Kürt Dili ve Kültürü ABD - Yüksek Lisans Tez Koleksiyonu
Permanent URI for this collectionhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/2480
Browse
Browsing Kürt Dili ve Kültürü ABD - Yüksek Lisans Tez Koleksiyonu by Access Right "info:eu-repo/semantics/openAccess"
Now showing 1 - 20 of 164
- Results Per Page
- Sort Options
Master Thesis 15 DEYÎRÊ (KLAMÊ) ÇEWLÎGÊ,VATEYÊ Û HÎKAYEYANÊ ÎNAN SERO(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2022) Yolcu, Ahmet NuriNa xebate de, ma mûzîk çinayo û taybetmendîye mûzîk çinayo? sero etûde xo kenê û 15 deyîrî Çewlîgî yê Zazakî pê vateyê û hîkayeyanê înan tehlîl kene. Ma xebatê xo de pêcigêrayîşane wareyan kesane xûsûsan, meqaleyan û çend kitaban ra îstîfade kerdî. Vêrcû zazakî de tenya edebîyatê fekî averşîyîbî, seba ney muzîk hîkayeyan de, sanikan de, çibenokan lezvateyan de tim û time estbîyo. Na xebat de zî armanc deyîranê çewlîg ra varyantanê înan ke nênûsîyayê înan mojnayîş û behsê hîkayeyanê înan kerdişo.Master Thesis ‘ADAT Û RUSÛMATNAMEʼÊ TEWAYIFÊ EKRADIYEYA MELA MEHMÛDÊ BAZÎDÎ(2015) Murat çelikDi vê tezê de li ser ‘Adat û Rusûmatnameʼê Tewayifê Ekradiyeya Mela Mehmûdê Bazîdî, jiyana wî û hevkariya wî ya li gel Auguste Jaba lêkolîn hatiye kirin. Lêbelê beriya ku Bazîdî û berhemên wî bên nirxandin bi kurtasî qala rojhilatnasiyê jî hatiye kirin. Tez ji xêncî pêşgotin, destpêk û encamê ji çar beşan pêk tê. Di destpêkê de armanc û çarçoveya tezê hatiye ravekirin û her wiha behsa rêbaza lêkolîna tezê hatiye kirin û çavkaniyên sereke yên ku hatine bikaranîn jî hatine nasandin. Di beşa yekem de di serî de têgehên rojhilatnasî, rojhilata navîn, kurd, Kurdistan û kurdolojiyê hatine nirxandin. Lê ji wan têgehan ya herî zêde li ser hatiye sekinîn, kurdolojî ye. Ango kurdolojiya ku wekî şaxeke rojhilatnasiyê reng vedide, hatiye destnîşankirin. Helbet A. Jabayê konsolosê Rûsyayê yê Erziromê jî bû xaleke vê tezê. Ji ber vê hindê jiyan, xebatên wî û têkilî û hevkariya wî ya bi Bazîdî re bûn beşeke girîng ya vê lêkolînê. Ev mijar hemû, gav bi gav ji bo xuyabûna cihê Bazîdî û xebatên wî yên di dîroka edebiyata kurdî de hatin lêkolînkirin. Di beşa duyem de wekî pêngava duyemîn, jiyan û berhemên Bazîdî hatine vegotin. Li pey wê re hevkariya Bazîdî û Jaba û berhemên wekî xulesaya vê xebata hevpar ya herdu zanyaran derketine holê hatine nîşandan. Berhemên Bazîdî di bin 6 serenavên wekî dîrok, ferheng, rêziman, wêje, folklor û civaknasiyê de li gor 19 binnavan hatine nirxandin. Di beşa sêyem de ji berhemên Bazîdî ‘Adat û Rusûmatnameʼê Tewayifê Ekradiye ya ku ji bo vê tezê bûye mijara nirxandinê, babetên wê yên bûne egera rexneyan yên derheqê eslê kurdan û zimanê wan de hatine hilsengandin. Berhem ji hêla nusxeyên wê, dema nivîsê, qebareya wê, zimanê wê ve hatiye şîrovekirin û cihê wê yê di dîroka edebiyata kurdî de hatiye nîşandan. Her wiha xebatên li ser ‘Adat û Rusûmatnameʼê Tewayifê Ekradiye, hatine danasîn. Di vê çarçoveyê de wergerên wê yên bo 6 zimanan, şîroveyên wê hatine nirxandin. Peyra li ser naveroka wê hatiye rawestan û mijarên wê bi hûrgilî hatine nirxandin. Di beşa çarem de jî li gor herdu nusxeyên ‘Adat û Rusûmatnameʼê Tewayifê Ekradiye tîpguhêzî û edîsyon-krîtîka wê ya ku bi destê me hatiye kirin, heye. Lê beriya vê xebata me tîpguhêziyên wê yên latinî yên bi destê kesên cuda amade bûne hatine danasîn. Her wiha di vê beşê de me qala rêbaza xwe ya tîpguhêziyê jî kir. Di vê tîpguhêziyê de, berhem li gor eslê wê û bêyî ku were guherandin ji tîpên erebî bal bi tîpên latinî hatiye veguhaztin. Her wiha cudahî û kêmasiyên di navbera herdu nusxeyan de hatine kifşkirin. Li cihên pêwîst jî bi jêrenotan agahî hatine dayîn.Master Thesis ADET Û RÎTÛELÊN TÊKILDARÎ MIRINÊ LI HERÊMA NISÊBÎNÊ(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2019) Yılmaz, ŞükrüBerhevkirin û teswîrkirina adet û rîtûelên têkildarî mirinê yên kurdên Nisêbînê weke mijara vê xebatê hatîye hilbijartin. Ji ber ku xebatên akademîk yên derheqê adet û rîtûelên şîn û sersaxîyê yên di çanda kurdî da kêm in, di vî warî da valahîyek xuya dike. Tê hêvîkirin ku xebata me ji bo dagirtina vê valahîyê bibe gaveka biçûk. Armanca xebatê, destnîşankirina guhertinên ku di adet û rîtûelên navborî da çêbûne, tespîtkirina fonksîyonên wan yên civakî û ravekirina sedemên guherînan e. Têkildarî vê yekê, binyada civakî ya kurdên herêma Nisêbînê jî hatîye lêkolînkirin. Di vê çarçoveyê da daneyên ku ji sehayê hatin bidestxistin, bi çanda kurdî ra hatin