Kürt Dili ve Kültürü ABD - Makale Koleksiyonu
Permanent URI for this collectionhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/2479
Browse
Browsing Kürt Dili ve Kültürü ABD - Makale Koleksiyonu by Language "ku"
Now showing 1 - 20 of 45
- Results Per Page
- Sort Options
Article ŞERHA TESEWIFÎ YA QESÎDEYA “BANGÊ WEYS” A KERBELAYÎ(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2022) Başçı, Veysel; Aykaç, YakupWisa tê bawerkirin ji nifşa tabi‘în Weys el-Qe- renî bi rêya xewn û rêyên menewî ji aliyê Hz. Pêxember ve hatiye îrşadkirin. Ji ber vê baweriyê, di rêya tesewifê de kesekî bêyî ku murşîdekî bi- bîne, bi rêya xewn yan jî bi rêyên menewî întisa- bê wî murşîdî bike hingê jê re Uweysî, ji wê rêya girêdana tesewifî re jî Uweysîtî hatiye gotin. Gelek şêxên navdar di dîroka tesewifê de bi navê Uwey- sî hatine naskirin. Yek ji van şêxên ku bi nasnavê Uweysî hatiye naskirin, avakerê terîqeta Neqşî- bendî, Şêx Muhemed Behauddînê Şahê Neqşî- bend e. Wî întisabê rûhaniyeta Şêx ‘Evdilxaliqê Ẋucdewanî kiriye û navlêka Uweysî girtiye ku di terîqeta Neqşîbendî de ev nasnav gelek giring e. Ji berê ve gelek şairên ehlê tesewifê di qesîde û me- dhiyeyên xwe de bi unwana Uweysî pesnê Şahê Neqşîbend daye. Yek ji wan şairan jî Şêx Muhe- medê Axtepî ye ku bêtir bi mexlesa xwe ya Kerbe- layî hatiye nasîn. Kerbelayî ji malbata Axtepiyan e û wek tê zanîn ew malbat di sedsala XIX-an de daye pey rêka Mewlana Xalidê Şarezorî û di nav terîqeta Neqşî-Xalidî de cih girtiye. Qesîdeya Ker- belayî ya bi redîfa “Bange Weys” hatiye nivîsîn ji hivdeh beytan pêk hatiye û dikare bê gotin ew yek ji wan qesîdeyên giring e ku kûrahiya şair di ede- biyata tesewufî de nîşan dide. Şair di vê qesîdeya xwe ya farisî de redîfa “Bange Weys” wek metafor û mecazeke guhêrbar bi kar aniye. “Bangê Weys” di wateya peyam û mîsyona Weys de ye ku şair ev metafor carna bi wateya heqîqî di şûna Weys el-Qerenî de xebitandiye û carna jî bi behskirina sifet û taybetiyên Şahê Neqşîbend îşaretî peyama wî ya gerdûnî kiriye. Şair ev metafor di çarçoveya edebiyata tesewifî de bi alîkariya îstîare, mecaz û kînayeyan di gelek wateyan de bi kar aniye. Me di vê nivîsarê de hewl da ku qesîdeya navborî digel taybetiyên wê yên edebî, li dor tesewifê şirove û rave bikin.Article BÎBLIYOGRAFYAYA TEZÊN MASTER Û DOKTORAYÊ YÊN BEŞÊN ZIMAN Û EDEBIYATA KURDÎ Û ZIMAN Û ÇANDA KURDÎ (2011-2020)(Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi, 2021) Yıldırımçakar, ZiyattinEv gotar li ser tezên master û doktorayê ye ku di nav- bera salên 2012 û 2020an de, di beşên Ziman û Edebiya- ta Kurdî û Ziman û Çanda Kurdî de yên li Zanîngehên Tir- kiyeyê hatine amadekirin. Armanca me ji bo nivîsandina vê xebatê ew e ku em bîbliyografyayekê li ser van tezan amade bikin û li gorî biwaran wan rêz bikin ku kesên dixwazin ji wan îstîfade bikin bi rihetî xwe bigihîninê. Herçiqas bîbliyografyaya tezên heta sala 2018an berê hatibû çêkirin jî, me guncan dît ku piştî tezên doktorayê û gelek tezên masterê ên van herdu salên