Enstitüler
Permanent URI for this communityhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/10
Browse
Browsing Enstitüler by Access Right "CC0 1.0 Universal"
Now showing 1 - 20 of 146
- Results Per Page
- Sort Options
Master Thesis ADET Û RÎTÛELÊN TÊKILDARÎ MIRINÊ LI HERÊMA NISÊBÎNÊ(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2019) Yılmaz, ŞükrüBerhevkirin û teswîrkirina adet û rîtûelên têkildarî mirinê yên kurdên Nisêbînê weke mijara vê xebatê hatîye hilbijartin. Ji ber ku xebatên akademîk yên derheqê adet û rîtûelên şîn û sersaxîyê yên di çanda kurdî da kêm in, di vî warî da valahîyek xuya dike. Tê hêvîkirin ku xebata me ji bo dagirtina vê valahîyê bibe gaveka biçûk. Armanca xebatê, destnîşankirina guhertinên ku di adet û rîtûelên navborî da çêbûne, tespîtkirina fonksîyonên wan yên civakî û ravekirina sedemên guherînan e. Têkildarî vê yekê, binyada civakî ya kurdên herêma Nisêbînê jî hatîye lêkolînkirin. Di vê çarçoveyê da daneyên ku ji sehayê hatin bidestxistin, bi çanda kurdî ra hatin berawirdkirin û di adet û rîtûelên têkildarî mirinê da li şopa bawerîyên kurdan yên berê hatîye gerandin. Weke rêbaz, digel çavkanîyên nivîskî, li gorî daneyên ku ji sehayê hatin bidestxistin, adet û rîtûelên têkildarî mirinê hatine analîzkirin. Piştî van analîzan hate dîtin ku, guherînên ku di binyada civakî da çêdibin, di adet û rîtûelên têkildarî mirinê da jî guhertinan derdixin holê. Hate tespîtkirin ku, herçiqas çanda îslamê li herêmê serdest e jî, digel hindek îstîsnayan kurdên êzidî, adetên xwe yên têkildarî mirinê li hemberî vê çanda serdest parastine. Herweha hate dîtin ku adet û rîtûelên têkildarî mirinê ku jî alîyê kurdên herêma Nisêbînê ve tên sepandin, pêgirîyê bi çanda kurdî ya giştî ra dikin.Research Project ANALÎZA ROMANA BEXTIYAR ELÎ APÊ MIN CEMŞÎD XAN KU HERTIM BÊ EW LI BER XWE DIBIR(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) YAŞAR BUDAK, MariyeRealîzma efsûnî bi taybetmendî di sedsala 20.an de li Latîn Amerîkayê bişekil bûye û pêş ketiye. Sînorên vê têgehê ne teqez in. Ev rewş jî behremeke ku hêmanên fantastîk û sersirûştî bihewîne dibe ku ji hêla realîzma efsûnî bê nirxandin. Taybetmendiya realîzma efsûnî ya herî mezin ew e ku bi hev re dana ya serûştî û ya serserûştî ye. Herwiha ev ji alî xwendevanan wek tiştekî asayî tê dîtin. Di realîzma efsûnî de bûyer hertim deraqilî be jî cîh hertim ji dinyaya tişteyî ye. Ev têgeh ji bo romana wêjeya kurdî ya nûjen ne kevnar e. Di vê mijarê de wek mînak romana “Apê min Cemşîd Xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir” e. Bextiyar Elî yek ji nivîskarên hêja ya wêjeya kurdî ya nûjen û ronakbîrekî kurdan e. Nêzîkî 20 berhemên wî hene ku bi zaravayê soranî nivîsiye. Bi nivîsîna helbestan dest bi karê wêjeyî kiribe jî bi romanên xwe navdar bûye û di dilê xwendevanan de cihekî bilind girtiye. Me jî xwest ku em ji romanek wî ya bi navê berhama “Apê min Cemşîd Xan ku bê ew hertim li ber xwe dibir” ji aliyê mijar, leheng, cih û war û honanadına romanê li gorî realîzma efsûnî û qaîdeyên wê binirxînin. Armanca