Enstitüler
Permanent URI for this communityhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/10
Browse
Browsing Enstitüler by Publication Category "Diğer"
Now showing 1 - 20 of 23
- Results Per Page
- Sort Options
Other BERHEVKARIYA HÊMANÊN FOLKLORÊ LI ÇAR GUNDÊN NISÊBÎNÊ(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2018) Mehmet ÖZTÜRKDi vê xebata me de armanca me ew e ku em derbarê hêmanên folklorî yên IV gundên navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê berhev bikin. Bi wê mebestê me bi rûniştvanên gundên Sêrwan, Şiwêşkê, Kertwên û Tilyaqûbê re hevpeyvîn pêk anîn. Em dê bi vê xebata xwe zanyariyan û hurgiliyan derbarê folklora wan 4 gundan belav bikin.Other BIKARANÎNA HEVALNAVAN LI HERÊMA MÊRDÎNÊ (WEK MÎNAK ÇÎROKA “DIZ Û URF”)(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2017) Suut DÜZENDi rêzimana kurdî de cûreyên bêjeyan cihekê giring digre. Yek ji van cûreyan jî hevalnav e. Di vê xebatê de bi awayekê berfireh li ser pênaseya hevalnavan û cûreyên wê hatiye seknandin. Ev xebat ji sê beşan pêk hatiye. Di beşa yekem de, hevalnav û cûreyên xwe cih digirin, di vê beşê de li ser mînak û pênaseya hevalnavan hatiye sekinandin Di beşa duyem de, çîroka bi navê diz û urf cih girtiye. Li ser çîrokê tu guhartin nehatiye kirin. Ev çîrok ji herêma Mêrdînê hatiye girtin. Di beşa sêyem de, hevalnavên ku di çîrokê de cih girtine li gorî cûreyên xwe hatine tespîtkirin.Other BIKARANÎNA RENGDÊRAN DI DEVOKA COLEMÊRG-GEVERÊ DA(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2013) Rasim ÜÇÜNArmanca vê xebatê di devoka Colemêrgê (Hekarî- Gewer) de bi hemû awayên xwe ve tespîtkirin û sinifandina hevalnavan e. Berî vê lêkolînê bi hemû awayan ve hevalnavên kurmancî beşa yekemîn de hatin danîn û sinifandin. Di vê xebatê de çavkaniyên girîng yên li ser rêzimana kurmancî hatine kirin jî rê û rêbazên vê xebatê didine diyarkirin. Pistre hin çîrokên devoka Colemêrgê hatin qeydkirin û nîvîsandin. Piştre hevalnavên di van di çîrokan de hatin tespîtkirin û di bin serenavên ku hevalnav hatine sinifandin yek bi yek mînak ve hatin danîn.Other BIKARANÎNA RENGDÊRAN DI DEVOKA MÊRDÎNKOSERÊ DA(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2016) İdris KILI.Armanca vê xebatê di devoka Koser (Mêrdîn) de bi hemû awayên xwe ve tespîtkirin û sinifandina hevalnavan e. Berî vê lêkolînê bi hemû awayan ve hevalnavên kurmancî beşa yekemîn de hatin danîn û sinifandin. Di vê xebatê de çavkaniyên giring yên li ser rêzimana kurmancî hatine kirin ji rê û rêbazên vê xebatê didine diyarkirin. Pistre çîrokek devoka Mêrdîn hatin qeydkirin û nîvîsandin. Piştre hevalnavên di vê çîrokê de hatin tespîtkirin û di bin serenavên ku hevalnav hatine sinifandin yek bi yek mînak ve hatin danîn.Other ÇEWTIYÊN ERGATÎFÊ DI ÇÎROKÊN MEHMET DİCLE DE(2016) Lokman