Kürt Dili ve Kültürü ABD - Tezsiz Yüksek Lisans Proje Koleksiyonu
Permanent URI for this collectionhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/3174
Browse
Browsing Kürt Dili ve Kültürü ABD - Tezsiz Yüksek Lisans Proje Koleksiyonu by browse.metadata.publisher "Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü"
Now showing 1 - 10 of 10
- Results Per Page
- Sort Options
Master Thesis Berhevkirina Hêmanên Folklorê li Gundê Qerekoyinê yê Girêdayî Sêwrekê(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Birgün, ArgeşEv xebat li gundê Qereqoyinê (Karakoyun) yê girêdayî Sêwrekê hatîye kirin. Ev xebat parçeyekî xebatên monografîyê ye, lê belê bi tevahî ne monografî ye. Ji ber pirsgerekên kêmasîya demê, çûn û hatinê ev xebat nebû monografîyeke giştî. Ji ber ku li vî gundî xebatên wek vê çênebûye, me hewcedarî dît ku divê xebatên sehayê li vî gundî were kirin, ji ber ku ev gund ji gelek alîyan de li Sêwrekê cihê xwe girtîye, ji alîyê çandî, edebî, sîyasî û aborî de bi bandor e. Li gor hevpeyvînên me derdorê 30-40 sal berê li gund dengbêj û çîrokbêj hebûne, lê belê stranên û çîrokên wan bêtir bi jîyana wan ve sînordar mane, armanca me berhemên mayî berhevkirin û qeydkirin e. Ji alîyê din de jî ji ber pergala kapîtalîst ya dinyayê orf, edet û bawerî winda dibin, Ev rewş di lîstikên zarokan de jî dîyar e, ji ber ku zarok bi telefon, tablet û kompîturan ve dem derbas dikin, ev jî dibe sedema nelîstina lîstikan û jibîrkirina lîstikan. Ji ber ku li gundê Qereqoyinê berê xebatên akademîk nehatiye kirin, ji vî alîyî de û ji alîyê devokê de ji bo xebatên nû cihekî xwe yê girîng digire. Ji bo ku li ser hin xalan kûr bibin bi hin mijaran ve hatîye sînordarkirin û di naverokê de ev hatîye dîyarkirin. Me di vê xebata sahê de rêbaza hevdîtin, çavdêrî û rapirsînê kirin.Other DI DENGBÊJÎYÊ DE MÎNAKA DENGBÊJ ŞAKIRO(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Abdurrezzak DAĞEv xebat li ser Dengbêjîyê û jiyana hunerî ya hunermendê kurd Dengbêj Şakiro ye. Jiyan û huner bi derdorê re watedar dibe. Bêyî wan û famkirina derdorê ew jiyan û huner jî bêwate dibe. Ji ber vê yekê di beşa yekem de kurtenêrînek li ser wateya Dengbêjîyê û çandî hatiye kirin. Di beşa duyem de li ser têkîlîya Dengbêjîyê û edebiyat, çîrok, destan, lorî. bi berfirehî hatiye rawestin. Di beşa sêyem de behsa jiyana wî ya hunerî û di muzika kurdî de cihê Dengbêj Şakiro tê vegotin. Di dawiya vê xebatê de jî encama vê xebata hatiye gotin. Di xebatê de li ser kilamên Dengbêj û naveroka wan bi berfirehî nehatiye sekinandin. Tenê minaka dengbêjan de behsa wî hatiye kirin. Ev xebat 30 rupel e.Other DI HELBESTÊN FÊRÎKÊ ÛSIV DE UNSÛRÊN XWEZAYÊ(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2024) Bişeng ÖzmenFêrîkê Ûsiv, helbestkarekî Kurd ê edebiyata Kurdî ya modern a Kafkasyayê ye. Li vê xebatê de me hewl da ku bi riya di pirtûka wî ya bi nav “Hesretdefter”ê di helbestên Fêrikê Ûsiv, ji aliyê unsûrên xwezayê ve tehlîl û şîrove bikine. Xebata me de; xweza û unsûrên xwezayê, têkiliya xweza û edebiyatê, di helbestên Fêrîkê Ûsiv de wateya unsûrên xwezayê hatiye şîrove kirin. Li vê xebatê de me di helbestên Fêrîkê Ûsiv li gor van serenava tesnîf kirine: Av û bûyerên avê, ax û bûyerên axê, hewa û bûyerên hewayê. Di helbestên wî de ji van unsûran yên ku herî zede derbas bûyî hatiye tehlîl kirin.Master Thesis Dorûverê Gêlî ra Des Estanikî(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Biçer, ÖmerAmancê na xebate top kerdişê estanikanê kirmanckî yo. Na xebate de des estanikî estê. Mi nê des estanikî dewa xo ra kom kerdî. Mi nê estanikî zafane maya xo ra arê kerdê. Mi vengê maya xo bi telefonî qeyd kerdine û dima estanikî ke maya mi