Kürt Dili ve Kültürü ABD - Yüksek Lisans Tez Koleksiyonu
Permanent URI for this collectionhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/2480
Browse
Browsing Kürt Dili ve Kültürü ABD - Yüksek Lisans Tez Koleksiyonu by Issue Date
Now showing 1 - 20 of 173
- Results Per Page
- Sort Options
Master Thesis ‘EQÎDENAMEYEKE MENZÛM: HEDIYYETU’L-ÎXWAN FÎ ‘EQÎDETÎ’L- ÎMAN A ŞÊX QUTBEDDÎNÊ KORIKÎ (Metn û Lêkolîn)(2019) Numan YurtOlgunlaşma sürecinin temel taşları pozisyonunda olan edebi eserler, edebiyatın seviyesini belirlemektedir. Bu bağlamda ortaya konan yapıtların incelenmesi ve edebiyata olan katkısının tespiti, büyük önem arz etmektedir. Bu maksatla Klasik Kürt Edebiyatında edebî bir tür hâline gelmiş olan manzum akidename alanındaki eserlerin ortaya çıkarılması ve edebi değerinin belirlenmesi Kürt edebiyat tarihine faydalı olacaktır. Çalışma bu amaçla, bir manzum akidename türü örneği olan Şeyh Kutbeddin Korikî’nin yazdığı Hazîhî Hediyyetu’l-Îxwan fî ‘Eqîdetî’l-Îman adlı eseri üzerine yapılmıştır. Çalışma, giriş ve dört bölümden oluşmaktadır. Girişte çalışmanın konusu, amacı, yöntemi ve kaynakları açıklanmış; akidename kavramı ve bu türün klasîk edebiyattaki yerinden bahsedilmiştir. Birinci bölüm Şeyh Kutbeddîn Korikî’nin hayatı, eserleri ve edebî şahsiyetinden oluşmuştur. İkinci bölümde eser, dil ve şekil yönünden değerlendirilmiştir. Üçüncü bölümde ayrıntılı bir içerik incelemesi yapılmıştır. Dördüncü bölümde akidenamenin hazırlanış yöntemi ve transkribe edilmiş metni yer almaktadır. Akidename alanında kaleme alınmış el yazması bu eserin değerlendirilmesiyle; Kürt edebiyatının olgunlaşmasına yardımcı olması ve klasik Kürt Edebiyatı tarihinde yer almasını sağlamak, amaçlanmaktadır.Master Thesis WELIYÊN KURD DI NEFAHATU’L-UNSÊ DE(2019) Mehmet Emin CırıkTesewwuf û mijarên têkildarî wê di dirêjahiya dîrokê de bala gelek vekoleran, bi taybet rojhilatnas û vekolerên ku li ser dîn û baweriyên rojhilatê dixebitin, kişandiye ser xwe. Yek ji wan hêlan mijara tesewwufa di nava kurdan de û weliyên kurd e. Hin xebat di vî warî de hatine kirin, lê dîsan jî têr nakin. Ji bo vê yekê mirov dikare serî li klasîkên tesewwufê bide. Gelek klasîkên erebî û farisî li ser tesewwuf û ewliyayan û menqebeyan hene. Yek ji wan klasîkan berhema bi navê Nefahatu‟l-Uns min Hezerati‟l-Quds a Nûreddîn Ebdurehmanê Camî (k. d. 898/1492) ye ku di sedsala 15an de bi zimanê farisî hatiye nivîsansin û tê de qala 618 weliyan û menqebeyên li ser wan hatiye kirin ku 34 jê jin in. Di nava vê berhemê de navên gelek weliyên kurd jî tên dîtin ku xebata me ya sereke li ser wan e. Eger ev berhem û weliyên kurd ên ku navên wan tê de hatine, baş bên vekolîn, bersivên gelek pirsên li ser hêla qalkirî dikarin bên dîtin û heta bigire gelek mijarên têkildarî dîrok, edebiyat, çand û bîr û baweriyên kurdan jî ron bibin. Armanca vê xebatê, diyarkirin û tespîtkirina weliyên kurd û menqebeyên wan di Nefehatu‟l-Uns a Nûreddîn Ebdurahmanê Camî de ye ku dikare di gelek warên cuda de bi kêrî kurdologan bê.Master Thesis DI TRADÎSYONA DENGBÊJIYA KURDÎ DE ŞAKIRO (JIYAN Û BERHEM)(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2014) Öztürk, SerdarÇand, têgeheke wisa berfireh e ku tevayiya bastanî, kevneşopî û baweriyan û di nav xwe de dihewîne, bi kurtî ew tiştên ku mirov di nava civakê de hîn bûye re çand tê gotin. Çandên ku tenê ragihandinê bi ziman pêk tînin, ji nivîsê û matbaayê ne haydar in wekî “çanda devkî ya yekemîn” tê binavkirin. Bi pêşketina teknolojiyê amûrên wekî radyo, televîzyon û amûrên din ên elektronîk, nivîs careke din qelibiye ser zimanê axaftinê, ev yek jî wekî “çanda devkî ya duyemîn” hatiye binavkirin. Çanda kurdan jî bêtir bi awayekî devkî heta roja îro hatiye. Berdevkên vê çandê yên herî berbiçav jî dengbêj in. Dengbêjan bi kilam û çîrokên xwe çanda kurdan ji nivfşên nû re ragihandine. Wana ev yek di çarçoveya hosta û şagirtiyê de pêk anîne. Kêm zêde hemû bûyerên rojane, pirsgirêkên siyasî, şer û evîn bûne mijara kilamên dengbêjan. Dengbêjan bi vî rengî dewlemendiya zimanê kurdî heta roja îro parastine. Lê mixabin bi pêşketina teknolojiyê re civak ji dengbêjan dûr ketiye. Derfetên îcrakirina hunera wan kêm bûye. Bi hilweşîna pergala mîrektiyê û begîtiyê re dengbêj tenê mane û bi pirsgirêkên aborî re rû bi rû mane. Di bin van şert û mercan de hin dengbêjan hunera xwe heta mirina xwe domandine. Yek ji van Dengbêj Şakiro ye. Ev xebat bi mebesta danasîna jiyan û hunera Şakiro hatiye amadekirin Şakiro di dengbêjiya kurdî ya sedsala XXan de xwediyê cihekî girîng e. Bi taybetî yek ji nûnerê dengbêjiya herêma Serhedê tê nasîn. Şakiro