî û Rengvedana Wê di Helbesta Kurdî ya Nû de(Nûbihar Akademî, 2015) Ergün, Zülküf; Ergün, ZülküfPUXTE Netewetiya Kurdî li hember netewetiya resmî ya împaratoriya Osmanî û di bin karîgeriya hişyariya neteweyî ya Ermenan de peyda dibe. Piştî Meşrûtiyeta Duyem gotara neteweyî ya helbestvanên Kurd bi awayekî giştî rengekî çandî û modernxwaz werdigire, loma jî xwendin, pêşketin û merîfet dibe mijara sereke ya helbestvanên Kurd ên vê serdemê. Ji salên çilî û pê de di bin karîgeriya îdeolojiya marksîst de helbestvanên Kurd ji pêşiyên xwe cudatir naverok û taybetmendiyên netewetiya Kurdî jinûve dadirijînin û ji bo dabînkirina arîkariya bereya komunîst pêkhateya neteweyî li gorî îdeolojiya marksîst pênase dikin. Ev yek di maweya Şoreşa Eylûlê de di helbestên Hejar de tê rexnekirin. Lewra dema dewletên komunîst li hember şoreşgêrên Kurd piştgirî didin hukumeta Ebdulkerîm Qasim û komunîst kurdîtiyê bi paşverûtiyê tawanbar dikin hevgirtina netewetiya Kurdî û bereya komunîst hildiweşe. Ev jî nîşan dide ku di nav sed salî de li gor pêşhatên nû yên cîhanê di naverok û forma netewetiya Kurdî de guherîn çê dibin û ev guherîn bi awayekî herî baş di gotara helbestvanên neteweperwer ên Kurd de reng vedidin.Book Part Newroz û Cureyê Newroznameyê di Edebiyata Kurdî ya Nû de(Mardin Artuklu Üniversitesi Yayınları, 2018) Ergün, Zülküf…Article Peywendiya Mîr û Mela Di Çarçoveya Patronaja Edebî de(Mukaddime, 2017) Ergün, ZülküfKurte: Di vê gotarê de peywendiya Melayê Cizîrî û Mîrê Cizîra Botan di çarçoveya patronaja edebî de tê vekolîn. Ji bo vê mebestê piştî ku taybetmendiyên patronaja edebî û nasnameya patronê Melayê Cizîrî tê ronkirin bi rêya helbestên wî peywendiya wî ya digel Mîrê Cizîra Botan tê berçavkirin. Di encamê de di vê gotarê de tê nîşandan ku Melayê Cizîrî bi çendîn helbestên xwe pesnê hêz, desthilat û comerdiya mîrên Cizîra Botan daye û wek helbestvanekî serayê hunera xwe xistiye bin xizmeta mîran û di beramber vê de jî ji aliyê wan ve hatiye padaştkirin. Ji ber vê dema şanazî bi hunera helbesta xwe dike di heman demê de xurûra seraya patronê xwe jî temsîl dike û bi vî awayî yekem mînaka patronaja edebî pêşkêş dike di edebiyata kurdî de.Article Taybetiyên Vegêrana Edebiyata Kurdî ya Sovyetê(Mukaddime, 2018) Ergün, ZülküfKurte: Ev gotar di mînaka şeş berheman de taybetmendiyên xeta giştî ya vegêrana edebiyata kurdî ya Sovyetê vedikole û bi taybetî bal dikêşe ser mijarên gotara vegêr û taybetmendiyên cih û karakteran. Nivîskarên kurd ên li Sovyetê wek nûnerên komeke etnîk a paşdemayî dema bi saya derfetên çandî yên Sovyetê dest bi berhemanîna edebiyateke nivîskî dikin bi xurtî dikevin bin karîgeriya vegêrana folklorîk û rêbaza realîzma sosyalîst û di bin karîgeriya van hokaran de berhemên hevşêwe diafirînin. Ji ber vê jî di berhemên xwe de wek tîpolojiya vegêranê hertim vegêrê xwedayî, wek cihê qewimîna rûdanan gundan û di afirandina karakteran de jî karakterên yekalî û neguher tercîh dikin. Ev rewş nîşan dide ku vegêrana edebiyata kurdî ya Sovyetê bi taybetmendiyên xwe yên folklorîk û îdeolojîk xwedî dîmeneke yekreng û dengekî monolojîk e.