Kürt Dili ve Kültürü ABD - Yüksek Lisans Tez Koleksiyonu
Permanent URI for this collectionhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/2480
Browse
Browsing Kürt Dili ve Kültürü ABD - Yüksek Lisans Tez Koleksiyonu by Department "MAÜ, EnstitülerTürkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü"
Now showing 1 - 20 of 74
- Results Per Page
- Sort Options
Master Thesis ‘ADAT Û RUSÛMATNAMEʼÊ TEWAYIFÊ EKRADIYEYA MELA MEHMÛDÊ BAZÎDÎ(2015) Murat çelikDi vê tezê de li ser ‘Adat û Rusûmatnameʼê Tewayifê Ekradiyeya Mela Mehmûdê Bazîdî, jiyana wî û hevkariya wî ya li gel Auguste Jaba lêkolîn hatiye kirin. Lêbelê beriya ku Bazîdî û berhemên wî bên nirxandin bi kurtasî qala rojhilatnasiyê jî hatiye kirin. Tez ji xêncî pêşgotin, destpêk û encamê ji çar beşan pêk tê. Di destpêkê de armanc û çarçoveya tezê hatiye ravekirin û her wiha behsa rêbaza lêkolîna tezê hatiye kirin û çavkaniyên sereke yên ku hatine bikaranîn jî hatine nasandin. Di beşa yekem de di serî de têgehên rojhilatnasî, rojhilata navîn, kurd, Kurdistan û kurdolojiyê hatine nirxandin. Lê ji wan têgehan ya herî zêde li ser hatiye sekinîn, kurdolojî ye. Ango kurdolojiya ku wekî şaxeke rojhilatnasiyê reng vedide, hatiye destnîşankirin. Helbet A. Jabayê konsolosê Rûsyayê yê Erziromê jî bû xaleke vê tezê. Ji ber vê hindê jiyan, xebatên wî û têkilî û hevkariya wî ya bi Bazîdî re bûn beşeke girîng ya vê lêkolînê. Ev mijar hemû, gav bi gav ji bo xuyabûna cihê Bazîdî û xebatên wî yên di dîroka edebiyata kurdî de hatin lêkolînkirin. Di beşa duyem de wekî pêngava duyemîn, jiyan û berhemên Bazîdî hatine vegotin. Li pey wê re hevkariya Bazîdî û Jaba û berhemên wekî xulesaya vê xebata hevpar ya herdu zanyaran derketine holê hatine nîşandan. Berhemên Bazîdî di bin 6 serenavên wekî dîrok, ferheng, rêziman, wêje, folklor û civaknasiyê de li gor 19 binnavan hatine nirxandin. Di beşa sêyem de ji berhemên Bazîdî ‘Adat û Rusûmatnameʼê Tewayifê Ekradiye ya ku ji bo vê tezê bûye mijara nirxandinê, babetên wê yên bûne egera rexneyan yên derheqê eslê kurdan û zimanê wan de hatine hilsengandin. Berhem ji hêla nusxeyên wê, dema nivîsê, qebareya wê, zimanê wê ve hatiye şîrovekirin û cihê wê yê di dîroka edebiyata kurdî de hatiye nîşandan. Her wiha xebatên li ser ‘Adat û Rusûmatnameʼê Tewayifê Ekradiye, hatine danasîn. Di vê çarçoveyê de wergerên wê yên bo 6 zimanan, şîroveyên wê hatine nirxandin. Peyra li ser naveroka wê hatiye rawestan û mijarên wê bi hûrgilî hatine nirxandin. Di beşa çarem de jî li gor herdu nusxeyên ‘Adat û Rusûmatnameʼê Tewayifê Ekradiye tîpguhêzî û edîsyon-krîtîka wê ya ku bi destê me hatiye kirin, heye. Lê beriya vê xebata me tîpguhêziyên wê yên latinî yên bi destê kesên cuda amade bûne hatine danasîn. Her wiha di vê beşê de me qala rêbaza xwe ya tîpguhêziyê jî kir. Di vê tîpguhêziyê de, berhem li gor eslê wê û bêyî ku were guherandin ji tîpên erebî bal bi tîpên latinî hatiye veguhaztin. Her wiha cudahî û kêmasiyên di navbera herdu nusxeyan de hatine kifşkirin. Li cihên pêwîst jî bi jêrenotan agahî hatine dayîn.Master Thesis ADET Û RÎTÛELÊN TÊKILDARÎ MIRINÊ LI HERÊMA NISÊBÎNÊ(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2019) Yılmaz, ŞükrüBerhevkirin û teswîrkirina adet û rîtûelên têkildarî mirinê yên kurdên Nisêbînê weke mijara vê xebatê hatîye hilbijartin. Ji ber ku xebatên akademîk yên derheqê adet û rîtûelên şîn û sersaxîyê yên di çanda kurdî da kêm in, di vî warî da valahîyek xuya dike. Tê hêvîkirin ku xebata me ji bo dagirtina vê valahîyê bibe gaveka biçûk. Armanca xebatê, destnîşankirina guhertinên ku di adet û rîtûelên navborî da çêbûne, tespîtkirina fonksîyonên wan yên civakî û ravekirina sedemên guherînan e. Têkildarî vê yekê, binyada civakî ya kurdên herêma Nisêbînê jî hatîye lêkolînkirin. Di vê çarçoveyê da daneyên ku ji sehayê hatin bidestxistin, bi çanda kurdî ra hatin berawirdkirin û di adet û rîtûelên têkildarî mirinê da li şopa bawerîyên kurdan yên berê hatîye gerandin. Weke rêbaz, digel çavkanîyên nivîskî, li gorî daneyên ku ji sehayê hatin bidestxistin, adet û rîtûelên têkildarî mirinê hatine analîzkirin. Piştî van analîzan hate dîtin ku, guherînên ku di binyada civakî da çêdibin, di adet û rîtûelên têkildarî mirinê da jî guhertinan derdixin holê. Hate tespîtkirin ku, herçiqas çanda îslamê li herêmê serdest e jî, digel hindek îstîsnayan kurdên êzidî, adetên xwe yên têkildarî mirinê li hemberî vê çanda serdest parastine. Herweha hate dîtin ku adet û rîtûelên têkildarî mirinê ku jî alîyê kurdên herêma Nisêbînê ve tên sepandin, pêgirîyê bi çanda kurdî ya giştî ra dikin.Master Thesis ANALÎZA KURMANCIYA DEREGEZA XORASANÊ LI GOR HÊMANÊN ZIMANNASIYÊ(2017) Mahdi JafarzadehEv xebat dixwaze kurdiya kurmancî ya li herêma Deregeza Xorasanê, li gor hêmanên zimannasiyê analîz bike. Kurdên Xorasanê bi devoka kurmanciya bakurî diaxivin. Kurdên wê herêmê li du parêzgehên Xorasana bakurî û Xorasana Rezewî niştecih bûne. Li gor texmînên nefermî nifûsa kurdên wê herêmê ji milyonek kes zêdetir e. Li vê herêmê gelek etnîk weke, kurd, tat, fars, tirk, tirkman û belûç dijîn. Wisa xuya ye ku piraniya van etnîkan ji deverên din hatine û li Xorasanê bi cih bûne. Zêderengiya etnîkî di herêmê de hin bandor li ser zimanê kurdî danîne. Ev xebat dê nîşan bide ku di kurmanciya kurdên herêma Deregeza Xorasanê de ferq û guherînên binyadî di kîjan hêmanên zimannasiyê de zêdetir pêk hatine.Master Thesis AWAYÊ LÊKIRINA NAVAN LI HERÊMA DÊRIKÊ (LÊKOLÎNEKE ONOMASTÎK-SOSYOLOJÎK)(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2016) Öçal, SerdarDi qabilîyeta zimên ya gerdûnî de kiryareke girîng jî ‘’lêkirina navan’’ e. Mirov nava li her tiştê ku pê re