Kürt Dili ve Kültürü ABD - Tezsiz Yüksek Lisans Proje Koleksiyonu
Permanent URI for this collectionhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/3174
Browse
Browsing Kürt Dili ve Kültürü ABD - Tezsiz Yüksek Lisans Proje Koleksiyonu by Author "12. Institute of Living Languages / Türkiye’de Yaşayan Diller Enstitüsü"
Now showing 1 - 4 of 4
- Results Per Page
- Sort Options
Master Thesis Berhevkirina Hêmanên Folklorê li Gundê Qerekoyinê yê Girêdayî Sêwrekê(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Birgün, Argeş; Keskin, Necat; 12.02. Kurdish Language and Culture Programme / Kürt Dili ve Kültürü Programı; 12. Institute of Living Languages / Türkiye’de Yaşayan Diller Enstitüsü; 01. Mardin Artuklu University / Mardin Artuklu ÜniversitesiEv xebat li gundê Qereqoyinê (Karakoyun) yê girêdayî Sêwrekê hatîye kirin. Ev xebat parçeyekî xebatên monografîyê ye, lê belê bi tevahî ne monografî ye. Ji ber pirsgerekên kêmasîya demê, çûn û hatinê ev xebat nebû monografîyeke giştî. Ji ber ku li vî gundî xebatên wek vê çênebûye, me hewcedarî dît ku divê xebatên sehayê li vî gundî were kirin, ji ber ku ev gund ji gelek alîyan de li Sêwrekê cihê xwe girtîye, ji alîyê çandî, edebî, sîyasî û aborî de bi bandor e. Li gor hevpeyvînên me derdorê 30-40 sal berê li gund dengbêj û çîrokbêj hebûne, lê belê stranên û çîrokên wan bêtir bi jîyana wan ve sînordar mane, armanca me berhemên mayî berhevkirin û qeydkirin e. Ji alîyê din de jî ji ber pergala kapîtalîst ya dinyayê orf, edet û bawerî winda dibin, Ev rewş di lîstikên zarokan de jî dîyar e, ji ber ku zarok bi telefon, tablet û kompîturan ve dem derbas dikin, ev jî dibe sedema nelîstina lîstikan û jibîrkirina lîstikan. Ji ber ku li gundê Qereqoyinê berê xebatên akademîk nehatiye kirin, ji vî alîyî de û ji alîyê devokê de ji bo xebatên nû cihekî xwe yê girîng digire. Ji bo ku li ser hin xalan kûr bibin bi hin mijaran ve hatîye sînordarkirin û di naverokê de ev hatîye dîyarkirin. Me di vê xebata sahê de rêbaza hevdîtin, çavdêrî û rapirsînê kirin.Master Thesis LI HEREMA KERBORAN LÊKOLÎNEK LI SER KULTA MEŞEYÎXEKE JIN: ŞÊX MOMINA MIRADA(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Çelik, Eyüp; Aslan, Mustafa; 12.02. Kurdish Language and Culture Programme / Kürt Dili ve Kültürü Programı; 12. Institute of Living Languages / Türkiye’de Yaşayan Diller Enstitüsü; 01. Mardin Artuklu University / Mardin Artuklu ÜniversitesiDi vê xebatê de di serî de têgehên wek tesewwuf, welî, keramet, menqebe û zêw hatin danasandin. Cudahîyên Îslama kurdan ji îslama cîranên wan hatine nîşankirin, di tesewwufê de rola jinan hatîye ravekirin û jinên alim û zahid ên kurd bi kurtayî danasîna wan hatîye kirin. Di beşa dawî de wek jineke meşayîx, welî û pîroz Şêx Momina Miradan li gor agahîyên çanda devkî çîroka wê bi varyantên cuda hatiye berhevkirin, motîfê di menqebeya wê de hatine analîz kirin. Bi kurtayî dîroka heremê hatîye danasandin û tevî motîfên di çîroka wê de angaşta ku bi eslê xwe ew ezîzeyeke (qedîşto) Sûryanî ye bi daneyên girîng hatîye vegotin û dahurandin. Weke rêbaz, çanda devkî hatîye bikaranîn û bi çavkanîyên nivîskî ev daneyên ku hatin berhevkirin hatine şîrovekerin. Herwiha hatîye dîtin ku kulta vê jinê ji alîyê misilmanan ve hatîye guherandin û temelûk kirin.Master Thesis NIRXANDINA PIRTÛKA HÎNKIRINA KURDÎ: HÎNKER -LI GORÎ NÊRÎNÊN XWENDEKAR Û