di jiyana xwe de hemû keda xwe ji bo dengbêjiyê daye. Bi dehan kaset dagirtine lê belê bi xwe tu caran neketiye studyoyan. Şîrketên muzîkê kasetên ku Şakiro bi amatorî li ber teyibê dagirtine li studyoyan ji nû ve weşandine û belav kirine. Şakiro dengê xwe yê tenor bi hostatî bi kar aniye. Wî bi stila xwe rengekî cuda daye dengbêjiya kurdî. Mirov dikare di kilamên Şakiro de nîqaş, nifir, dua, gazin û şîretan bibîne. Bi taybetî bi kilamên evînê Şakiro bûye berdevkê dildar, xemgî û dilşadan. Ev xebat ji destpêkek û du beşan pêk tê. Di destpêkê de pênaseya çanda devkî hatiye kirin. Di çanda devkî de rola “bîr” ê û bandora wê ya li ser çanda devkî hatiye nîqaşkirin. Vebêjerî û çîrokbêjî ji hin aliyan ve hatiye raçavkirin û danasîn. Di beşa yekem de çanda devkî ya kurdî, dengbêj û saziya dengbêjiyê; di dengbêjiyê de perwerdehî, qadên ku dengbêjî lê hatiyê îcrakirin hatiye nîqaşkirin. Di dengbêjiyê de şêwêyên îcrakirinê û li gor mijaran kilamên dengbêjiyê hatine dabeşkirin. V Di dengbêjiya kurdî de tradîsyona Serhedê bi nav û deng e. Şakiro jî yek ji nûnerên vê trdîsyonê ye. Di vê beşê de hin taybetmendiyên vê tradîsyonê hatine destnîşankirin. Her çiqas hejmara wan kêm be jî dengbêjên jin di nava kevneşopiya dengbêjiyê de cihê xwe girtine lê di warê îcrakirina hunera xwe de bi hin pirsgirêkan ve rû bi rû mane, Ji ber vê yekê di vê beşê de me behsa çend dengbêjên jin ên navdar kir, û pirsgirêkên ku jinên dengbêj pê re rû bi rû mane hatin vekolandin. Gelek muzîkjenên kurd ê roja me di warê afirandina stranan de ji kevneşopiya dengbêjiyê sûd wergirtine, û kilamên dengbêjan bi formên cuda ji nû ve şîrove kirine, lewma jî di muzîka kurdî ya nûjen de bandora dengbêjiyê bi hin mînakan dîsa di vê beşê de hate nîqaşkirin. Di beşa duyem de jiyana Dengbêj Şakiro hatiye vegotin û kilamên wî ji alî mijarên wek nifir, dua, evîn, şer û hwd. ve bi berfirehî hatine nirxandin. Li ser nîqaşa şagirtiya Şakiro ya Dengbêj Reso nêrînên dengbêjan û lêkolîneran hatine ragihandin.Master Thesis Hetê awanî û temayan ra analîzê romananê Deniz Gunduzî(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2022) Bozkurt, Harun; Akman, İlyasBu çalışmamızda Deniz Gündüz'ün romanlarını yapı ve tema yönünden inceleyeceğiz. Bilindiği üzere yazar, romanlarında toplumsal temaları; canlı ve gerçekçi bir üslupla kullanır. Bu romanlarında toplumsal-gerçekçi bir bakış açısıyla olaylara bakar ve eserlerini bu şuurla yaratır. Yine Kürdlerin toplumsal gerçekliklerini temel bir kaynak olarak romanlarındaki olaylarda yer verir. Özellikle Kürd toplumunun başından geçen olayları real tarih çerçevesinde roman teknikleriyle yeniden kurgular. Deniz Gündüz, romanlarındaki bu olayları hem ilahi bakış açısıyla hem de kahraman-anlatıcı bakış açısıyla kurgular. Yazar, ilahi bakış açısıyla romanlarının karakterlerini ve mekânlarını çok iyi bir şekilde yaratır ve yine karakterlerinin içinden geçen hisleri de bir tanrı gibi bilir. Ayrıca olay kurgularını ferdi ve toplumsal temalar üzerine kurar. Özellikle asimilasyon, ana dil, Ermeni olayları, talan, savaş, açlık, ölüm, göçmenlik, işkence, sevgi, aşk, erotizm, öç alma, korku gibi temalara yer verir. Romanlarının kurgusal yapısını da şu roman teknikleriyle de sağlamlaştırmaktadır: diyalog tekniği, sahne tekniği, geriye dönüş tekniği, iç monolog tekniği, iç diyalog tekniği, leitmotif, çağrımsal gönderme, montaj tekniği, özetleme tekniği.Master Thesis Polînkirina Lîstikên Zarokan Yên Herêma Mêrdînê(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Çelik, CennetEv xebat li ser lîstikên gelêrî yên navenda herêma Mêrdinê ye. Mijara me bi vê qadê sînorkirî ye. Heta niha li ser lîstikên herêma Mêrdinê xebat nehatine kirin. Kesên ku me bi wan re hevpêyvîn kirine çavkaniyên me yên sereke ne. Armanca me ew e ku heta ji destê me hat bi awayekî xwezayî lîstikên vê herêmê bê berhevkirin û tomarkirin. Herwiha bi vê helwestê hat xwestin ku ev lîstik jibîrkirinê û ji wendakirinê bên xilaskirin. Di heman demê de ji bo folklora zarokan jî bibe nimûneyeke nivîskî. Me di vê xebatê de bi duwazdeh kesan re hevpeyvîn kir. Ev kesên ku me bi wan re hevdîtin kiriye temen û zayendên wan ji hev cuda ne. Me bi rêya hevdîtinê hijdeh lîstik, bi rêya çavdêriyê jî heşt komlîstik berhev kirin. Teswîr û rezikê lîstikan jî bi zimanekî zanistî û vekirî hat ifadekirin. Ji van lîstikan hinek li derve, hinek li hindir tên lîstin. Hinek ji wan tenê keç, hinek jî tenê kur dilîzin, lê bi gelemperî bi hev re tê lîstin. Di encama vê xebatê de hat dîtin ku bajarê Mêrdînê ji bilî taybetmendiyên xwe yên çandî û curbicuriya gundên xwe, ji aliye