TR-Dizin İndeksli Yayınlar Koleksiyonu
Permanent URI for this collectionhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/1836
Browse
Browsing TR-Dizin İndeksli Yayınlar Koleksiyonu by Department "MAÜ, EnstitülerTürkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü"
Now showing 1 - 9 of 9
- Results Per Page
- Sort Options
Article Destnivîsên Helbesta Kurdî ya Gelêrî Yên di Koleksiyona Aleksandre Jaba de û Nusxeya “Kilamê Kîçan” ya bi Hejmara Kurd 49ê(International Journal of Kurdish Studies, 2018) Öztürk, MustafaKoleksiyona Aleksandre Jaba ya Destnivîsên Kurdî, ku bi tevahî 54 dosye û 69 berhemên ji hev cuda dihewîne, di warên ziman, edebiyat, çand, dîrok û folklara Kurdan de xwediyê cihekî bêhempa ye. Ji nava berhemên koleksiyonê birreke berbiçav jî, destnivîsên helbesta Kurdî ya gelêrî ne. Di koleksiyona navborî de şeş destnivîsên helbesta Kurdî ya gelêrî hene ku her şeş jî cureyên newayî ne, ango stran in. Ji van destnivîsan Kurd 1, 2, 3, 4 û 49 her çiqas hin cihêwaziyan dihewînin jî, bi gelemperî pênc nusxeyên heman berhem an destnivîsê ne. Ji van destnivîsan tenê Kurd 5 ya bi navê “Lawijek” berhemeke cihê ye. Di naveroka van berhemên gelêrî de, derbarê ziman, edebiyat, çand û jiyana nîvê duyem ê sadsala 19em a Kurdan de agahiyên gelekî girîng tên bidestxistin. Ji van berheman, ku dikarin weke belgeyên jiyana wê demê bên pejirandin, taybetiyên çand û kevneşopiya zargotina Kurdan jî aşkere dibin. Di vê xebatê de latînîzekirina teksta destnîvîsa Kurd 49ê weke nimûne hatiye dayîn, da ku xalên li jorê hatin behskirin bi şênberî bên nîşandan.Article HACÎ QADIRÊ KOYÎ: DAMEZIRÎNER Û KESÊ DUYEM Ê KANONA EDEBÎYATA NETEWEYÎ YA KURDÎ(e-Şarkıyat İlmi Araştırmalar Dergisi, 2022) Ergün, ZülküfKanona edebîyata neteweyî yek ji xalên pevgirêdana edebîyat û sîyasetê ye ku di serdema modern da ji bo nûnertîya nasnameya çandî ya neteweyekê hatîye dahênan. Di edebîyata kurdî da cara pêşî Hacî Qadirê Koyî bingeha kanona edebîyata neteweyî datîne û Xanî wek bavê vê kanonê û xwe jî wek kesê duyem ê vê kanonê destnîşan dike. Ev gotar li ser vê mijarê hûr dibe û cih dide awayên kanonkirina Hacî Qadirê Koyî. Ji ber vê gotar ji weşanên pêşî yên kurdî behsa wan kesan dike ku dikevin bin karîgerîya ramanên Hacî Qadirî û wî wek kesê kanonîk dişayesînin. Piştî vê cih dide wan boçûnên ronakbîrên çeprew û neteweyî ku her yek ji alîyê xwe ve hewl didin li gor îdeolojîya xwe hizirên Hacî şirove bikin. Di xala sêyem da gotar bal dikêşe ser hin helbestvanên sedsala bîstî ku Hacî wek kesayetekî kanonîk şirove dikin û wî wek rêberê helbesta neteweyî nîşan didin.Article İLİYA BAR ŞÎNÂYÂ’NIN ‘KᵊTOBO Dᵊ-TARGᵊMONO’ ADLI SÜRYANCAARAPÇA LEKSİKOGRAFİK ESERİ ve DEĞERİ(2019) Toprak, Mehmet SaitX-XI. yüzyıllarda yaşamış olan Süryani yazar ve Nusaybin Metropoliti İliyâ bar Şînayâ’nın (d.975-ö.1046) Kᵊtobo dᵊ-Targᵊmono (Kitâbu’t-Tercümân fî Taᶜlîmi’lLuğati’s-Süryân) adlı leksikolojik eseri, Süryanca ve Arapça olarak