di nava têkilîyê de ye dike. Bi vî awayî bi navlêkirinê mirov serwerîyê li der û dora xwe dike, bi xêra van navan, heyînan ji hev vediqetîne, wan nas dike û dide naskirin. Beşek ji van navan, ‘’navên taybet’’ in. Navên taybet bi çi awayî tên dayin, meylên navlêkirinê çi ne, rêbazên navlêkirinê bi rêk û pêk in yan na? Onomastîk, binbeşek zanista zimannasîyê ye ku li bersîva van pirsan digere ango li ser navên taybet û awayê çêbûna wan dixebite. Hemî cûreyên navên taybet dikare bibe mijara lêkolînên onomastîk. Navê mirovan, navê çîya, gir û zinaran, navê kuçe, kolan, gund, bajar û welatan û hwd. Girîngîya lêkolînên onomastîk ji bo zimanekî ev e ku, onomastîk ji bilî zimannasîyê dikare di derheqê bandora şaristanîyên kevn, çand û neteweyên bîyanî, awayê jîyana civakî ya li ser wî zimanî gelek agahdarîyan bide. Li welatên Rojava ev girîngîya onomastîkê tê zanîn, lê di tirkî û kurdî de di vê qadê de valahîyeke mezin heye. Ev xebat, li herêma Dêrika navçeya Mêrdîn, bi navê xwe yê din Dêrika Çîyayê Mazî, li ser sê mijarê onomastîkê û li ser sosyolojîya Dêrikê ye. Mijarên xebatê yên onomastîk navê mirovan (anthroponym), navê jîngeh û teşeyên erdnigarî (toponym) û navê eşîr û malbatan (ethnonym) e. Dêrik, herêmeke kurmancîaxêf e. Ji ber wê di lêkolîna sosyolojîk de ligel taybetmendîyên civakî, dîrokî û erdnîgarî yên herêma Dêrikê; me xwest em li ser devokê Dêrikê, li ser wêjeya gelêrî ya li herêma Dêrikê û mînakên berhemên gelêrî jî hin agahîyan bidin.Master Thesis BEHSÊ TIRKKERDIŞÊ KURDAN DE MERKEZÊK: ENSTÎTUYÊ CIGERAYÎŞÊ KULTURÊ TIRK(2015) Nevzat AnukArmancê na xebate; babetê asîmîlasyon/tirkkerdişê yê cematê Kurdan de mîsyon û pratîkanê enstîtuya ke bi nameyê TKAE a ke badê Darbeyê leşkerî yê 27 Gulane 1961 de awan bîya sero vindertiş o. Na xebate de derheqê kultur, ziwan û cematê Kurdan de vindertiş û hilberkerdişê zanayîşî yê na enstîtuye û metodî ke na enstîtuye teqîb kerdê do analîz bibê. Gelek faktorî ke nuştişê na xebate rê çime bîyê ra behskerdiş mûmkûn bo zî, motîvasyono bingeyên, na enstîtuye bi xetanê pêroyî, 1960an ra hetanî orteyê 1990an bi nîzam û bi ruhê dewrî ra paralel mîyanê faalîyetanê yê derheqê tirkkerdişê Kurdan de û derheqê Kurdan de hilberkerdişê zanayîşî de ca gena û sereyê merkezanê ke hilberê zanayîşî kenê de yena. Armancê bingeyên yê na xebate, binê mahîyetê na enstîtuye de analîzkerdişê ê materyalî ke derheqê Kurdan de wareyanê ziwan, nasname û tarîxî de çap bîyê yo. Na enstîtuye ke, derheqê tirkkerdişê Kurdan de awanbîyayîşê komare ra nate 1960an ra hetanî nîmeyê 1990an sey polîtîkayê dewlete çimeyo ke tewr zaf kîtabî çap kerdê ya û kovara ke binê mahîyetê na enstîtuye de ya û bi nameyê Kulturê Tirk a ke rêyna na mesele de tewr zaf meqaleyî çap kerdê. Na enstîtuye, ê zanayîşî ke derheqê Kurdan de hilber bîyê û polîtîkayanê dewlete ke nê zanayîşî eksê înan kenê, meselayê Kurd de cayêko krîtîk de yê. Herçiqas no problem, bi îtîbarê cayo ke mîyanê ciwîyayîşê sîyasî yê Tirkîya de girewto cayo ke no qas mûhîm bigiro zî, kêmbîyayîşê xebatanê ke serê na mesela de yê, sey faktorî ke xebatê ma mûhîm kenê ra yew vêjîyenê plana verên. Bi na xebate, prosesê 1960an ra hetanî orteyê 1990an de, Tirkîya de xebatîyayîşê na enstîtuya ke babetê Kurdan de rolo kilîtî gena, hetê çînbîyayîşê yan zî taybîyayîşê xebatan ra prosesê nuştişê na xebate de tay dezavantajî zî bi xo de ardê. Prosesê nuştişê na xebate de, teverê analîzê ê materyalî ke hetê na enstîtuye ra vêjîyayê de, derheqê awanîyo dezgeyî û usulanê xebetîyayîşanê hususîyan de cehdî ke hetê ma ra bîyê, hetê mûdûr û endamanê îdareyî ra bê cewab mendê. Ney ra muqabîl, coka xebatê ma hîna zaf serê dokûmantasyonî ra Şîya û ê neşrîyatî ke derheqê babetê na xebate de yê ma rasayê ci, nîsbeten ma nê dezavantajan ra xelesîyayê. Xebatê ma, despêk, hîrê qismê esasî, netîce, çimeyî û îlaweyan ra yena meydan. Qismo yewin de seba dayîşê planê peyên yê mefhumê tirkkerdişî, seyprosesanê meydanvejîyayîşê Netew-Dewlete ya Moderne, înşakerdişê netewe yê Netew- Dewlete, dezgeyanê yê hilberkerdişê zanayîşî û tekîlîyanê ke bêynateyê Kurdan û îdareyê Osmanîyan de yê, ameyê xebetîyayîş. Qismo diyin yê xebatê ma de, serê Şertan ke TKAE ke babetê xebatê ma ya ardê meydan amêyo vindertiş. Babetanê Raporê Kurdan yê 27 Gulane ke bade Darbeyo leşkerî yê 27 Gulane ameyo nuştiş û netîceyê nê raporî de enstîtuya ke amêya meydan, weşananê enstîtuye û hilberkaranê zanayîşî ca girewto. Qismo hîrêyin û peyên de zî, ê xebatî ke wareyanê ziwan, nasname û tarîxî de yê ke na enstîtuye nê wareyan de seba tirkkerdişê Kurdan xebetîyaya ameyê girewtiş.Master Thesis BERAWIRDÎYEK LI SER DESTANA MEMÊ ALAN Û MEM Û ZÎNA EHMEDÊ XANÎ JI ALÎYÊ BINYAD Û HONAKÊ VE(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2019) Korkmaz, VolkanDi vê xebatê de du berhem tên berawirdkirin. Yek mesnewîya Mem û Zînê ye, ya din destana Memê Alan e. Mesnewîya Mem û Zînê; ji alîyê Ehmedê Xanî ve, di sala 1695an de, li gor usûl û qayîdeyên edebîyata klasîk hatiye nivîsandin. Destana Memê Alan berhemeke folklorîk a kevnar e ku bi zarekî (devkî) belav bûye. Ev destan, xwedîyê gelek varyantan e û îro jî di nav sahaya folklora kurdî de hebûna xwe didomîne. Hatiye dîtin ku îskeleta vê destanê di varyantên li ber destê me de kêm zêde wek hev e. Di vê xebatê de ji bo berawirdkirinê, varyanteke vê destanê ya ku di sala 1942yan de ji hêla Roger Lescot ve hatiye berhevkirin, wek hîm tê girtin. Di xebata me de ev her du berhem; ji hêla kok, sêwirandin, vegotin, dem, mekan, leheng, bûyer, ziman, form û paşxaneyê ve tên berawirdkirin û beş bi beş manendî û cudatîyên van berheman tên analîzkirin. Di berawirdîyê de carcaran