Kürt Dili ve Kültürü ABD - Tezsiz Yüksek Lisans Proje Koleksiyonu
Permanent URI for this collectionhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/3174
Browse
Browsing Kürt Dili ve Kültürü ABD - Tezsiz Yüksek Lisans Proje Koleksiyonu by browse.metadata.publisher "Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü"
Now showing 1 - 5 of 5
- Results Per Page
- Sort Options
Master Thesis Cil û Bergên Herêmî yên Jinên Şemzîna(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2020) Recep ÖpenginHer çandek û herêmek xwediyê cilûbergên xwe yên taybet e. Ew cilûbergene li gor şertûmercên dîrokî, erdnîgarî, civakî, folklorî û aborî, di nav sedsalan de rengê xwe girtine û heya îro wek kevneşopî hatine. Ev rewş bi giştî bo herêmên kurd lê dijîn, taybet ji bo devera Colemêrgê jî derbas dibe. Ev çanda cilên gelêrî ku bi guherîneke berdewam digihîje roja me, ji ber pêşketina pîşesaziyê û jiyana modern hêdî hêdî winda dibe. Ev elementên çanda cilberkirinê yên li ber mirinê, divê bêne tespîtkirin, danasîn û bo dahatûyê bêne neqilkirin. Ji bo vê jî me di vê xebata xwe de li navçeya Şemzînana Colemêrgê bi niştecihên bajêr re rû bi rû hevdîtinan pêk bînin, anket û forman dagirtin û bi pirsan, hewl da vê pîşeya qedîm bidin nasîn. Derbarê vê hêmana çandî de gotar, kitêb û tez hatine peydakirin. Cilûbergên 'edetî yên jin dê li gorî temen, demsal, rewşa aborî û bikaranîna qadê hatine senifandin. Herwiha, ji ber lokasyona Şemzînanê -ji ber ku sînor e di navbera Turkiye, Îran û Iraqê de- tesîra herêmê li ser cilûbergên 'edetî dê hate tespîtkirin. Ji dirûnkerên ku van cilan didirûn, derheqê reng, neqş, xemilandin, hecm, malzeme û xusûsiyetên teknîkî, agahiyên sereke hatin berhevkirin û bi wêneyan û bi xêzkirinê hatin pêşkêşkirin.Master Thesis Di Gotinên Pêşiyên Herêma Sirûcê de Teswîra Jinê(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2021) Abdurrahman AydoğduEv xebat di gotinên pêşiyên herêma Sirûcê de li ser teswîra jinê hatiye kirin. Heta niha li ser gotinên pêşiyan xebatên cûr bi cûr hatin kirin lê wek beşekê di gotinên pêşiyan ên herêma Sirûcê de li ser teswîra jinê heta niha tu xebat nehatiye kirin. Me jî di vê xebata xwe de hewl da ku ka di gotinên pêşiyan yên herêma Sirûcê de jin çawa hatine teswîr kirin. Me ji bo vê jî gotinên ku berhev kir me yek bi yek şîrove kir da ku ji bo çi hatine gotin baş bê zanîn.Master Thesis Di Hunera Fewzî Bîlge de Motîfên Folklorîk(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2020) Yılmaz AcarFewzî Bîlge hunermendekî ku nêzî sî salane wêneyan çê dike.Yek jê hunermendê ku di wêneyê xwe de motîfen folklorîk diafirîne.Mijarên sereke yên weneyên wî :cil û bergên kurdan ,mîmarîyên kurdan,dansên kurdan in.Em ê di vê xebatê de tespît bikin ku bikaranîna motîfên folklorik yên Fewzî Bîlge temsilên folklora kurdî ne yan na. Wêneyên wî yên hatine hilbijartin li gor kurdayetîya wan hatine hilbijartin.Lêgerîna kurdayetîya wan jî dabeşî çendin binbeşan bûne û xebat li gor van binbeşan hatîye amadekirin.Em ê di vê xebata xwe de taybet li ser terîmên folklorîzasyonê û post-kolonyalîzme bisekinin û binirxînin ka weneyên wî li ser van nerînan ave bûne yan na .Ji bo vê xebatê wekî rêbaz jî em ê Teorîya Erdnîgarîya û Dîrokîya Fînî bikar bînin.Ev xebat, ji ber ku li ser vê mijarê xebat nebûne girîng e.Master Thesis Ferhengên Kurdî yên Online -Lêkolîneke Çendanî-(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2020) Tekoşin AydenizDi destpêka sed sala 21an da bi saya înternetê, dîjîtalîzekirina ferhangan dest pê kir û ferhengên dîjîtal wek cureyek nû di qada ferhengnasîyê da cihê xwe girt. Di nav çarçoveya ferhengnasîyê da em dê lê binihêrin ku her çendî kurd ne xwedî zimanekî perwerdehîyê ne, çawa ji înternetê sûd wergirt. Armanca lêkolînê ya sereke ev e ku xebatên li ser ferhengên kurdî yên online hatine çêkirin raxe ber çavan û bide nasîn. Her çiqas li ser vê mijarê lêkolînên taybet nehatine kirin jî li gorî agahîyên berdest yekem ferhenga kurdî di sala 2004an da hatiye dîjîtalîzekirin. Lêkolîna me bi giştî ji destpêka vê salê heta roja îro, li ser ferhengên kurdî yên online yên li ser înternetê niha çalak in dê raweste. Di xebatê da em dê hewil bidin li gorî metodeke çendanî pirsên: “1. Ji aliyê hejmara bêjeyan ve çi ciyawazî di navbera van ferhangan da heye? 2. Bi kîjan zaravayên kurdî hatine nivîsîn? 3. Ji aliyê kê ve kengî hatine sazkirin? 4. Çavkanîyên xwe çawa bi dest xistine? 5. Polîtîkayên weşanê û berfirehkirina bêjeyên ferhengên online çi ne?” bi giştî bibersivînin.Master Thesis Kevneşopîya Çêkirina Dan, Dehnû û Hilberên Wan li Qoserê(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2020) Mehmet Ali SaruhanMijara vê xebatê; nerîta “Çêkirina Dehnûyî” ya ku heta niha jî di nav şêniyên Mezopotamyayê û bi taybet jî li Qosêrê li cihna didome, ji bo nifşê nû tê bigihîje, nas bike û da kû neyê jibîrkirin, di pêşerojê da zindî bimîne, hevkarî û zibareya di nav vê çandê da cih girtîye mîna nirxekî çandê ber bir çav bibe û ji bo lêkolînerên ku lêkolînên di derbarê çanda gelê Kurd bike ji wan ra bibe çavkanîyek li gel rê û rêbaz û amûrên çêkirina dehnûyî bê ravekirin. Ji bilî vê jî bi vê xebatê me xwest ev nirxa gelên Mezopotamyayê bê zimanî. Di vê xebatê de, di çêkirina dehnûyî da ji destpêkê heta dawîyê amûrên çêkirina dehnûyî û peywirên van amûran dê pênase bibe û bê ravekirin. Li gel van, wêne û teşeyên amûrên çêkirina dehnûyî, dê di vê xebatê de cih bigirin. Ji bilî vê jî, ji destpêkê heta dawîyê çêkirina dehnûyî bi rê û rêbazên wê dê bê ravekirin. Li gel nirxa vê kevneşopîya gelê Kurd û giringiya vê nirxê dê bê şîrovekirin. Di encama vê xebatê de, analîzeke berfireh di derbarê nerîta çêkirina dehnûyî û amûrên di çêkirina dehnûyî da cih digirin dê pêk bê.