kaleme alınan konulu-kavramsal nitelikte dönemi için alanında tek ve ilk çalışma olması açısından önem arzetmektedir. Özellikle, Grekçe Mantık, Felsefe, Astronomi ve Dilbilim çalışmalarının Süryanca üzerinden Arapçalaştırılarak kazandırılmasında önemli bir rolü olan Süryanî mütercimlerin bu aktarım esnasında ürettikleri kavramlar ve gösterdikleri çabaların bir kısmını bu eser üzerinden incelemek, Türkiye’de bakir bir alan olan Süryanca Sözlükbilimi araştırmaları için ilkeseldir. Arap dilbilimci Sibeveyh’le başlayan Arapça gramerine dair çalışmalar ve ardından üretilen muᶜcemler, bu anlamda tek başlarına Arapça sözlükbilimsel terminolojiyi anlamaya kâfî gelmemektedir. Bu yönüyle, tarihsel süreç içerisinde hem Süryanca Sözlükbilimi hem de Arapça Sözlükbilimi geleneklerini, tarihsel gelişim süreçleri içerisinde her ikisini karşılaştırmalı olarak anlama gayreti, sözkonusu alan için daha bilimsel bir zemini hazırlayacak türdendir. Genelde dilbilimsel araştırmalarda Süryani dilbilimcilerin yeterince bilinmiyor olması ve özelde de leksikografik eserler bağlamında yeteri kadar bu alanda çalışmanın yapılmamış olması, İliya’nın Kᵊtobo dᵊ-Targᵊmono adlı konulu-kavramsal-didaktik leksikografik eserini çalışmaya değer kılmıştır. İliya, eserinin mukaddimesinde sebeb-i teᵓlîf sâdedinde; Mezopotamya bölgesinde yaşayan Arapça ve Süryanca konuşan Süryaniler’e Süryanca öğretmek amacıyla hem gramer hem de sözlükbilimsel çalışmalara vurgu yaparak eserini kaleme aldığını ifade etmektedir. Bu araştırma da, müellifin sözkonusArticle Kovargeriya Akademîk a Kurdî li Tirkiyeyê û Pirsgirêkên Wê(Mukaddime, 2018) Keskin, NecatKovargerya kurdî di nav weşangeriya kurdî de cihekî girîng digire. Kovara Rojî Kurd a di sala 1913an dest bi weşanê kiriye nimuneya pêşî ya kovargeriya kurdî ye. Mînakên din ên sereke Jîn û Hawar in. Ji Hawarê û wir çi siyasî çi çandî curbecur kovarên kurdî derdikevin. Di salên dawî de bi vekirina enstîtuyên zimanên zindî kovarên akademîk jî dest bi weşanê kirine. Di vê xebatê de li ser kovarên akademîk ên kurdî ku li Tirkiyeyê diweşin hatiye rawestin ku heta niha tevde pênc heb in. Weşana van kovarên akademîk bi pêwîstiyên demê re têkildar e. Di heman demê de bi hebûna xwe ev kovar di warê kovargeriya kurdî a li Tirkiyeyê de destpêkeke nû pêk tînin.Article Melay Cizîrî Şitêk Derbarey Jiyan û Berhemî, Îzedîn Mistefa RESÛL, Hewlêr: Çapxaney Darul Hîkme bo Çapkirdin û Billawkirdnewe, 1990, 231 rûpel.(2017) Ergün, ZülküfEv pirtûk ji aliyê Îzedîn Mistefa Resûl ve hatiye nivîsîn û di 1990î de li Hewlêrê di “Çapxaney Darul Hîkme bo Çapkirdin û Billawkirdnewe”yê de hatiye çapkirin. Pirtûk ji 231 rûpelî, destpêkek, 14 beş û çavkaniyan pêk tê. Nivîskar di serî de çend gotar di Radyoya Kurdî ya Bexdayê de derbarê Mela de belav kiriye û pêwîst dîtiye derbarê vî “helbestvanê rêber û binyaddanerê helbesta klasîk a kurdî” de xebateke serbixwe binivîse û wî bide nasandin.Article SERBORIYA AKADEMIYA KURDÎ LI