berawirdkirin û di adet û rîtûelên têkildarî mirinê da li şopa bawerîyên kurdan yên berê hatîye gerandin. Weke rêbaz, digel çavkanîyên nivîskî, li gorî daneyên ku ji sehayê hatin bidestxistin, adet û rîtûelên têkildarî mirinê hatine analîzkirin. Piştî van analîzan hate dîtin ku, guherînên ku di binyada civakî da çêdibin, di adet û rîtûelên têkildarî mirinê da jî guhertinan derdixin holê. Hate tespîtkirin ku, herçiqas çanda îslamê li herêmê serdest e jî, digel hindek îstîsnayan kurdên êzidî, adetên xwe yên têkildarî mirinê li hemberî vê çanda serdest parastine. Herweha hate dîtin ku adet û rîtûelên têkildarî mirinê ku jî alîyê kurdên herêma Nisêbînê ve tên sepandin, pêgirîyê bi çanda kurdî ya giştî ra dikin.Master Thesis ANALÎZA KURMANCIYA DEREGEZA XORASANÊ LI GOR HÊMANÊN ZIMANNASIYÊ(2017) Mahdi JafarzadehEv xebat dixwaze kurdiya kurmancî ya li herêma Deregeza Xorasanê, li gor hêmanên zimannasiyê analîz bike. Kurdên Xorasanê bi devoka kurmanciya bakurî diaxivin. Kurdên wê herêmê li du parêzgehên Xorasana bakurî û Xorasana Rezewî niştecih bûne. Li gor texmînên nefermî nifûsa kurdên wê herêmê ji milyonek kes zêdetir e. Li vê herêmê gelek etnîk weke, kurd, tat, fars, tirk, tirkman û belûç dijîn. Wisa xuya ye ku piraniya van etnîkan ji deverên din hatine û li Xorasanê bi cih bûne. Zêderengiya etnîkî di herêmê de hin bandor li ser zimanê kurdî danîne. Ev xebat dê nîşan bide ku di kurmanciya kurdên herêma Deregeza Xorasanê de ferq û guherînên binyadî di kîjan hêmanên zimannasiyê de zêdetir pêk hatine.Master Thesis AWAYÊ LÊKIRINA NAVAN LI HERÊMA DÊRIKÊ (LÊKOLÎNEKE ONOMASTÎK-SOSYOLOJÎK)(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2016) Öçal, SerdarDi qabilîyeta zimên ya gerdûnî de kiryareke girîng jî ‘’lêkirina navan’’ e. Mirov nava li her tiştê ku pê re di nava têkilîyê de ye dike. Bi vî awayî bi navlêkirinê mirov serwerîyê li der û dora xwe dike, bi xêra van navan, heyînan ji hev vediqetîne, wan nas dike û dide naskirin. Beşek ji van navan, ‘’navên taybet’’ in. Navên taybet bi çi awayî tên dayin, meylên navlêkirinê çi ne, rêbazên navlêkirinê bi rêk û pêk in yan na? Onomastîk, binbeşek zanista zimannasîyê ye ku li bersîva van pirsan digere ango li ser navên taybet û awayê çêbûna wan dixebite. Hemî cûreyên navên taybet dikare bibe mijara lêkolînên onomastîk. Navê mirovan, navê çîya, gir û zinaran, navê kuçe, kolan, gund, bajar û welatan û hwd. Girîngîya lêkolînên onomastîk ji bo zimanekî ev e ku, onomastîk ji bilî zimannasîyê dikare di derheqê bandora şaristanîyên kevn, çand û neteweyên bîyanî, awayê jîyana civakî ya li ser wî zimanî gelek agahdarîyan bide. Li welatên Rojava ev girîngîya onomastîkê tê zanîn, lê di tirkî û kurdî de di vê qadê de valahîyeke mezin heye. Ev xebat, li herêma Dêrika navçeya Mêrdîn, bi navê xwe yê din Dêrika Çîyayê Mazî, li ser sê mijarê onomastîkê û li ser sosyolojîya Dêrikê ye. Mijarên xebatê yên onomastîk navê mirovan (anthroponym), navê jîngeh û teşeyên erdnigarî (toponym) û navê eşîr û malbatan (ethnonym) e. Dêrik, herêmeke kurmancîaxêf e. Ji ber wê di lêkolîna sosyolojîk de ligel taybetmendîyên civakî, dîrokî û erdnîgarî yên herêma Dêrikê; me xwest em li ser devokê Dêrikê, li ser wêjeya gelêrî ya li herêma Dêrikê û mînakên berhemên gelêrî jî hin agahîyan bidin.Master Thesis BEHSÊ TIRKKERDIŞÊ KURDAN DE MERKEZÊK: ENSTÎTUYÊ CIGERAYÎŞÊ KULTURÊ TIRK(2015) Nevzat AnukArmancê na xebate; babetê asîmîlasyon/tirkkerdişê yê cematê Kurdan de mîsyon û pratîkanê enstîtuya ke bi nameyê TKAE a ke badê Darbeyê leşkerî yê 27 Gulane 1961 de awan bîya sero vindertiş o. Na xebate de derheqê kultur, ziwan û cematê Kurdan de vindertiş û hilberkerdişê zanayîşî yê na enstîtuye û metodî ke na enstîtuye teqîb kerdê do analîz bibê. Gelek faktorî ke nuştişê na xebate rê çime bîyê ra behskerdiş mûmkûn bo zî, motîvasyono bingeyên, na enstîtuye bi xetanê pêroyî, 1960an ra hetanî orteyê 1990an bi nîzam û bi ruhê dewrî ra paralel mîyanê faalîyetanê yê derheqê tirkkerdişê Kurdan de û derheqê Kurdan de hilberkerdişê zanayîşî de ca gena û sereyê merkezanê ke hilberê zanayîşî kenê de yena. Armancê bingeyên yê na xebate, binê mahîyetê na enstîtuye de analîzkerdişê ê materyalî ke derheqê Kurdan de wareyanê ziwan, nasname û tarîxî de çap bîyê yo. Na enstîtuye ke, derheqê tirkkerdişê Kurdan de awanbîyayîşê komare ra nate 1960an ra hetanî nîmeyê 1990an sey polîtîkayê dewlete çimeyo ke tewr zaf kîtabî çap kerdê ya û kovara ke binê mahîyetê na enstîtuye de ya