lîstikên zarokan ve jî gelekî dewlemend e.Her wiha di xaleke din de hat fêhmkirin ku amûrên dijîtal, tevgerên malbatan,Pêşveçûyinên teknolojîk, bajarbûyîn û dibistanên fermî jî li ser pêvajoya guherînalîstikên zarokan tesîreke mezin pêk tîne.Master Thesis LATÎNÎZEKIRINA DÎWANÇEYA MELA MIHEMÊ TAJDÎN(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2022) Dervişoğlu, AbdulkerimMijara vê projê latînîzekirina helbestên Mela Mihemê Tajdîn e. Armanca xebatê ew e ku helbestên bi tîpên erebî hatiye nivîsandîn, bî tîpên latinî bên wergerandin da ku hemû xwendevan bikarbin bixwînin. Armanca me ya din ji ew e ku em helbestan veguherînî medyaya dijîtal, bi vî awayî biparêzin û nehêlin wenda bibin. Ev xebat du beşan pêk tê. Beşa yekem de jiyana Mela Miheme Tajdîn bi kurtasî hatiye nivîsandin. Di beşa duyemîn de jî helbestan Mela, bi tipên latînî hatiye dayîn. Mijara helbestên mela bi gelemperî mirin, tirsa ji Xwedê, fanibûna dinyayê û veqetîn e. Carinan ji rexne li jiyana mirovan tê kirin. Helbestên xwe bi devoka herema Şirnexê û bi zaravayê kurmanciya îroyîn nivîsandiye.Master Thesis DI PEYDABÛNA EDEBIYATA KURDÎ YA LI CIZÎRA BOTAN DE KARÎGERIYA BAJARVANIYÊ(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2012) Ergün, ZülküfEv xebat ji destpêkek û çar beşan pêk tê û di mînaka Cizîra Botan de di peydabûna edebiyata Kurdî de rola bajarvaniyê vedikole. Peywendiya bajar û edebiyatê ji bajarên pêşî û vir ve dewam dike, lewra ji bajarên sumerî û vir ve hinek diyardeyên bajarvaniyê bûn sedem ku bingeha edebiyata nivîskî li bajaran bê danîn. Niştecîbûn, dewlet, xanedan, dîn, nivîs û şaristanî weku girîngtirîn diyardeyên bajarvaniyê derdikevin pêş. Di serdema îslamî de û bi taybetî di dawiya xelîfetiya Ebbasî de hin xanedanên kurdan derketin holê û di paytextên van xanedanan de bingeheke bihêz a bajarvanî û edebiyatê hat danîn. Lê di pêvajoya avabûna vê bajarvanî û edebiyatê de xanedanên kurdan û bajarên wan ketin ber pêla dagirkeriya tirk û moxolan û heta sedsala çardeh û panzdehan ev rewş neguherî. Piştî vê demê, li hin herêmên Kurdistanê mîrekên kurd derketin holê û paytextên van mîrekan bûn cihê peydabûna edebiyata nivîskî ya kurdî. Mîr Ebdulezîz di destpêka sedsala çardehan de dawî li hukmê moxolan anî û Cizîrê kir paytexta Mîrektiya Azîzan. Bi vî awayî ji sedsala XIVan heta sedsala XIXan bi evraz û nişûv be jî bajar di bin rêvebiriya Mîrektiya Azîzan de ma û bû yek ji wan navendên herî bihêz ên edebiyata kurdî. Lewra bajar ji ber rêvebirî, bingeha aborî, heterojeniya civakî, avadanî û dezgehên xwe yên xwendin û rewşenbîriyê bû navenda dahênana edebî. Li ser vê bingehê, piştî ku xanedaneke kurd li Cizîrê hat ser hukum û nesaqamgîriya siyasî ji holê rabû, di sedsala XVIan de bi riya Melayê Cizîrî li Cizîra Botan edebiyateke bihêz a kurdî serî hilda. Mela di nava hel û mercên libar ên Cizîrê de pêgihîşt û bi saya parastina mîrên Cizîra Botan li Medreseya Sor bû muderis. Ji xwe her du qesîdeyên Melayê Cizîrî yên ku ji bo pesindana Mîrê Cizîra Botan Mîr Şerefê Sêyem hatine nivîsîn û danberheva Mîr Umadîn û Mela vê peywendiya xurt a Mela ya digel seraya Cizîra Botan berçav dikin. Ev jî nîşan dide ku Mela mîna helbestvanên bajarî yên serdema xwe ji sîstema parastinê ya hukumdaran veder nebûye û ev sîstema parastinê ji bo peydabûna edebiyata wî bûye hokareke girîng. Ji bilî pesindana mîrên Cizîra Botan salixdana hin bûyer û kesayetên girîng ên dîroka Cizîra Botan û weku nîşaneya edebiyata bajarî wesifdana evîneke piralî IV jî taybetmendiyên girîng ên edebiyata Melayê Cizîrî ne ku peywendiya wê bi bajarvaniya Cizîra Botan re heye. Cizîra Botan ji ber bingehên xwe yên bajarvaniyê dibe cihê serdana helbestvanan û mijara berhemên edebî. Di vê çarçoveyê de Ehmedê Xanî digel ku ne helbestvanekî Cizîrî ye jî şakara xwe ya edebî Mem û Zînê li ser çîrok û efsaneyên Cizîra Botan nivîsiye û Cizîr kiriye navenda bûyerên berhema xwe. Weku taybetmendiyên berhemên edebiyata bajarî di Mem û Zînê de jî pesnê Mîrê Cizîra Botan û seraya Cizîrê hatiye dayîn û bi vî awayî taybetmendiyên bajarvaniya Cizîra Botan hatine berçavkirin. Feqiyê Teyran jî digel ku ne ji Cizîrê ye demekê li vî bajarî maye û digel Melayê Cizîrî danberheveke helbestî daniye. Di vê çarçoveyê de Melayê Cizîrî ji ber ku damezirînerê xwendingeha edebî ya Cizîra Botan e, îlham daye gelek helbestvanan û li dora wî bizaveke edebî peyda bûye. Ji xwe Remezanê Cizîrî jî yek ji wan şagirtên Melayê Cizîrî bûye ku li ser şopa wî helbest nivîsiye û bûye yek ji helbestvanên hêja yên Cizîra Botan. Bi vî awayî derdikeve ku Cizîra Botan ji ber derfetên xwe yên bajarvaniyê weku