TR-Dizin İndeksli Yayınlar Koleksiyonu
Permanent URI for this collectionhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/1836
Browse
Browsing TR-Dizin İndeksli Yayınlar Koleksiyonu by Language "ku"
Now showing 1 - 16 of 16
- Results Per Page
- Sort Options
Article ‘AKIFÊ WANÎ & ‘AŞIQ OSMAN SIPKÎ Û MEM Û ZÎNÊN WAN ÊN BI TIRKÎ DI KOLEKSÎYONA A. JABA DE(e-Şarkıyat İlmi Araştırmalar Dergisi, 2018) Adak, AbdurrahmanDi koleksiyona A. Jaba de li ser bingeha Mem û Zîna Xanî du Mem û Zînên bi tirkî ku ji aliyê du nivîskarên cuda ve hatine nivîsîn hene. Ew jî berhemên Akifê Wanî (Kurd 39) û Aşiq Osman Sipkî (Kurd 38) ne. Her du muellifan jiyana xwe di sedsala XIXem de bûrandine. Wanî, xelkê Wanê ye û burokratekî girîng ê serdema xwe ye. Sipkî jî ji eşîra Sipkan e û ji gundekî nêzî Erzirûmê ye. Wanî, berhema xwe di 1856an de nivîsiye, lêbelê nekariye xilas bike. Nusxeya Jaba tekane nusxeya vê berhemê ye. Heçî Sipkî ye, wî jî berhema xwe di 1273 (1856- 1857)an de nivîsiye. Du nusxeyên vê berhemê hene: Nusxeya Tehranê û ya Jaba. Ji ber ku di nusxeya Tehranê de tarîxa nivîsîna berhemê û tarîxa istinsaxa wê yek e, bi ihtîmaleke mezin ev nusxe ya muellif e. Daneyên berdest nîşan didin ku nusxeya Jaba di sala 1283 (1866-1867)an de li ber nusxeya muellif hatiye istinsaxkirin. Her du nusxeyên koleksiyona A. Jaba dema muellifên wan hatine Erzirûmê li ser daxwaza Jaba hatine istinsaxkirin. Wisa xuya ye ku istinsax bi lez û bez hatiye kirin. Lewra di nusxeyan de huner û teknîkên berhemên destnivîs li ber çavan nehatine girtin. Taybetiyeke her du nusxeyan ew e ku şûna Mem û Zînê bi navê “Riyazê Eşq”ê (bi xwendineke şaş Reyahînê Eşq) hatine binavkirin. Her çi be veguhestina van nusxeyan bi rêya koleksiyona A. Jaba bo roja me gelekî girîng e. Di gotarê de em ê bîyografîya Wanî û Sipkî di çarçoveya zanyariyên nû de ron bikin, li ser her du destnivîsan analîzeke kodîkolojîk bikin û di hin xalên binîqaş de hizrên xwe îfade bikin.Article ANALÎZEKE KODÎKOLOJÎK LI SER LEYLA Û MECNÛNÊN SEWADÎ, BAZÎDÎ Û FUZÛLÎ DI KOLEKSÎYONA A. JABA YA DESTNIVÎSÊN KURDÎ DE(e-Şarkıyat İlmi Araştırmalar Dergisi, 2018) Adak, AbdurrahmanDi koleksîyona A. Jaba ya destnivîsên kurdî de sê nusxeyên Leyla û Mecnûnê hene ku her yek ji wan ya nivîskarekî cuda ye. Di jimareya Kurd 30ê de Leyla û Mecnûna Sewadî (bi kurdî), di ya Kurd 31ê de Leyla û Mecnûna Mela Mehmûdê Bazîdî (bi kurdî) û di ya Kurd 14ê de jî Leyla û Mecnûna Fuzûlî (bi tirkî) cih digirin. Her sê nusxe jî li gor temamî, fêmbarî û dêrîniyê ve ku pîvanên kodîkolojiyê ne nusxeyên binirx in. Di her sêyan de jî qeydên istinsaxê hene. Di qeyda istinsaxê ya nusxeya Fuzûlî de navê mustensix cih digire, lêbelê di her duyên dî de cih nagire. Digel vê jî doneyên di dest de