varyantên din jî li ber çavan tên girtin. Di vê xebatê de armanca me ew e ku em têkilîya navbera destana Memê Alan a folklorîk û mesnewîya Mem û Zînê ya Ehmedê Xanî destnîşan bikin ku ev têkilî di çi astê de ye. Bi qasî ku hatiye çespandin, li dawîya vê xebatê tê dîtin ku gelek alîyên hevpar û cuda yên van her du berheman hene.Master Thesis BERAWIRDKIRINA ŞEREFNAMEYA ŞEREFXANÊ BEDLÎSÎ Û ŞEREFNAMEYA MENZÛM A CEGERXWÎN(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2019) Coşkun, ŞükranŞerefxanê Bedlîsî ji bo dîroka Kurdan winda nebe û bigihîje neslên pêşî di sedsala XVI. de kitêba xwe ya Şerefnameyê nivîsiye ku cara yekem dîroka Kurdan ji aliyê Kurdekî ve bi berfirehî hatiye nivîsîn. Serdema tê de jiyaye bûye şahidê peywendiya Sefewî û Osmaniyan. Ji aliyê din ve Cegerxwîn helbestvanê sedsala XX. e û di dîrok û edebiyata Kurdan de helbestvanê herî bi nav û deng e. Di berhemên wî yên curbicur de dîroka Kurdan rengvedaye. Cegerxwîn, di serdema tê de jiyaye bûye şahidê her du şerên cihanê û gelek bûyerên siyasî û civakî yên din. Berhema xwe ya Şerefnameya Menzûm li ser bingeha Şerefnameyê bi çil û pênc menzûmeyên nivîsandiye. Di vê xebatê de Şerefname û Şerefnameya Menzûm hatine berawirdkirin û hêmanên naveroka wan bi awayekî înterdîsîplîner hatine analîzkirin. Her du berhem jî di bin bandora rewşa siyasî û civakî ya sedsala tê de hatine nivîsandin de hatiye nirxandin û ev yek bûye pirsgirêka xebata me. Xebat ji destpêk û ji sê beşan pêk hatiye. Di beşa yekem de jiyan û berhemên herdu nivîskaran cih girtine. Di beşa duyem de di bin bandora kîjan rewşa siyasî û civakî de hatine nivîsandin hatiye diyarkirin. Di beşa sêyem de herdu behrem ji aliyê ziman, naverok û termînolojiyê ve hatiye tehlîlkirin. Di heşt kategoriyan de termînolojiya berheman hatiye derxistin. Di gelek cihan de peywendiya dîrok û edebiyatê berbiçav bûye ku Cegerxwîn pirî caran xwestiye bi behskirina bûyer û kesayetiyên dîrokî xwe serbilind bike û rihê neteweyî bi vî awayî vejîne. Di van menzûmeyên wî de tê dîtin ku dîrok bi helbestê re bûye yek û peywediyeke xurt di navbera wan de çêbûye. Hebûna vê bingehê destûrê daye ku Şerefnameya Şerefxan û Şerefnameya Menzûm a Cegerxwîn hem ji aliyê jiyan, berhem, fikr û ramanên nivîskarên wan hem jî ji aliyê naverok û teşeyê ve bên berawirdkirin. Bandora Şerefnameyê li ser Şerefnameya Menzûm çi ye, bi çi awayî tê de cih girtiye bi vê xebatê hatiye tespîtkirin.Master Thesis BI RÊBAZA REXNEYA FEMÎNÎST LÊNERÎNEK LI ROMANÊN JINÊN KURD(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) Doğan, SongülEv tez li ser edebiyata jinên kurd û romanên wan hatiye nivîsandin. Di vê tezê de bi rêbaza rexneya femînîst, pênç romanên nivîskarên jin ên kurmanc ji aliyê karakterên jin ve hatine analîzkirin. Bi van analîzan re mebest ew e ku rewşa jinên kurd, bi rêya romanên jinên kurd re, bi nêrîneke femînîst bê xwendin. Bi vê xebatê re me hewil da ku em nêrînên nivîskarên jin ên di derbarê jinê de dahurînin û rewşa jinên ku di nava pergala baviksalar, di bin pêkûtiyên mêrane û saziyên mêrserwer de hatine bindestkirin derxînin holê. Di romanên nivîskarên jin ên ku daxilî vê xebatê bûne de karakter bi piranî jin in û mijarên van romanan li ser pirsgirêkên jinê, zayenda civakî, baviksalarî, perwerdehî, nasnameya netewî û jinaniyê ye. Ev xebat ji sê beşan pêk tê. Di qismê destpêka xebatê de mijar û girîngiya xebatê, mebest, sînor, rêbaz, pirsgirêk û astengiyên xebatê hatine diyarkirin. Di beşa yekem de li ser dîroka femînîzmê, cure û pêlên wê hate sekinandin. Di dawiya vê beşê de cihê jinên kurd ê di nava femînîzmê de hate nîqaşkirin. Di beşa duyem de, li ser rexneya edebiyata femînîst û bêdengiya rexneya li ser berhemên jinên kurd hate sekinandin. Di beşa sêyem de, karakterên jin ên di pênç romanên nivîskarên jin û babetên ku di van romanan de derketine pêş hatin analîzkirin. Di encama vê xebatê de hate dîtin ku ligel hin kêmasiyan, edebiyateke jinên kurd heye.Master Thesis BI TARÎXÊ NUSÎYAYENA XO YA TEWR KEHENE ÇEKUYÊ KIRMANCKÎ (ZAZAKÎ) (1798-1903)(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2017) Yıldızhan, VeyselNa xebate, bi tesbîtkerdiş û manakerdişê çekuyanê kirmanckîyan (zazakîyan) yê nuştekîyan yê tewr kehenan amade bîye. Metnê kirmanckî yê nuştekî yê ke ma çekuyî ci ra girewtî, mabênê serranê 1798î û 1903î de nusîyayê yan zî weşanîyayê. Nuştoxanê nê metnan ra di kesî kirmanc (zaza) ê, ê bînî rûs, alman û îngiliz ê. Çekuyê ke nê metnan de yê, yê kirmanckîya nê mintiqayan ê: Çêrmûge û Sêwregi, Licê, Pali û Dara Hênî, Quzelçan/Qozlîçan (Pülümür). Na xebate de derheqê metnanê tewr kehenan yê kirmanckî, nuştoxanê înan û melumatdayoxanê (informantanê) nuştoxan de zî melumat ameyo dayîş. Ma manayê çekuyanê kirmanckîyan bi tirkî nuştî û înan ra ferhengêko tirkî-kirmanckî (zazakî) amade kerd. Ma her çekuya kirmanckî dima, tarîxê nuştena aye, çimeyê aye û bêjê (çeşîdê) aye yo gramatîk nuşt. Çekuyê ke bi sewbîna alfabe nusîyabîy, ma açarnayî alfabeya kirmanckî ser û duştê (vera) înan de, metnê orîjînalî ra kopyaya înan (facsimile) ronaye.Master Thesis BÎBLÎYOGRAFYAYA KIRMANCKÎ (ZAZAKÎ) (1963-2017)(2018) Mutlu CanSeba nesilanê newîyan tesbîtkerdiş û pêşkêşkerdişê koma xebatanê nuştekîyan yê vizêrên û ewroyênan bi çimeyanê înan, sayeyê xebatanê bîblîyografîkan mumkun o. Kirmanckî (zazakî) de yew waro ke ser o xebate nêbîya zî babeta bîblîyografya ya. Çend xebatanê çarçewatengan yê îstîsnayan ra teber bîblîyografyayê ke derheqê kirmanckî yan zî kirmancan de ameyê amadekerdene çin ê. Warê nuştiş, weşanayîş (neşrkerdiş) û arşîvkerdişî de rewşa xirabe ya kirmanckî, ehemîyetê xebata winasî hîna vêşî kerdêne. Çîyo