û bi nameyê Kulturê Tirk a ke rêyna na mesele de tewr zaf meqaleyî çap kerdê. Na enstîtuye, ê zanayîşî ke derheqê Kurdan de hilber bîyê û polîtîkayanê dewlete ke nê zanayîşî eksê înan kenê, meselayê Kurd de cayêko krîtîk de yê. Herçiqas no problem, bi îtîbarê cayo ke mîyanê ciwîyayîşê sîyasî yê Tirkîya de girewto cayo ke no qas mûhîm bigiro zî, kêmbîyayîşê xebatanê ke serê na mesela de yê, sey faktorî ke xebatê ma mûhîm kenê ra yew vêjîyenê plana verên. Bi na xebate, prosesê 1960an ra hetanî orteyê 1990an de, Tirkîya de xebatîyayîşê na enstîtuya ke babetê Kurdan de rolo kilîtî gena, hetê çînbîyayîşê yan zî taybîyayîşê xebatan ra prosesê nuştişê na xebate de tay dezavantajî zî bi xo de ardê. Prosesê nuştişê na xebate de, teverê analîzê ê materyalî ke hetê na enstîtuye ra vêjîyayê de, derheqê awanîyo dezgeyî û usulanê xebetîyayîşanê hususîyan de cehdî ke hetê ma ra bîyê, hetê mûdûr û endamanê îdareyî ra bê cewab mendê. Ney ra muqabîl, coka xebatê ma hîna zaf serê dokûmantasyonî ra Şîya û ê neşrîyatî ke derheqê babetê na xebate de yê ma rasayê ci, nîsbeten ma nê dezavantajan ra xelesîyayê. Xebatê ma, despêk, hîrê qismê esasî, netîce, çimeyî û îlaweyan ra yena meydan. Qismo yewin de seba dayîşê planê peyên yê mefhumê tirkkerdişî, seyprosesanê meydanvejîyayîşê Netew-Dewlete ya Moderne, înşakerdişê netewe yê Netew- Dewlete, dezgeyanê yê hilberkerdişê zanayîşî û tekîlîyanê ke bêynateyê Kurdan û îdareyê Osmanîyan de yê, ameyê xebetîyayîş. Qismo diyin yê xebatê ma de, serê Şertan ke TKAE ke babetê xebatê ma ya ardê meydan amêyo vindertiş. Babetanê Raporê Kurdan yê 27 Gulane ke bade Darbeyo leşkerî yê 27 Gulane ameyo nuştiş û netîceyê nê raporî de enstîtuya ke amêya meydan, weşananê enstîtuye û hilberkaranê zanayîşî ca girewto. Qismo hîrêyin û peyên de zî, ê xebatî ke wareyanê ziwan, nasname û tarîxî de yê ke na enstîtuye nê wareyan de seba tirkkerdişê Kurdan xebetîyaya ameyê girewtiş.Master Thesis BERAWIRDÎYEK LI SER DESTANA MEMÊ ALAN Û MEM Û ZÎNA EHMEDÊ XANÎ JI ALÎYÊ BINYAD Û HONAKÊ VE(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2019) Korkmaz, VolkanDi vê xebatê de du berhem tên berawirdkirin. Yek mesnewîya Mem û Zînê ye, ya din destana Memê Alan e. Mesnewîya Mem û Zînê; ji alîyê Ehmedê Xanî ve, di sala 1695an de, li gor usûl û qayîdeyên edebîyata klasîk hatiye nivîsandin. Destana Memê Alan berhemeke folklorîk a kevnar e ku bi zarekî (devkî) belav bûye. Ev destan, xwedîyê gelek varyantan e û îro jî di nav sahaya folklora kurdî de hebûna xwe didomîne. Hatiye dîtin ku îskeleta vê destanê di varyantên li ber destê me de kêm zêde wek hev e. Di vê xebatê de ji bo berawirdkirinê, varyanteke vê destanê ya ku di sala 1942yan de ji hêla Roger Lescot ve hatiye berhevkirin, wek hîm tê girtin. Di xebata me de ev her du berhem; ji hêla kok, sêwirandin, vegotin, dem, mekan, leheng, bûyer, ziman, form û paşxaneyê ve tên berawirdkirin û beş bi beş manendî û cudatîyên van berheman tên analîzkirin. Di berawirdîyê de carcaran varyantên din jî li ber çavan tên girtin. Di vê xebatê de armanca me ew e ku em têkilîya navbera destana Memê Alan a folklorîk û mesnewîya Mem û Zînê ya Ehmedê Xanî destnîşan bikin ku ev têkilî di çi astê de ye. Bi qasî ku hatiye çespandin, li dawîya vê xebatê tê dîtin ku gelek alîyên hevpar û cuda yên van her du berheman hene.Master Thesis Berawirdkirina sê Berhemên Rastnivîsîna Kurmancî (Bingehên Rastnivîsîna Kurdiyê ya Arif Zêrevan -Rêbera Rastnivîsînê ya Mistefa Aydogan- Rêbera Rastnivîsînê ya Komxebata Kurmanciyê)(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2019) Özmen, Abdulsıttar; Öztürk, MustafaBu çalışmayla amaçlanan Kürtçenin Kurmanci lehçesinin yazımını konu edinen üç eserin karşılaştırılmasıdır. Yazım, dilin standartlaşmasında önemli bir yer tutuyor. Kurmanci lehçesinde bu konuda büyük bir karışıklık vardır ki yazıyla ilgili kişiler için sorun yaratmaktadır. Elbette bu konu hakkında birçok çalışma vardır ancak bu çalışmada Arif Zêrevan'ın "Bingehên Rastnîvîsandina Kurdiyê/kirmancî (Kürtçe Kurmanci Lehçesinin Yazım Temelleri), Mistefa Aydogan'ın "Rêbera Rastnivîsînê (İmla Klavuzu) ile yine bir komisyon tarafından hazırlanan ve aynı ismi taşıyan Mezopotamya Vakfı (Weqfa Mezopotamyayê) çalışması konu edinmektedir. Çalışmada eserlerin karşılaştırılması dışında, dil ve dilin önemi, yazım dili, standart dil vb yer almaktadır.Master Thesis BERAWIRDKIRINA ŞEREFNAMEYA ŞEREFXANÊ BEDLÎSÎ Û ŞEREFNAMEYA MENZÛM A