dawî, em xebateke din çêbikin. Me di vê gotarê de cih da tezên kurmancî, zazakî û çend hebên soranî û ew beş bi beş kategorîze kirin.Article Fonksiyonên Hevbeş û Zincîreya Rûdanê di Vegêrana Edebiyata Kurdî ya Sovyetê de(e-Şarkiyat İlmi Araştırmalar Dergisi/Journal of Oriental Scientific Research (JOSR), 2018) Ergün, ZülküfEv gotar di mînaka şeş deqên edebî de ku xeta giştî ya vegêrana edebiyata kurdî ya Sovyetê temsîl dikin, hewl dide fonksiyonên hevbeş û zincîreya rûdanê ya vê edebiyatê destnîşan bike. Edebiyata kurdî ya Sovyetê ji ber hin sedemên diyarkirî xwe dispêre fonksiyon û zincîreya rûdanê yên hevbeş. Zincîreya rûdanê ya van berheman ji deh fonksiyon û elementên vegêranê yên mîna zordariya axa û began, zordestiya Roma Reş, rev, xêrxwazî û dostaniya ermeniyan, qenciya rûsan, rizgarkeriya Şoreşa Bolşevîk, astengiya adetên xirab ên berê û dijayetiya wan, bicihkirina bernameya damezirandinê ya sosyalîst, beşdariya Şerê Weteniyê û folklorheziyê pêk tê. Rêzbendî û jimareya van fonksiyonan di vegêrana vê edebiyatê de sê kategoriyên vegêranî derdixe holê. Di kategoriya yekem de rûdan berî Şoreşa Bolşevîk dest pê dikin û rûdanên piştî Şoreşê jî vedigirin. Di vê kategoriyê de kêm zêde hemû fonksiyonên navborî di vegêranê de cih digirin û mebesta wan a sereke berawirdkirina serdema berî Şoreşê û piştî Şoreşê ye. Berhemên vê kategoriyê ji ber ku demeke dirêj vedigirin panaromîk in û di her qonaxekê de rûdan û karekterên nû li berheman tên zêdekirin. Ji ber vê, di van berheman de belawelabûna zûrbûnê, nebûna rûdaneke navendî û qelsiya karekterên sereke wek kêşeyên hunerî derdikevin holê. Di kategoriya duyem de rûdan dîsa berî Şoreşê dest pê dikin bi serketina Şoreşê bi dawî tên. Di vê kategoriyê de vegêran li ser zordestiya serdema feodal û zemînesaziya Şoreşa Bolşevîk zûr dibe. Di kategoriya sêyem de jî berhemên edebî tenê rûdanên piştî Şoreşê vedigirin û zûrbûn li ser bernameya damezirandinê û avakirina nasnameya Sovyetê ye. Di van cure berheman de kêşeya sereke ew e ku girêya rûdanan bi hêsanî tê çareserkirin û mirov hest bi tu milmilaneyê nake.Article Dêw û Formên Wan di Folklora Kurdî da(2022) Subaşı, KenanDi nav mîtan da mexlûqekî herî berbiçav û pir tê qalkirin, dêw e. Dêw bi piranî weku mexlûqên şênber ên gir, tirsnak, bihêz û weku mirovan tên şayesandin. Carinan jî ne weku mexlûqeke şênber lê weku xul, saw, xof, hîseke razber hatine pênasekirin. Xisûsen di nav miletên Îranî da berî Zerdeştiyê heyînên baş û heta Xwedavend dihatin hebandin û digel Zerdeştiyê ew hevalkar û temsîlkarên Ehrîmen hatin pênasekirin. Carinan bi navên taybet hatine binavkirin û carinan weku temsîleke giştî bi navê “Dêw” hatine binavkirin. Me di vê xebatê da di nav çarçoveya folklora Kurdî da lêkolîna dêw û peywendîya wan a bi sêhrê re, tezahurên wan, cureyên wan û temsîlên wan kir. Xebata me li ser du çiqan pêk hatiye ku yek jê rasterast weku mexlûqek dêw in. Çiqa duyem jî form û tezahurên dêwan ên bi navê Perî, Pîra Cadû, Kula Stûbizengil, Elk, Meyreman, Xapxapok, Reşê