Enstitüler
Permanent URI for this communityhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/10
Browse
Browsing Enstitüler by browse.metadata.publisher "e-Şarkiyat İlmi Araştırmalar Dergisi/Journal of Oriental Scientific Research (JOSR)"
Now showing 1 - 2 of 2
- Results Per Page
- Sort Options
Article DUCEMSERIYA REALÎZMA SOSYALÎST DI ROMANÊN EREBÊ ŞEMO Û HECIYÊ CINDÎ DE(e-Şarkiyat İlmi Araştırmalar Dergisi/Journal of Oriental Scientific Research (JOSR), 2017) Ergün, ZülküfRealîzma sosyalîst navê polîtîkaya fermî ya edebiyata Sovyetê ye ku ji salên 1930î heta dawiya Sovyetê li seranserî vî welatî edebiyateke hevşêwe afirandiye. Edebiyata kurdî ya Sovyetê jî di vê maweyê de li ser vê bingehê û di bin karîgeriya vê rêbaza edebî de hatiye berhemanîn ku bi giştî xwe dispêre civaka kurdên êzîdî. Di vê gotarê de sê romanên Erebê Şemo û romana Hewarîyê ya Heciyê Cindî di vê çarçoveyê de tên nirxandin. Lewra Erebê Şemo û Heciyê Cindî wek du nivîskarên pêşeng ên vê edebiyatê di çarçoveya rêbaza ducemseriya realîzma sosyalîst de romanên xwe dikin zemîna berawirdkirina feodalîzm û sosyalîzmê û piştgiriya bicihkirina bernameya damezirandinê ya sosyalîst dikin. Bi vê mebestê di romanên xwe de mijarên zordariya feodalîzmê û rizgarkeriya Şoreşa Bolşevîk, adetên xirab ên feodalîzmê û azadîxwaziya sosyalîzmê, nezaniya serdema feodal û ronakgeriya Sovyetê, paşdemayîna feodalîzmê û pêşketina aboriya sosyalîst berawird dikin û bi vê rêbaza xwe dibin nerîtdanerên edebiyateke yekdeng û yekreng di edebiyata kurdî ya Sovyetê de.Article Fonksiyonên Hevbeş û Zincîreya Rûdanê di Vegêrana Edebiyata Kurdî ya Sovyetê de(e-Şarkiyat İlmi Araştırmalar Dergisi/Journal of Oriental Scientific Research (JOSR), 2018) Ergün, ZülküfEv gotar di mînaka şeş deqên edebî de ku xeta giştî ya vegêrana edebiyata kurdî ya Sovyetê temsîl dikin, hewl dide fonksiyonên hevbeş û zincîreya rûdanê ya vê edebiyatê destnîşan bike. Edebiyata kurdî ya Sovyetê ji ber hin sedemên diyarkirî xwe dispêre fonksiyon û zincîreya rûdanê yên hevbeş. Zincîreya rûdanê ya van berheman ji deh fonksiyon û elementên vegêranê yên mîna zordariya axa û began, zordestiya Roma Reş, rev, xêrxwazî û dostaniya ermeniyan, qenciya rûsan, rizgarkeriya Şoreşa Bolşevîk, astengiya adetên xirab ên berê û dijayetiya wan, bicihkirina bernameya damezirandinê ya sosyalîst, beşdariya Şerê Weteniyê û folklorheziyê pêk tê. Rêzbendî û jimareya van fonksiyonan di vegêrana vê edebiyatê de sê kategoriyên vegêranî derdixe holê. Di kategoriya yekem de rûdan berî Şoreşa Bolşevîk dest pê dikin û rûdanên piştî Şoreşê jî vedigirin. Di vê kategoriyê de kêm zêde hemû fonksiyonên navborî di vegêranê de cih digirin û mebesta wan a sereke berawirdkirina serdema berî Şoreşê û piştî Şoreşê ye. Berhemên vê kategoriyê ji ber ku demeke dirêj vedigirin panaromîk in û di her qonaxekê de rûdan û karekterên nû li berheman tên zêdekirin. Ji ber vê, di van berheman de belawelabûna zûrbûnê, nebûna rûdaneke navendî û qelsiya karekterên sereke wek kêşeyên hunerî derdikevin holê. Di kategoriya duyem de rûdan dîsa berî Şoreşê dest pê dikin bi serketina Şoreşê bi dawî tên. Di vê kategoriyê de vegêran li ser zordestiya serdema feodal û zemînesaziya Şoreşa Bolşevîk zûr dibe. Di kategoriya sêyem de jî berhemên edebî tenê rûdanên piştî Şoreşê vedigirin û zûrbûn li ser bernameya damezirandinê û avakirina nasnameya Sovyetê ye. Di van cure berheman de kêşeya sereke ew e ku girêya rûdanan bi hêsanî tê çareserkirin û mirov hest bi tu milmilaneyê nake.