ke ma teşwîqê na xebate kerdî no xusus bî. Bi na xebata xo, ma cehd kerd ke venganeyê (talîya) nê warê kirmanckî pirr bikê. Na xebate, bi tesbîtkerdiş û tesnîfkerdişê sernuşteyanê kitaban û her tewir metnanê kirmanckîyan yê weşananê perîyodîkan amade bîye. Metnê ke nameyê înan na xebate de ca gênê, mabênê serranê 1963-2017î de weşanîyayê. Beşê kitaban de, sînorê serra xebate, hetanî 2018î yo. Ma xebate xo de, ca da kunyaya kitab û metnanê ke bi alfabeya kurdkî û hetê kirmancan ra nusîyayê yan zî vejîyayê. Xebata ma hîrê beşan ser o awan bîya. Beşê yewinî de derheqê bîblîyografya, bejanê aye û bîblîyografyayanê kurdan de melumatî estê. Beşê dîyinî de sernuşte û kunyeyê 332 kitabanê ke goreyê tewirane xo tesnîf bîyê estê. Beşê hîrêyinî de zî sernuşte û kunyeyê 5995 metnanê weşananê perîyodîkan ke goreyê tewiranê xo tesnîf bîyê ca gênê. Hûmara pêroyê kunyayanê bîblîyografîkan 6327 a.Master Thesis BINYAT Û RASTNIVÎSÎNA LÊKERAN DI BERHEMÊN RÊZIMANÊ YÊN KURMANCÎYA BAKUR DE(2018) Mehmet GemsizRêziman wek hêman û stûneke girîng a zimanê nivîsînê ya zimanekî tê hesibandin û ji ber ku şayesandin û peyitandina rêzikên zimên jî li xwe digire, ew bi rola rêbera zimanekî radibe. Di gel vê yekê, gava bi çavekî hûrbînî li pirtûkên rêzimanên kurmancî tê nihartin, tê dîtin ku ne tenê di warê mijarên taybetmend de, her wisan di biwara hin mijaran de ku ew wek ên sereke tên pejirandin, zimannas û rêzimannas ne li hev in û di navbera wan de nêrînên cuda yên berbiçav xwe tafilê didin der. Mîna mijarên cureyên bêjeyan, cureyên lêkeran û ji aliyê binyatî ve senifana lêkeran. Di vê xebatê de li ser yazdeh rêzimanên zaravayê kurmancî tê rawestandin û bal li ser warên cureyên bêjeyan (beşên axaftinê), lêker, ji aliyê binyatî ve senifana cureyên lêkeran (tevî mînakên lêkeran ku ji bo wan hatine pêşkêşkirin) û rastnivîsîna lêkeran ên di rewşa raderî û navdêrî de tê kêşandin. Ji ber ku ev berhem bi rêbaza rêzimana klasîk hatine amadekirin, bi heman rêbazê tiwêjandin li ser wan tê kirin. Li ser warên ku bûne mijara xebatê, ji nû ve senifanek der barê cureyên lêkeran ên ji aliyê binyatî de tê kirin û bi navê lêkerên veqetînbar jî senifanek li wan tê zêdekirin ku bi awayekî serbixwe di tu rêzimanê de cih ji van re nehatiye veqetandin. Ji bo çareserkirina kêşeyên rastnivîsîna lêkeran ên di rewşa raderî û navdêrî de jî, rêzikên ku li gorî rêzimana kurmancî hatine peyitandin tên pêşkêşkirin.Master Thesis DENGBÊJÎ DI PEYWENDA PATRONAJÊ DE(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2014) Gürür, ZekiDi afirandin û îcrakirina performansên hunerî û edebî de rola “desthilati”yê aşkera ye. Armanca vê xebatê jî li dor nimûneyên kultura kurdî ya devkî, vekolana rola “desthilati”yê ye. Di vê xebatê de jî têkiliya desthilatî û hunerê, di peywenda dengbêjan û wan dezgehên ku hamîtiya wan kirine de hatiye nirxandin. Ji ber ku di çêbûn û geşedana kultura kurdî ya devkî de roleke sereke dilîzin, ev dezgeh li gorî tezahurên modernîzmê yên li ser civaka kurdan bi du awayî hatiye dabeşkirin: pêş-modern û modern. Her wisa di vê lêkolînê de, têkiliya patronaj û dengbêjan di 2 beşan de hatiye vekolandin. Di destpêka vê xebatê de, ji ber ku dengbêjî parçeyek ji kultura devkî ya kurdî ye, ew di konteksta hefizeya civakî, dîroka devkî û kultura devkî de hatiye vekolandin û derbarê babetê de nimûneyên lîteraturê hatiye destnîşankirin. Di nav malûmatên kultura kurdî yên pêşîn de agahiyên derbarê dengbêjiyê û kultura devkî de hatine dayîn. Tesirên îcatkirina çapxaneyê û amûrên teknolojiyê yên li ser afirandina berhemên devkî û nivîskî, di nimûneyên civakên ku di heman qonaxê re derbas bûne, li dor kultura kurdî hatiye gengeşekirin. Şert û mercên sedsala XXan ên siyasî û civakî gelo tesireke çawa li ser afirandina berhemên kulturî û hunerî kirine, di vê beşê de hate gengeşekirin. Di beşa yekem de, paşxaneya sîstemên îdarî yên Kurdistanê, têkiliyên mîrektiyên kurdan û dewleta osmaniyan hatiye pêkolekirin û bizavên hunerî û edebî yên di sîstema mîrektiyan de hatiye afirandin, di peywenda patronajê de hatiye gengeşekirin. Ji sedsala XVIan heta sedsala XXan, digel dînamîkên ku tesira xwe li ser sîstemên îdarî yên Kurdistanê kirine û têkiliya hunerê, hatiye ravekirin û di berhemên huner û edebiyatê de, têkiliya hamî û hozan/edîban hatiye vekolandin. Di van nimûneyan de jî diyar bû ku, di navbera desthilatî û afirandina berhemên hunerî û edebî de têkiliyeke xurt heye. Di afirandina huner û edebiyatê de rola desthilatiyê di vê beşê de hatiye nirxandin. Di beşa 2an de, ji sedsala XVIan heta sedsala XXan, veguherînên desthilatiyê di nimûneyên wekî mîr, şêx û axa de hatin nirxandin û tesira van a li ser çalakiyên edebiyat û hunerê hate gengeşekirin. Her wisa kesên wisa yên ku behs li ser e, xwedî hêzeke aborî û siyasî ne û ji aliyê civakê ve wekî esilzade tên qebûlkirin. Lewma jî rol û delameta wan a di afirandina huner û edebiyatê de hate gengeşekirin. Piştî ku di sedsala XXan desthilatiya mîrektiyan têk çû, nifûza şêxan li ser civakê zêde bû. Di dawiya sedsalê de jî êdî desthilatî iii berbelav bû û axayan hikmê xwe li ser civakê ferz kir. Ev guherîn li dor nimûneyên hunerê û nemaze jî stranên dengbêjiyê hate tehlîlkirin. Dîsa di nav vê beşê de, aliyê huner û desthilatiyê, di peywenda mekanê de hate vekolandin û tesira wan a li ser naveroka hunerê di bin navê cîgehên hîmayekirinê de hate gengeşekirin. Her wisa di qesr û qonax, odeyên girêgirên gundan, radyo û mala dengbêjan de sedemên çênebûna/qelsbûna sîstema patronajê digel paşxaneya wê ya tarîxî û siyasî ve hate helsengandin. Têkçûna desthilatiyê, di gelek aliyan de encamên neyînî li ser dengbêjan kir û