KOÇHANErgatîfî taybetiyeke kurmancî ye. Min jî di çarçoveyeke teng de lêkolînek li ser vê taybetiya kurmancî kir. Min di pirtûka Mehmet Dicle ya çîrokan ya bi navê “Asûs”ê de çewtiyên ergatîfiyê tesbît kirin, min ev çewtî tesnîf kirin û li ser awayên çewtiyan hinek analîz kirin. Armanca vê xebatê ew e ku taybetiyên ergatîfê îzah bike, awayên çewtiyên ergatîfê tesnîf bike û van çewtiyan analîz bike û di çarçoveyeke sînorkirî de sedemên têkçûna ergatîfê binirxîne.Other CÎNAV DI ZARÊN KURMANCÎ Û SORANÎ DE(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2018) Serkan İNCEDi vê siparteyê de li ser cînav û cureyên cînavan di zimanê Kurdî de hatiye rawestan. Armanca bingehîn a vê xebatê ew e ku di zarên Kurdî Soranî û Kurmancî de nav û têgehên hevbeş an jî nêzîk ji bo cînavan bên bikaranîn û hejmara cureyên cînavan bên têkûzkirin. Bi lêkdan û berawirdkirina xebat û lêkolînên zimannasên Kurdî yên di warê cînavan de hewla wê yekê hatiye dayîn ku ev babet sade û zelaltir bibe. Herwiha ev encama hanê li ser zarên Soranî û Kurmancî hatiye cîbicîkirin. Di çarçoveya pîvanên zimannasiya giştî de ev xebata bi rêbaza berawirdkirinê pêk hatiye.Other DEMÊ VÎYARTEYÎ RA HETA NIKA VIRAŞTIŞÊ CILA HEYWANAN (PALANE)(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2017) Mehmet TOPALAmancê na xebata maya ke yew nimûneyê folklorîya, senetê destan ra cildeştişê heywanan ser o ya. Xebata ma de nuqtaya taybetî averşîyayîşê teknolojî cildeştişî ser o senîn hewa yew tesîr viraşto û gelo tarîxê ameyoxî de senetê cilan cayêko senîn de bibo? Xebata ma cewabê nê persan ser o vindena Na xebate bi beşan ameya pêser. Her beş yew melumatê cilan nîşan keno. Beşê yewin tarîxê cildeştişî ser o ya. Beşê dîyin hacetê, malzemeyê, viraştişê û bêj û naqşê senetê cile ser o melumat behs beno. Beşê hîrêyin de zî seba ke tayê termî hîna weş bêrê fehmkerdiş ma yew ferhengeke amade kerd. Na xabate veteyo peyin ra dima bi îlaweyê fotoğrafan û bi yew roportajî reyde qedêna. Na xebata ma de melumat komkerdiş bi persan û roportajan reyde ameyo pêser. Her çiqas xebata cigêrayîşî ser o melumat komkerdiş zaf zehmet bibo zî, senetkarê ke ma, înan de qisey kerdî û persanê ma ra cewab dayî zafêrî şinasî bî. Nê semedî ra melumat komkerdiş weş bi û ma qet zehmetî kaş nêkerde. Netîceyê na xebate de ma eşkenî vajê ke viraştişê cile ser o; seba vizêr, ewro û meşte yew melumato ercîyaye kom bîyo. Melumatanê na xebate, yew nuqtaya mûhîme nîşan kerda ke, averşîyayîşê teknolojî xebata cilviraştişî ser o yew tesîro negatîf viraşto. Seserra vîst û yewin de halê senetkaran û cildeştişî qet weş nêaseno.Other DENGBÊJ MELA ŞAKIRÊ ŞÎRNASÎ(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2018) M. Nafiz ASLANWêjeya nivîskî bingeha xwe ya sereke piranî ji mêjûya wêjeya devkî wergirtîye, bingeha wêjeya devkî jî siûd ji amûrên ku di nav jiyanê de hatine kemlê wergirtîye. Ev amûr wek serpêhatîyan, çîrok, xeberoşk û hwd. Di vî warî de mirov dikare bi qinyetek bi bandor bibêje ku wêjeya devkî ji roja mêjûya mirovahîyê destpêkirîye pê ve hatiye. Nûnerên vê ekolê jî di herêma Kurdan de kesên ku barên pir hildigrin „dengbêjî‟ û „dengbêjin.