nîşan didin ku nusxeya Bazîdî ji aliyê Bazîdî bi xwe ve hatiye istinsaxkirin. Salên istinsaxê yên nusxeyên Fuzûlî û Bazîdî hatine qeydkirin, lêbelê ya Sewadî nehatiye qeydkirin. Ya Fuzûlî di sala 1218 (1803/1804), ya Bazîdî jî di sala 1274 (1858-59)an de hatiye istinsaxkirin. Doneyên ber destan navbera tarîxî ya istinsaxa nusxeya Sewadî wek 1759 ve 1857 nîşan didin. Ji ber ku li ser zehriyeya nusxeya Bazîdî eslê nusxeyê wek Leyla û Mecnûna tirkî hatiye nîşandan, mijara eslê vê nusxeyê hatiye rojevê. Li gor A. Jaba eslê vê Leyla û Mecnunê, Leyla û Mecnûna tirkî ye û li gor Rudenko ya Kurdî ye. Berawirdiya ku di navbera metnan de ji aliyê me ve hatin kirin derxist meydanê ku nêrîna Rudenko dirust e.Article Destnivîsên Helbesta Kurdî ya Gelêrî Yên di Koleksiyona Aleksandre Jaba de û Nusxeya “Kilamê Kîçan” ya bi Hejmara Kurd 49ê(International Journal of Kurdish Studies, 2018) Öztürk, MustafaKoleksiyona Aleksandre Jaba ya Destnivîsên Kurdî, ku bi tevahî 54 dosye û 69 berhemên ji hev cuda dihewîne, di warên ziman, edebiyat, çand, dîrok û folklara Kurdan de xwediyê cihekî bêhempa ye. Ji nava berhemên koleksiyonê birreke berbiçav jî, destnivîsên helbesta Kurdî ya gelêrî ne. Di koleksiyona navborî de şeş destnivîsên helbesta Kurdî ya gelêrî hene ku her şeş jî cureyên newayî ne, ango stran in. Ji van destnivîsan Kurd 1, 2, 3, 4 û 49 her çiqas hin cihêwaziyan dihewînin jî, bi gelemperî pênc nusxeyên heman berhem an destnivîsê ne. Ji van destnivîsan tenê Kurd 5 ya bi navê “Lawijek” berhemeke cihê ye. Di naveroka van berhemên gelêrî de, derbarê ziman, edebiyat, çand û jiyana nîvê duyem ê sadsala 19em a Kurdan de agahiyên gelekî girîng tên bidestxistin. Ji van berheman, ku dikarin weke belgeyên jiyana wê demê bên pejirandin, taybetiyên çand û kevneşopiya zargotina Kurdan jî aşkere dibin. Di vê xebatê de latînîzekirina teksta destnîvîsa Kurd 49ê weke nimûne hatiye dayîn, da ku xalên li jorê hatin behskirin bi şênberî bên nîşandan.Article Fonksiyonên Hevbeş û Zincîreya Rûdanê di Vegêrana Edebiyata Kurdî ya Sovyetê de(e-Şarkiyat İlmi Araştırmalar Dergisi/Journal of Oriental Scientific Research (JOSR), 2018) Ergün, ZülküfEv gotar di mînaka şeş deqên edebî de ku xeta giştî ya vegêrana edebiyata kurdî ya Sovyetê temsîl dikin, hewl dide fonksiyonên hevbeş û zincîreya rûdanê ya vê edebiyatê destnîşan bike. Edebiyata kurdî ya Sovyetê ji ber hin sedemên diyarkirî xwe dispêre fonksiyon û zincîreya rûdanê yên hevbeş. Zincîreya rûdanê ya van berheman ji deh fonksiyon û elementên vegêranê yên mîna zordariya axa û began, zordestiya Roma Reş, rev, xêrxwazî û dostaniya ermeniyan, qenciya rûsan, rizgarkeriya Şoreşa Bolşevîk, astengiya adetên xirab ên berê û dijayetiya wan, bicihkirina bernameya damezirandinê