xebata me ev pêk tîne.Research Project ARGO DI DEVOKA AMEDÊ DE(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) EKEN, MehmetHer çandek û deverek xwediyê argoyên xwe yên taybet in. Ev argo li gor şert û mercên dîrokî, erdnîgarî, civakî, folklorî û aborî, di nav salan de rengê xwe girtine û heya îro hatine. Ev argoyên ku tên bikaranîn bi giştî bo deverên kurd lê dijîn, taybet ji bo devera Amed jî derbas dibe. Ev çanda argoyên ku bi guherîneke berdewam digihîje roja me, ji ber pêşketina televizyon, radyo û jiyana modern hêdî hêdî winda dibe. Divê ev argoyên ku li ber mirinê ne, bêne tespîtkirin, danasîn û ji bo dahatûyê bêne neqilkirin. Ji bo vê jî em ê di vê xebata xwe de li bajara Amedê argoyên ku tên bikaranîn bi alikariya pirtûk, stran, helbest û kesayetan kom bikin. Piştê komkirina argoyan em ê wateya wan li hemberê wan binivîsînin. Beriya wan jî em ê li ser erdnigarî û dîrokî ya Amedê agahiyan bidin paşê wateya ziman, zimanê dayîkê, zarava, devok werin dayîn û bi mînakan xebat were xurt kirin.Master Thesis AWAYÊ LÊKIRINA NAVAN LI HERÊMA DÊRIKÊ (LÊKOLÎNEKE ONOMASTÎK-SOSYOLOJÎK)(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2016) Öçal, SerdarDi qabilîyeta zimên ya gerdûnî de kiryareke girîng jî ‘’lêkirina navan’’ e. Mirov nava li her tiştê ku pê re di nava têkilîyê de ye dike. Bi vî awayî bi navlêkirinê mirov serwerîyê li der û dora xwe dike, bi xêra van navan, heyînan ji hev vediqetîne, wan nas dike û dide naskirin. Beşek ji van navan, ‘’navên taybet’’ in. Navên taybet bi çi awayî tên dayin, meylên navlêkirinê çi ne, rêbazên navlêkirinê bi rêk û pêk in yan na? Onomastîk, binbeşek zanista zimannasîyê ye ku li bersîva van pirsan digere ango li ser navên taybet û awayê çêbûna wan dixebite. Hemî cûreyên navên taybet dikare bibe mijara lêkolînên onomastîk. Navê mirovan, navê çîya, gir û zinaran, navê kuçe, kolan, gund, bajar û welatan û hwd. Girîngîya lêkolînên onomastîk ji bo zimanekî ev e ku, onomastîk ji bilî zimannasîyê dikare di derheqê bandora şaristanîyên kevn, çand û neteweyên bîyanî, awayê jîyana civakî ya li ser wî zimanî gelek agahdarîyan bide. Li welatên Rojava ev girîngîya onomastîkê tê zanîn, lê di tirkî û kurdî de di vê qadê de valahîyeke mezin heye. Ev xebat, li herêma Dêrika navçeya Mêrdîn, bi navê xwe yê din Dêrika Çîyayê Mazî, li ser sê mijarê onomastîkê û li ser sosyolojîya Dêrikê ye. Mijarên xebatê yên onomastîk navê mirovan (anthroponym), navê jîngeh û teşeyên erdnigarî (toponym) û navê eşîr û malbatan (ethnonym) e. Dêrik, herêmeke kurmancîaxêf e. Ji ber wê di lêkolîna sosyolojîk de ligel taybetmendîyên civakî, dîrokî û erdnîgarî yên herêma Dêrikê; me xwest em li ser devokê Dêrikê, li ser wêjeya gelêrî ya li herêma Dêrikê û mînakên berhemên gelêrî jî hin agahîyan bidin.Research Project BANDORA PSÎKANALÎZÊ DI ÇÎROKA MÊRÊ DIYA MIN A MEM ZÎNISTANÎ DE(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) ÖZEK BAVLİ, KÜBRAEv xebat dixwaze di çîroka "Mêrê Diya Min" a Mem Zînistanî de bandora psîkanalîza freudyen vekole. Psîkanalîz ku di heman demê de