‟ Di warên Kurdan de ji alîyê dengbêjî û dengbêjsnde herêma Serhedêbi hêze, mînak; Evdalê zeynikê, Reso, Şakiro, Huseyno û hwd. Dengbêj Mele Şakirê Şîrnasî li vêqonaxê cihê xwe girtîye. Di nav dengbêjîyê de girîngîya herî bi hêz mirov dikare bibêje bi saya dengbêjan Folklora Kurdî / wêjeya Devkî lutkeya xwe bilind kirîye û biye sedema pêşvekirina mêjûya çand, wêje û dîroka KurdanOther Dengbêjî û Dengbêj Hesoyê Şûxê(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2018) Dilek BilenDi çand û hunera kurdan de dengbêj, dengbêjî cihekî giring digire. Lewra dengbêj, fÎlozofê dengê ye. Bi kilamên xwe di nav Kurdan de “bîreke hevpar” pêk aniye. Mîna gelên yê ji berê ve xwedê çanda devkêyekî dewlemend, gelî Kurdan jî xwedê çanda devkiyekî dewlemend e. Veguhêzerê vê çandê yê sereke jî bêguman dengbêj e. Kurd xwedê çandeke dewlemen in. Lê ji bi qasî dewlemendiya dengbêjan gelek dengbêj nayîn naskirin. Sedemên vî yekî cur bi cur in: Siyasî, tinebûna folklorzanan û amûrên teknolojiyê... Dengbêj Heso jî yek ji van e. Ev dengbêj bi kilamên xwe bîra Kurdan ya hevpar û ji dîroka xwe agahdar bûn zîndî girtiye. Lê mixabin ku xeynî herêma xwe gelek nayî nasîn. Bi vê lêkolînê armanca min ev e ku vî dengbêjê hêja û herêma wî bi lêkolîneke akademîk, bidim naskirin. Ji bo vê lêkolînê bi malbat û heyranên dengbêj re hevpeyvîn hatkirin. Teknîkê berhevkirina vê lêkolînê; hevpeyvînên rû bi rû, qeyda dengan, kêşana video û wêneyan e.Other DEŞÎFRASYONA PÊNC KASETÊN MIRADÊ KINÊ(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2017) Aydın ENGİNDi nava gel de çîrok, destan, gotinên pêşiyan û biwêj, bi hezar salan tên vegotin û veguhestin. Ev hemû bi rêya ziman tên parastin û berdewamkirin. Dîsiplîna folklorê jî van hêmayan dicivîne, disenifîne û dinirxîne. Agahiyên derbarê nirxên gelan de bi saya folklorê tê zanîn. Folklor bi vî awayî gencîneyeke bêhempa ya vegotinên wêjeyî ye. Ev xebat li ser deşîfrasiyon, polînkirin û mijarên sereke yên şer, lawik û stranên Miradê Kinê ku di pênc kasetan de gotine radiweste. Çanda muzîkê ya devkî adet û nerît û baweriyên netewekî didine der. Ji bo zindîmana ziman divê pirên navbera berê û yên niha herdem qewîn bin. Bi vê mebestê ji bo stran çîrok, lawik, şer wenda nebin û herwiha ji bo li ferhenga ziman werin barkirin deşîfrasyona pênc kasetên Miradê Kinê hatine kirin û ew li gor mijar û cureyên wan hatine polînkirin. Miradê Kinê şer, kilam, lawij û stranên xwe bi dengê kemançeyê