Şevê, Rotê Şevê, Dêlegur, Gurê Manco, Xermexozan, Psîka Girnexok, Gornepaş, Zibên, Sibat, Kabûs û hwd. in. Ev mexlûq di vê xebatê da hem hatine tesnîfkirin û ravekirin hem jî di nav folklora Kurdî da çawa û di çi peywendê da hatibin pênasekirin, bizarkirin û şayesandin bi nimûneyên xwe hatine nîşandan.Article Li Gorî Nirxandinên Cunningsworth Nirxandinek li ser Hînkerê(Nûbihar Akademî, 2017) Kurt, ŞehmuzDi pêvajoya hînkirina zimanekî de gelek materyalên ji hev cuda tên bikaranîn. Ji wan materyalan û bi îhtimaleke mezin yên herî zêde têne bikar anîn, hînkerên zimanî ne. Ji ber ku di bazarê de ji yekê zêdetir hînkerên zimanî hene, êdî nirxandin û hilbijartina wan bûye diyardeyeke aşkere û li ser nirxandin û hilbijartina hînkeran lîteratureke têra xwe mezin û berfirah pêk hatiye. Ligel gelek zanyarên dî Jeremy Harmer, Alan Cunningsworth, Alan Tucker wek nûner û pêşengên qada nirxandin û hilbijartina hînkeran tên hesibandin. Di vê gotarê de me li gorî pîvanên Cunningsworth, seteke hînkirina Kurdiya Kurmancî ya bi navê Hînker nirxandineke rûxalî û hûrgilî pêk anî. Di encamê de me dît ku wek seta hînkirinê di naveroka zimanî, çar şiyanwerî û rola mamosteyan de kêmasiyên Hînkerê hene lê belê ji hinek aliyên wekî naveroka nezimanî û nirxên civakî û metodolojîyê de Hînker serkeftî ye.Article Cihnav di Zazakiya Gimgimê de(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü the journal of mesopotamian studies, 2017) Bingöl, İbrahim“Pronouns in the Zazaki of Gimgim’s Accent” This article deals with the subject of pronoun in Gimgim’s zazaki accent. As known, pronoun takes an important place in understanding a language. Just as an archaeologist can reveal the features of ancient periods via a part of stone, a map of a grammar of a language can be drawn via a research on pronouns on the language. This article focuses on the kinds of pronoun and their usages in the Gimgim’s accent. In this article the subject of pronoun is examined according to data based on Gimgim’s accent, in terms of the typological aspect.Article TEYRÊ SÎMIR Û RENGVEDANÊN WÊ DI FOLKLORA KURDÎ DA(2023) Subaşı, Kenan; Roder, AramYek ji pênaseyên herî manadar û balkêş ên mîtosê ew e ku ew zanîna seretayî, çîrokên afirandinê û endîşeya li ser hebûnê ye. Ya ku mîtosê xurt kiriye û zinde girtiye jî bawerîya pê ye. Sîmir û manaya wê jî hebûneke mîtolojîk a Kurdo-Îranî ye ku li ser afirandinê û xisûsen di afirandina her heyînekê da tecellîya herî nêzîk a Xweda ye. Raz û sirreke xwedayî ye. Kan û çavkanîya bereketê ye û hêj gelek manayên din lê barkirî ne. Ew hîn di vegotinên mîtolojîk da jî weku teyrekê hatiye şayesandin û mirovan ew wisa xeyal kiriye ku xwedî perên biheybet, hêlîneke ezamet, dinyayeke derveyî vê dinyayê qasidek e ji bo mirovan. Nêzî heman tesewurên mîtolojîk di folklora Kurdî da jî Sîmir fîzîkî weku teyrekê lê bi gelek mana, raz û temsîlan dagirtî heta roja me hatiye neqilkirin. Bi rêbazeke analîtîk di vê xebatê da ev mana û temsîlên Sîmir ên di folklora Kurdî da hatine