perspektîfeke psîkolojiyê ye li ser edebiyatê jî xwedî bandoreke berbiçav e, herçend psîkanalîz bêtir di edebiyatê de weke metodeke rexneyê jî tê bikaranîn lê di vê çîroka Mem Zînistanî de em ê bidin nîşandan ku çawa li ser pêvajoya nivîsandina çîrokê bandor kiriye. Ev xebat çîroka Mêrê Diya Min û kompleksa Odîpal a Sigmund Freud berawird dike û dixwaze bandora psîkanalîzê li ser çîrokê destnîşan bike.Research Project BER BI PÊNASEYEKE FOKLORE DI KONTEKSTE DE(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) IRMAK, LeylaMijara ve xebate di kontekse de pênaseyên folklore ye û li ser lekolînen ku heta anha hatîye çekirin di derheqa tegîna folklore. Ji ber ku, folklor mijarek balkeş ê, gelek zanyarên en ku beşa wan cuda nê wekî derûnî, mirovnasî, weje, û hwd. li ser folklore xebitîne. Zanyarên folklore bi xwe gelek pênaseyên folklore bikar anîne. Her yeka wan pênaseyan ji bo zelalkirina folklore tevkarî kirêye. Her zanyar pênaseya folklore li gorî beşa xwe bikar anîye. Weke mînak; mirovnas, folklore wekî weje dihesibenin, le zanyarên weje ew wekî çand ravedikin. Ji ber ve yeke jî pênaseyên folklore pir in û cure cure nê. Zanyarên folklore, bi taybetî li ser komkirina û berhevkirina kereseyên folklore de gelek xebatên giring kirine. Li gorî folklorîstan, çand û folklor bi hevdu re gîredayî ne û ji hevdu naye veqetandin. Pisporên folklore li ser sê kategorîyên çand wekî; agahdarî, raman û huner hûrbunê ji ber ve yeke jî ew kereseyên folklore, li gorî konteksa civakî, kuranîya dem û guheztina navîn binav dikin.Master Thesis BERAWIRDÎYEK LI SER DESTANA MEMÊ ALAN Û MEM Û ZÎNA EHMEDÊ XANÎ JI ALÎYÊ BINYAD Û HONAKÊ VE(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2019) Korkmaz, VolkanDi vê xebatê de du berhem tên berawirdkirin. Yek mesnewîya Mem û Zînê ye, ya din destana Memê Alan e. Mesnewîya Mem û Zînê; ji alîyê Ehmedê Xanî ve, di sala 1695an de, li gor usûl û qayîdeyên edebîyata klasîk hatiye nivîsandin. Destana Memê Alan berhemeke folklorîk a kevnar e ku bi zarekî (devkî) belav bûye. Ev destan, xwedîyê gelek varyantan e û îro jî di nav sahaya folklora kurdî de hebûna xwe didomîne. Hatiye dîtin ku îskeleta vê destanê di varyantên li ber destê me de kêm zêde wek hev e. Di vê xebatê de ji bo berawirdkirinê, varyanteke vê destanê ya ku di sala 1942yan de ji hêla Roger Lescot ve hatiye berhevkirin, wek hîm tê girtin. Di xebata me de ev her du berhem; ji hêla kok, sêwirandin, vegotin, dem, mekan, leheng, bûyer, ziman, form û paşxaneyê ve tên berawirdkirin û beş bi beş manendî û cudatîyên van berheman tên analîzkirin. Di berawirdîyê de carcaran varyantên din jî li ber çavan tên girtin. Di vê xebatê de armanca me ew e ku em têkilîya navbera destana Memê Alan a folklorîk û mesnewîya Mem û Zînê ya Ehmedê Xanî destnîşan bikin ku ev têkilî di çi astê de ye. Bi qasî ku hatiye çespandin, li dawîya vê xebatê tê dîtin ku gelek alîyên hevpar û cuda yên van her du berheman hene.Master Thesis BERAWIRDKIRINA ŞEREFNAMEYA ŞEREFXANÊ BEDLÎSÎ Û ŞEREFNAMEYA MENZÛM A