distre. Ew bi gelemperî bi kurmancî lê carinan jî bi tirkî distre.Other Di Çîrokên Kurdî de Rengdêr(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2014) Mirsad ORAKÇIRengdêr ew cure bêje ne ku tên pêşî û paşiya navdêran û taybetiya wan navdêran ji aliyê reng, dirûv, pirs, rewş, cih, hejmar û teşeyê ve diyar dikin. Rengdêr ji aliyê binyadê ve çar cure ne: Rengdêrên Xwerû, Hevedudanî, Dariştî û Têkel. Dîsa Rengdêr li gorî wate û peywira xwe dibin du beş: Rengdêrên Çawaniyê û Rengdêrên Diyarker. Rengdêrên Çawaniyê navdêran li gorî rewş, reng, teşe û jêçêbunê diyar dikin. Rengdêrên diyarker jî navdêran ji aliyê nîşandan, jimarî, nediyarî û pirsiyariyê ve diyar dikin. Di Rengdêrên Çawaniyê de paye jî heye. Bi alîkariya rengdêr û paşgiran payekirina rengdêran çêdibe. Di kurmancî de payekirin bi çar awayê çêdibe: Nizimpaye, asayîpaye, hemanpaye û bilindpaye ne. Perçînkirina rengdêran ew tişt e ku mirov wateya bêjeyê an jî gotinê xurttir dike. Bi qertafên mîna “-ip, -ipî, -im’ê çê dibin. Tîpa serê gotinê tê berî van qertafan û dîsa bi gotinê re tê bikaranîn.Other DI DENGBÊJÎYÊ DE MÎNAKA DENGBÊJ ŞAKIRO(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Abdurrezzak DAĞEv xebat li ser Dengbêjîyê û jiyana hunerî ya hunermendê kurd Dengbêj Şakiro ye. Jiyan û huner bi derdorê re watedar dibe. Bêyî wan û famkirina derdorê ew jiyan û huner jî bêwate dibe. Ji ber vê yekê di beşa yekem de kurtenêrînek li ser wateya Dengbêjîyê û çandî hatiye kirin. Di beşa duyem de li ser têkîlîya Dengbêjîyê û edebiyat, çîrok, destan, lorî. bi berfirehî hatiye rawestin. Di beşa sêyem de behsa jiyana wî ya hunerî û di muzika kurdî de cihê Dengbêj Şakiro tê vegotin. Di dawiya vê xebatê de jî encama vê xebata hatiye gotin. Di xebatê de li ser kilamên Dengbêj û naveroka wan bi berfirehî nehatiye sekinandin. Tenê minaka dengbêjan de behsa wî hatiye kirin. Ev xebat 30 rupel e.Other DI DEVOKA SILÎVA DE BI KAR ANÎNA RENGDÊRAN (WEKE MÎNAK ÇÎROKEKE HERÊMA SILÎVA Û GUHERTOYA DESTANA ZEMBÎLFIRO)(2017) Mehmet ÇALIŞÇİBu çalişmanın amacı Silvan ağzı özelinde sıfatların halk hikâyeciliği aracılığıyla yöresel ağızda şekil ve türleriyle tespit edilmesi ve sınıflandırılmasıdır. Birinci bölümde Kürtçe’deki (Kurmancî) sıfatlar bütün özellikleriyle yazılmış ve sınıflandırılmıştır. Bu çalışmada Kürtçe grameri üzerine yazılmış önemli kaynaklardan yararlanılmıştır. İkinci bölümde Silvan ağzındaki bazı hikâyeler ( bir hikâye ve bir destan varyantı) kaydedilmiş ve yazılmıştır. Üçüncü bölümde ise çalışmaya konu olan sıfatların analizi, tür yönünden tespiti ile yazı dili ve yöresel ağız farklılıkları üzerinde genel deüerlendirmeler yapılmıştır.Other DI EDEBIYATA KURDÎ DE NIMÛNEYEKE ADAPTASYONÊ: “NIVÎSEVAN”A KAMIRAN BEDİRXAN(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2017) Osman