bikerên edebî rê li ber pegihîştin û pevgihîştina helbestvanan vekiriye û ji ber van diyardeyên xwe yên bajarî, bûye navendeke girîng a edebiyata kurdî.Master Thesis DÎWANA MELA EHMEDÊ HEYDERÎ (METN Û LÊKOLÎN)(2013) Önder BeyterMela Ehmedê Heyderî, di çaryeka dawîn a sedsala XIXan û nîvê yekemîn ê sedsala XXan de jiyaye. Di van salan de edebiyata klasîk a kurdî êdî hêdî hêdî serencama xwe biriye serî. Di vê qonaxê de Heyderî, bi nûnertiyeke serkeftî ve bûye yek ji xeleka dawîn a edebiyata kurdî ya klasîk. Ev xebata me ya bi navê Dîwana Mela Ehmedê Heyderî; Metn û Lêkolîn, ji destpêkek û çar beşan pêk hatiye. Di beşa yekemîn de em bi dûr û dirêjî li ser jiyana wî û bi kurtî jî li ser berhemên wî yên xeynî dîwanê sekinîne. Di beşa duyemîn de jî em li ser kesayetiya wî ya edebî û taybetiyên zimanê dîwanê sekinîne. Herwiha, di beşa sisêyan de jî dîwan, ji aliyê şiklî ve hatiye veçirîn. Beşa çaran jî, ji metnê bitenkîd ê dîwanê yê ku bi berawirdkirina sê nusxeyan derketiye holê, pêk hatiye. Di tîpguhezandina metnê dîwanê de, şûna tîpên erebî yên ku di elifbêya kurdî de cî nagrin, tîpên transkirîpsiyonê yên navneteweyî hatine bikaranîn. Dîsan, bo cûdahiyên fonetîkî yên di navbera nusxeyan de, ji bo yekîtiya zimên û metnekî têkûz, formekî hevpar hatiye bikaranîn. Dîwana Heyderî ya ku dîwaneke muretteb e, ji her aliyan ve gelek bihêz hatiye vehonandin. Herfên qafiyeya helbestan anegorî rêza elifbêyê hatine danîn. Erûz, bi awayekî serkeftî hatiye tetbîq kirin. Helbestên ku di seranserê dîwanê de cî girtine bi 15 qalibên jihev cûda yên 6 behrên erûzê ve hatine nivîsîn. Digel vê, dîwan ji aliyê cureyên nezmê ve jî dewlemend e û di dîwanê de bi tevahî 10 cureyên nezmê cî girtine. Herwiha, 3 cure qafiye hatine bikaranîn; mucerred, muqeyyed û murdef. Ji redîfên 60 helbestan 40 heb bi kurdî, 15 heb bi erebî û 5 heb jî bi farisî hatine nivîsîn. Di rêstina helbestan de rewanî û zimanekî vekirî hatiye tercih kirin. Di dîwanê de digel bêjeyên erebî û farisî, peyvên tirkî jî gelek hatine bikaranîn. Di bêjeyên farisî yên ku di dîwanê de hatine bikaranîn de, bêtir bêjeyên ku nêzikî kurdî an jî yên ku bi kurdî re hevpar in, hatine tercih kirin. Li seranserê dîwanê temaya ku derketiye pêş, hîcret û bêkesî ye. Hema hema di hemû helbestan de şîkayet ji tenahî û bêkesiyê hatiye kirin. Çekên klasîk ên ku di şerên serdemên berê de hatine bikaranîn, di helbesta klasîk de herwekî nêrîn û awirên tûj ên dilberê hatine qebûl kirin. Anku, şaîran amûrên şer ên mîna tîr, sertîr, rimil, şûr û hwd. şibandine nêrîn, awir û bijangên dilberan. Lê belê, dema ku mirov bala xwe dide Dîwana Heyderî, mirov dibîne ku digel van çekên klasîk, çekên modern jî li van mezmûnan hatiye zêde kirin û bi vê rêyê ve kompozîsyoneke nû hatiye ava kirin. Di nava kesayetên şaîr ên ku li ser Heyderî herî zêde tesîr ava kirine, herdu otorîteyên edebiyata kurdî ya klasîk; Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî ne. Tesîra Mela û Xanî him di Dîwana Heyderî de û him jî di Munacata Heyderî de bi zelalî xwe daye xuyan kirin. Di dîwanê de bo Melayê Cizîrî, rengdêra “Xoceyê Şehrê Cizîrê” hatiye bikaranîn. Dîsa, di helbesta 37an de navê “Mem û Zîn”ê û di helbesta 107an de jî tenê navê “Mem”î derbas bûne. Di Munacata Heyderî de bo Xanî, “Ehmed Efendiyê Xanî” hatiye bikaranîn. Lê belê, di tu derê dîwanê de qet em rastî navê Feqiyê Teyran nehatine.Master Thesis BI RÊBAZA REXNEYA FEMÎNÎST LÊNERÎNEK LI ROMANÊN JINÊN KURD(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) Doğan, SongülEv tez li ser edebiyata jinên kurd û romanên wan hatiye nivîsandin. Di vê tezê de bi rêbaza rexneya femînîst, pênç romanên nivîskarên jin ên kurmanc ji aliyê karakterên jin ve hatine analîzkirin. Bi van analîzan re mebest ew e ku rewşa jinên kurd, bi rêya romanên jinên kurd re, bi nêrîneke femînîst bê xwendin. Bi vê xebatê re me hewil da ku em nêrînên nivîskarên jin ên di derbarê jinê de dahurînin û rewşa jinên ku di nava pergala baviksalar, di bin pêkûtiyên mêrane û saziyên mêrserwer de hatine bindestkirin derxînin holê. Di romanên nivîskarên jin ên ku daxilî vê xebatê bûne de karakter bi piranî jin in û mijarên van romanan li ser pirsgirêkên jinê, zayenda civakî, baviksalarî, perwerdehî, nasnameya netewî û jinaniyê ye. Ev xebat ji sê beşan pêk tê. Di qismê destpêka xebatê de mijar û girîngiya xebatê, mebest, sînor, rêbaz, pirsgirêk û astengiyên xebatê hatine diyarkirin. Di beşa yekem de li ser dîroka femînîzmê, cure û pêlên wê hate sekinandin. Di dawiya vê beşê de cihê jinên kurd ê di nava femînîzmê de hate nîqaşkirin. Di beşa duyem de, li ser rexneya edebiyata femînîst