MAMOSTEYAN-(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2015) Kurt, Şehmus; Kurt, Şehmus; 12.02. Kurdish Language and Culture Programme / Kürt Dili ve Kültürü Programı; 12. Institute of Living Languages / Türkiye’de Yaşayan Diller Enstitüsü; 01. Mardin Artuklu University / Mardin Artuklu ÜniversitesiMAMOSTEYANArmanca vê xebatê ya sereke nirxandina Hînkerê ye ji aliyê hînkirina zimanî û li gorî nêrînên wan xwendekar û mamosteyan ên ku vê pirtûkê wek pirtûka dersê bi kar tînin. Xebat digel mamoste (N=20) û xwendekarên (N=104) Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Kurdî- Der Navend (Amed) û Kurdî-Der Şaxa Wanê hatiye tetbîqkirin. Agahiyên xebatê bi rêya pirsyarnemayên mamoste û xwendekaran ve hatine bidestxistin. Pirsyarname ji aliyê vekoler ve hatine amadekirin û bi tetbîqa pîlot ve hatine xurtkirin. Di pirsyarnameyan de pirsên demografîk û pirsên yekalî (close ended) ên ku bi awayê lîkerta-5 pîlebendîkirî, cih digirin. Ji bo pêbaweriya pirsyarnameyan ji korelasyona xalan û cronbach alfa (α) sûd hatiye wergirtin. Agahiyên hatine bidestxistin bi rêya bernameya SPSS-18 ve hatin analîzkirin û parsed(%), frekans (f) û navinciyên arîtmetîk ( X ) ên agahiyan hatin derxistin. Ji bo analîzên derbareyê cudahiyên di navbera navinciyan, ji T-testa serbixwe, varyansa yek alî (ANOVA), û testên Scheffe û Kruskall Wallis-H (KWH) sûd hatiye wergirtin. Encamên ku hatine bidestxistin, li gorî asta watedarbûna 0,05 hatine nirxandin. Di encamê de derket holê ku her çend kêmasiyên wê diyar kiribin jî, xwendekarbi giştî erênî li Hînkerê dinêrin. Lê belê heman berhem ji aliyê mamosteyan ve kêm û neyînî hatiye dîtin. Di beşa dawî de encamên xebatê hatine pêşkeşkirin û li ser cudahiyên di navbera nêrînên xwendekar û mamosteyên hatiye sekînin.Master Thesis Polînkirina Lîstikên Zarokan Yên Herêma Mêrdînê(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2022) Çelik, Cennet; Aslan, Mustafa; 12.02. Kurdish Language and Culture Programme / Kürt Dili ve Kültürü Programı; 12. Institute of Living Languages / Türkiye’de Yaşayan Diller Enstitüsü; 01. Mardin Artuklu University / Mardin Artuklu ÜniversitesiEv xebat li ser lîstikên gelêrî yên navenda herêma Mêrdinê ye. Mijara me bi vê qadê sînorkirî ye. Heta niha li ser lîstikên herêma Mêrdinê xebat nehatine kirin. Kesên ku me bi wan re hevpêyvîn kirine çavkaniyên me yên sereke ne. Armanca me ew e ku heta ji destê me hat bi awayekî xwezayî lîstikên vê herêmê bê berhevkirin û tomarkirin. Herwiha bi vê helwestê hat xwestin ku ev lîstik jibîrkirinê û ji wendakirinê bên xilaskirin. Di heman demê de ji bo folklora zarokan jî bibe nimûneyeke nivîskî. Me di vê xebatê de bi duwazdeh kesan re hevpeyvîn kir. Ev kesên ku me bi wan re hevdîtin kiriye temen û zayendê wan ji hev cuda ne. Me bi riya hevdîtinê hijdeh lîstik, bi riya çavdêriyê jî hêşt komlîstik berhev kirin. Teswîr û rezikê lîstikan jî bi zimanekî zanistî û vekirî hat ifadekirin. Ji van lîstikan hinek li derve, hinek li hindir tên lîstin. Hinek ji wan tenê keç, hinek jî tenê kur dilîzin, lê bi gelemperî bi hev re tê lîstin. Di encama vê xebatê de hat dîtin ku li bajarê Mêrdînê ji bilî taybetmendiyên xwe yên çandî û gundên xwe, ji aliye lîstikên zarokan ve jî gelekî dewlemend e. Her wiha di xaleke din de hat fêhmkirin ku amurên dijîtal, tevgerên malbatan, pêşveçûyinên teknolojîk, bajarbûyîn û dibistanên fermî jî li ser pêvajoya guherîna lîstikên zarokan tesîreke mezin pêk tîne.