AKYOLBikaranîna têgeha adaptasyonê di çend cureyên edebiyatê de -wekî şano, çîrok, berhemên dînî…- derdikeve pêşberî mirov. Bêtir ew gel û zimanên di hewldana pêşveçûnê de ne vê pratîkê bi kar tînin. Ew jî serkeftin û pêşveçûna wî zimanê ku behrem jê hatî adaptekirin, nîşan dide. Dîroka adaptasyonê di edebiyata kurdî de kevn e. Ji Şêxê Sen’an bigire heta Leyla û Mecnûn, ji Mem û Zînê bigire heta Mewlîda Kurdî. Ligel van berhemên klasîk, di edebiyata nûjen de jî nimûneyên berhemên adaptekirî xuya dibe. Di Kovara Hawarê de Celadet Alî Bedirxan, Kamiran Bedirxan û Nûredîn Ûsif mînakên çîrokên adaptekirî dane. Adaptasyonên di edebiyata klasîk de ji Rojhilat, ên edebiyata nûjen jî ji Rojava hatine kirin. Kamiran Bedirxan jî çîrokeke Maksim Gorki adapteyî kurdî kiriye. Hevşibiyên gelek mezin hene di nava çîroka resen û ya adapte de. Heta hinek cihên wê yek bi yek werger e. Me ev hevşibî û wekhevî bi riya berawirdkirina parçeyên ji herdu çîrokan anî ber çavan. Herwiha bi peydakirina eslê çîrokê ya Gorkî jî ev teza me piştrast bû.Other DI HELBESTÊN FÊRÎKÊ ÛSIV DE UNSÛRÊN XWEZAYÊ(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2024) Bişeng ÖzmenFêrîkê Ûsiv, helbestkarekî Kurd ê edebiyata Kurdî ya modern a Kafkasyayê ye. Li vê xebatê de me hewl da ku bi riya di pirtûka wî ya bi nav “Hesretdefter”ê di helbestên Fêrikê Ûsiv, ji aliyê unsûrên xwezayê ve tehlîl û şîrove bikine. Xebata me de; xweza û unsûrên xwezayê, têkiliya xweza û edebiyatê, di helbestên Fêrîkê Ûsiv de wateya unsûrên xwezayê hatiye şîrove kirin. Li vê xebatê de me di helbestên Fêrîkê Ûsiv li gor van serenava tesnîf kirine: Av û bûyerên avê, ax û bûyerên axê, hewa û bûyerên hewayê. Di helbestên wî de ji van unsûran yên ku herî zede derbas bûyî hatiye tehlîl kirin.Other JÎ ALÎYÊ USLÛB Û NAVÊROKÊ VE NÎRXANDÎNA MEWLÛDA MELA MUHAMMED EMÎNÊ HEYDERÎ(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Ergin, MuzafferDi vê xebatê de behsa yekem mewlûda kurdî (kurmancî) Mewlûda Mele Muhammed Eminê Heyderî hatiye kirin. Mewlûda Heyderî di nav kurdan de gelek navdar e ku di medreseyan de piştî Qûr’anê zarok hînê mewlûda wî dibin û Ji bilî vê ev mewlûd di şîn û şahiyan de tê xwendin, ji ber vê di nav kurdan de berhemeke pir girîng e. Di vê mewlûdê de Heyderî gelo çawa pesnê Pêxember daye, şêwazeke çawa bi kar anîye, kîjan rê û rêbaz û hunerên edebî bi kar anîye, bi zimanekî çawa nivîsandiye em li dû bersiva van pirsan ketin. Di xebatê de ewil pênaseya peyva mewlûdê hat kirin û dû re der barê kevneşopiya mewlûdê, jiyan û berhemên Heyderî de agahî hatin dayîn. Naveroka mewlûdê çi ye, Heyderî çawa behsa Pêxember kiriye, rêbazeke çawa bi kar anîye em li ser van mijaran sekinîn.Other LATÎNÎZEKIRINA “KİTABÛ NEZHETU’NNUFÛS” A MELE MIHEMED NURÎ (BEŞ II.)