ya sosyalîst, beşdariya Şerê Weteniyê û folklorheziyê pêk tê. Rêzbendî û jimareya van fonksiyonan di vegêrana vê edebiyatê de sê kategoriyên vegêranî derdixe holê. Di kategoriya yekem de rûdan berî Şoreşa Bolşevîk dest pê dikin û rûdanên piştî Şoreşê jî vedigirin. Di vê kategoriyê de kêm zêde hemû fonksiyonên navborî di vegêranê de cih digirin û mebesta wan a sereke berawirdkirina serdema berî Şoreşê û piştî Şoreşê ye. Berhemên vê kategoriyê ji ber ku demeke dirêj vedigirin panaromîk in û di her qonaxekê de rûdan û karekterên nû li berheman tên zêdekirin. Ji ber vê, di van berheman de belawelabûna zûrbûnê, nebûna rûdaneke navendî û qelsiya karekterên sereke wek kêşeyên hunerî derdikevin holê. Di kategoriya duyem de rûdan dîsa berî Şoreşê dest pê dikin bi serketina Şoreşê bi dawî tên. Di vê kategoriyê de vegêran li ser zordestiya serdema feodal û zemînesaziya Şoreşa Bolşevîk zûr dibe. Di kategoriya sêyem de jî berhemên edebî tenê rûdanên piştî Şoreşê vedigirin û zûrbûn li ser bernameya damezirandinê û avakirina nasnameya Sovyetê ye. Di van cure berheman de kêşeya sereke ew e ku girêya rûdanan bi hêsanî tê çareserkirin û mirov hest bi tu milmilaneyê nake.Article GULZARA ŞÊX TAHIRÊ ŞOŞÎ: MESNEWÎYEKE XWESER A EDEBÎYATA KURDÎ YA KLASÎK Û TAYBETÎYÊN WÊ YÊN AVAHÎYA DEREKÎ(e-Şarkıyat İlmi Araştırmalar Dergisi, 2020) Adak, AbdurrahmanGulzara Şêx Tahirê Şoşî (k.d. 1962) mesnewîyeke dînî/tarîxî ya edebîyata Kurdî ye ku di sedsala XXem de hatîye nivîsîn. Dema em mesnewîyên hemû dîyalektên edebîyata Kurdî li ber çavan digirin, em dibînin ku vê kêlîyê Gulzara Şêx Tahirê Şoşî teqrîbî bi 14.000 beytan ji alîyê qewareyê ve di pileya herî bilind de ye. Mixabin ji ber ku nivîskarê wê di temenekî ciwan de çûye rehmetê beşa xatîmeyê jî di nav de qismek ji Gulzarê nehatîye nivîsîn. Hem dîbace hem jî beşa sereke ya mesnewîyê bi taybetî ji alîyê cureyên edebî ve gelekî dewlemend in. Bi qasî ku tê dîtin, dîbaceya Gulzarê digel Mem û Zîna Xanî û Rewdu'n-Ne‘îma Rûhî yek ji sê dîbaceyên herî girîng a edebîyata Kurmancî ye. Di gotarê de pêşî li ser mesnewînûsîya Kurdî, Şêx Tahirê Şoşî û Gulzara wî zanyarîyên giştî hatine dayîn. Piştre bi hûrgulî hêmanên avahîya derekî yên Gulzarê (qeware, kêş, tertîb û sernav) bi rêbazeke zanistî û bi awayekî berfireh hatine pêşkêşkirin, berawirdîya wan bi standarta mesnewîyên Farisî re hatîye kirin û bi vî awayî xweserîyên Gulzarê hatine tesbîtkirin.Article HACÎ QADIRÊ KOYÎ: DAMEZIRÎNER Û KESÊ DUYEM Ê KANONA EDEBÎYATA NETEWEYÎ YA KURDÎ(e-Şarkıyat İlmi Araştırmalar Dergisi, 2022) Ergün, ZülküfKanona edebîyata neteweyî yek ji xalên pevgirêdana edebîyat û sîyasetê ye ku di serdema modern da ji bo nûnertîya nasnameya çandî ya neteweyekê hatîye dahênan. Di edebîyata