vatinê, mi înan goşdarî kerdine û nuştînî. Semedê ke maya mi êdî extîyar bîya taye estanikî xo vîr ra kerde bî û nêmcet vatinê. Aye estanikî ke nêmcet mi ra vatê, mi bi ardimkarîya waya xo temam kerdî. Weyta de çîyêk muhîm esto, lazim o ke ez vaca maya min kurmanc a. Nê estanikî ke mi nuştê wextêk maya mi şenik bîya bawkalê mi, derê vatê. Dima maya mi bi pîyê de zewîcîyêna kirmanckî bander bena. Wextêk ma şenik bîyê maya mi zî ma rê bi kirmanckî vatinê.Other JÎ ALÎYÊ USLÛB Û NAVÊROKÊ VE NÎRXANDÎNA MEWLÛDA MELA MUHAMMED EMÎNÊ HEYDERÎ(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Ergin, MuzafferDi vê xebatê de behsa yekem mewlûda kurdî (kurmancî) Mewlûda Mele Muhammed Eminê Heyderî hatiye kirin. Mewlûda Heyderî di nav kurdan de gelek navdar e ku di medreseyan de piştî Qûr’anê zarok hînê mewlûda wî dibin û Ji bilî vê ev mewlûd di şîn û şahiyan de tê xwendin, ji ber vê di nav kurdan de berhemeke pir girîng e. Di vê mewlûdê de Heyderî gelo çawa pesnê Pêxember daye, şêwazeke çawa bi kar anîye, kîjan rê û rêbaz û hunerên edebî bi kar anîye, bi zimanekî çawa nivîsandiye em li dû bersiva van pirsan ketin. Di xebatê de ewil pênaseya peyva mewlûdê hat kirin û dû re der barê kevneşopiya mewlûdê, jiyan û berhemên Heyderî de agahî hatin dayîn. Naveroka mewlûdê çi ye, Heyderî çawa behsa Pêxember kiriye, rêbazeke çawa bi kar anîye em li ser van mijaran sekinîn.Master Thesis Latînîzeya “Dîwana Karçikanî” ya Mela Enwerê Ovanisî(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Bişaroğlu, SeherMela Enwerê Ovanisî yê Karçikanî di sala 1951ê de li gundê Ovanisa Tetwana Bedlîsê hatiye dinyayê. Bi salan li gundên Wanê û li Edeneyê melatî kiriye û di medreseyan de feqî perwerde kirine. Mela Enwer jî bi terza klasîk dîwançeyeke helbestan nivîsîye. Di vê xebatê de li ser latînîzekirina Dîwançeya Mela Enwerê Ovanîsî yê Karçikanî hat rawestan. Dîwana Mela Enwer berîya niha bi awayekî amatorî bi tîpên Erebî hatiye çapkirin. Lê heta niha bi tîpên Kurdî-latînî nehatiye nivîsîn. Herwiha heta niha di lîteratura Kurdî de Mela Enwerê Ovanîsî yê Karçikanî û berhemên wî nehatine nasîn. Di vê xebatê de bi kurtasî jîyana Mela Enwer hate dayîn û dîwançeya wî jî bi herfên transkirîpsîyonê hatiye latînîzekirin.Master Thesis LI HEREMA KERBORAN LÊKOLÎNEK LI SER KULTA MEŞEYÎXEKE JIN: ŞÊX MOMINA MIRADA(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Çelik, EyüpDi vê xebatê de di serî de têgehên wek tesewwuf, welî, keramet, menqebe û zêw hatin danasandin. Cudahîyên Îslama kurdan ji îslama cîranên wan hatine nîşankirin, di tesewwufê de rola jinan hatîye ravekirin û jinên alim û zahid ên kurd bi kurtayî danasîna wan hatîye kirin. Di beşa dawî de wek jineke meşayîx, welî û pîroz Şêx Momina Miradan li gor agahîyên çanda devkî çîroka wê bi varyantên cuda hatiye berhevkirin, motîfê di menqebeya wê de hatine analîz kirin. Bi kurtayî dîroka heremê hatîye danasandin û tevî motîfên di çîroka wê de angaşta ku bi eslê xwe ew ezîzeyeke (qedîşto) Sûryanî ye bi daneyên girîng hatîye vegotin û dahurandin. Weke rêbaz, çanda devkî hatîye bikaranîn û bi çavkanîyên nivîskî ev daneyên ku hatin berhevkirin hatine şîrovekerin. Herwiha hatîye dîtin ku kulta vê jinê ji alîyê misilmanan ve hatîye guherandin û temelûk kirin.Master Thesis Polînkirina Lîstikên Zarokan Yên Herêma Mêrdînê(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2022) Çelik, CennetEv xebat li ser lîstikên gelêrî yên navenda herêma Mêrdinê ye. Mijara me bi vê qadê sînorkirî ye. Heta niha li ser lîstikên herêma Mêrdinê xebat nehatine kirin. Kesên ku me bi wan re hevpêyvîn kirine çavkaniyên me yên sereke ne. Armanca me ew e ku heta ji destê me hat bi awayekî xwezayî lîstikên vê herêmê