veguherîneke cureyên stranan pêk anî û epîk têk bir. Her wisa hin teşebisên vejandina kultura dengbêjiyê di bin banê dezgehan de hate nirxandin. Di sernavê Mala Dengbêjan de nimûneyeke dîwana dengbêjan hate tehlîlkirin û wekhevî û cudahiyan wê digel dengbêjiyê hate gengeşekirin.Master Thesis DESTANA RUSTEMÊ ZAL (METN-LÊKOLÎN)(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2019) Çalışır, RojbirDestana Rustemê Zal di edebiyata Rojhilata Navîn de destaneke epîk e. Ji ber berbelavbûna van destanan, versiyonên wê yên cuda hene. Di edebiyata kurdî de jî li her deverê bi versiyoneke cuda ye. Ev xebata me de li ser versiyoneke Şahnameya Kurdî ye ku bi zimanê kurdî, bi zaravayê kurmancî û bi tîpên erebî hatiye nivîsin. Ji bo ku em hîkayeta Rustemê Zal wekî destan bi nav bikin divê em versiyonên wê yên cuda bizanibin. Ev xebat hewldanek e ji bo temamkirina versiyonên destana Rustemê Zal. Ji ber wê me ev metn transkirîbe kir. Di beşa yekem de wateya destanê û giringiya destanê di edebiyatê de çi ne me rave kir. Me ji aliyê naverok û rûxsarî ve nasandina destanê kir. Di beşa duyem de me wateya şahnameyê çi ye rave kir, di edebiyata kurdan de Şahnemaya Kurdî çi ye me diyar kir û ji aliyê naverok û şiklî ve me beyta Rustemê Zal nirxand. Me di beşa sêyem de jî elîfbeya transkirîpsiyonê diyar kir û metn ji bo elifbêya Kurdî-Latînî transkirîbe kir.Master Thesis DI ÇERÇOVEYA TÊGIHA NETEWEPERWERÎYÊ DA NIRXANDINEK LI SER ŞÊX UBEYDILLAHÊ NEHRÎ(ARTUKLU ÜNİVERSİTESİ, YAŞAYAN DİLLER ENSTİTÜSÜ, 2018) Kerece, FahriArmanca vê xebatê, li ber ronahîya berhama Şêx Ubeydillahê Nehrî ya bi navê Tuhfet el-Ehbab û belgeyên dîrokî yên ku di xebatên cûrbicûr da cih girtine ji alîyê teorîyên neteweperwerî yên modern ve nirxandina Şêx Ubeydillahê Nehrî û tevgera wî ye ku Şêx Ubeydillah di sala 1880yî da li hember Îranê bi angaşta avakirina dewleteka kurd a yekbûyî û serbixwe serî rakirîye. Bi vê armancê ewilî li ser teorîyên netewe û neteweperwerîyê tê rawestîn û piştra di sedsala 19. da di Dewleta Osmanî da li ser bandora neteweperwerîyê çerçoveyeka giştî tê çêkirin. Ji alîyê din ve ji ber ku Şêx Ubeydillah şêxekî terîqeta Neqşibendîyeyê bû ji bo ku li ser helwest û tevgera wî bandora têgihîştina vê terîqetê ronî bibe, li ser dîroka vê terîqetê, helwesta wê ya li hember bûyerên sîyasî û civakî û li ser pêşketin û bandora wê ya li civaka kurd a wê demê tê rawestîn. Piştî ku şert û mercên civakî û dîrokî yên ku serokîya dînî-polîtîk ya Şêx, rabêjên wî û tevgera wî tê da şêwiyabûn tê ravekirin, li ser serhildana Şêx Ubeydillah tê rawestîn. Di beşa dawîn da ji bo neteweperwerîyê rêbazeka bijarteker tê hilbijartin û li ser rabêjên Şêx û tevgera wî di çerçoveya têgiha neteweperwerî da nirxandinek tê kirin. Xebat, piştî nirxandina xwe di rabêjên Şêx û armanca tevgera wî da di wateya modern da hebûna nîşanên neteweperwerîyê diparêze.Master Thesis DI DEWRA OSMANIYAN DE WEŞANGERIYA KITÊBÊN KURDÎ (1844-1923)(2014) Mesut ArslanMijara vê tezê dîroka weşangeriya kitêbên kurdî yên di nav Dewleta Osmanî de çap bûne ye. Çêkirina lîsteyeke kitêbên wê demê çapbûyî, ravekirina naverok û konteksa wan a dîrokî jî armanca wê ye. Bi vê mebestê ji kitêbxaneyên fermî û şexsî kitêb hatine berhevkirin, naverok û konteksa wan a dîrokî hatine analîzkirin. Tez, ji destpêk, sê beş û encamê pêk tê. Di destpêkê de armanc û çarçoveya tezê tê ravekirin; çavkanî têne nirxandin û li ser rêbaza tezê çend agahî têne dayîn. Di beşa ewil de kurtedîroka nivîs, kitêb û çapxaneyê tê ravekirin. Hatina çapxaneyê ya nav Dewleta Osmanî, li Kurdistanê ‘emilandina wê û kurtedîroka kurdiya nivîskî jî mijarên vê beşê ne. Di beşa duyem de rewşa kurdan a di nav Dewleta Osmanî de tê nîqaşkirin. Ji ber maweya mijara tezê di vê beşê de zêdetir bûyer, komele û tevgerên sedsalên nozdehemîn û bîstemîn têne lêkolînkirin. Herwiha di dawiya beşê de hewl tê dayîn ku nêrînên du kesayetên (Ehmedê Xanî û Hacî Qadirî Koyî) ku li ser fikra netewî ya kurd bandora wan pir mezin e bê ravekirin. Bi van lêkolîn û ravekirinan, pêşketina nasnameya kurdî ya di dewra dawî ya Dewleta Osmanî de jî tê nîşandan. Lewre bingeha weşangeriya kitêbên kurdî jî ev pêşketin e. Di beşa sêyem de kitêbên kurdî yên ku di dewra Osmaniyan de hatine çapkirin têne tesnîfkirin û yek bi yek têne nasandin. Kitêbên kurdî yên bi herfên ‘erebî, yên ku mîsyoneran weşandine (bi piranî tîpên ermenî ne) û du weşangerên kurdî yên wê demê (Kurdîzade Ehmed Ramîz û Mihemed Şefîq Arwasî) mijarên vê beşê ne. Di tesnîfkirin û nasandina kitêbên wê demê de bûyer, komele û tevgerên ku di beşa duyem de hatibûne ravekirin jî têne ‘emilandin; bi vî awayî tez hewl dide ku têkiliya weşangeriya kitêbên kurdî û tevgera netewperwerên kurdan a di nav Osmaniyan de nîşan bide.Master Thesis DI EDEBIYATA KURDÎ DE FOLKLOR û ROMAN LI DOR TEXEYYULÊN BERÊ RÊÇÊN ÎROYÎN(2013) Ramazan ÇeçenEv xebat, li ser têkiliya folklor û romanê hûr dibe. Xasma bala xwe dide hin destan û çîrokên edebiyata kurdî ya gelêrî ku dema ew dibin roman, ka li pirsgirêkên çawa dilikumin. Daxwazeke din a vê xebatê jî ew e ku rengê fêhma civakî û hunerî ya van pirsgirêkan nîşan bide. Bêguman payebilindkirina çand û zimanê gelêrî ya ji aliyê mêleke neteweperwer ve, tiştekî nû nîne; di van dewran de ew wek cewherê milet, warê hundurîn ê saf hat qodkirin. Tiştê nû ev e ku di van 15-20 salên dawîn de vê mêlê, bi awayekî lezgîn di nav forma romanê de ji xwe re hêlînek çêkiriye. Rêjeya hebûna van romanan delîla herî berbiçav a vê rewşê ye. Rastiyeke peyva “serdema romanê” heye. Belê, daxwaza romannûsîneke (fantazmaya romanê) ku nayê zeptûreptkirin jî heye; û nivîskarê kurd dixwaze bibe parçeyekî vê