û bêdengiya rexneya li ser berhemên jinên kurd hate sekinandin. Di beşa sêyem de, karakterên jin ên di pênç romanên nivîskarên jin û babetên ku di van romanan de derketine pêş hatin analîzkirin. Di encama vê xebatê de hate dîtin ku ligel hin kêmasiyan, edebiyateke jinên kurd heye.Master Thesis Şopên realîzma sosyalîst di romanên Kurdî yên Sovyeta berê de (1935- 1991)(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2017) Çoban, Betül; Aslan, MustafaToplumcu gerçekçilik, realîzmîn devamı olarak görülen ve asıl gelişimini Sovyet edebiyatıyla ön plana çıkaran bir görüştür. Toplumcu gerçekçilik, 1934'te Sovyetlerde yapılan Birinci Yazarlar Birliği Kongresi'nde devletin resmî sanat politikası olarak görülmüştür. Sovyet yazarları ister istemez bu kuramın etkisinde eserler vermeye başlamışlardır. Bu teori bünyesinde eser verenler ödüllendirilmiş, reddedenler ise sürgüne gönderilerek cezalandırılmışlardır. Sovyet Sosyalist Cumhuriyetler Birliği'nde yaşayan kürt yazarlar kendi dilleriyle eserler verebimişlerdir. Bu çalışmada Kafkasya ekolü olarak nitelendirilen, Sovyet Kürt romanı incelenecektir. Bu çalışmanın amacı, 1935- 1991 yılları arasında Sovyetlerde Kürtçenin Kurmancî lehçesiyle yazılan romanları toplumcu gerçekçi kuramın ilkeleri doğrultusunda incelemek ve ortak noktalarını belirlemektir. Toplumcu gerçekçiliğin bu eserlerde hangi suretle yer aldığı gösterilecektir. Bu ortak noktaların belirlenmesinde belirtilen aralıkta yazılan romanlar incelenecek, içerik açısından ortak yönler gösterilecek ve toplumcu gerçekçiliğin ilkeleri doğrultusunda etkileri tespit edilecektir. Görülecektir ki, kürt yazarlar da Sovyet rejiminin sunduğu imkanlardan yararlanmış ve eserlerinin büyük bir çoğunluğunu bu kuram çerçevesinde yazmışlardır. Bu da gösteriyor ki, ideoloji, devrimci romantizm, olumlu kahraman, folklor, emek, sömürü , din ve tarisellik ilkeleri bu eserlerde çokça işlenmiştir.Master Thesis Rojen Barnas û temayên sıyasî dı helbestên wî de(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2019) Örmek, Kenan; Ergün, ZülküfÖnemli Kürt şairlerinden biri olan Rojen Barnas modern bir dönemde şiire başlamıştır. Başlangıçta Türkçe şiirler yazan şair, daha sonra siyasî düşüncelerinin olgunlaşmasıyla Kürtçe şiire yönelmiş ve Tîrêj (Işın) dergisiyle birlikte Kürtçe şiirleri yayınlanmıştır. Şiir dışında düz yazıda eser vermiş olsa da daha çok şiiriyle öne çıkmış ve özgün bir şair olarak ses getirmiştir. Li Bandeva Spêde (Şafakta), Heyv li Esmanê Diyarbekirê (Diyarbakır Semalarında Ay), Milkê Evînê (Aşk Yurdu) ve Yelda (Yelda) şiir kitaplarıdır. Rojen Barnas modern Kürt edebiyatında ele aldığı temalar açısından önemli bir yer tutmuştur ve bu temalarla Kürt şiirine sade bir ses ve güzel bir renk katmıştır. Her ne kadar farklı temalar üzerinde durmuşsa da bazı temalarda daha ısrarcı davrandığı görülmüştür. Bizi bu çalışmaya iten sebeplerin başında şairin ele aldığı bu temalar gelmektedir. Bu çalışmayla şairin yoğunlaştığı siyasi temaları gözler önüne sermeye çalıştık. Rojen Barnas'ın hayatında meydana gelen tüm olaylar, ele aldığı temalar üzerinde etkili olduğu için çalışmamızda yaşamını her yönüyle vermeye çalıştık. Bununla, hayatı ve şiiri arasındaki ilişkiyi belirttik ve aynı zamanda şairi bu siyasi temalara yönelten sebepleri ortaya serdik. Bundan dolayı da ikinci bölümde, Barnas'ın şiirlerinde öne çıkan siyasi temaları belirledik ve şiirlerinden örnekler vererek şiirlerinde öne çıkan siyasi temaları tahlil ettik. Bundaki amacımız Barnas'ın Kürt şiiri içindeki konumunu belirlemektir. Neticede; Barnas'ın, şiirlerinde ulusçuluk teması ve ulusçulukla ilgili konular üzerinde daha çok yoğunlaştığını gördük ve politik bir şiir yazdığı sonucuna vardık.Master Thesis XEBATEK BERAWIRDÎ LI SER GUHERTOYÊN DESTANA MEMÊ ALAN ÊN DI NAV ÊZÎDÎYAN DE(2019) Mehmet Emin ÖzçelikBu çalışma ile birlikte içerik üzerinden Memê Alan destanın Êzîdî varyantlarını Roger Lescot varyantı ile mukayese etmeyi ve onlardaki din ve inanç unsurlarını tespit etmeyi hedefledik. Çalışmamızın ileriki aşamalarında da detaylıca bahsedeceğimiz gibi Memê Alan bir destan olarak kürt halkının mirasının bir unsuru ve mensubudur. Bundan önce yapılan çalışmalardan da görüldüğü üzere kürtçenin dört ayrı lehçesinde anlatılan ve yazılan varyantları tespit edilmiştir. Kürt ulusu inanç ve dinler açısından da oldukça renkli bir ulustur. Bu renklerden biri de Êzîdîlîktir. Bu destan halen Êzîdîler arasında yaygın olup derlemelerde birbirinden farklı varyantlar olarak yerini almış. Bu araştırmaya başlamadan önce öyle inanıyorduk ki inanç ve din bir şekilde milli