CEGERXWÎN(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2019) Coşkun, ŞükranŞerefxanê Bedlîsî ji bo dîroka Kurdan winda nebe û bigihîje neslên pêşî di sedsala XVI. de kitêba xwe ya Şerefnameyê nivîsiye ku cara yekem dîroka Kurdan ji aliyê Kurdekî ve bi berfirehî hatiye nivîsîn. Serdema tê de jiyaye bûye şahidê peywendiya Sefewî û Osmaniyan. Ji aliyê din ve Cegerxwîn helbestvanê sedsala XX. e û di dîrok û edebiyata Kurdan de helbestvanê herî bi nav û deng e. Di berhemên wî yên curbicur de dîroka Kurdan rengvedaye. Cegerxwîn, di serdema tê de jiyaye bûye şahidê her du şerên cihanê û gelek bûyerên siyasî û civakî yên din. Berhema xwe ya Şerefnameya Menzûm li ser bingeha Şerefnameyê bi çil û pênc menzûmeyên nivîsandiye. Di vê xebatê de Şerefname û Şerefnameya Menzûm hatine berawirdkirin û hêmanên naveroka wan bi awayekî înterdîsîplîner hatine analîzkirin. Her du berhem jî di bin bandora rewşa siyasî û civakî ya sedsala tê de hatine nivîsandin de hatiye nirxandin û ev yek bûye pirsgirêka xebata me. Xebat ji destpêk û ji sê beşan pêk hatiye. Di beşa yekem de jiyan û berhemên herdu nivîskaran cih girtine. Di beşa duyem de di bin bandora kîjan rewşa siyasî û civakî de hatine nivîsandin hatiye diyarkirin. Di beşa sêyem de herdu behrem ji aliyê ziman, naverok û termînolojiyê ve hatiye tehlîlkirin. Di heşt kategoriyan de termînolojiya berheman hatiye derxistin. Di gelek cihan de peywendiya dîrok û edebiyatê berbiçav bûye ku Cegerxwîn pirî caran xwestiye bi behskirina bûyer û kesayetiyên dîrokî xwe serbilind bike û rihê neteweyî bi vî awayî vejîne. Di van menzûmeyên wî de tê dîtin ku dîrok bi helbestê re bûye yek û peywediyeke xurt di navbera wan de çêbûye. Hebûna vê bingehê destûrê daye ku Şerefnameya Şerefxan û Şerefnameya Menzûm a Cegerxwîn hem ji aliyê jiyan, berhem, fikr û ramanên nivîskarên wan hem jî ji aliyê naverok û teşeyê ve bên berawirdkirin. Bandora Şerefnameyê li ser Şerefnameya Menzûm çi ye, bi çi awayî tê de cih girtiye bi vê xebatê hatiye tespîtkirin.Research Project BERAWIRDKIRNINA SÊ GUHARTOYÊN DESTANA FILÎTÊ QUTO(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) ALPAR, HİKMETMebesta vê xebatê muqayesekirina sê guhertoyê Destana Felîtê Quto ye. Guhertoyên Destana Felîtê Quto yên ku di vê xebatêde hatine muqayesekirin; guhertoya Dengbêj Karapêtê Xaço, Dengbêj Reso û Dengbêj Nesoyê Agirî ye. Di destpêka beşa yekemîn de bigiştî di derbarê êlên Reşkotan û Etmankan de agahî têndayin. Di berdewama beşe de agahiyên di derbarê jiyana dengbêjan de têndayîn û tekstên waryantên wan tênpeşkeşkirin. Di beşa duyemîm a vê xebatê de analîz li ser guhertoyên destanê tênkirin û xalên hevpar û cuda yên her sê guhertoyan tên pêşkeşkirin.Other BERHEVKARIYA HÊMANÊN FOLKLORÊ LI ÇAR GUNDÊN NISÊBÎNÊ(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2018) Mehmet ÖZTÜRKDi vê xebata me de armanca me ew e ku em derbarê hêmanên folklorî yên IV gundên navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê berhev bikin. Bi wê mebestê me bi rûniştvanên gundên Sêrwan, Şiwêşkê, Kertwên û Tilyaqûbê re hevpeyvîn pêk anîn. Em dê bi vê xebata