TIRKIYEYÊ Û PIRSGIRÊKÊN WÊ(e-Şarkıyat İlmi Araştırmalar Dergisi, 2018) Keskin, NecatAkademî, îro hem ji bo mekânên ku di sehayên zanistî de perwerdeyê didin, û hem jî ji bo civaka têkildarî xebatan zanistî tê bikaranîn. Di vê çarçoveyê de saziyên têkildarî xebatên kurdî ku di salên dawî de hatine avakirin û hebûna lêkolînerên di bin banê van saziyan de xebatên xwe dimeşînin rê dide ku mirov li Tirkiyeyê behsa akademiyeke kurdî bike. Mijara vê xebatê jî, li ser vê esasê, enstîtuyên zimanên zindî yên girêdayî Zanîngeha Mardîn Artuklu, Bîngol û Wan Yuzuncu Yilê ne ku îro di qada xebatên kurdî de cihekî girîng digirin. Di xebatê de ev sazî û civak wek “destpêk”a akademiya kurdî ya li Tirkiyeyê tên nirxandin. Ji ber vê yekê jî rûbirûyê hinek pirsgirêkan tên. Armanca vê xebatê jî ew e ku rewş û pirsgirêkên akademiya kurdî tevî pêvajoya avakirina wê destnîşan bike. Ji bo vê yekê jî, ji çavkaniyên nivîskî û dijîtal û her weha ji çavdêrî û hevpeyvînan jî sûd hatiye wergirtin.Article ŞERHA TESEWIFÎ YA QESÎDEYA “BANGÊ WEYS” A KERBELAYÎ(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2022) Başçı, Veysel; Aykaç, YakupWisa tê bawerkirin ji nifşa tabi‘în Weys el-Qe- renî bi rêya xewn û rêyên menewî ji aliyê Hz. Pêxember ve hatiye îrşadkirin. Ji ber vê baweriyê, di rêya tesewifê de kesekî bêyî ku murşîdekî bi- bîne, bi rêya xewn yan jî bi rêyên menewî întisa- bê wî murşîdî bike hingê jê re Uweysî, ji wê rêya girêdana tesewifî re jî Uweysîtî hatiye gotin. Gelek şêxên navdar di dîroka tesewifê de bi navê Uwey- sî hatine naskirin. Yek ji van şêxên ku bi nasnavê Uweysî hatiye naskirin, avakerê terîqeta Neqşî- bendî, Şêx Muhemed Behauddînê Şahê Neqşî- bend e. Wî întisabê rûhaniyeta Şêx ‘Evdilxaliqê Ẋucdewanî kiriye û navlêka Uweysî girtiye ku di terîqeta Neqşîbendî de ev nasnav gelek giring e. Ji berê ve gelek şairên ehlê tesewifê di qesîde û me- dhiyeyên xwe de bi unwana Uweysî pesnê Şahê Neqşîbend daye. Yek ji wan şairan jî Şêx Muhe- medê Axtepî ye ku bêtir bi mexlesa xwe ya Kerbe- layî hatiye nasîn. Kerbelayî ji malbata Axtepiyan e û wek tê zanîn ew malbat di sedsala XIX-an de daye pey rêka Mewlana Xalidê Şarezorî û di nav terîqeta Neqşî-Xalidî de cih girtiye. Qesîdeya Ker- belayî ya bi redîfa “Bange Weys” hatiye nivîsîn ji hivdeh beytan pêk hatiye û dikare bê gotin ew yek ji wan qesîdeyên giring e ku kûrahiya şair di ede- biyata tesewufî de nîşan dide. Şair di vê qesîdeya xwe ya farisî de redîfa “Bange Weys” wek metafor û mecazeke guhêrbar bi kar aniye. “Bangê Weys” di wateya peyam û mîsyona Weys de ye ku şair ev metafor carna bi wateya heqîqî di şûna Weys el-Qerenî de xebitandiye û carna jî bi behskirina sifet û taybetiyên Şahê Neqşîbend îşaretî peyama wî ya gerdûnî kiriye. Şair ev metafor di çarçoveya edebiyata tesewifî de bi alîkariya îstîare, mecaz û kînayeyan di gelek wateyan de bi kar aniye. Me di vê nivîsarê de hewl da ku qesîdeya navborî digel taybetiyên wê yên edebî, li dor tesewifê