Kürt Dili ve Kültürü ABD - Tezsiz Yüksek Lisans Proje Koleksiyonu
Permanent URI for this collectionhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/3174
Browse
Browsing Kürt Dili ve Kültürü ABD - Tezsiz Yüksek Lisans Proje Koleksiyonu by Department "MAÜ, Enstitüler, Yaşayan Diller Enstitüsü, Kürt Dili ve Kültürü Ana Bilim Dalı"
Now showing 1 - 6 of 6
- Results Per Page
- Sort Options
Master Thesis Berhevkirina Hêmanên Folklorê li Gundê Qerekoyinê yê Girêdayî Sêwrekê(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Keskin, NecatEv xebat li gundê Qereqoyinê (Karakoyun) yê girêdayî Sêwrekê hatîye kirin. Ev xebat parçeyekî xebatên monografîyê ye, lê belê bi tevahî ne monografî ye. Ji ber pirsgerekên kêmasîya demê, çûn û hatinê ev xebat nebû monografîyeke giştî. Ji ber ku li vî gundî xebatên wek vê çênebûye, me hewcedarî dît ku divê xebatên sehayê li vî gundî were kirin, ji ber ku ev gund ji gelek alîyan de li Sêwrekê cihê xwe girtîye, ji alîyê çandî, edebî, sîyasî û aborî de bi bandor e. Li gor hevpeyvînên me derdorê 30-40 sal berê li gund dengbêj û çîrokbêj hebûne, lê belê stranên û çîrokên wan bêtir bi jîyana wan ve sînordar mane, armanca me berhemên mayî berhevkirin û qeydkirin e. Ji alîyê din de jî ji ber pergala kapîtalîst ya dinyayê orf, edet û bawerî winda dibin, Ev rewş di lîstikên zarokan de jî dîyar e, ji ber ku zarok bi telefon, tablet û kompîturan ve dem derbas dikin, ev jî dibe sedema nelîstina lîstikan û jibîrkirina lîstikan. Ji ber ku li gundê Qereqoyinê berê xebatên akademîk nehatiye kirin, ji vî alîyî de û ji alîyê devokê de ji bo xebatên nû cihekî xwe yê girîng digire. Ji bo ku li ser hin xalan kûr bibin bi hin mijaran ve hatîye sînordarkirin û di naverokê de ev hatîye dîyarkirin. Me di vê xebata sahê de rêbaza hevdîtin, çavdêrî û rapirsînê kirin.Other DI DENGBÊJÎYÊ DE MÎNAKA DENGBÊJ ŞAKIRO(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Abdurrezzak DAĞEv xebat li ser Dengbêjîyê û jiyana hunerî ya hunermendê kurd Dengbêj Şakiro ye. Jiyan û huner bi derdorê re watedar dibe. Bêyî wan û famkirina derdorê ew jiyan û huner jî bêwate dibe. Ji ber vê yekê di beşa yekem de kurtenêrînek li ser wateya Dengbêjîyê û çandî hatiye kirin. Di beşa duyem de li ser têkîlîya Dengbêjîyê û edebiyat, çîrok, destan, lorî. bi berfirehî hatiye rawestin. Di beşa sêyem de behsa jiyana wî ya hunerî û di muzika kurdî de cihê Dengbêj Şakiro tê vegotin. Di dawiya vê xebatê de jî encama vê xebata hatiye gotin. Di xebatê de li ser kilamên Dengbêj û naveroka wan bi berfirehî nehatiye sekinandin. Tenê minaka dengbêjan de behsa wî hatiye kirin. Ev xebat 30 rupel e.Other DI HELBESTÊN FÊRÎKÊ ÛSIV DE UNSÛRÊN XWEZAYÊ(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2024) Bişeng ÖzmenFêrîkê Ûsiv, helbestkarekî Kurd ê edebiyata Kurdî ya modern a Kafkasyayê ye. Li vê xebatê de me hewl da ku bi riya di pirtûka wî ya bi nav “Hesretdefter”ê di helbestên Fêrikê Ûsiv, ji aliyê unsûrên xwezayê ve tehlîl û şîrove bikine. Xebata me de; xweza û unsûrên xwezayê, têkiliya xweza û edebiyatê, di helbestên Fêrîkê Ûsiv de wateya unsûrên xwezayê hatiye şîrove kirin. Li vê xebatê de me di helbestên Fêrîkê Ûsiv li gor van serenava tesnîf kirine: Av û bûyerên avê, ax û bûyerên axê, hewa û bûyerên hewayê. Di helbestên wî de ji van unsûran yên ku herî zede