pêvajoyê. Lêbelê heman daxwaz, techîzad û cinekî afirandinê jî şert dike. Di tunebûna van de, romanên ber dest jî dema xwe li tengala kêmasiyên civakî te’rîf dikin, lingên wan ji zemînekî hunerî dişemite, dikeve ser erdeke civakî. Her hal ji ber vê yekê ye ev romanên ku hatine tehlîlkirin li dor temayên wek hafizeya civakî, nasnameya netewî, leheng û mîtên dîrokeke resen a milet, berterefkirina kêmasiyên dîrokî, bawerî û olên heterodoks ên mezlûm çerx didin. Ev roman bi vî awayî ji îlhama xwe (ji forma destanê) dûr dikevin, lê mirov nikare bibêje ku taca kûrahiyeke psîkolojîk, kamilbûneke malê tecrubeyên kesane, ezmûn û lêgerîneke nûjen dikeve serê wan.. Belkî çiye ku ev berhem li ber şîpanka romanê bendewarî hundir in, – ji ber ku ji hewcedariyên romanê hinekî dûr in– mirov ji van re bibêje epîroman dê rasttir be. Eşkere ye ku di navbera du aşan de –îlham û dilxwaza xwe de– mane. Ji aliyê din ve ew refleksa nivîsendeyî ya ku nivîsandinê dike karekî gergûhêz, hinekî din vî karakterê epîromanê dermale dike. Ji ber ku li homatê pêşaniyeke “em çawa binivîsin” bêtir “em çi binivîsin” heye. Di rûdana vê pêşaniyê de roleke mezin a vê fêhmê heye ku nivîskarê kurd –qey nebe ew ên xwediyê van berheman– xwe wek rewşenbîrek, heta wek rewşenbîrekî çanda berxwedanê dibîne. Diyar e nivîskarê kurd, dema li ser navê gel xeber dide, dixwaze wî perwerde jî bike. Helwesta ‘mirov çi an çima binivîse’, bi rehetî dibe mijara derseke dîrokî; mijara ku tê navgînîkirin (pergalîkirin) jî ber bi laşekî pedagojîk ve rê dipîve. Tam di vê kêliyê de tê tesewirkirin ku destanên folklorîk di hundirê xwe de, li ser navê dersên dîrokî û pêşniyazên pedagojîk, mînakên rast û çewt dihewînin. Ji hêleke din ve himbêzkirina folklor û çîrokên berê, rêkurtkeke kêrhatî ye ji bo “avakirina tradîsyoneke edebî”. Ev helwest, bawer dike ku ne tenê xisarên ji qedexe, zimankujiyan welidîne têk dibe, di heman demê de, tirs û endîşeya “ev tişt dê bimirin”, “zeman dê wan daqurtîne” jî berteref dike. Belkî tam di vê kêliyê de em şahid dibin ku qîmetdayîneke ku nivîs ne layîq e tê pê. Ewladên vî miletî ku bawer dike gelê wî “kêm carî” dest biriye pênûsê, vê ewdê dike: Binivîse, ku neyê jibîrkirin! Binivîse, nivîsandin di vê çandê de bi serê xwe fezîletek e!.. Lê bizatihî ji mînakên nivîsandî diyar e ku di her hal û karî de ev muteberî bi dest nakeve. Ji ber ku nivîs, destpêkek e. Taybetiya ku gewdeya wê pêk tîne, cewhera wê ye. Rabirdûya ku wek embara tecrubeyan tê dîtin, komek endîşeyên îroyîn ên ku di dor texeyyûlên wê de çerx didin, tîne meydanê. Hewl û tevgera nivîskarê ku dixwaze endamên komeleya wî hin tiştan jibîr neke jî ji kokên “hafizeya kultûrî”, “nasnameya civakî” re avdaniyê dikin. Li vir, rabirdû cardin dibe objeyek. Lewra mafê xwe yê ku “pê neyê lîstin, li gor armancekê neyê bikaranîn” winda kiriye. Mimkûn e ku mirov siyaseten bi pirsgirêkên bikaranîna rabirdûyê re serî derxe, lê wisan dixwiyê mirov nikare çavê xwe ji qusûrên edebî re bigre. Dema ji vê embarê, tiştên li gor daxwaza dil tên neqandin, berî ku ew tişt derkevin ber ronahiya rojê, etîketek jî li ser tê danîn. Rast e, wek ku teorîsyenên netewetiya kultûrî jî bal dibin ser, di avakirina nasnameya netewî de roleke romanê heye, lê di edebiyata kurdî de bikaranîna embara vê rabirdûyê bêtir çav dike navgînîkirineke sekûler. Lêbelê hindik jî be –niha romanek– mînakên navgînîkirineke bawermend jî hene. Ya pêşîn, bê ku binyada sosyo-psîkolojîk a lehengan li ber çavan bigre, rabirdûyê di nav çandeke saf a winda de bi nav dike û dersa xwe wisa dide; ya din jî rabirdû û lehengên wê bi fezîletên dînê nû –îslam– cil û berg dike. Telafîkirina kêmasiyên dîrokî yên bi vî awayî, vê neqlê bi xwe re hin xisarên estetîkî tîne. Ji ber ku dema mesafeya navbera duh û îro hindik dibe û duh nêzîkî îro dibe, nivîskarê kurd ê ku bi sedemetî û sînorkirina vebêjer qaîl nabe û dest ji otorîteya nivîskariyê naşû, berê keştiyê dide nav anakronîzmên zimanî û dîrokî. Lê ne tenê ev e jî. Lehengên romanan çiqas ji niyetên nivîskar muessîr bibin, çiqas di nav qeyranên temsîl û nasnavê de rû bidin, ewqas bêtaqettir têne çavê me. Di rastiya wan a çîroksazî de qelşên mezin der dibin. Jixwe çiye ku ev berhem objeya îlhamê bi behreyeke nivîskariyê re neguherîne û himbêza xwe ji awirekî nû yê teze re venekirine têra xwe qebehetekî mezin kirine; îcar bi ser de jî ku lehengên wan di destê nivîskar de bibine xetîbekî li dijî tebîet û mîzaca xwe, ji aliyê edebî ve ev hebe nebe, korerêyek e. Hindik bin jî di edebiyata kurdî de hin mînakên serkeftî hene ku folklorê di nav manewrayên afirîner ên edebî de, bi birrek peykên wek întertekstûelî, parodî û îroniyê cardin saz kirine. Lêbelê çiye ku ji çavkaniyên xwe bi temamî cihê ne, ew nebûne mînakên yekemîn ên vê xebatê. Dîsa jî bi niyeta ku bersiva vê pirsê bide qala hinekan hate kirin: Gelo bi riya birrek manewrayên nû û afirîner ên edebî, ji folklorê îstifade mimkun e? Ev tev, vê xebatê ber bi têgehên deyndarî warên wek sosyolojî, antropolojiyê ve dahf didin. Lewra ger xebateke ku xwe nêzîkî sosyolojiya edebiyatê dibîne derketibe meydanê, ev ne xerîb e. Jixwe ne wisan bûya dê peyv û bêjeyên wek folklor, hafizeya civakî, nasnav, duh, niha, dîrok, netewetî, temsîl, roman, epîroman, nivîsende, nivîskarê kurd evçend derneketana pêş.Master Thesis DI HELBESTA CEGERXWÎN DE RENGVEDANÊN TÊKILIYÊN ÎQTÎDARÎ(2013) Mikail BülbülDi vê tezê de “têkiliyên îqtîdarî” yên di helbestên Cegerxwîn de ku weke yek ji helbestvanên herî mezin ê edebiyata kurdî yê sedsala bîstan tê zanîn, hatine şîrovekirin. Cegerxwîn ji ber xisûsiyetên dewra ku tê de jiyaye bûye şahidê gelek bûyerên civakî, exlaqî, aborî, siyasî