(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2017) BEHÇET TOPRAKWekî ku di hemû nesîhetnameyan de armanc û nîyet şîretdayîn e. Her wiha, di berhema me ya bi navê Kîtabû Nezhetu’n-Nufûs a Mele Mihemed Nurî de jî armanc û nîyet şîretdayîn e. Nivîskar bi awayekî hosteyî û bi zimanekî rojane û edebî dixwaze mijara xwe bi xwendevanan bide fêhmkirin. Nivîskarê berhemê ewladê Resûl Seyyîd Mele Mihemed Nûrî ji gundê Mîrzebegan e. Navê bavê wî Mele Evdila ye. Di sala 1894’an de li gundê Sînanê ku li rojavayê Êlihê dikeve ji dayik bûye. Li medreseyên wek Sînanê, Dîyarbekirê, Gozelşêxê, Cirzê û Dêrika Çîyayê Mazî xwendiye. Seyda ‘umrê xwe di medreseyan de bi perwerdeya feqîyan û mutala’a kitêbên ‘ilmî de derbas kiriye. Li gelek cîyan meletî kiriye. Yek ji van cîyan jî Hecî ’Îsê ku girêdayî Dîyarbekirê ye. Seyda li vir 50 sal meletî kirîye. Di sala 1977’an de li vî gundî wefat kiriye û li goristana Seyfulmulûk hatiye definkirin. Gelek berhemên menzûm nivîsîye. Navên berhemên wî ev in: Kîtabul ‘Îsra-î Wel Mî’rac, mî’racîye ye, 138 rûpel e. Durrul Yetîm, ev berhem winda ye, lê, perçekî ji benda çardehem li ber dest e. Berhem dî der heqê mersîya Hazretî Huseyn da ye. Her wiha ev perçe jî ji alîyê mele Zeynelabîdîn ve hatîye çapkirin. Dîwana Seyda jî berhemek din e. Ev berhem sed û bîst rûpel e. Bî veznek selis û fesîh hatîye nezîmkirin. A çaremîn Kitêba Fiqhê ye. Ew jî li ser mezhebê Îmamê Şafi’î ye. Berhema Seyda ya dawîn ku me li ser xebat kiriye jî Nezhetu’n-Nufûs e. Ev berhem nesîhet û şîretî ye. Seyda di 1960’î de ev berhema menzûm qedandiye. Berhem di sala 2004’an de ji hêla Zeynelabidîn Amidî ve li Çapxaneya Diyarbakır Söz’ê hatiye çapkirin. Bi kurtî mijara berhemê ev e: Lehengê sereke yê berhemê Tacir ‘Elîyê Hesen, guh li wesiyeta bavê xwe nake û bi mirovên nebaş re hevaltîyê dike û dikeve nav têkilîyên bêkêr. Lê wekî her tim dawîya van hevaltî û têkilîyên bi mirovên nebaş û bêkêr re poşmanî ye, aqûbeta ‘Elî jî tije poşmanî û perîşanî ye. Ne tenê ‘Elî, malbata wî jî ji vê perîşanîyê têra xwe par digire. Piştî perîşanî û poşmanîyan, bi emrê Xwedayê Te’ala, bi alîkarîya dostê bavê xwe û bi navbeynkarîya cin û perîyan dawî li perîşanîya ‘Elî û malbata wî tê.Other LATÎNÎZEKIRINA “KİTABÛ NUZHETU’NNUFÛS” A MELE MIHEMED NURÎ (BEŞ I.)(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2016) Sadettin BATURWekî ku di hemû Nesîhetnameyan de armanc û nîyet şîretdayîn e, di berhema me ya bi navê Kîtabû Nuzhetu’n-Nufûs a Mele Mihemed Nurî de jî armanc û nîyet şîretdayîn e. Nivîskar bi awayekî hosteyî û bi zimanekî rojane û edebî dixwaze mijara xwe bi xwendevanan bide fêhmkirin. Nivîskarê berhemê Ewladê Resûl Seyyîd Mele Mihemed Nûrî ji gundê Mîrzebegan e.Navê bavê wî Mele Evdila ye. Di sala 1894’an de li gundê Sînanê ku li rojavayê Êlihê dikeve ji dayik bûye. Li medreseyên