kurdî da cara pêşî Hacî Qadirê Koyî bingeha kanona edebîyata neteweyî datîne û Xanî wek bavê vê kanonê û xwe jî wek kesê duyem ê vê kanonê destnîşan dike. Ev gotar li ser vê mijarê hûr dibe û cih dide awayên kanonkirina Hacî Qadirê Koyî. Ji ber vê gotar ji weşanên pêşî yên kurdî behsa wan kesan dike ku dikevin bin karîgerîya ramanên Hacî Qadirî û wî wek kesê kanonîk dişayesînin. Piştî vê cih dide wan boçûnên ronakbîrên çeprew û neteweyî ku her yek ji alîyê xwe ve hewl didin li gor îdeolojîya xwe hizirên Hacî şirove bikin. Di xala sêyem da gotar bal dikêşe ser hin helbestvanên sedsala bîstî ku Hacî wek kesayetekî kanonîk şirove dikin û wî wek rêberê helbesta neteweyî nîşan didin.Article HETÊ BABETAN Û HUNERÊ EDEBÎYAN RA ANALÎZÊ MEWLIDÊ EHMEDÊ XASÎ(2019) Akman, İlyasMewlidê Xasî, edebîyatê Zazakî de esero nuştekîyo verin o. Her çiqas no mewlid, edebîyatê Zazakî de esero nuştekîyo verin bibo zî Xasî, pey hunermendîyeyê xo yo serkewte edebîyatê Zazakî, yew hemle de dekeno zereyê edebîyatanê serkewtan. Ma xebateyê xo de eserî, hetê babetan û hunerê edebîyan ra analîz kerd. Verî ma her beş ser cîya cîya vindertî û ma nawna ke beşan de kamcîn babetî est î. Xasî babetî ke sey xelqê Pêxemberî û eşyayan, xelqê Âdemî, Âdemî Cenet ra eştiş, zewacê maye û pîyê Pêxemberî, mucîzeyî ke Amîna ciwîyayî, bîyayîşî Pêxemberî, mucîzeyî ke roco Pêxemberî ameyo dinya de ameyî wucûd, nuzulê wehyî, hedîseyê Mîracî ra behs keno. Dima ra zî ma hunerê edebîyî ke mewlid de vêrenî tesbît kerdî. Ma veyna ke Xasî eserê xo de hunerê telmî‟, îktîbas, cînas, mecazo mursel, teşbîx, îstîare, teşxîs, întak, îstîfham, nîda, leff û neşr, îade, îştîkak, husnî talîl, asonans, alîterasyon, telmîh, tekrîr rê ca dono.Article Hilweşangerî di Berhemên Hesenê Metêyî da(2022) Ergün, ZülküfHesenê Metê yek ji wan nivîskarên kurd ên xerîbîyê ye ku xwedî şêwaz û rêbazeke taybetî ya edebî ye. Nivîskar di bin karîgerîya postmodernîzmê da li dijî vegêranên mezin û binyadên sîyasî û îdeolojîk ên civak û edebiyata kurdî bi rêbaza xwe ya hilweşanger derdikeve pêş û bi vî alîyê xwe jî di edebîyata kurdî da cihekî resen ji xwe ra çê dike. Ev gotar ji bo nîşandana vî alîyê wî hatîye nivîsîn. Ji ber vê çar pirtûkên wî yên çîrokan û pênc roman û romanokên wî hatine vekolîn. Di encama vê vekolînê da derket ku nivîskar di piranîya çîrok, roman û romanokên xwe da binyadên gotara marksîst, serok û partîyên otorîter, nivîskarên qure, pêgîr û kêrnehatî, karakterên ronakger û gotara dînî hildiweşîne û bergeheke nû li ber edebîyata kurdî vedike. Metê dema vê dike hertim bi şêwazeke îronîk berê xwe dide van dîyardeyan û ji teknîka xewnê, berevajîkirina karakterên dîrokî û têkelkirina xewn û rastîyê sûd werdigire. Ji vî alîyî ve berhemên Hesenê