ku Şerê Cihanê yê Yekemîn, Şoreşa Oktobirê ya li Rûsyayê, serhildana Şêx Seîd, dagirkirina Frensayê ya Sûrî, Şerê Cihanê yê Duyemîn, avabûn û hilweşîna Komara Kurdistanê li Îranê, Şoreşa 58an li Iraqê ji bûyerên girîng in ku bi awayekî xurt tesîr li feraset û paşxaneya nivîsîna helbesta wî kirine û sînorên teorîk yê helbesta wî diyar kirine. Ji van bûyerên jor, hemûyan çi rasterast çi nerasterast tesîr li kurdan kirine û şikestin û serûbinbûnên civakî yên mezin pêk anîne. Ji ber ku Cegerxwîn jî ev şikestinên mezin di xwe de jiyane û helbesta wî ji vê atmosferê zaye; şer, bê statubûna kurdan, bêrîkirina dewrên biaram, xwestina netewe- dewletê hwd. mohra xwe li helbesta wî xistine û bi awayekî xurt hêma, fikr û têgehên têkildarî “îqtîdarê” tê de peyda bûne ku di vê xebatê de ev hemû di çerçoweya “têkiliyên îqtîdarî” de hatine ravekirin. Gotina “têkiliyên îqtîdarî”, di tezê de ne hew di wateyekê de ku dikare bi têkiliyên “dewlet”, “rêvebirî” û hwd. bê referekirin, lê di wateyeke berfirehtir de hatiye bikaranîn ku hem hemû rengvedanên îqtîdarên makro yên mîna dewletê hem jî di wateya hemû têkiliyên ku rengvedana têkiliyên dora navend û jêderkên îqtîdarê pêk tên, hatiye bikaranîn. Lewre di vê tezê de hatiye dîtin ku rewş, têkiliyên ku têkildarî îqtîdarê ne, rengvedana xwe daye gelek helbestan. Di tezê de, di çerçoweya edebiyata neteweyî û îqtîdar, reddiyeya îqtîdarê, mîmarî û îqtîdar, dînitî û îqtîdar, zanîn û îqtîdar û raweya fermanî û îqtîdar de, şopên van têkiliyên îqtîdarî hatine tespîtkirin û ev weke rengvedana têkiliyên îqtîdarî hatine ravekerin û bi tehlîlên psîko-sosyolojîk û bi perspektîfek projeksiyonî ku perpektîfeke xwîner-navendî ye, şîrove hatine kirin.Master Thesis DI KILAMÊN EVÎNÎ YÊN DENGBÊJAN DE TEMAYA JINÊ(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2012) Çiftçi, TekinFolklor mirêka civakê ye. Ji xwarinê heya cil û bergan, ta xewn û xiyalan her tiútê civakê dinimîne. Roniyê dide dîrokê û wê digihîne îro. Zayîna folklorê bi ya civakê re yek e.Yên ku vê mirêkê ji wê rojê heta îro bi xwe re digerînin jî piranî jin in. Jin him afirînerê folklorê ne, him jî pêúkêúvanê wê ne. Folklor, li welatên Rojava piútî sedsala XIXan bûye zanistek û li ser wê xebatên bi rêk û pêk hatine kirin. Ji van xebatan hatiye fêmkirin ku jin di navenda folklorê de ne. Lê mixabin di nava kurdan de xebatên folklorê gelekî dereng dest pê kirine. Yên ku hatine kirin jî piraniya wan berhevok in. Ji aliyê akademîk ve qels in. Ev xebat, bi armanca dagirtina vê valahiyê, weke destpêkekê hatiye kirin. Jinan, di nava beúên folklorê de herî zêde kilam derxistine pêú. Li ser her bûyer û rewúê kilam gotine. Kilamên kurdî, bi piútgiriya dengbêjan bûne beúeke girîng ya çanda devkî û di sazkirina nasnameya civakê de peywireke girîng hildane ser milên xwe. Di beúa yekemîn de pênas û peywira folklorê, têkiliya çanda devkî û folklorê bi alîkariya berhemên akademîk hatiye nîqaúkirin. Têkiliya folklorê û hin zanistên din bi kurtî hatiye vegotin. Ji bilî kurdên Kurdistanê, xebatên ku kurdên Qafqasya û Awrûpayê kirine jî bi kurtî hatine danasîn. Beúa duyemîn li ser statûya jinên kurd e. Li gor çavkaniyên nivîskî û devkî statûya jinên kurd ya nava malê û civakê hatiye úîrovekirin. Muzîka kurdî û cureyên wê, taybetiyên wê, têkiliya muzîka kurdî û muzîka welatên cîran di beúa sêyemîn de hatiye nirxandin. Ji bilî danasîna cureyên muzîka kurdî, ji bo her cureyî çarînek an jî du çarîn wekî mînak hatine dayîn. Hîmê muzîka kurdî ji aliyê jinan ve hatiye danîn. Beúa çaremîn bi armanca naskirina jina kurd ya di nava kilaman de hatiye amadekirin. Ji bilî bejn û bala jinê, xweúikiya jinê, diyardeyên wekî hevnasîn, zewac, fedakarî, gazin, nifir-dia, mêrê xirab û revê jî hatine úîrovekirin. Mijar bi mînakan hatiye dewlemendkirin. Wekî dawî, bandora jinê ya li ser kilamên dengbêjan, pêúkêúkirina wê û rewúa jinê ya rastî, di çarvoveya vê xebatê de hatiye nîqaúkirin hin encam hatine bidestxistin. Di pêvekê de jî wekî mînak deúîfreya deh kilaman hatiye dayîn.Master Thesis DI PEYDABÛNA EDEBIYATA KURDÎ YA LI CIZÎRA BOTAN DE KARÎGERIYA BAJARVANIYÊ(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2012) Ergün, ZülküfEv xebat ji destpêkek û çar beşan pêk tê û di mînaka Cizîra Botan de di peydabûna edebiyata Kurdî de rola bajarvaniyê vedikole. Peywendiya bajar û edebiyatê ji bajarên pêşî û vir ve dewam dike, lewra ji bajarên sumerî û vir ve hinek diyardeyên bajarvaniyê bûn sedem ku bingeha edebiyata nivîskî li bajaran bê danîn. Niştecîbûn, dewlet, xanedan, dîn, nivîs û şaristanî weku girîngtirîn diyardeyên bajarvaniyê derdikevin pêş. Di serdema îslamî de û bi taybetî di dawiya xelîfetiya Ebbasî de hin xanedanên kurdan derketin holê û di paytextên van xanedanan de bingeheke bihêz a bajarvanî û edebiyatê hat danîn. Lê di pêvajoya avabûna vê bajarvanî û edebiyatê de xanedanên kurdan û bajarên wan ketin ber pêla dagirkeriya tirk û moxolan û heta sedsala çardeh û panzdehan ev rewş neguherî. Piştî vê demê, li hin herêmên Kurdistanê mîrekên kurd derketin holê û paytextên van mîrekan bûn cihê peydabûna edebiyata nivîskî ya kurdî. Mîr Ebdulezîz di destpêka sedsala çardehan de dawî li hukmê moxolan anî û Cizîrê kir paytexta Mîrektiya Azîzan. Bi vî awayî ji sedsala XIVan heta sedsala XIXan bi evraz û nişûv be jî bajar di bin rêvebiriya Mîrektiya Azîzan de ma û bû yek ji wan navendên herî bihêz ên edebiyata kurdî. Lewra bajar ji ber rêvebirî, bingeha aborî, heterojeniya civakî, avadanî û dezgehên xwe yên xwendin û rewşenbîriyê bû navenda dahênana edebî. Li ser vê bingehê, piştî ku xanedaneke kurd li Cizîrê hat ser hukum û nesaqamgîriya siyasî ji holê