ve anonim eserler üzerinde farklı etki ve sonuçlar oluşturmaktadır. Memê Alan destanı sözlü biçimde yayıldığı için, anlatıcı ve toplumun özgünlük ve gerçeklikleri ile sıvanmış. Özetle bu çalışmanın sonunda görüyoruz ki Êzîdî dengbêjler bu destanı dillendirdikleri zaman kendi inanç ve dinlerinden rengleri de katmışlar.thesis.listelement.badge La Construction Visuelle Des Identités Kurdes(Yayınlanmamış Doktora Tezi, Université Paris3 Sorbonne Nouvelle, 2013) Özdil, Yılmaz…Master Thesis DÎWANA NAMÎ (FEHMÎ BEGÊ PÊÇARÎ): “MEĠMURU‟D- DEWAWÎN” (METN Û LÊKOLÎN)(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2019) Demir, YunusFehmî Beg (1910-1969) li gundê Pêçarê ya bi ser navçeya Liceyê hatiye dinê û diwana xwe ya bi navê Meġmûru‟d-Dewawîn di Adara sala 1956an de qedandiye. Şair ku di helbestên xwe de mexlesa Namî bi kar aniye, di dîwana xwe de hemî rêçikên edebiyata klasîk sepandine. Wî edebiyatên Kurdî, Osmanî, Îranî û Erebî baş şopandine û em dîwanê rastî bondora hin şairên van edebiyatana tên. Asta helbesta Namî di nav edebiyata Kurdî ya klasîk de ji aliyê hunerî û edebî ve xwedî cîgehekî mustesna ye. Di dîwanê de bi teşeyên nezmê ên xezel, qesîde, mesnewî, murebbe„, muxemmes, texmîs, museddes û musemmen helbest hatine nivîsîn, lê bi piranî -ji sê paran du par- cûreyê xezelê hatiye tercîhkirin. Herwiha bi cûreyên edebî ên wek munacat, ne„et, mersiye û medhiyeyê helbest hatine ristin. Dîwana Namî ji aliyê hunerên edebî ve têra xwe dewlemend e, lewra Namî hema bêje hemî hunerên edebî di helbesta xwe de cerinbandine. Ev jî tê wê wateyê ku şair, ji aliyê şeklî û naverokî ve edeba klasîk baş şopandiye û xwendiye. Meġmûru‟d-Dewawîn bi her awayî dîwaneke muretteb e ku herfên qafiyeyê li gor rêza alfatîk hatiye çêkirin. Şair ji bilî îstisnayan bi awayekî tekûz wezna erûzê pêk aniye. Dîwan xwedî zimanekî giran lê ewçend dewlemend e. Ev xebata me ji destpêkek û çar beşan pêk tê. Di beşa destpêkê qala çavkaniyên sereke û rêbaza bo xebatê şopandin hat kirin; di beşa yekê de em li ser jiyana şair û serdema ku şair tê de jiyayî sekinîn; di beşa duduyan de zimanê dîwanê û kesayeta edebî ya şair hat şîrovekirin; di beşa sisêyan de vekolîna dîwanê ya ji aliyê ruxsarî ve hat kirin; di beşa çaran de jî metnê dîwanê yê transkrîbekirî hat dayin.Master Thesis The place of Aesthetic In Sabrei Sulivany- novels.(2014) NERGİZ MOHAMMED GHAFFARBu araştırmanın başlığı "Kürt yazar Sabrei Sullivany Romanlarında Yeri Estetik" dir. Bu konu özellikle Kürt edebiyat önemli bir role sahiptir; Bu nedenle modern akademik ve eleştiri araştırma için bir araç haline gelmiştir. Bu çalışmada, araştırmacı anlatıcı anlatı sanatı ve nasıl bu eleman romanlarında yazar tarafından kullanılan temel bir unsur olarak yer elemanı ile ilgilenen bir şekilde araştırmak için çalıştı. Araştırma bir giriş ve sonuca ek olarak üç bölümden oluşmaktadır. bilim, felsefe ve sanat arasındaki estetik Birinci bölümde. bölüm kavramını bilim ve felsefe, sanat ve doğa ve güzellik estetik ve anlatı sanatı olarak estetik arasındaki estetik, estetik tanımını araştırmak vardır. İkinci bölümde üç bölümden oluşmaktadır. , Deyimsel felsefi ve estetik perspektiften dilbilim, gelen yerlerin türleri kavramı ve tanımı ile birinci bölümü ilgilenir. doğa ve sanat açısından yerlerde türlerine farklı bilim adamları ve eleştirmenlerin görüşleri İkinci bölümde, ise romanın içinde yer kavramı, Kürt ve uluslararası edebiyat eleştirisi içinde yer kavramı ile Bu bölümün üçüncü bölümü ve Kürt ve uluslararası anlatı eleştiri yerinde kavramı. pratik bir şekilde Sabrei Sullivany romanlarında yer son bölüm ilgilenir. gerçek bir yer ve edebi bir yerde: Burası iki farklı türde ayrıldı. Gerçek bir yer, doğal ve yapay yerlere bölündü. Son olarak, araştırmanın ana sonuçları araştırma sonunda söz edilmiştir.Master Thesis TÎPOLOJIYA LEHENGÊ KURD LI ÇARÇOVEYA NÊRÎNÊN JOSEPH CAMPBELL -Bi Mînakên Rustemê Zal Û Memê Alan-(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) Çeliktaş, SamiDi vê xebatê de, li ser bingeha nêrînên Joseph Campbell ên derbarê leheng du lehengên nav vegotinên kurdî –Rustemê Zal û Memê Alan– hatine analîzkirin. Teoriya Campbell a bi navê monomît û formulasyona wî ya bi navê rêwîtiya leheng li gel hevdeh qonaxên wê hatine ravekirin û bi her du mînakên navborî ve hatine sepandin. Ji bilî teoriya monomîtê, ku bingeha vê xebatê ye, teoriya Otto Rank a ku wek mîta jidayîkbûna leheng tê zanîn, û teoriya lehengê kevneşopiyê ya Lord Raglan jî bi gelemperî hatine danasîn. Her wiha leheng wek arketîp hatiye nirxandin û arketîpên sereke ên têkildarî serpêhatiya leheng hatine