Metêyî vekirî ne û rê li ber xwendevanên çalak vedikin da ku ew jî bibin beşek di afirandina manayên deqên edebî da.Article Ji Aliyê Rêbaz û Etîka Zanistî ve Rexneyek li ser Rêbera Rastnivîsînê ya Komxebata Kurmanciyê(IJOKS, 2023)Abstract Methodology and adherence to scientific ethics are the two most important points for any work. These are the two points that make a work successful or weak. This article, in this framework, is a review of the Kurdish Working Group's Writing Guide published by the Mesopotamia Foundation in December 2019. It is understood from the book that this Guide is the result of several years of the Kurmanci Working Group’s work and was prepared with the participation of 20 academics / academically affiliated people. Although it has been prepared for several years, it can be seen that the work and the prepared Guide have serious problems in terms of scientific methods and ethics. Therefore, methodological problems and scientific ethics of the Guide and its preparation process have been evaluated in this article. Keywords: Kurdish, Spelling Guide, Kurdish Working Group, Methodology, Scientific EthicsArticle Kitabê Mela Mehemed Elî Hunijî Mewlidê Pêxemberî De Hunerê Edebî Mela Mehemed Elî Hunij’ın Mewlidê Pêxemberî Adlı Eserinde Edebi Sanatlar(2019) Akman, İlyasEdebîyatê mîletan de toy nuştoxî zaf muhîm î. Bi taybetî, cayê nuştoxî ke eserê verênan nuştî mustesna yo. Edebîyatê Zazayan de zî Mela Mehemed Elî Hunij, nê kesan ra yew o. Çunke o, yew şaîro ke edebîyatê Zazakî de eserê verênan ra yewî nuşto yo. Mewlidê ey, mewlidê hîrêyin yê Zazakî yo. Ma xebateyê xo de no mewlidî, hetê hunerê edebîyan ra analîz kerd. Ma veyna ke Hunij, eserê xo de hunerê edebîyan ra teşbîh, teşxîs, întaq, cînas, mecaz, nîda, îstîfham, îqtîbas, asonans, alîterasyon, îştîqaq, îade, husnî talîl, telmî’, tekrîr, mecazo mursel şuxulnayo.Article Kovargeriya Akademîk a Kurdî li Tirkiyeyê û Pirsgirêkên Wê(Mukaddime, 2018) Keskin, NecatKovargerya kurdî di nav weşangeriya kurdî de cihekî girîng digire. Kovara Rojî Kurd a di sala 1913an dest bi weşanê kiriye nimuneya pêşî ya kovargeriya kurdî ye. Mînakên din ên sereke Jîn û Hawar in. Ji Hawarê û wir çi siyasî çi çandî curbecur kovarên kurdî derdikevin. Di salên dawî de bi vekirina enstîtuyên zimanên zindî kovarên akademîk jî dest bi weşanê kirine. Di vê xebatê de li ser kovarên akademîk ên kurdî ku li Tirkiyeyê diweşin hatiye rawestin ku heta niha tevde pênc heb in. Weşana van kovarên akademîk bi pêwîstiyên demê re têkildar e. Di heman demê de bi hebûna xwe ev kovar di warê kovargeriya kurdî a li Tirkiyeyê de destpêkeke nû pêk tînin.Article Melay Cizîrî Şitêk Derbarey Jiyan û Berhemî, Îzedîn Mistefa RESÛL, Hewlêr: Çapxaney Darul Hîkme bo Çapkirdin û Billawkirdnewe, 1990, 231 rûpel.