nirxandin. Ji aliyekî va manayên Sîmir ên mîtîk hatiye zelalkirin û ji aliyê din va rengvedana van manayan di folklora Kurdî da hatiye destnîşankirin. Di encama lêkolîneke bi vî rengî da em gihiştine wê qenaetê ku Sîmir fer/îlahî ye, Sîmir çavkanîya hebûnê ye û Sîmir bi hêz û zana ye. Sîmir di folklora Kurdî da jî weku rêber, pêşbîn, kahîn, perwerdekar, hekîm, alîkar, hêzdar û totema lehengan û heta weku ferîşte û ne ji vê dinyayê lê qasideke di navbera vê dinyayê û dinyayên din da ye.Book Part Book Article Ji Aliyê Rêbaz û Etîka Zanistî ve Rexneyek li ser Rêbera Rastnivîsînê ya Komxebata Kurmanciyê(IJOKS, 2023)Abstract Methodology and adherence to scientific ethics are the two most important points for any work. These are the two points that make a work successful or weak. This article, in this framework, is a review of the Kurdish Working Group's Writing Guide published by the Mesopotamia Foundation in December 2019. It is understood from the book that this Guide is the result of several years of the Kurmanci Working Group’s work and was prepared with the participation of 20 academics / academically affiliated people. Although it has been prepared for several years, it can be seen that the work and the prepared Guide have serious problems in terms of scientific methods and ethics. Therefore, methodological problems and scientific ethics of the Guide and its preparation process have been evaluated in this article. Keywords: Kurdish, Spelling Guide, Kurdish Working Group, Methodology, Scientific EthicsArticle Peywendiya Dîroka Polîtîk û Sînemaya Kurdî: Nêrînek li Fîlma Reşeba(Derwaze: Kurdish Journal of Social Sciences and Humanities, 2019) Özdil, Yılmaz…Article Melay Cizîrî Şitêk Derbarey Jiyan û Berhemî, Îzedîn Mistefa RESÛL, Hewlêr: Çapxaney Darul Hîkme bo Çapkirdin û Billawkirdnewe, 1990, 231 rûpel.(2017) Ergün, ZülküfEv pirtûk ji aliyê Îzedîn Mistefa Resûl ve hatiye nivîsîn û di 1990î de li Hewlêrê di “Çapxaney Darul Hîkme bo Çapkirdin û Billawkirdnewe”yê de hatiye çapkirin. Pirtûk ji 231 rûpelî, destpêkek, 14 beş û çavkaniyan pêk tê. Nivîskar di serî de çend gotar di Radyoya Kurdî ya Bexdayê de derbarê Mela de belav kiriye û pêwîst dîtiye derbarê vî “helbestvanê rêber û binyaddanerê helbesta klasîk a kurdî” de xebateke serbixwe binivîse û wî bide nasandin.Article Hilweşangerî di Berhemên Hesenê Metêyî da(2022) Ergün, ZülküfHesenê Metê yek ji wan nivîskarên kurd ên xerîbîyê ye ku xwedî şêwaz û rêbazeke taybetî ya edebî ye. Nivîskar di bin karîgerîya postmodernîzmê da li dijî vegêranên mezin û binyadên sîyasî û îdeolojîk ên civak û edebiyata kurdî bi rêbaza xwe ya hilweşanger derdikeve pêş û bi vî alîyê xwe jî di edebîyata kurdî da cihekî resen ji xwe ra çê dike. Ev gotar ji bo nîşandana vî alîyê wî hatîye nivîsîn. Ji ber vê çar pirtûkên wî yên çîrokan û pênc roman û romanokên wî hatine vekolîn. Di encama vê vekolînê da derket ku nivîskar di piranîya çîrok, roman û romanokên xwe da binyadên gotara marksîst, serok û partîyên