rabû, di sedsala XVIan de bi riya Melayê Cizîrî li Cizîra Botan edebiyateke bihêz a kurdî serî hilda. Mela di nava hel û mercên libar ên Cizîrê de pêgihîşt û bi saya parastina mîrên Cizîra Botan li Medreseya Sor bû muderis. Ji xwe her du qesîdeyên Melayê Cizîrî yên ku ji bo pesindana Mîrê Cizîra Botan Mîr Şerefê Sêyem hatine nivîsîn û danberheva Mîr Umadîn û Mela vê peywendiya xurt a Mela ya digel seraya Cizîra Botan berçav dikin. Ev jî nîşan dide ku Mela mîna helbestvanên bajarî yên serdema xwe ji sîstema parastinê ya hukumdaran veder nebûye û ev sîstema parastinê ji bo peydabûna edebiyata wî bûye hokareke girîng. Ji bilî pesindana mîrên Cizîra Botan salixdana hin bûyer û kesayetên girîng ên dîroka Cizîra Botan û weku nîşaneya edebiyata bajarî wesifdana evîneke piralî IV jî taybetmendiyên girîng ên edebiyata Melayê Cizîrî ne ku peywendiya wê bi bajarvaniya Cizîra Botan re heye. Cizîra Botan ji ber bingehên xwe yên bajarvaniyê dibe cihê serdana helbestvanan û mijara berhemên edebî. Di vê çarçoveyê de Ehmedê Xanî digel ku ne helbestvanekî Cizîrî ye jî şakara xwe ya edebî Mem û Zînê li ser çîrok û efsaneyên Cizîra Botan nivîsiye û Cizîr kiriye navenda bûyerên berhema xwe. Weku taybetmendiyên berhemên edebiyata bajarî di Mem û Zînê de jî pesnê Mîrê Cizîra Botan û seraya Cizîrê hatiye dayîn û bi vî awayî taybetmendiyên bajarvaniya Cizîra Botan hatine berçavkirin. Feqiyê Teyran jî digel ku ne ji Cizîrê ye demekê li vî bajarî maye û digel Melayê Cizîrî danberheveke helbestî daniye. Di vê çarçoveyê de Melayê Cizîrî ji ber ku damezirînerê xwendingeha edebî ya Cizîra Botan e, îlham daye gelek helbestvanan û li dora wî bizaveke edebî peyda bûye. Ji xwe Remezanê Cizîrî jî yek ji wan şagirtên Melayê Cizîrî bûye ku li ser şopa wî helbest nivîsiye û bûye yek ji helbestvanên hêja yên Cizîra Botan. Bi vî awayî derdikeve ku Cizîra Botan ji ber derfetên xwe yên bajarvaniyê weku bikerên edebî rê li ber pegihîştin û pevgihîştina helbestvanan vekiriye û ji ber van diyardeyên xwe yên bajarî, bûye navendeke girîng a edebiyata kurdî.Master Thesis DI TRADÎSYONA DENGBÊJIYA KURDÎ DE ŞAKIRO (JIYAN Û BERHEM)(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2014) Öztürk, SerdarÇand, têgeheke wisa berfireh e ku tevayiya bastanî, kevneşopî û baweriyan û di nav xwe de dihewîne, bi kurtî ew tiştên ku mirov di nava civakê de hîn bûye re çand tê gotin. Çandên ku tenê ragihandinê bi ziman pêk tînin, ji nivîsê û matbaayê ne haydar in wekî “çanda devkî ya yekemîn” tê binavkirin. Bi pêşketina teknolojiyê amûrên wekî radyo, televîzyon û amûrên din ên elektronîk, nivîs careke din qelibiye ser zimanê axaftinê, ev yek jî wekî “çanda devkî ya duyemîn” hatiye binavkirin. Çanda kurdan jî bêtir bi awayekî devkî heta roja îro hatiye. Berdevkên vê çandê yên herî berbiçav jî dengbêj in. Dengbêjan bi kilam û çîrokên xwe çanda kurdan ji nivfşên nû re ragihandine. Wana ev yek di çarçoveya hosta û şagirtiyê de pêk anîne. Kêm zêde hemû bûyerên rojane, pirsgirêkên siyasî, şer û evîn bûne mijara kilamên dengbêjan. Dengbêjan bi vî rengî dewlemendiya zimanê kurdî heta roja îro parastine. Lê mixabin bi pêşketina teknolojiyê re civak ji dengbêjan dûr ketiye. Derfetên îcrakirina hunera wan kêm bûye. Bi hilweşîna pergala mîrektiyê û begîtiyê re dengbêj tenê mane û bi pirsgirêkên aborî re rû bi rû mane. Di bin van şert û mercan de hin dengbêjan hunera xwe heta mirina xwe domandine. Yek ji van Dengbêj Şakiro ye. Ev xebat bi mebesta danasîna jiyan û hunera Şakiro hatiye amadekirin Şakiro di dengbêjiya kurdî ya sedsala XXan de xwediyê cihekî girîng e. Bi taybetî yek ji nûnerê dengbêjiya herêma Serhedê tê nasîn. Şakiro di jiyana xwe de hemû keda xwe ji bo dengbêjiyê daye. Bi dehan kaset dagirtine lê belê bi xwe tu caran neketiye studyoyan. Şîrketên muzîkê kasetên ku Şakiro bi amatorî li ber teyibê dagirtine li studyoyan ji nû ve weşandine û belav kirine. Şakiro dengê xwe yê tenor bi hostatî bi kar aniye. Wî bi stila xwe rengekî cuda daye dengbêjiya kurdî. Mirov dikare di kilamên Şakiro de nîqaş, nifir, dua, gazin û şîretan bibîne. Bi taybetî bi kilamên evînê Şakiro bûye berdevkê dildar, xemgî û dilşadan. Ev xebat ji destpêkek û du beşan pêk tê. Di destpêkê de pênaseya çanda devkî hatiye kirin. Di çanda devkî de rola “bîr” ê û bandora wê ya li ser çanda devkî hatiye nîqaşkirin. Vebêjerî û çîrokbêjî ji hin aliyan ve hatiye raçavkirin û danasîn. Di beşa yekem de çanda devkî ya kurdî, dengbêj û saziya dengbêjiyê; di dengbêjiyê de perwerdehî, qadên ku dengbêjî lê hatiyê îcrakirin hatiye nîqaşkirin. Di dengbêjiyê de şêwêyên îcrakirinê û li gor mijaran kilamên dengbêjiyê hatine dabeşkirin. V Di dengbêjiya kurdî de tradîsyona Serhedê bi nav û deng e. Şakiro jî yek ji nûnerên vê trdîsyonê ye. Di vê beşê de hin taybetmendiyên vê tradîsyonê hatine destnîşankirin. Her çiqas hejmara wan kêm be jî dengbêjên jin di nava kevneşopiya dengbêjiyê de cihê xwe girtine lê di warê îcrakirina hunera xwe de bi hin pirsgirêkan ve rû bi rû mane, Ji ber vê yekê di vê beşê de me behsa çend dengbêjên jin ên navdar kir, û pirsgirêkên ku jinên dengbêj pê re rû bi rû mane hatin vekolandin. Gelek muzîkjenên kurd ê roja me di warê afirandina stranan de ji kevneşopiya dengbêjiyê sûd wergirtine, û kilamên dengbêjan bi formên cuda ji nû ve şîrove kirine, lewma jî di muzîka kurdî ya nûjen de bandora dengbêjiyê bi hin mînakan dîsa di vê beşê de hate nîqaşkirin. Di beşa duyem de jiyana Dengbêj Şakiro hatiye vegotin û kilamên wî ji alî mijarên wek nifir, dua, evîn, şer û hwd. ve bi berfirehî hatine nirxandin. Li ser nîqaşa şagirtiya Şakiro ya Dengbêj Reso nêrînên dengbêjan û lêkolîneran hatine ragihandin.