(2017) Ergün, ZülküfEv pirtûk ji aliyê Îzedîn Mistefa Resûl ve hatiye nivîsîn û di 1990î de li Hewlêrê di “Çapxaney Darul Hîkme bo Çapkirdin û Billawkirdnewe”yê de hatiye çapkirin. Pirtûk ji 231 rûpelî, destpêkek, 14 beş û çavkaniyan pêk tê. Nivîskar di serî de çend gotar di Radyoya Kurdî ya Bexdayê de derbarê Mela de belav kiriye û pêwîst dîtiye derbarê vî “helbestvanê rêber û binyaddanerê helbesta klasîk a kurdî” de xebateke serbixwe binivîse û wî bide nasandin.Article SERBORIYA AKADEMIYA KURDÎ LI TIRKIYEYÊ Û PIRSGIRÊKÊN WÊ(e-Şarkıyat İlmi Araştırmalar Dergisi, 2018) Keskin, NecatAkademî, îro hem ji bo mekânên ku di sehayên zanistî de perwerdeyê didin, û hem jî ji bo civaka têkildarî xebatan zanistî tê bikaranîn. Di vê çarçoveyê de saziyên têkildarî xebatên kurdî ku di salên dawî de hatine avakirin û hebûna lêkolînerên di bin banê van saziyan de xebatên xwe dimeşînin rê dide ku mirov li Tirkiyeyê behsa akademiyeke kurdî bike. Mijara vê xebatê jî, li ser vê esasê, enstîtuyên zimanên zindî yên girêdayî Zanîngeha Mardîn Artuklu, Bîngol û Wan Yuzuncu Yilê ne ku îro di qada xebatên kurdî de cihekî girîng digirin. Di xebatê de ev sazî û civak wek “destpêk”a akademiya kurdî ya li Tirkiyeyê tên nirxandin. Ji ber vê yekê jî rûbirûyê hinek pirsgirêkan tên. Armanca vê xebatê jî ew e ku rewş û pirsgirêkên akademiya kurdî tevî pêvajoya avakirina wê destnîşan bike. Ji bo vê yekê jî, ji çavkaniyên nivîskî û dijîtal û her weha ji çavdêrî û hevpeyvînan jî sûd hatiye wergirtin.Article ŞERHA TESEWIFÎ YA QESÎDEYA “BANGÊ WEYS” A KERBELAYÎ(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2022) Başçı, Veysel; Aykaç, YakupWisa tê bawerkirin ji nifşa tabi‘în Weys el-Qe- renî bi rêya xewn û rêyên menewî ji aliyê Hz. Pêxember ve hatiye îrşadkirin. Ji ber vê baweriyê, di rêya tesewifê de kesekî bêyî ku murşîdekî bi- bîne, bi rêya xewn yan jî bi rêyên menewî întisa- bê wî murşîdî bike hingê jê re Uweysî, ji wê rêya girêdana tesewifî re jî Uweysîtî hatiye gotin. Gelek şêxên navdar di dîroka tesewifê de bi navê Uwey- sî hatine naskirin. Yek ji van şêxên ku bi nasnavê Uweysî hatiye naskirin, avakerê terîqeta Neqşî- bendî, Şêx Muhemed Behauddînê Şahê Neqşî- bend e. Wî întisabê rûhaniyeta Şêx ‘Evdilxaliqê Ẋucdewanî kiriye û navlêka Uweysî girtiye ku di terîqeta Neqşîbendî de ev nasnav gelek giring e. Ji berê ve gelek şairên ehlê tesewifê di qesîde û me- dhiyeyên xwe de bi unwana Uweysî pesnê Şahê Neqşîbend daye. Yek ji wan şairan jî Şêx Muhe- medê Axtepî ye ku bêtir bi mexlesa xwe ya Kerbe- layî hatiye nasîn. Kerbelayî ji malbata Axtepiyan e û wek tê zanîn ew malbat di sedsala XIX-an de daye pey rêka Mewlana Xalidê Şarezorî û di nav terîqeta Neqşî-Xalidî