CEGERXWÎN(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2019) Coşkun, ŞükranŞerefxanê Bedlîsî ji bo dîroka Kurdan winda nebe û bigihîje neslên pêşî di sedsala XVI. de kitêba xwe ya Şerefnameyê nivîsiye ku cara yekem dîroka Kurdan ji aliyê Kurdekî ve bi berfirehî hatiye nivîsîn. Serdema tê de jiyaye bûye şahidê peywendiya Sefewî û Osmaniyan. Ji aliyê din ve Cegerxwîn helbestvanê sedsala XX. e û di dîrok û edebiyata Kurdan de helbestvanê herî bi nav û deng e. Di berhemên wî yên curbicur de dîroka Kurdan rengvedaye. Cegerxwîn, di serdema tê de jiyaye bûye şahidê her du şerên cihanê û gelek bûyerên siyasî û civakî yên din. Berhema xwe ya Şerefnameya Menzûm li ser bingeha Şerefnameyê bi çil û pênc menzûmeyên nivîsandiye. Di vê xebatê de Şerefname û Şerefnameya Menzûm hatine berawirdkirin û hêmanên naveroka wan bi awayekî înterdîsîplîner hatine analîzkirin. Her du berhem jî di bin bandora rewşa siyasî û civakî ya sedsala tê de hatine nivîsandin de hatiye nirxandin û ev yek bûye pirsgirêka xebata me. Xebat ji destpêk û ji sê beşan pêk hatiye. Di beşa yekem de jiyan û berhemên herdu nivîskaran cih girtine. Di beşa duyem de di bin bandora kîjan rewşa siyasî û civakî de hatine nivîsandin hatiye diyarkirin. Di beşa sêyem de herdu behrem ji aliyê ziman, naverok û termînolojiyê ve hatiye tehlîlkirin. Di heşt kategoriyan de termînolojiya berheman hatiye derxistin. Di gelek cihan de peywendiya dîrok û edebiyatê berbiçav bûye ku Cegerxwîn pirî caran xwestiye bi behskirina bûyer û kesayetiyên dîrokî xwe serbilind bike û rihê neteweyî bi vî awayî vejîne. Di van menzûmeyên wî de tê dîtin ku dîrok bi helbestê re bûye yek û peywediyeke xurt di navbera wan de çêbûye. Hebûna vê bingehê destûrê daye ku Şerefnameya Şerefxan û Şerefnameya Menzûm a Cegerxwîn hem ji aliyê jiyan, berhem, fikr û ramanên nivîskarên wan hem jî ji aliyê naverok û teşeyê ve bên berawirdkirin. Bandora Şerefnameyê li ser Şerefnameya Menzûm çi ye, bi çi awayî tê de cih girtiye bi vê xebatê hatiye tespîtkirin.Master Thesis Berawirdkirinek li ser Şivanê Kurmanca û sêbareya Maksîm Gorkî(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2015) Yılmaz, Ferhat; Çeçen, RamazanKarşılaştırmalı edebiyat, 19uncu yüzyılda edebiyat biliminin bir dalı olarak kabul edildi. Bu edebiyat bilimi dalı çalışmalarında karşılaştıma yöntemini kabul etmiştir. Karşılaştırmalı edebiyat, bir edebiyat bilimi dalı olarak iki eser arasındaki benzerlik, etki ve ortak motifler üzerinde durur. Eğer bu eserler farklı dil ve edebiyatlara ait ise daha makbuldur. Bu edebiyat bilimi dalının iddiası, yekta ve katıksız bir ulusal edebiyatın olmadığıdır. Tür, tema, kahraman, tarz, düşünce ve duygu çalışmaları ile ulusal edebiyatlar arasında bir aktarımın olduğunu göstermektedir. Edebiyatlar arası aktarım özellikle çeviri vasıtası ile olmaktadır. Bu yüzden çeviri ve çeviri çalışmaları karşılaştırmalı edebiyat için çok önemlidir. Bir ulusun edebiyatı, çeviri sayesinde başka ulusların edebiyatlarındaki konu ve tarzlara ulaşabilir, kapılarını dünya edebiyatına açabilir. Sovyetler Birliği, 1920-36 yılları arasında tüm ülke genelinde okuryazarlık oranını artırmayı amaçlıyordu. Azınlıkların dillerini öğrenmeleri teşvik ediliyordu, azınlık yazarlarından edebiyatlarına sahip çıkmaları ve onu geliştirmeleri isteniyordu. Bu imkanlardan Kürt halkı da yararlanıyor. Sovyetler Birliği, devlet çalışmaları çerçevesinde, Kürt aydınlarına Kürt aydınlanması çalışmalarında destek veriyordu. Bu aydınlar arasında Erebê Şemo da yer alıyordu. Daha önce siyasi çalışmaları ile ön plana çıkan bu kişi, daha sonra edebiyat alanında da ön sıralarda yerini alıyor. Erebê Şemo 1930lu yıllarda edebi çalışmalarını vermeye başlıyor. Aynı yıllarda Sovyetler Birliğin'de "sosyalist gerçekçilik" anlayışı revaçtaydı ve bu edebi anlayış devlet eli ile desteklenmekteydi. Devlet bu edebi anlayışı desteklemek için 1928 yılında Maksim Gorki'yi ülkeye çağırıyor ve onu örnek bir edebiyatçı ve idol olarak genç yazarlara sunuyor. Bu yıllarda genç yazarlar Gorki'yi örnek alıyor, onun görüşlerini ve edebi çalışmalarını benimsiyordu. Erebê Şemo da kendi döneminin birçok genç yazar gibi Gorki'yi kendine idol görmüştür. Bu tezin temel amacı Şivanê Kurmanca ile Maksim Gorki'nin üçlemesinin içerik ve şekil yönünden karşılaştırılmasıdır. Erebê Şemo'nun ilk romanı, Şivanê Kurmanca, Maksim Gorki'nin üçlemesi gibi otobiyografiktir. Erebê Şemo ve Maksim Gorki halkın içinden gelme iki yazardır ve aynı dönem ve coğrafyada