şîrovekirin. Babeta ku leheng bi têkiliya li gel têgeha arketîp dinirxîne bi referansên C. G. Jung û Joseph Campbell di vê xebatê de cih digire. Ev xebat ji berawirdkirina nêzikbûnên teorîk bêtir, pêşekiyê dide pênasekirina wan û bi rêya avakirina peywendeke navbera teorî û mînakên xwemalî tîpolojiya lehengê kurd rayêdixîne pêş çavan.Master Thesis DI DEWRA OSMANIYAN DE WEŞANGERIYA KITÊBÊN KURDÎ (1844-1923)(2014) Mesut ArslanMijara vê tezê dîroka weşangeriya kitêbên kurdî yên di nav Dewleta Osmanî de çap bûne ye. Çêkirina lîsteyeke kitêbên wê demê çapbûyî, ravekirina naverok û konteksa wan a dîrokî jî armanca wê ye. Bi vê mebestê ji kitêbxaneyên fermî û şexsî kitêb hatine berhevkirin, naverok û konteksa wan a dîrokî hatine analîzkirin. Tez, ji destpêk, sê beş û encamê pêk tê. Di destpêkê de armanc û çarçoveya tezê tê ravekirin; çavkanî têne nirxandin û li ser rêbaza tezê çend agahî têne dayîn. Di beşa ewil de kurtedîroka nivîs, kitêb û çapxaneyê tê ravekirin. Hatina çapxaneyê ya nav Dewleta Osmanî, li Kurdistanê ‘emilandina wê û kurtedîroka kurdiya nivîskî jî mijarên vê beşê ne. Di beşa duyem de rewşa kurdan a di nav Dewleta Osmanî de tê nîqaşkirin. Ji ber maweya mijara tezê di vê beşê de zêdetir bûyer, komele û tevgerên sedsalên nozdehemîn û bîstemîn têne lêkolînkirin. Herwiha di dawiya beşê de hewl tê dayîn ku nêrînên du kesayetên (Ehmedê Xanî û Hacî Qadirî Koyî) ku li ser fikra netewî ya kurd bandora wan pir mezin e bê ravekirin. Bi van lêkolîn û ravekirinan, pêşketina nasnameya kurdî ya di dewra dawî ya Dewleta Osmanî de jî tê nîşandan. Lewre bingeha weşangeriya kitêbên kurdî jî ev pêşketin e. Di beşa sêyem de kitêbên kurdî yên ku di dewra Osmaniyan de hatine çapkirin têne tesnîfkirin û yek bi yek têne nasandin. Kitêbên kurdî yên bi herfên ‘erebî, yên ku mîsyoneran weşandine (bi piranî tîpên ermenî ne) û du weşangerên kurdî yên wê demê (Kurdîzade Ehmed Ramîz û Mihemed Şefîq Arwasî) mijarên vê beşê ne. Di tesnîfkirin û nasandina kitêbên wê demê de bûyer, komele û tevgerên ku di beşa duyem de hatibûne ravekirin jî têne ‘emilandin; bi vî awayî tez hewl dide ku têkiliya weşangeriya kitêbên kurdî û tevgera netewperwerên kurdan a di nav Osmaniyan de nîşan bide.Master Thesis DI HELBESTA CEGERXWÎN DE RENGVEDANÊN TÊKILIYÊN ÎQTÎDARÎ(2013) Mikail BülbülDi vê tezê de “têkiliyên îqtîdarî” yên di helbestên Cegerxwîn de ku weke yek ji helbestvanên herî mezin ê edebiyata kurdî yê sedsala bîstan tê zanîn, hatine şîrovekirin. Cegerxwîn ji ber xisûsiyetên dewra ku tê de jiyaye bûye şahidê gelek bûyerên civakî, exlaqî, aborî, siyasî ku Şerê Cihanê yê Yekemîn, Şoreşa Oktobirê ya li Rûsyayê, serhildana Şêx Seîd, dagirkirina Frensayê ya Sûrî, Şerê Cihanê yê Duyemîn, avabûn û hilweşîna Komara Kurdistanê li Îranê, Şoreşa 58an li Iraqê ji bûyerên girîng in ku bi awayekî xurt tesîr li feraset û paşxaneya nivîsîna helbesta wî kirine û sînorên teorîk yê helbesta wî diyar kirine. Ji van bûyerên jor, hemûyan çi rasterast çi nerasterast tesîr li kurdan kirine û şikestin û serûbinbûnên civakî yên mezin pêk anîne. Ji ber ku Cegerxwîn jî ev şikestinên mezin di xwe de jiyane û helbesta wî ji vê atmosferê zaye; şer, bê statubûna kurdan, bêrîkirina dewrên biaram, xwestina netewe- dewletê hwd. mohra xwe li helbesta wî xistine û bi awayekî xurt hêma, fikr û têgehên têkildarî “îqtîdarê” tê de peyda bûne ku di vê xebatê de ev hemû di çerçoweya “têkiliyên îqtîdarî” de hatine ravekirin. Gotina “têkiliyên îqtîdarî”, di tezê de ne hew di wateyekê de ku dikare bi têkiliyên “dewlet”, “rêvebirî” û hwd. bê referekirin, lê di wateyeke berfirehtir de hatiye bikaranîn ku hem hemû rengvedanên îqtîdarên makro yên mîna dewletê hem jî di wateya hemû têkiliyên ku rengvedana têkiliyên dora navend û jêderkên îqtîdarê pêk tên, hatiye bikaranîn. Lewre di vê tezê de hatiye dîtin ku rewş, têkiliyên ku têkildarî îqtîdarê ne, rengvedana xwe daye gelek helbestan. Di tezê de, di çerçoweya edebiyata neteweyî û îqtîdar, reddiyeya îqtîdarê, mîmarî û îqtîdar, dînitî û îqtîdar, zanîn û îqtîdar û raweya fermanî û îqtîdar de, şopên van têkiliyên îqtîdarî hatine tespîtkirin û ev weke rengvedana têkiliyên îqtîdarî hatine ravekerin û bi tehlîlên psîko-sosyolojîk û bi perspektîfek projeksiyonî ku perpektîfeke xwîner-navendî ye, şîrove hatine kirin.Master Thesis Ji bo zarokan di fêrkirina Kurdî de rola mamikan: Vekolîn - senifandin(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2014) Subaşı, Kenan; Pertev, RamazanBu tezde çocuklara dil öğretiminde bilmecelerin rolü incelenmiş ve yaklaşık 2500 Kürtçe bilmece içerik açısından sınıflandırılmıştır. Bundaki amaç