xwe zanyariyan û hurgiliyan derbarê folklora wan 4 gundan belav bikin.Research Project “BEYI SE BENA?” SERO TEHLÎLÊK(Mardin Artuklu Üniveristesi, 2018) Acar, VeyselMa zaf weş zanê ke serebutî çend munde bibê zî eser der heqê serdemê ke behsê ey beno û der heqê ey de nusîyeno ma rê malumatanê raştekînan dano. Eserê “Beyi Se Bena” ke ma na proje de sero xebitîyayî der heqê serdemê xo de ma rê malûmatanê raştekînan û ecêban dano. J. Îhsan ESPARî mintiqaya ke ma rê şinasî ya û edetê ke ma zanê eserê xo rê kerdo babet. Mi zî nê eserî goreyê qaîdeyanê romanî çend ke mi ra ame tehlîl kerd, raştê ci nê tehlîl de fikr û ewnîyayîşê mi zî tede estê. Mi pirojeya xo binê new sernuşteyanê esasîyan de tehlîl kerd. Mi xebata xo de goreyê teknîkê tehlîlkerdişî bi eşkerekerdişê “ babet, tehlîlê kesayetan, mundişê serebutan, ca û dem”î destpê kerd. Sernuşteyê pêkewtişî de zî mi der heqê pêkewtişê ke mabênê kesan de û pêkewtişê ke kesayetî xo mîyan de ciwîyenê behs kerdî. Dima no eser mîyanê “kamder tewirê edebî” de ca gêno, ez na babet sero vinderta. Qismê peyenî de seba ke eser behsa serebutêkê komelkî keno, mi zî hetê “sosyolojik, psikolojîk û bawerî” ra etud kerd. Ez wina bawer kena ke yew eserî sero çend fikrê cîya cîyayîyan reyde tehlîlî bîyerê kerdiş, eser hende beno dewlemend. Tehlîlê eseran fehmkerdişê eserêkî de ma rê hetkarî kenoMaster Thesis BI RÊBAZA REXNEYA FEMÎNÎST LÊNERÎNEK LI ROMANÊN JINÊN KURD(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) Doğan, SongülEv tez li ser edebiyata jinên kurd û romanên wan hatiye nivîsandin. Di vê tezê de bi rêbaza rexneya femînîst, pênç romanên nivîskarên jin ên kurmanc ji aliyê karakterên jin ve hatine analîzkirin. Bi van analîzan re mebest ew e ku rewşa jinên kurd, bi rêya romanên jinên kurd re, bi nêrîneke femînîst bê xwendin. Bi vê xebatê re me hewil da ku em nêrînên nivîskarên jin ên di derbarê jinê de dahurînin û rewşa jinên ku di nava pergala baviksalar, di bin pêkûtiyên mêrane û saziyên mêrserwer de hatine bindestkirin derxînin holê. Di romanên nivîskarên jin ên ku daxilî vê xebatê bûne de karakter bi piranî jin in û mijarên van romanan li ser pirsgirêkên jinê, zayenda civakî, baviksalarî, perwerdehî, nasnameya netewî û jinaniyê ye. Ev xebat ji sê beşan pêk tê. Di qismê destpêka xebatê de mijar û girîngiya xebatê, mebest, sînor, rêbaz, pirsgirêk û astengiyên xebatê hatine diyarkirin. Di beşa yekem de li ser dîroka femînîzmê, cure û pêlên wê hate sekinandin. Di dawiya vê beşê de cihê jinên kurd ê di nava femînîzmê de hate nîqaşkirin. Di beşa duyem de, li ser rexneya edebiyata femînîst û bêdengiya rexneya li ser berhemên jinên kurd hate sekinandin. Di beşa sêyem de, karakterên jin ên di pênç romanên nivîskarên jin û babetên ku di van romanan de derketine pêş hatin analîzkirin. Di encama vê xebatê de hate dîtin ku ligel hin kêmasiyan, edebiyateke jinên kurd heye.Master Thesis BI TARÎXÊ NUSÎYAYENA XO YA TEWR KEHENE ÇEKUYÊ KIRMANCKÎ (ZAZAKÎ) (1798-1903)(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2017) Yıldızhan, VeyselNa xebate, bi