yaşamışlardır. İş ve uğraşları gereği iki yazar da halk ile sağlam bir ilişki içinde olmuşlardır. İki yazarın bu ortak yönleri ve Maksim Gorki'nin Erebê Şemo'ya idol olması bizi bu iki yazarın eserlerini içerik ve şekil yönünden karşılaştırmaya itti. Bu karşılaştırma ile anlaşılmıştır ki iki yazar da eserlerinin içeriğinde yoksul halkın çektiği zorluklara değinmişlerdir. Erebê Şemo romanında bu yoksulluğun sebebini açık bir şekilde baskıcı ve egemen sınıflara bağlamaktadır. Erebê Şemo, romanının anlatımını büyük oranda bu konu üzerine kurmaktadır. O, halka bu durumdan kurtulmak için yollar göstermektedir. Maksim Gorki de romanlarında halkın bu yoksulluğunu anlatmaktadır; ama o, Erebê Şemo gibi bu durumun sebebini açıkça göstermemektedir. Gorki de Şemo gibi bu durumdan kurtuluş yolları aramaya uğraşmaktadır. Bu eserlerin içerik benzerliği yanında, bu karşılaştırma ile görülmüştür ki yazarların edebi tarzları da birbirini çağrıştırmaktadır.Master Thesis Bı nêrîneke femînîst analîza romanên nîvîskarên mêr yên kurd(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2019) Taş, Hacire; Aslan, MustafaEdebi metinler farklı eleştiri yöntemlerinin odak noktası olmuştur. Bu yöntemlerden biri de feminist edebiyat eleştirisidir. Bu çalışmada da dört Kürt erkek romancının (Sebrî Sîlêvanî, Meryema- Helîm Yusif, Sobarto- Bavê Nazê, Dara Pelweşiyayî ve Ferhat Pîrbal, Heft Wêney Rûtî Jinî Cenabî Wezîr ) birer romanı, feminist edebiyat eleştirisi yöntemiyle incelenmiştir. Bu romanlarda kadın karakterler analiz edilerek kadınların ataerkil toplum içerisindeki konumunun, yazar tarafından romanlara nasıl yansıdığı ortaya çıkarılmaya çalışılmıştır. Yazarların, kadın karakterleri kurgularken ataerkil bakış açısından nasıl etkilendiği, toplumsal cinsiyet rollerinin, cinsiyetçiliğin, ne şekilde ortaya çıktığı tespit edilmeye çalışılmıştır. Bu çalışmada yer alan romanlarda, kadın karakterler çoğunlukla fiziki yönleriyle betimlenmiş ve daha çok dişilikleriyle ön plana çıkarılmışlardır. Bu kadınların duygu ve düşünce dünyalarının göz ardı edildiği gözlemlenmiştir. Ancak Sebri Silêvaninin, Meryema karakterini bu tespitin dışında tutuyoruz. Kadın karakterler; ataerkil toplumun toplumsal cinsiyet sınırları içerisinde sınırlandırılmış ve bu kadınların, romanların nesnesi konumunda oldukları görülmüştür. Bu romanlarda ataerkil toplumun kadına bakış açısı, erkek karakterlerin bakış açıları üzerinden de incelenmiş ve erkek egemen zihniyetin yansımaları tespit edilmeye çalışılmıştır. Bu çalışma giriş kısmı, birinci bölüm ve ikinci bölüm olmak üzere üç bölümden oluşmaktadır. Giriş kısmında çalışmanın konusu, amacı, sınırlılıkları ve yöntemi belirlenmiştir. Birinci bölümde feminizm, feminizmin dalgaları, çeşitleri ve feminist edebiyat eleştirisi üzerinde durulmuştur. İkinci bölümde ise erkek romancıların romanları feminist edebiyat eleştirisi açısından incelenmiştir. Bu romanlardaki karakterler ve öne çıkan konular analiz edilmiştir.Master Thesis BI RÊBAZA REXNEYA FEMÎNÎST LÊNERÎNEK LI ROMANÊN JINÊN KURD(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) Doğan, SongülEv tez li ser edebiyata jinên kurd û romanên wan hatiye nivîsandin. Di vê tezê de bi rêbaza rexneya femînîst, pênç romanên nivîskarên jin ên kurmanc ji aliyê karakterên jin ve hatine analîzkirin. Bi van analîzan re mebest ew e ku rewşa jinên kurd, bi rêya romanên jinên kurd re, bi nêrîneke femînîst bê xwendin. Bi vê xebatê re me hewil da ku em nêrînên nivîskarên jin ên di derbarê jinê de dahurînin û rewşa jinên ku di nava pergala baviksalar, di bin pêkûtiyên mêrane û saziyên mêrserwer de hatine bindestkirin derxînin holê. Di romanên nivîskarên jin ên ku daxilî vê xebatê bûne de karakter bi piranî jin in û mijarên van romanan li ser pirsgirêkên jinê, zayenda civakî, baviksalarî, perwerdehî, nasnameya netewî û jinaniyê ye. Ev xebat ji sê beşan pêk tê. Di qismê destpêka xebatê de mijar û girîngiya xebatê, mebest, sînor, rêbaz, pirsgirêk û astengiyên xebatê hatine diyarkirin. Di beşa yekem de li ser dîroka femînîzmê, cure û pêlên wê hate sekinandin. Di dawiya vê beşê de cihê jinên kurd ê di nava femînîzmê de hate nîqaşkirin. Di beşa duyem de, li ser rexneya edebiyata femînîst û bêdengiya rexneya li ser berhemên jinên kurd hate sekinandin. Di beşa sêyem de, karakterên jin ên di pênç romanên nivîskarên jin û babetên ku di van romanan de derketine pêş hatin analîzkirin. Di encama vê xebatê de hate dîtin ku ligel hin