wek Sînanê,Dîyarbekirê,Gozelşêxê,Cirzê û Dêrika Çîyayê Mazî xwendiye.Seyda ‘umrê xwe di medreseyan de bi perwerdeya feqîyan û mutala’a kitêbên ‘ilmî de derbas kiriye. Li gelek cîyan melletî kiriye. Yek ji van cîyan jî Hecî’îs e ku girêdayî Dîyarbekirê ye. Seyda li vir 50 sal meletî kirîye. Di sala 1977’an de li vî gundî wefat kiriye û li goristana Seyfulmulûk medfûn e. Gelek kitêbên bi wezin nivîsîne. Navên çend berhemên wî ev in: Kîtabul ‘Îsra-î Wel Mî’rac,Nuzhetu’n-Nufûs,Durril Yetîm,Dîwan û kitêba fiqhî ya li ser mezhebê Îmamê Şafi’î. Berhema Nuzhet’n-Nufûs ku me li ser xebat kiriye kitêbek nesîhet û şîretê ye. Seyda di 1960’î de ev berhema menzûm qedandiye. Berhem di sala 2004’an de ji hêla Zeynelabidîn Amidî ve li Çapxaneya Diyarbakır Söz’ê hatiye çapkirin. Bi kurtî mijara berhemê ev e: Lehengê sereke yê berhemê Tacir ‘Elîyê Hesen, guh li wesiyeta bavê xwe nake û bi mirovên nebaş re hevaltîyê dike û dikeve nav têkilîyên bêkêr. Lê wekî her tim dawîya van hevaltî û têkilîyên bi mirovên nebaş û bêkêr re poşmanî ye, aqûbeta ‘Elî jî tije poşmanî û perîşanî ye. Ne tenê ‘Elî, malbata wî jî ji vê perîşanîyê têra xwe par digire. Piştî perîşanî û poşmanîyan, bi emrê Xwedayê Te’ala, bi alîkarîya dostê bavê xwe û bi navbeynkarîya cin û perîyan dawî li perîşanîya ‘Elî û malbata wî tê.Other LI ÊLIHÊ CIHÊN PÎROZ (DU MÎNAK/ ZIYARETÊN SEYÎT BÎLAL Û QUBA ZÎLANÊ )(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2018) Mehmet Özcan ELEFTOZBi kurtasî ji bo cihên pîroz Ziyaret tê gotin. Armanca bingeh a fenomena ziyaretê xwe gihandina pîroziyê ye. Ziyaret di nav baweriya gel de wek stargeh tê dîtin. Gel ji bo gelek sedeman diçe serdana wan. Serdana ziyaretan di nav çanda gelê kurd de jî xwe nîĢan dide. Ji vê xebatê mebesta me ewe ku, di çanda Êlihê de rola ziyaretan derbixê ber çavan. Di civaka Êlihê de ziyaret cihekî giring digirin gel ji bo gelek sedeman diçin ser ziyaretan wek daxwaz, nexweĢîn, çêbûna zarokan, vekirina kismetê, rizq, debar, tirs, dua hwd. Ji ber ku dema me kurt bû me di vê xebatê de bi taybetî li ser du ziyaretan lêkolîn kir: Ziyaretên Seyîd BÎLAL û Quba ZÎLAN‟ê . Projeya me ji sê beş an pêk tê.Other LI GUNDÊ DARÊ YA MÊRDÎNÊ ÇANDA DEVKÎ YA ARGO(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2017) Fırat BakırArgo, di nav ziman de perçeyekî taybet ê biçûk e. Zimanê argo di hundirê civakê de, li her derê nayê bikaranîn. Di nav civakê de bikaranîna vî zimanî tê şermkirin lê di hundirên komên biçûk de tê bikaranîn. Hinek peyvên argo dibe ku berovajî ehleqa civakê be. Bi giştî ev ziman, ji bona haqaret û kenandinê tê gotin û gelek caran sixêf di nav de tê bikaranîn. Ji ber wê, wexta mirov vî zimanî bikar tîne; pêwîste ku mirovên di hundirê wê sohbetê de samîmî bin. Ya na dibe ku di nav wê sohbetê de alozî û şer derkeve.