tesbîtkerdiş û manakerdişê çekuyanê kirmanckîyan (zazakîyan) yê nuştekîyan yê tewr kehenan amade bîye. Metnê kirmanckî yê nuştekî yê ke ma çekuyî ci ra girewtî, mabênê serranê 1798î û 1903î de nusîyayê yan zî weşanîyayê. Nuştoxanê nê metnan ra di kesî kirmanc (zaza) ê, ê bînî rûs, alman û îngiliz ê. Çekuyê ke nê metnan de yê, yê kirmanckîya nê mintiqayan ê: Çêrmûge û Sêwregi, Licê, Pali û Dara Hênî, Quzelçan/Qozlîçan (Pülümür). Na xebate de derheqê metnanê tewr kehenan yê kirmanckî, nuştoxanê înan û melumatdayoxanê (informantanê) nuştoxan de zî melumat ameyo dayîş. Ma manayê çekuyanê kirmanckîyan bi tirkî nuştî û înan ra ferhengêko tirkî-kirmanckî (zazakî) amade kerd. Ma her çekuya kirmanckî dima, tarîxê nuştena aye, çimeyê aye û bêjê (çeşîdê) aye yo gramatîk nuşt. Çekuyê ke bi sewbîna alfabe nusîyabîy, ma açarnayî alfabeya kirmanckî ser û duştê (vera) înan de, metnê orîjînalî ra kopyaya înan (facsimile) ronaye.Research Project BIKARANÎN Û SENIFANDINA RENGDÊRAN(Mardin Artuklu Üniveristesi, 2018) Tarhan, VeliArmanca vê xebatê hemû awayên xwe ve tespîtkirin û sinifandina hevalnavan e. Berî vê lêkolînê bi hemû awayan ve hevalnavên kurmancî beşa yekemîn de hatin danîn û sinifandin. Di vê xebatê de çavkaniyên giring yên li ser rêzimana kurmancî hatine kirin ji rê û rêbazên vê xebatê didine diyarkirin. Pistre çîrokek hat nîvîsandin. Piştre hevalnavên di vê çîrokê de hatin tespîtkirin û di bin serenavên ku hevalnav hatine sinifandin yek bi yek mînak ve hatin danîn.Other BIKARANÎNA HEVALNAVAN LI HERÊMA MÊRDÎNÊ (WEK MÎNAK ÇÎROKA “DIZ Û URF”)(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2017) Suut DÜZENDi rêzimana kurdî de cûreyên bêjeyan cihekê giring digre. Yek ji van cûreyan jî hevalnav e. Di vê xebatê de bi awayekê berfireh li ser pênaseya hevalnavan û cûreyên wê hatiye seknandin. Ev xebat ji sê beşan pêk hatiye. Di beşa yekem de, hevalnav û cûreyên xwe cih digirin, di vê beşê de li ser mînak û pênaseya hevalnavan hatiye sekinandin Di beşa duyem de, çîroka bi navê diz û urf cih girtiye. Li ser çîrokê tu guhartin nehatiye kirin. Ev çîrok ji herêma Mêrdînê hatiye girtin. Di beşa sêyem de, hevalnavên ku di çîrokê de cih girtine li gorî cûreyên xwe hatine tespîtkirin.Other BIKARANÎNA RENGDÊRAN DI DEVOKA COLEMÊRG-GEVERÊ DA(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2013) Rasim ÜÇÜNArmanca vê xebatê di devoka Colemêrgê (Hekarî- Gewer) de bi hemû awayên xwe ve tespîtkirin û sinifandina hevalnavan e. Berî vê lêkolînê bi hemû awayan ve hevalnavên kurmancî beşa yekemîn de hatin danîn û sinifandin. Di vê xebatê de çavkaniyên girîng yên li ser rêzimana kurmancî hatine kirin jî rê û rêbazên vê xebatê didine diyarkirin. Pistre hin çîrokên devoka Colemêrgê hatin qeydkirin û nîvîsandin. Piştre hevalnavên di van di çîrokan de hatin tespîtkirin û di bin serenavên ku hevalnav hatine sinifandin yek bi yek mînak ve hatin danîn.Other BIKARANÎNA RENGDÊRAN DI DEVOKA MÊRDÎNKOSERÊ DA(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2016) İdris KILI.Armanca vê xebatê di devoka Koser (Mêrdîn) de