kêmasiyan, edebiyateke jinên kurd heye.Master Thesis BI TARÎXÊ NUSÎYAYENA XO YA TEWR KEHENE ÇEKUYÊ KIRMANCKÎ (ZAZAKÎ) (1798-1903)(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2017) Yıldızhan, VeyselNa xebate, bi tesbîtkerdiş û manakerdişê çekuyanê kirmanckîyan (zazakîyan) yê nuştekîyan yê tewr kehenan amade bîye. Metnê kirmanckî yê nuştekî yê ke ma çekuyî ci ra girewtî, mabênê serranê 1798î û 1903î de nusîyayê yan zî weşanîyayê. Nuştoxanê nê metnan ra di kesî kirmanc (zaza) ê, ê bînî rûs, alman û îngiliz ê. Çekuyê ke nê metnan de yê, yê kirmanckîya nê mintiqayan ê: Çêrmûge û Sêwregi, Licê, Pali û Dara Hênî, Quzelçan/Qozlîçan (Pülümür). Na xebate de derheqê metnanê tewr kehenan yê kirmanckî, nuştoxanê înan û melumatdayoxanê (informantanê) nuştoxan de zî melumat ameyo dayîş. Ma manayê çekuyanê kirmanckîyan bi tirkî nuştî û înan ra ferhengêko tirkî-kirmanckî (zazakî) amade kerd. Ma her çekuya kirmanckî dima, tarîxê nuştena aye, çimeyê aye û bêjê (çeşîdê) aye yo gramatîk nuşt. Çekuyê ke bi sewbîna alfabe nusîyabîy, ma açarnayî alfabeya kirmanckî ser û duştê (vera) înan de, metnê orîjînalî ra kopyaya înan (facsimile) ronaye.Master Thesis BÎBLÎYOGRAFYAYA KIRMANCKÎ (ZAZAKÎ) (1963-2017)(2018) Mutlu CanSeba nesilanê newîyan tesbîtkerdiş û pêşkêşkerdişê koma xebatanê nuştekîyan yê vizêrên û ewroyênan bi çimeyanê înan, sayeyê xebatanê bîblîyografîkan mumkun o. Kirmanckî (zazakî) de yew waro ke ser o xebate nêbîya zî babeta bîblîyografya ya. Çend xebatanê çarçewatengan yê îstîsnayan ra teber bîblîyografyayê ke derheqê kirmanckî yan zî kirmancan de ameyê amadekerdene çin ê. Warê nuştiş, weşanayîş (neşrkerdiş) û arşîvkerdişî de rewşa xirabe ya kirmanckî, ehemîyetê xebata winasî hîna vêşî kerdêne. Çîyo ke ma teşwîqê na xebate kerdî no xusus bî. Bi na xebata xo, ma cehd kerd ke venganeyê (talîya) nê warê kirmanckî pirr bikê. Na xebate, bi tesbîtkerdiş û tesnîfkerdişê sernuşteyanê kitaban û her tewir metnanê kirmanckîyan yê weşananê perîyodîkan amade bîye. Metnê ke nameyê înan na xebate de ca gênê, mabênê serranê 1963-2017î de weşanîyayê. Beşê kitaban de, sînorê serra xebate, hetanî 2018î yo. Ma xebate xo de, ca da kunyaya kitab û metnanê ke bi alfabeya kurdkî û hetê kirmancan ra nusîyayê yan zî vejîyayê. Xebata ma hîrê beşan ser o awan bîya. Beşê yewinî de derheqê bîblîyografya, bejanê aye û bîblîyografyayanê kurdan de melumatî estê. Beşê dîyinî de sernuşte û kunyeyê 332 kitabanê ke goreyê tewirane xo tesnîf bîyê estê. Beşê hîrêyinî de zî sernuşte û kunyeyê 5995 metnanê weşananê perîyodîkan ke goreyê tewiranê xo tesnîf bîyê ca gênê. Hûmara pêroyê kunyayanê bîblîyografîkan 6327 a.Master Thesis Bikaranîna çîrokên Kurdî di perwerdeya zarokan de(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2015) Tarduş, İbrahim; Pertev, RamazanMasallar bireysel ve sosyal ilişkiler içerisinde yaratılan ve bir kuşaktan diğerine aktarılan geleneksel anlatılardır. Masallar çocukların hayallerini süsleyen ve zenginleştiren eserlerdir. Çocuklar masal okuma ya da dinlemeyle çok mutlu olurlar; zaten masalların özelliklerinden biri de masalların eğlendirici olmasıdır. Çocuklar masal dinleyerek hayal dünyalarını renklendirmek ve o andan tad almak isterler. Lakin masallar sadece eğlendiren yönleriyle ulaşmazlar çocuklara, masallar bazı yönleriyle öğreticidir, kendi içerisinde birçok bilgi, nasihat ve toplumsal kod barındırır ve çocuklara ulaştırır. Denilebilir ki masallar eğlendiren gizli öğretmenlerdirler. Tezimizin amacı Kürtçe'nin Kurmancî lehçesine ait halk masalları ile eğitim arasında var olan köprüyü ortaya çıkarmaktır. Bu amaçla çocuk gelişimiyle ilgili iki teoriyi baz alarak tezimizi inşa ettik. Tezimizde Kürtçe'nin Kurmancî lehçesine ait halk masaları bu iki teoriye göre incelenecektir. İlkin masalların nasıl ve ne öğrettiğinin daha iyi bilinebilmesi için masallar Jean Piaget'nin Zihisel Gelişim Teorisine göre incelenecektir. Bu amaçla masalların içerdiği ve çocukların zihninde oluşabilecek muhtemel şemalar ortaya çıkarılmaya çalışılacaktır. Bir diğer teori ise Lawrence Kohlberg'in Ahlaki Gelişim Teorisidir ki tezimiz bu teoriyi baz alarak masal kahramanlarının davranışlarının yapısını, ahlaksal düzey ve seviyelerini tespit etmeyi amaçlamaktadır. Böylece kahramanın başarısı ya da yenilgisi, ödüllendirilmesi ya da cezalandırmasından yola çıkarak kahraman davranışları incelenecektir. Bu şekilde tezimiz Kürt masallarında çocuklara önerilen davranışlar ve kaçınılması gereken davranışları