otorîter, nivîskarên qure, pêgîr û kêrnehatî, karakterên ronakger û gotara dînî hildiweşîne û bergeheke nû li ber edebîyata kurdî vedike. Metê dema vê dike hertim bi şêwazeke îronîk berê xwe dide van dîyardeyan û ji teknîka xewnê, berevajîkirina karakterên dîrokî û têkelkirina xewn û rastîyê sûd werdigire. Ji vî alîyî ve berhemên Hesenê Metêyî vekirî ne û rê li ber xwendevanên çalak vedikin da ku ew jî bibin beşek di afirandina manayên deqên edebî da.Article Nirxandina Helbestên Zarokan ên Kurdî li Gorî “Rastîya Zarokan” û “Îzafîyeta Zarokan”(2021) Subaşı, KenanDi vê gotarê de analîzeke analîtîk di çarçoveya du hêmanên sereke yên edebîyata zarokan de dê bê kirin. Ev hêman “rastîya zarokan” û “îzafîyeta zarokan” in ku bingeha edebîyata zarokan a modern jî li ser wan saz dibe. Ji ber ku zarok xwedî kesayeteke cuda û xweser e, nivîskarê edebîyata zarokan di hunera xwe de mecbûr e baldarê vê cudabûn û xweserîya zarokan be. Lewra mixatabê sereke yê vê edebîyatê zarok bixwe ye. Ji bilî van ji bo ku zarok bibe xwedî estetîk û arezûyeke edebî, dîsa divê berhemên edebî yên ku ji bo zarokan tên nivîsandin, li gorî van her du hêmanan bên afirandin. Li gorî van esasan di vê xebatê de dê helbestên zarokan ên Kurdî li gorî van her du hêmanan bên nirxandin. Herwiha qesda me ji helbestên zarokan ên Kurdî ew e ku ji destpêkê heya îro yanî ji helbestvanên weku Zêwer, Goran, Kakeyî Felah, Kamiran Elî Bedirxan, Letîf Helmet, Elî Ebdulla Şewnim bigirin heya kesên weku Emîn Muhemed, Taha Bîlal, Elî Hemereşîd Berzincî, Osman Muhemed Hewramî, Firat Cewerî, Konê Reş, Yehya Elewîferd, Aram Gernas û Mueyed Teyîb binirxînin û mînakên helbestên wan ên serkeftî û neserkeftî, digel egerên wan, parve bikin. Mebest ji hilbijartina van navan ew e ku ev helbestvan di serdema xwe de yên herî berhemdar bûne di qada helbesta zarokan de. Helbet mimkûn e mirov hin navên din lê bar bike. Lê ji ber ku dê ji sînorên gotarekê derketiba, me bi van navan sînordar kir. Herwiha me helbestvanên ku hilbijartiye, di nav çar serdemên ku tê de jîyane û li gorî milmilaneyên sîyasî û civakî ji hev cuda bûne, dabeş kirin.Article Lêgerîna Kurmanciyeke Standard: Lêkolîneke Kalîtatîv bi Mamosteyên Zanîngehê yên Beşên Kurdî re(Dicle Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü, 2023) Yıldırımçakar, ZiyattinMijara vê xebata kalîtatîv nêrînên mamosteyên beşên kurdî yên kurmanciya standard e û bi analîzeke tematîk nêrînên van kesan dinirxîne. Hejmara beşdarên hevpeyvîn pê re hatine kirin 10 e ku yek ji wan jin e, 9 jî mêr in. Dane di sala 2022an de di yek heftêyî de hatine berhevkirin. Armanca vê xebatê ew e ku em nêrînên mamosteyên ku di beşên kurdî de dixebitin, derbarê standardizasyon û zimanê standard de werbigirin û nêrînên wan raxin ber çavan. Ev xebat ji vî aliyî ve giring e ku xebatên bi vî awayî kalîtatîv derbarê kurmancî û standardîzasyonê de hatine kirin di kurdî de kêm in, herwiha nêrînên akademîsyenan li ser standardîzasyon û kurmancî de wê çarçoveyekê ji me re çêbike derbarê stratejiyên me