Kürt Dili ve Kültürü ABD - Tezsiz Yüksek Lisans Proje Koleksiyonu
Permanent URI for this collectionhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/3174
Browse
Browsing Kürt Dili ve Kültürü ABD - Tezsiz Yüksek Lisans Proje Koleksiyonu by Subject "Bahtiyar Ali, Apê min Cemşîd Xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir, büyülü gerçekçilik, roman"
Now showing 1 - 1 of 1
- Results Per Page
- Sort Options
Research Project ANALÎZA ROMANA BEXTIYAR ELÎ APÊ MIN CEMŞÎD XAN KU HERTIM BÊ EW LI BER XWE DIBIR(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) YAŞAR BUDAK, MariyeRealîzma efsûnî bi taybetmendî di sedsala 20.an de li Latîn Amerîkayê bişekil bûye û pêş ketiye. Sînorên vê têgehê ne teqez in. Ev rewş jî behremeke ku hêmanên fantastîk û sersirûştî bihewîne dibe ku ji hêla realîzma efsûnî bê nirxandin. Taybetmendiya realîzma efsûnî ya herî mezin ew e ku bi hev re dana ya serûştî û ya serserûştî ye. Herwiha ev ji alî xwendevanan wek tiştekî asayî tê dîtin. Di realîzma efsûnî de bûyer hertim deraqilî be jî cîh hertim ji dinyaya tişteyî ye. Ev têgeh ji bo romana wêjeya kurdî ya nûjen ne kevnar e. Di vê mijarê de wek mînak romana “Apê min Cemşîd Xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir” e. Bextiyar Elî yek ji nivîskarên hêja ya wêjeya kurdî ya nûjen û ronakbîrekî kurdan e. Nêzîkî 20 berhemên wî hene ku bi zaravayê soranî nivîsiye. Bi nivîsîna helbestan dest bi karê wêjeyî kiribe jî bi romanên xwe navdar bûye û di dilê xwendevanan de cihekî bilind girtiye. Me jî xwest ku em ji romanek wî ya bi navê berhama “Apê min Cemşîd Xan ku bê ew hertim li ber xwe dibir” ji aliyê mijar, leheng, cih û war û honanadına romanê li gorî realîzma efsûnî û qaîdeyên wê binirxînin. Armanca xebata me ev pêk tîne.