tespit etmeyi amaçlamaktadır.Master Thesis BINYAT Û RASTNIVÎSÎNA LÊKERAN DI BERHEMÊN RÊZIMANÊ YÊN KURMANCÎYA BAKUR DE(2018) Mehmet GemsizRêziman wek hêman û stûneke girîng a zimanê nivîsînê ya zimanekî tê hesibandin û ji ber ku şayesandin û peyitandina rêzikên zimên jî li xwe digire, ew bi rola rêbera zimanekî radibe. Di gel vê yekê, gava bi çavekî hûrbînî li pirtûkên rêzimanên kurmancî tê nihartin, tê dîtin ku ne tenê di warê mijarên taybetmend de, her wisan di biwara hin mijaran de ku ew wek ên sereke tên pejirandin, zimannas û rêzimannas ne li hev in û di navbera wan de nêrînên cuda yên berbiçav xwe tafilê didin der. Mîna mijarên cureyên bêjeyan, cureyên lêkeran û ji aliyê binyatî ve senifana lêkeran. Di vê xebatê de li ser yazdeh rêzimanên zaravayê kurmancî tê rawestandin û bal li ser warên cureyên bêjeyan (beşên axaftinê), lêker, ji aliyê binyatî ve senifana cureyên lêkeran (tevî mînakên lêkeran ku ji bo wan hatine pêşkêşkirin) û rastnivîsîna lêkeran ên di rewşa raderî û navdêrî de tê kêşandin. Ji ber ku ev berhem bi rêbaza rêzimana klasîk hatine amadekirin, bi heman rêbazê tiwêjandin li ser wan tê kirin. Li ser warên ku bûne mijara xebatê, ji nû ve senifanek der barê cureyên lêkeran ên ji aliyê binyatî de tê kirin û bi navê lêkerên veqetînbar jî senifanek li wan tê zêdekirin ku bi awayekî serbixwe di tu rêzimanê de cih ji van re nehatiye veqetandin. Ji bo çareserkirina kêşeyên rastnivîsîna lêkeran ên di rewşa raderî û navdêrî de jî, rêzikên ku li gorî rêzimana kurmancî hatine peyitandin tên pêşkêşkirin.Master Thesis Cengnameyeke Hezretî Elî:"Gezwetu Huneyn"a Mela Yasînê Alıkî (Metn û lêkolîn)(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2022) Bişaroğlu, Seher; Acar, HayrullahMela Yasinê Alikî, 1891 / 1901-1976 yılları arasında Ağrı'nın Patnos ilçesinde yaşamış Kürt bir şairdir. Babasının adı Abdullah, annesinin adı Hayat'tır. Mela Yasin Alıki, Alıkan aşiretinden ve Codıkan kabilesindendir. Alıkan aşireti Cizre bölgesinden Van'nın Erciş ilçesine göç edip oradan da Patnos'a göç eden göçmen bir aşirettir. Mela Yasinê Alikî ve Feqe Reşîdê Alikî akrabadırlar. Mela Yasinê Alikî, Feqe Reşîdê Alikî'nin amcasının torunudur. Mela Yasinê Alikî, Feqe Reşîdê Alikî, Mela Zahirê Memanî, Mela Qasimê Pozreş, Şêx Nesîmê Kufrewî, Şêx Muhemmedê Arvasî ve Mela Ehmedê Kurumzade gibi âlimlerden eğitim almış. Mela Yasin, çeşitli köylerde imamlık ve müderislik yapmış ve bu süre zarfında birçok kişiye eğitim vermiştir. Mela Yasin Aliki, Şeyh İsmail Hezroyi, Muhammed Emin, Mela Muhmemed Yıldırım ve birçok kişiye hocalık yapmıştır. Mela Yasin Aliki Nakşibendi tarikatına bağlı bir alim idi. Gezwetu Huneyn adlı eserinde tarikatına dair izler görmesek de şiirlerinde tarikatı ve şeyhlerini zikretmiştir. Mela Yasin Aliki ve Gezwetu Huneyn adlı eseri henüz tanınmamış ve hiç bir çalışmaya konu olmamıştır. Şimdiye kadar elimizde 5 şiiri geçmiştir. Tez çalışmamız onun cengnamesi üzerine olduğu için şiirleri üzerinde ayrıntılı bir şekilde durmadık. Mela Yasinê Alikî'nin manzum cengnamesi bendlerle yazılmış olup toplam 373 benten meydana gelmiştir. Eser, Hz. Muhammed'in döneminde meydana gelen Huneyn savaşını konu almaktadır. Mela Yasinê Alikî Huneyn Savaşını Kurmanci lehçesiyle bir cengname olarak yazmıştır. Şimdiye kadar bu cengnamenin üç nüshasına ulaştık, ancak bu üç nüshalardan sadece ikisi tamamiyle elimizde. Elimizde olan nüshaları karşılaştırdık ve tashihli metnimizi eldeki iki nushaya göre hazırladık. Cengnameyi muhteva ve şekil yönünden tahlil ettik.Master Thesis Cıhê kovara Hawarê dı dîroka perwerdeya Kurdî da(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2022) Sadak, Murat Bedirhan; Aydın, TahirhanEğitim, toplumun en önemli meşkuliyetlerinden biridir. Eldeki kaynaklara göre, insanlık tarihi boyunca eğitim hep vardı. Öyle öngürülüyor ki gelekcekte dehep var olacaktır. Klasik dönemde toplum ve iktidargerekliliklerine göre eğitim şekillenip bu ihtiyaçlara göre eğitim veriliyordu. Modern çağda ise kısmen da olsa eğitimdeki bu durum değişiyor ve artık bireylerin zihinsel meraklarına göre eğitim verilmiştir.Kürt eğitimi deşüphesiz bu tarihi süreçlerden geçmiştir. Klasik dönemde Kürt medreselerinde verilen eğitim mîrliklerin çıkarları veya toplumun dini endişelerine göre veriliyordu. Fakat 19. yy sonuna gelindiğinde bu klasik anlayış değişiyor ve artık eğitim kişisel vaya çağın gerekliliklerine göre verilmiştir. Bu dönemde Kürt entellektüelleri da diğer milletlerin aydınları gibi harekete geçmişler ve toplumunu biliçlendirip aydınlanma konusunda eğitmeye çalışmışlar. Aynı zamada Kürt aydınları, toplumsal birlik ve bilinçlenme için dernekler kurmuşlar, gazete ve dergiler çıkarmışlar.Bu gazete ve dergiler da toplumsal eğitim çerçevesinde; kürtçenin öğretilmesine yönelik çalışmalar yapılmış. Aynı zamanda bu gazete ve dergilerde kürt medreselerinde verilmiş klasik eserler tanıtılmış, kürt tarihinin eski ve yakın çağlarına yönelik çalışmalar yayınlanmış, edebi ve folklorik hikayeler yayınlanmış.