yên dahatû ji bo pêkanîna kurmanciyeke standard. Di lêkolînê de 6 tema derketin, herwiha bintema û kodên wan jî derketin. Di encama vê lêkolînê de derkete meydanê ku mamosteyên kurdî standardîzasyonê bi têgihîştina hevpar, nivîsandina hevpar û zimanê nivîsê terîf dikin. Nêrînên wan derbarê taybetî, çêbûn, pirsgirêk û çareseriyên kurmanciya standard derketin; dema marûzî kurmanciya standard dibin hestên erênî û neyînî di wan de çêdibin. Herwiha têgehên wekî kurmanciya nestandard û binavkirinên wekî kurdiya akademik, kurdiya nivîskî, kurdiya standard û kurdiya neakademîk derketin digel binavkirinên din û sedema çima hin kes kurdiya xwe (devoka xwe) wek heqîqî nabînin.Article “Xwendineke Berawirdî ya Problema Xerabiyê di Mem û Zîna Ehmedê Xanî û Othello ya Shakespeare de”(2017)Problema Xerabiyê problemeke herî kevnarê ye ku hem di qada felsefeyê de hem jî di qada olî de nîqaş li ser hatine kirin. Ev problem îro jî aktûelbenû xwe diparize û gelek nîqaşên felsefî û olî li ser vê probelmê têne kirin. Ev nîqaşên felsefîk û olî helbet di qada edebiyatê de jî wê xwe didin der. Di navbera Shakespeare û di Ehmedê Xanî de her çend di demên cuda de jiyabin jî ev problem ji hêla herduyan ve jî hatiye nîqaşkirin. Lê di çanda rojhilata navîn de bêtir di çerçoveya felsefeyê de ev nîqaş hatine kirin lewra em di Othello de bêtir rastî nîqaşên felsefîk tên. Lê ji ber ku çanda Rojhilat de di vê serdemê de bandora ol bêtir heye û şaîr û edîbên vê serdemê bêtir ji perwerdeya olî derbasbûne ev problem di Rohjilat de bêtir di çerçoveya ol de hatiye nîqaşkirin. Lewra em di Mem û Zînê de ev nîqaş problem bêtir di çerçovaya ol de hatiye nîqaşkirin. Di vê gotarê di çerçoveya problema xerabiyê de em ê jî van herdu berhemên edebî bidin berhev. Her çend di navbera van herdu berheman de ji aliyê edebî ve gelek xalên hevpar hebin jî em ê bêtir li ser problema xerabiyê hûr bibin, di encamê de wê bê dîtin ku ev problem çava di van herdu berhemên edebî de rengveda ye.Article Şeyh Muhammed Selîm Seven (189-1955): Jiyan û Mûcadeleya Wî(Hakkari Üniversitesi, 2018) Kurt, Şehmuz…Article ESTETÎKA HELBESTA KURDÎ YA NETEWEYÎ(JUOZ, 2017) Ergün, ZülküfKURTÎYA LÊKOLÎNÊ: Çemka estetîkê di berhemên edebî de di çarçoveya form, naverok û binyada berhemên edebî de tê gengeşekirin û bi çendîn şêweyên cuda tê pênasekirin. Helbesta neteweyî ji ber ku li ser hizra hevgirtina civakî û siyasî ya îdeolojiya neteweyî tê danîn û ji forma xwe zêdetir bi naveroka xwe derdikeve pêş di çarçoveya hizrên estetîkî yên Hegel de dikare bê nirxandin. Lewra helbest wek cureya herî neteweyî ya edebiyatê ji bo bihêzkirin û belavkirina netewetiyê zemîneke gelek berhemdar e, ji ber vê jî helbestvanên kurd di serdema modern de naveroka helbesta nû bi netewetiya kurdî dadigirin û helbestê dikin zemîna hişyarkirina gel û pêşvebirina welat. Ev jî nîşan dide ku helbestvanên kurd ên neteweperwer poetîkaya xwe ya helbestê li ser bingeha estetîka Hegel ava dikin û ciwaniya helbestê di naveroka wê ya neteweyî de dibînin.Article