de cih girtiye. Qesîdeya Ker- belayî ya bi redîfa “Bange Weys” hatiye nivîsîn ji hivdeh beytan pêk hatiye û dikare bê gotin ew yek ji wan qesîdeyên giring e ku kûrahiya şair di ede- biyata tesewufî de nîşan dide. Şair di vê qesîdeya xwe ya farisî de redîfa “Bange Weys” wek metafor û mecazeke guhêrbar bi kar aniye. “Bangê Weys” di wateya peyam û mîsyona Weys de ye ku şair ev metafor carna bi wateya heqîqî di şûna Weys el-Qerenî de xebitandiye û carna jî bi behskirina sifet û taybetiyên Şahê Neqşîbend îşaretî peyama wî ya gerdûnî kiriye. Şair ev metafor di çarçoveya edebiyata tesewifî de bi alîkariya îstîare, mecaz û kînayeyan di gelek wateyan de bi kar aniye. Me di vê nivîsarê de hewl da ku qesîdeya navborî digel taybetiyên wê yên edebî, li dor tesewifê şirove û rave bikin.Article Şivanê Kurmanca(International Journal of Kurdish Studies, 2022) Gören, EbubekirNovel type that is a literary invention of the Modern era, needs folklore’s Treasury. This is why the subject of many of the novels is taken from folklore. Kurdish novelist Arab Shamo, based his literary works on Kurdish folklore. He wrote, "Şivanê Kurmanca" which opened the door for Kurdish literature have led to a new field. Because "Şivanê Kurmanca" is the first Kurdish novel. In this study, the first Kurdish novel that is Arab Shamo’s Şivanê Kurmanca is discussed.Article ZAZAKÎ DE ÎNTERJEKSÎYONÎ Û FONKSÎYONÊ ÎNAN(e-Şarkıyat İlmi Araştırmalar Dergisi, 2020) Kırkan, AhmetZiwanî de hîn qaydeyê taybetî estê û ziwan mabênê însanan de seba têkilî ronayîşî wasitayêko siruştî yo. Her ziwanî de awanîyê dîyarkerdeyî estê û ziwan sayeyê nê awanîyan fonksîyonê xo yê komunîkasyonî îcra keno. Înterjeksîyonî zî mîyanê pergalê ziwanî de unsuranê wayîrê awanîye û wezîfedaran ra yê. Labelê înterjeksîyonî, goreyê unsuranê bînî yê ziwanî cîya yenê şuxulnayene. Înterjeksîyonî, mewcûdî ramojnayîşî ra zêde, mabênê mewcûdan de têkîlî saz kenê. Zazakî de zî terefê hestî û heyecanî yê komunîkasyonî bi înterjeksîyonan reyde yeno îfadekerdiş û înterjeksîyonî ziwanan de goreyê qaydeya keda tewre kêmî yenê meydan. Heta nika Zazakî de mijara înterjeksîyonan ser o zaf xebatî nêameye kerdene. Kitabê gramerî ke Zazakî ser o ameyênuştiş de, agahîyê ke derheqê înterjeksîyonan de yê, tena tesbîtkerdişê mana û çekuyanê înterjeksîyonan ra teşekul kenê. Amancê na xebate, înterjeksîyonê ke hest û fikranê qalîkerdoxî îfade kenê, hete şuxulnayîşî, mana û fonksîyonî ra analîzkerdiş o. Înterjeksîyonî ge ge çekuyêke ra yenê meydan û qasê cumleyêke mana îfade kenê. Zazakî de tesbîtkerdişê înterjeksîyonan û nê çekuyan mîyanê cumle de şuxulnayiş muhîm o. Seba ney kitabanê ziwannasîyê ke cîya ziwanan de ameyênuştiş ra û kitabanê edebî yê Zazakî ra îstîfade bîyo.