Özellikle 1. Dünya Savaşından sonra Kürtlerin topraklarındayeni ulusal devletler kurulmasıyla artık Kürt dili ve kültürü yok olma tehlikesiyle karşı karşıya kalmıştır. Celadet Ali Bedirhan ve birkaç arkadaşı Kürt dili ve kültürüne yönelik bu tehlikeyi kendi üzerlerinde bir sorumluluk olarak görmüşler ve buna direnme çabalarına girmişler. Bu amaçla Hawar dergisini çıkarmaya başlamışlar. Hawar dergisi, Celadet Ali Bedirhan önderliğinde siyasi konular hariç Kürtlükle alaklı her konuyla ilgileneceğini beyannamesinde belirtmiştir. Hawar dergisinde çok geniş konu yelpazesiyle beraber Kürt/Kürtçeeğitimine yönelik çalışmalara da ağırlık verilmiştir.Hawar'da buna yönelik ilk defa Kürtçe latin alfabesi uygulanmış, Kürtçe dilbilgisi sistematiği konusunda temeller atılmış, çocuk hikayeleri ve pedagojik çalışmalar yayınlanmış. Dergide yayınlanmış bu çalışmalardan da anlaşılıyor ki Hawar'ın yazarları, okul disiplinine benzer şekilde Kürtçe eğitime yönelik çok yönlü ve yararlı çalışmalar içerisinde olmuşlardır.Master Thesis Çîroka Kurmancî ya modern di kovara hawarêde(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2019) Bozan, Emin; Öztürk, MustafaHawar dergisi Kürtçe modern öykü açısından önemli bir yere sahiptir. Kürtçe modern öykü Hawar dergisinde sağlam bir temel oluşturmuş ve sıçrama yaşamıştır. Hawar dergisinde 15 yazar tarafından 50 modern öykü yazılmıştır. Savaş/başkaldırı, vatanın kurtarılması, memleket hasreti, kavga/aşiret töreleri, aşk, fedakarlık, pişmanlık, anı, eğitim, dil sevgisi, yönetici/yönetim, din, öç alma, hurafe/batıl inanışlar, vatanseverlik, umut, kadir bilmek, kahramanlık, sadakat, aç gözlülük, sömürgeleşme, cömertlik, birlik, ihanet gibi temalar hikayelerde kullanılmıştır. Bu temalar üzerinden bu hikayelerin analizi yapılmaya çalışılmıştır.Master Thesis Çîrokên Kurdî li gorî motîf îndeksa Stith Thompson (Bi nimûneyên çîrokên Mîrze Mihemed)(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2016) Demir, Bünyamin; Pertev, RamazanMasalların analizi ve sınıflandırılması için halk bilimi alanında Propp Yöntemi, Aarne'nin Tip Sınıflandırması ve Thompson'un Motif İndeksi gibi birkaç önemli yöntem vardır. Stith Thompson'un yöntemi bunlar arasında en çok öne çıkanlardan biridir. Thompson masallarda motif analizi yaparak motifi, masalın devamlılık kabiliyeti gösteren en küçük unsuru olarak tanımlamiştır. Thompson bu amacını ve yöntemini geliştirmek için The Motîf Îndex Of Folk Literature (Halk Edebiyatı Motif İndeksi) adlı eserinde yaklaşık 45000 motife yer vermiştir. Thompson'un bu yöntemi ile masalların ortak yanları motifler sayesinde ortaya konulabilir. Ayrıca motif çalışmaları masalların daha iyi anlaşılması için de gerekli bir çalışma türüdür. Biz de bu çalışmamızda Kürt masalları arasında önemli bir yeri olduğuna inandığımız Mîrze Mihemed masallarında yer alan motifleri Stith Thompson'un motif indeksine göre belirlemeye çalıştık. Bununla da Kürt masallarının, dünya masalları ile ortak yanlarını ortaya çıkarmayı amaçladık. Kürt masallarının içinden folklorik açıdan çalışılmaya uygun bulduğumuz Mîrze Mihemed masallarını, çalışmamız açısından esas aldık. Sahadan derlenen sekiz adet Mîrze Mihemed masalı üzerinde motif araştırması yaptığımız bu çalışmada, tespit ettiğimiz motifleri Stith Thompson'un motif indeksindeki sıralamasına göre teker teker dizdik. Bunun dışında çalışmamızla ilgili olarak masalların analizi ve sınıflandırılması çalışmalarından da bahsettik. Çalışmamızdan elde ettiğimiz tespitlere göre, Kürt masalları halk edebiyatı motifleri açısından çok zengin masallardır. En çok görülen motifler ise: Sihir, olağanüstülükler, hayvanlar, formel sayılar, sınavlar vs.dir. Bu zenginlik ayrıca Kürt masallarının diğer dünya masalları ile olan ortaklığının da br göstergesidir. Yani Kürt masalları birçok yönden dünya masalları ile benzerlikler taşımaktadırlar ve ortak bir kaynaktan çıkmış olabilirler.