Kürtçe bilmecelerin dil açısından zenginliğinin araştırılması ve çocuklara dil öğretiminde bu bilmecelerin nasıl kullanılacağının gösterilmesidir. Bu amaç doğrultusunda bilmeceler üstünde dil analizi gerçekleştirilmiştir. Kürtçe bilmecelerin öğretimine uygun pedagojik yöntemler sıralanmış ve bu yöntemler bilmecelere uygulanmıştır. Tez giriş, üç ana bölüm ve sonuçtan meydana gelmektedir. Giriş bölümünde tezin amacı ve çerçevesi açıklandıktan sonra tezde kullanılan yöntemler anlatılmış ve kullanılan ana kaynaklar tanıtılmıştır. Birinci bölümde çocuk, dil, öğretim ve bilmece hakkında teorik bilgiler yer almaktadır. Çocuğun dil gelişimi üzerinde ayrıntılı bir şekilde durulmuştur. Dil öğretimi yöntemleri Kürtçe bilmeceler çerçevesinde açıklanarak bu yöntemlere uygun Kürtçe bilmecelerden örnekler verilmiştir. Ayrıca bilmecenin tanımları, içerik ve şekil açısından bilmecelerin yapısı ve bilmecenin dil ve çocuk ile olan ilişkisi de bu bölümde yer almıştır. İkinci bölümde Kürtçe bilmeceler içerik açısından sınıflandırılmıştır. Bu sınıflandırma 19 başlık ve 16 alt başlık olmak üzere toplam 35 ayrı başlıktan meydana gelmektedir. Her başlığın altında sınıflandırılan bilmecelerin çocuklara ne tür bilgiler katacağı ve dil açısından onları ne şekilde geliştireceği kısaca açıklanmıştır. Ayrıca bu bölümde istifade edilen kaynakların kullanma yöntemi de kısaca açıklanmıştır. Üçüncü bölümde sınıflandırılan bilmeceler dil özellikleri açısından analiz edilmiştir. Burada Kürtçe bilmeceler kelime ve kavram kapasitesi bakımından, bilmece dilinin taşıdığı ağız özellikleri bakımından, gramer açısından ve günlük konuşmada kullanılan terimlerin tanımlanması bakımından tetkik edilmiştir. Ayrıca elektronik ortamda tarama yapılarak sınıflandırılan tüm Kürtçe bilmeceler içerisinden renk adları, fiil kullanımları ve varlıkların tanımlanmasında kullanılan terimler olarak üç ayrı tablo hazırlanmıştır.Master Thesis JI HÊLA NAVEROKÊ VE DAHÛRÎNA ÇÎROKÊN MELA MEHMÛDÊ BAZÎDÎ(ARTUKLU ÜNİVERSİTESİ, YAŞAYAN DİLLER ENSTİTÜSÜ, 2013) Bilge,EvinMela Mehmûdê Bazîdî (1799-1860) değerli bir Kürt aydınıdır. Kürt edebiyat tarihinde önemli bir yere sahiptir. Yaşadığı dönemde hem Kürt folkloruna hem de Kürt edebiyatına önemli katkıları olmuştur. Eserleri yabancı dile çevrilen ilk Kürt yazardır. A. Jaba, 1856-1869 yılları arasında Erzurumda Rus konsolosu olarak çalıştığı dönemde Mela Mehmûdê Bazîdî ile tanışmıştır. Bu tanışma sonucunda hem Mela Mehmûdê Bazîdî‟nin yaşamı hem de Kürt edebiyat tarihi yeni bir döneme girmiştir Zira Jaba‟nın teşviki ile Mela Mehmûdê Bazîdî Kürtçe el yazma eserleri toplamış ve Jaba‟ya vermiştir. Jaba‟nın Mela Mehmûdê Bazîdî‟nin el yazması eserlerini Petersburg‟da arşivlemesi sayesinde eserler günümüze kadar korunabilmiştir. A.Jaba, “Kitaba Tewarîxê Cedîdê Kurdistan”, “Adet û Rusumatnameyê Tewayîfê Ekradiye”, “Cami‟eyê Risaleyan û Hikayetan”, Mîr Şeref Xanê Bedlîsî‟nin “Şerefname” adlı eserinin bir bölümünün çevirisi, Kürtçe-Fransızca- Rusça sözlük, Kürtçe-Fransızca sözlük, Elî Teremaxî‟nin “Rêzimanê Erebî bi Zimanê Kurdî” adlı kitabı ile Mem û Zîn adlı öyküsü ve adını saymadığımız diğer eselerinin Fransızca çevirisini yapıp önsözüyle beraber Petersburg Bilimler Akademisine göndermiştir. Mela Mehmûdê Bazîdî‟nin eserleri antropolojik, sosyolojik, kültürel, edebi, sanatsal ve tarihi değer bakımından oldukça önem arz etmektedir. İlk modern öykülerin tasniflenmesi aşaması problemli bir konudur. Bu çeşit öyküler genelde halk edebiyatının geleneğini yansıtmasıyla beraber yeni ve modern unsurlar da içermektedirler. Bu problem yani ilk öykülerin modern unsurlar ile beraber halk öyküsünün özelliklerini yansıtması bütün Orta Doğu edebiyatlarında görülmektedir. Başka bir deyişle modern doğu edebiyatının erken evrelerinde de aynı üslup görülür. Eleştirmenler öykülerin bu özellikleri nedeniyle onları her iki kategorinin içine de koyabilirler. Mela Mehmûdê Bazîdî‟nin öyküleri de bu tarzdadır. Bu eserler halk öyküsü tarzından modern öyküye geçişte ilk basamaktır. Bu yüzden de her iki tarzın unsurlarını da görebiliriz. Mela Mehmûdê Bazîdî, halk edebiyatının adet ve özellikleri ile batı edebiyatını sentezleyerek modern Kürt öykücülüğünün öncülüğünü yapmıştır. vii Mela Mehmûdê Bazîdî‟nin öykülerinin tematik analizi adlı tezimizde, öyküler sosyal ve kişisel konular başlıkları altında analiz edildi. Bu başlıkların alt maddeleri şunlardır: Aile ilişkileri, aşk, evlilik, çapkınlık, ekonomik, toplumsal ve siyasal olaylar, devlet idaresi, savaş, eğitim ve öğretim, cahillik, edebiyat, dini yaşam, açgözlülük, yalancılık, kıskançlık, sahtekarlık …