şirove û rave bikin.Article ‘Şiir Zarureti’ Kavramının Anlamı ve Fuhûle Kavramıyla Bağlantısı: -Ferezdak’da İkvâ Örneği(2019) Al-Jarah, AmrŞüphesiz edebi açıdan sözler, yapısının değişmesiyle değişiklik göstermektedir. Bu değişiklik de edebi sözün yapısına zorunlu olarak yansımaktadır. Aynı şekilde şiir dili, nesir dilinden ayrı bir incelemeye tabi tutulmalıdır. Gerçek şu ki bu farklılık, en derin izlenimlerini kudema’nın ve muhdes alimlerin şiir ve nesir dilini birbirinden kesin bir şekilde ayıran şiir zaruretine yönelik çalışmalarında gün yüzüne çıkmaktadır. Şiir zarureti aynı zamanda dilciler ve munekkitler arasındaki ayrılığın bir yönünü oluşturmaktadır. Bu alimlerin şiir zaruretine karşı tutumlarının izah edilmesi adına, şiirlerinde sürekli kendisine başvurulması dolayısıyla merkezinde özellikle ikvâ alanında Ferezdak’ın olduğu şiir zarureti dairesinde yer alan Fuhûletü’ş-Şuarâ olayına ve bakış açılarına değineceğiz. Çalışma üç bölüme ayrılmıştır. Birinci bölümde uygulanabilirlik ve uygulanamamazlık arasında şiir zaruretinin münekittler nezdindeki yeri. İkinci bölümde fuhûle ve üretme arasında şiir zarureti. Üçüncü bölüm ise Ferezdak’ın şiirlerinde bilhassa ikvâ olarak adlandırılan şiir zarûreti. Bu çalışmada dilcilerin koyduğu usüllerden etkilenen münekkitlerin şiir zarureti konusundaki hükümlerinin aydınlatılması hedeflenmektedir.Article TÜRKİYE’DE KÜRTÇE ÖĞRETMENİ: Yetiş(tir)me ve Kürtçe Öğretim Deneyimine İlişkin Bir Çözümleme(e-Şarkıyat İlmi Araştırmalar Dergisi, 2020) Kurt, Şehmus; Beltekin, NurettinTürkiye’de anadili Kürtçe olan eğitimli ve aydın bir sınıf içte dil planlamasıolarak adlandırılabilecek faaliyetler çerçevesinde 1960’lı yıllardan itibaren Kürtçenin öğretilmesine yönelik çalışmalar yürütmüşlerdir. İlkin bağımsız ve plansız olarak yürütülen ilgili Kürtçe öğretim çalışmaları 1993 yılında İstanbul Kürt Enstitüsü’nün kurulmasından sonra daha kurumsal bir hal almıştır. 2009 yılından itibaren bazı devlet üniversitelerinde, 2012 yılından sonra da Milli Eğitim Bakanlığının ortaokulkademesinde seçmeli ders olan Kürtçe öğretimi böylece farklı düzeydeki öğrenci profiline hitap etmiştir. Kürtçe öğretim faaliyetlerinin en önemli bileşenlerinden biri hiç şüphesiz “Kürtçe öğretmeni”dir. Bu çalışmada Kürtçe öğretiminin değişen seyrine bağlı olarakniteliği değişen Kürtçe öğretmeninin “kim” olduğu, nasıl bir eğitimden geçerek Kürtçe öğretmeni olduğu üzerinde durulmuştur. Nitel araştırma deseninde yer alan çalışmada veri toplama amacıyla “Derinlemesine Görüşme” tekniği kullanılmıştır. Çalışma çerçevesinde otuz üç Kürtçe öğretmeni ile görüşme gerçekleştirilmiştir. Araştırma sonucuna göre ilkin sistematik bir eğitimden geçmeden kendi kendini yetiştiren kişilerin yaptığı ve maddi getirisi olmayan bir uğraş olan Kürtçe öğretmenliği, sonradan pedagojik formasyon eğitimleri ile hem bir sistematik kazanmış hem de maddi getirisi olan profesyonel bir meslek olarak yapılmaya başlanmıştır.