KURTEDÎROKA ÇAPEMENÎ Û MEDYAYA ZAROKAN A KURDÎ(2017) Subaşı, KenanKurte Ev xebateke bîblîyografîk e ku bi taybetî medya û çapemeniya kurdî ya zarokan berçav kiriye. Ji aliyê çapemeniyê ve kovarên zarokan hatine nasandin û ji aliyê medyayê ve jî televîzyon û bernameyên televîzyonê hatine nasandin. Berî danasîna berheman qala têkiliya zarok û medyayê hatiye vegotin. Di vê çarçoveyê de têkiliyeke çawa heye û tesîrên dualî di navbera wan de çawa çêdibin, hatiye nirxandin. Piştre dîrok û geşedana çapemenî û medyaya kurdî ya zarokan di bin pênc sernivîsan de wek xebatên li Tirkiyeyê, Ewropayê, Iraqê, Îranê û Sûriyê hatine veguhastin. Bêjeyên Sereke: Çapemenî, Medya, Zarok, Kurdî. KÜRTÇE ÇOCUK BASINI VE MEDYASININ TARİHÇESİ Öz Bu çalışma bibliyografik bir çalışma olup özel anlamda Kürtçe çocuk basını ve medyasının tarihçesini ele almıştır. Basın bağlamında çocuk dergileri tanıtılmış olup medya bağlamında ise çocuk televizyonları ve çocuklar için televizyon programları tanıtılmıştır. Eserlerin tanıtımından önce medya ve çocuk ilişkisi açıklanmış ve bu düzlemde nasıl bir ilişki varolduğu ve aralarındaki iki taraflı etkinin nasıl gerçekleştiği değerlendirilmiştir. Sonrasında Kürtçe çocuk basını ve medyasının gelişimi ve tarihçesi Türkiye, Avrupa, Irak, İran ve Suriye’deki çalışmalar olmak üzere beş başlık şeklinde aktarılmıştır. Anahtar Sözcükler: Basın, Medya, Çocuk, Kürtçe. THE HISTORY OF KURDISH CHILDREN’S PRESS AND MEDIA Abstract This paper is a bibliographic study and tells the history of Kurdish children’s press and media in a special sense. In the context of the press, children's magazines are introduced and in the context of media, children's televisions and television programs for children are introduced. Before the introduction of the works, the media and child relations were explained and in this context, the relationship between both of them is explained. Subsequently, the development and history of the Kurdish children's press and media were reported in five titles, such as the works in Turkey, Europe, Iraq, Iran and Syria. Keywords: Press, Media, Children, Kurdish.Book Part Bikaranîna ergatîfîyê di zazakî û kurmancî de(Mardin Artuklu Üniversitesi Yayınları, 2018) Bingöl, İbrahimAs known, the ergativity is an important feature in the dialects of Kurmanci and Zazaki. How is the feature used in both dialects? How do the Kurmancs and Zazas express themselves in terms of ergativity? What is the relationship between the subject and object and how is this relation changed according to the tenses? This paper will deal with these issues. As far as I know, there are few studies on these issues up to now. We can also say that there are not the studies like this. Of course, there are some studies on ergativity especially in Kurmanci but the ergativity has not been examined in terms of self-expression. We will focus on the usage of ergativity in both Kurmanci and Zazaki and compare the ergativity in both dialects.
- «
- 1 (current)
- 2
- 3
- »