bê berhevkirin û tomarkirin. Herwiha bi vê helwestê hat xwestin ku ev lîstik jibîrkirinê û ji wendakirinê bên xilaskirin. Di heman demê de ji bo folklora zarokan jî bibe nimûneyeke nivîskî. Me di vê xebatê de bi duwazdeh kesan re hevpeyvîn kir. Ev kesên ku me bi wan re hevdîtin kiriye temen û zayendê wan ji hev cuda ne. Me bi riya hevdîtinê hijdeh lîstik, bi riya çavdêriyê jî hêşt komlîstik berhev kirin. Teswîr û rezikê lîstikan jî bi zimanekî zanistî û vekirî hat ifadekirin. Ji van lîstikan hinek li derve, hinek li hindir tên lîstin. Hinek ji wan tenê keç, hinek jî tenê kur dilîzin, lê bi gelemperî bi hev re tê lîstin. Di encama vê xebatê de hat dîtin ku li bajarê Mêrdînê ji bilî taybetmendiyên xwe yên çandî û gundên xwe, ji aliye lîstikên zarokan ve jî gelekî dewlemend e. Her wiha di xaleke din de hat fêhmkirin ku amurên dijîtal, tevgerên malbatan, pêşveçûyinên teknolojîk, bajarbûyîn û dibistanên fermî jî li ser pêvajoya guherîna lîstikên zarokan tesîreke mezin pêk tîne.Master Thesis Surrealîzm di Çîrokên Helîm Yûsiv de(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Keskin, GülbaharSurrealîzm rêbazeke ku di serê sedsala XXan de li Fransayê derketiye û wekî bizavekê hatiye sazkirin. Surrealîzm ji peyva surreel (derî rasteqînê) hatiye dariştin ku ev peyv bi Fransî ye. Otomatîzma giyanî ya xwerû ye ku armanc ew e ku bi riya gotin an nivîsandinê xebatên rasteqîn ên ramanê derbixe meydanê. Bi guherînên rewşa dinyayê di edebiyat û hunerê de jî guherîn çêdibin. Hin rêbaz cihê xwe didin rêbazek din. Surrealîzm jî piştî dadaîzmê derdikeve meydanê. Pêşengên vê rêbazê bi manîfestoyekê surrealîzmê îlan dikin û bi demê re di edebiyatê de bi piranî jî di helbestan de, di wêne, şano û sînemayê de berhemên surreal tên çêkirin. Di roja me de di hunera wêne û sînemayê de hêmanên surreal pirtir tên bikaranîn. Di edebiyata kurdî de jî em di metnên hin nivîskaran de rêçên surrealîzmê dibînin. Ji wan nivîskaran yê ku berhemên wî ji aliyê surreal ve li pêş in Helîm Yûsiv e. Helîm Yûsiv çîroknûs û romannûsekî ku di sala 1991an de berhema xwe ya yekem dide, di metnên xwe de pala xwe dide binhişî û zarokatiya xwe. Yûsiv di nivîsên xwe de hêmanên surreal wekî derasayîbûn, guherîn/metamorfoz, derhişîtî, dînîtî, xewn û xeyal û berevajîbûnê pir bikar tîne ku ev taybetmendiyên esasî yên vê rêbazê ne. Di xebatê de piştî pênaseya rêbaza surrrealîzmê danasîna nivîskar hatiye kirin. Derketina vê rêbazê û dîroka wê bi sedemên bingehîn hatine ravekirin. Pêşeng û nunerên surrealîzmê û rê, rêbaz û teoriyên ku ji aliyê surrealîstan ve hatine bikaranîn di binbeşa pênaseya surrealîzmê de hat zelalkirin. Berhemên Helîm Yûsiv yên çîrokan hatin lêkolînkirin û çîrokên ku hêmanên surreal dihewînîn hatin diyarkirin. Çîrokên ku hêmanên surreal dihewînin bi taybetmendiyên xwe di çarçoveya hêmanên vê rêbazê de hatin nîşandan û şîrovekirin.Research Project UNSÛRÊN TEBÎETÊ DI DÎWANA WEDA’Î DE(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2020) Taş, HasanTabiat ve tabiata dair bütün unsurlar geçmişten günümüze dek insanların yaşamında önemli bir yer edinmiştir. Doğa ve doğaya ait birçok unsur yazar ve şairlerin de dikkatini çekmiş ve şairler eserlerine bu tabiat unsurlarını yansıtmıştır. Bu çalışmanın amacı Weda’i’nin şiirlerinde tabiat ve tabiat unsurlarının yansımalarını göstermektir. Bu amaç doğrultusunda ele alınan şiirler taranmış ve bu şiirler içerisinde yer alan tabiat unsurları tespit edilmiştir. Tespitedilen tabiat unsurlarının hangi şekillerde şiirlere yansıdığı ele alınmış ve açıklanmıştır. Çalışmamız sonucunda tabiat ve tabiat unsurlarının Weda’î’nin şiirlerde yerinin azımsanmayacak kadar fazla olduğu ortaya çıkarılmıştır.