Kürt Dili ve Kültürü ABD - Tezsiz Yüksek Lisans Proje Koleksiyonu
Permanent URI for this collectionhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/3174
Browse
Browsing Kürt Dili ve Kültürü ABD - Tezsiz Yüksek Lisans Proje Koleksiyonu by Author "Basut, Sevda"
Now showing 1 - 1 of 1
- Results Per Page
- Sort Options
Research Project TELAFÛZKIRINA BÊDENGÊN NÊZÎ HEV BI SAYA ZÛGOTINOKAN LI CEM ZAROKÊN PÊŞDIBISTANÊ(Mardin Artuklu Üniveristesi, 2018) Basut, SevdaZûgotinok ew cure gotinên qalib in ku exleb ji hêla zarokan ve di lîstokên gelêrî û lîstokên cuda cuda de ji bo geĢedan û gerîna zimên tên bikaranîn. Zarok, bi saya zûgotinokan gelek hêmanên zimên bi hev re bi kar tînin. Her wiha zûgotinok di edebîyata zarokan de xwedî cihekî girîng in. Di perwerde û hînkirina Kurdî de kartêkê lê zêde dikin. Bi saya zûgotinokan zarok hînî hînbûnê dibin. Zûgotinok ew berhem in ku li gorî geĢedana ziman û temenê zarokan in, zarok li gel Ģabûnê perwerde jî dibin. Anku zûgotinok ew keresteya tabiî ye ku zarok ji bo ku qabilîyeta zimanê xwe pêĢ bixin ew hilberandine Di gramera kurmancî de 23 herfên (deng) bêdeng (dengdar/consonants) hene ku jê hin deng gelekî nêzingî hev in. Ev nêzikatî carina li gorî cihê derketina deng e, carina li gorî asta derketinê, carina li gorî asta domdarîyê wan e û carina jî li gorî her sê taybetîyan e. Aheng di zûgotinokan de bi saya dengên nêzî hev pêk tê. Di zûgotinokên kurdî de gelek caran hebûna qafîyeyê ahengê temam dike. Ev xebat xwedîyê wê tezê ye ku dibêje zarokên di qonaxa pêĢdibistanê de bi saya zûgotinokan dikarin dengên bêdeng ên nêzikî hev ji hev cuda bikin û bi awayekî durist dengan bilêvînin. Gerdûna vê xebatê ji zûgotinok û geĢedana zimên pêk tê, binegerdûna wê jî ji bêdengên nêzî hev û ji hin zûgotinokan (di nava xwe de bêdengên nêzî hev dihewînin) pêk tê.