derbas bûyî hatiye tehlîl kirin.Master Thesis LI HEREMA KERBORAN LÊKOLÎNEK LI SER KULTA MEŞEYÎXEKE JIN: ŞÊX MOMINA MIRADA(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Aslan, MustafaDi vê xebatê de di serî de têgehên wek tesewwuf, welî, keramet, menqebe û zêw hatin danasandin. Cudahîyên Îslama kurdan ji îslama cîranên wan hatine nîşankirin, di tesewwufê de rola jinan hatîye ravekirin û jinên alim û zahid ên kurd bi kurtayî danasîna wan hatîye kirin. Di beşa dawî de wek jineke meşayîx, welî û pîroz Şêx Momina Miradan li gor agahîyên çanda devkî çîroka wê bi varyantên cuda hatiye berhevkirin, motîfê di menqebeya wê de hatine analîz kirin. Bi kurtayî dîroka heremê hatîye danasandin û tevî motîfên di çîroka wê de angaşta ku bi eslê xwe ew ezîzeyeke (qedîşto) Sûryanî ye bi daneyên girîng hatîye vegotin û dahurandin. Weke rêbaz, çanda devkî hatîye bikaranîn û bi çavkanîyên nivîskî ev daneyên ku hatin berhevkirin hatine şîrovekerin. Herwiha hatîye dîtin ku kulta vê jinê ji alîyê misilmanan ve hatîye guherandin û temelûk kirin.Master Thesis Polînkirina Lîstikên Zarokan Yên Herêma Mêrdînê(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2022) Aslan, MustafaEv xebat li ser lîstikên gelêrî yên navenda herêma Mêrdinê ye. Mijara me bi vê qadê sînorkirî ye. Heta niha li ser lîstikên herêma Mêrdinê xebat nehatine kirin. Kesên ku me bi wan re hevpêyvîn kirine çavkaniyên me yên sereke ne. Armanca me ew e ku heta ji destê me hat bi awayekî xwezayî lîstikên vê herêmê bê berhevkirin û tomarkirin. Herwiha bi vê helwestê hat xwestin ku ev lîstik jibîrkirinê û ji wendakirinê bên xilaskirin. Di heman demê de ji bo folklora zarokan jî bibe nimûneyeke nivîskî. Me di vê xebatê de bi duwazdeh kesan re hevpeyvîn kir. Ev kesên ku me bi wan re hevdîtin kiriye temen û zayendê wan ji hev cuda ne. Me bi riya hevdîtinê hijdeh lîstik, bi riya çavdêriyê jî hêşt komlîstik berhev kirin. Teswîr û rezikê lîstikan jî bi zimanekî zanistî û vekirî hat ifadekirin. Ji van lîstikan hinek li derve, hinek li hindir tên lîstin. Hinek ji wan tenê keç, hinek jî tenê kur dilîzin, lê bi gelemperî bi hev re tê lîstin. Di encama vê xebatê de hat dîtin ku li bajarê Mêrdînê ji bilî taybetmendiyên xwe yên çandî û gundên xwe, ji aliye lîstikên zarokan ve jî gelekî dewlemend e. Her wiha di xaleke din de hat fêhmkirin ku amurên dijîtal, tevgerên malbatan, pêşveçûyinên teknolojîk, bajarbûyîn û dibistanên fermî jî li ser pêvajoya guherîna lîstikên zarokan tesîreke mezin pêk tîne.Research Project UNSÛRÊN TEBÎETÊ DI DÎWANA WEDA’Î DE(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2020) Taş, HasanTabiat ve tabiata dair bütün unsurlar geçmişten günümüze dek insanların yaşamında önemli bir yer edinmiştir. Doğa ve doğaya ait birçok unsur yazar ve şairlerin de dikkatini çekmiş ve şairler eserlerine bu tabiat unsurlarını yansıtmıştır. Bu çalışmanın amacı Weda’i’nin şiirlerinde tabiat ve tabiat unsurlarının yansımalarını göstermektir. Bu amaç doğrultusunda ele alınan şiirler taranmış ve bu şiirler içerisinde yer alan tabiat unsurları tespit edilmiştir. Tespitedilen tabiat unsurlarının hangi şekillerde şiirlere yansıdığı ele alınmış ve açıklanmıştır. Çalışmamız sonucunda tabiat ve tabiat unsurlarının Weda’î’nin şiirlerde yerinin azımsanmayacak kadar fazla olduğu ortaya çıkarılmıştır.