bi hemû awayên xwe ve tespîtkirin û sinifandina hevalnavan e. Berî vê lêkolînê bi hemû awayan ve hevalnavên kurmancî beşa yekemîn de hatin danîn û sinifandin. Di vê xebatê de çavkaniyên giring yên li ser rêzimana kurmancî hatine kirin ji rê û rêbazên vê xebatê didine diyarkirin. Pistre çîrokek devoka Mêrdîn hatin qeydkirin û nîvîsandin. Piştre hevalnavên di vê çîrokê de hatin tespîtkirin û di bin serenavên ku hevalnav hatine sinifandin yek bi yek mînak ve hatin danîn.Research Project BIKARANÎNA ZIMAN DI NÛÇEVANIYA KURDÎ DE(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) Dekak, MaşallahArmanca vê xebatê tespîtkirina bikaranîna zimanê xelet di hêla rastnivîs û Ģêweyê ya nivîsîna nûçeyên kurdî deye. Beriya vê xebatê em gelek caran di nûçeyên kurdî de rastê mantiqa tirkî hatine ku bi hevokên kurdî hatine nivîsîn û bi temamî ji rih û giyanê zimanê kurdî dûr in. Di vê xebatê de me rê nîĢan daye ka dê zimanê kurdî bi awayeke rast û resen çawa di nûçevaniyê de bê bikaranîn. Ev yek hem di hêla rastnivîsê de û hem jî di hêla Ģêwaza nivîsîna nûçeyan de bi mînakan yek bi yek hatine vegotin. Ji ber ku qada nûçevaniya kurdî bi taybetî jî kurmancî di hêla nûçevaniyê de xwedî berhemên zêde nîn in, me nekarî em ji çavkaniyan zêde sûd werbigrin. Lê dîsa jî me hewl da bi gotar û nûçeyên ku di malperên kurdî de hatine weĢandin, bikaranîna zimanê kurdî di hêla rastnivîs û Ģêwazên nûçeyan de nîĢan bidin. Di vê xebatê de me nûçevaniyê di bin du beĢan de "Bikaranîna ziman ji aliyê Ģêwazê ve" û "Bikaranîna ziman ji aliyê rastnivîsê ve" dabeĢ kir. Ji bo têgihiĢtineke baĢ di herdu beĢan de jî mînakên cur bi cur hatin bikaranîn.Research Project ÇEND GOTINÊN KU JI KURDÎ DERBASÎ TİRKÎ BÛNE(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) ÖZER, HamitDîroka etîmolojiyê ji aliyê zimanê Kurdî pir nêz destpêkiriye. Tene çend xebat hene. Heta ji destê me hat me xwe gihand van xebatan û me ji van îstîfade kir. Di vê xebatê me çend peyvên ku ji zimanê Kurdî derbasî zimanê Tirkî bûye tespît kir. Piştî tespît kirinê me etîmolojî û wateya van peyvan da. Me derxist ber çava ku îddîaya ku hinik zimannas dibejin: "Kurdî tu peyv nedaye Tirkî û Kurdî ne zimanekî serbixweye." pûçe û tu bingeha vê îddîayê ji aliyê zimannasî tuneye. Bêle dibe çend peyvên Kurdî û Farsî yek hevbin. Lê ev naye we wateyê ku peyvên Kurdî ji Farsî hatibin. Hin bêjenas(etîmolog) di ferhengên xwe ye etîmolojiyê peyv ji Kurdî jî bê dibejin peyv ne ji Kurdî, ji Farsî hatiye. Ev tiştekî şaş e. Di vê xebatê de me xwest ku em derxin holê ku hinik zimannas dibejin peyv bi eslê xwe ji Farsî hatîye û ketiye Tirkî, ne rast e. Ev peyv bi eslê xwe ji Kurdî hatine û ketine nav zimanê TirkîResearch Project ÇEND NIMUNE JI LÎSTIKÊN ZAROKAN YÊN HEREMA NISÊBÎNÊ(Mardin Artuklu Üniveristesi, 2018) Çetin, SerhatMebesta vê xebatê ew e ku çend nimune ji lîstikên zarokan yên herêma Nisêbînê çawa û bi çi amûrî têne lîstin were gotin. Bi vê armancê bi çend mirovên herêmê re hatiye axaftin û ev kes di dema zarokatiya xwe de bi kîjan lîstikan dilîzin hatine tespîtkirin.