Kürt Dili ve Kültürü ABD
Permanent URI for this communityhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/184
Browse
Browsing Kürt Dili ve Kültürü ABD by Department "MAÜ, EnstitülerTürkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü"
Now showing 1 - 20 of 190
- Results Per Page
- Sort Options
Master Thesis ‘EQÎDENAMEYEKE MENZÛM: HEDIYYETU’L-ÎXWAN FÎ ‘EQÎDETÎ’L- ÎMAN A ŞÊX QUTBEDDÎNÊ KORIKÎ (Metn û Lêkolîn)(2019) Numan YurtOlgunlaşma sürecinin temel taşları pozisyonunda olan edebi eserler, edebiyatın seviyesini belirlemektedir. Bu bağlamda ortaya konan yapıtların incelenmesi ve edebiyata olan katkısının tespiti, büyük önem arz etmektedir. Bu maksatla Klasik Kürt Edebiyatında edebî bir tür hâline gelmiş olan manzum akidename alanındaki eserlerin ortaya çıkarılması ve edebi değerinin belirlenmesi Kürt edebiyat tarihine faydalı olacaktır. Çalışma bu amaçla, bir manzum akidename türü örneği olan Şeyh Kutbeddin Korikî’nin yazdığı Hazîhî Hediyyetu’l-Îxwan fî ‘Eqîdetî’l-Îman adlı eseri üzerine yapılmıştır. Çalışma, giriş ve dört bölümden oluşmaktadır. Girişte çalışmanın konusu, amacı, yöntemi ve kaynakları açıklanmış; akidename kavramı ve bu türün klasîk edebiyattaki yerinden bahsedilmiştir. Birinci bölüm Şeyh Kutbeddîn Korikî’nin hayatı, eserleri ve edebî şahsiyetinden oluşmuştur. İkinci bölümde eser, dil ve şekil yönünden değerlendirilmiştir. Üçüncü bölümde ayrıntılı bir içerik incelemesi yapılmıştır. Dördüncü bölümde akidenamenin hazırlanış yöntemi ve transkribe edilmiş metni yer almaktadır. Akidename alanında kaleme alınmış el yazması bu eserin değerlendirilmesiyle; Kürt edebiyatının olgunlaşmasına yardımcı olması ve klasik Kürt Edebiyatı tarihinde yer almasını sağlamak, amaçlanmaktadır.Master Thesis WELIYÊN KURD DI NEFAHATU’L-UNSÊ DE(2019) Mehmet Emin CırıkTesewwuf û mijarên têkildarî wê di dirêjahiya dîrokê de bala gelek vekoleran, bi taybet rojhilatnas û vekolerên ku li ser dîn û baweriyên rojhilatê dixebitin, kişandiye ser xwe. Yek ji wan hêlan mijara tesewwufa di nava kurdan de û weliyên kurd e. Hin xebat di vî warî de hatine kirin, lê dîsan jî têr nakin. Ji bo vê yekê mirov dikare serî li klasîkên tesewwufê bide. Gelek klasîkên erebî û farisî li ser tesewwuf û ewliyayan û menqebeyan hene. Yek ji wan klasîkan berhema bi navê Nefahatu‟l-Uns min Hezerati‟l-Quds a Nûreddîn Ebdurehmanê Camî (k. d. 898/1492) ye ku di sedsala 15an de bi zimanê farisî hatiye nivîsansin û tê de qala 618 weliyan û menqebeyên li ser wan hatiye kirin ku 34 jê jin in. Di nava vê berhemê de navên gelek weliyên kurd jî tên dîtin ku xebata me ya sereke li ser wan e. Eger ev berhem û weliyên kurd ên ku navên wan tê de hatine, baş bên vekolîn, bersivên gelek pirsên li ser hêla qalkirî dikarin bên dîtin û heta bigire gelek mijarên têkildarî dîrok, edebiyat, çand û bîr û baweriyên kurdan jî ron bibin. Armanca vê xebatê, diyarkirin û tespîtkirina weliyên kurd û menqebeyên wan di Nefehatu‟l-Uns a Nûreddîn Ebdurahmanê Camî de ye ku dikare di gelek warên cuda de bi kêrî kurdologan bê.Master Thesis DI TRADÎSYONA DENGBÊJIYA KURDÎ DE ŞAKIRO (JIYAN Û BERHEM)(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2014) Öztürk, SerdarÇand, têgeheke wisa berfireh e ku tevayiya bastanî, kevneşopî û baweriyan û di nav xwe de dihewîne, bi kurtî ew tiştên ku mirov di nava civakê de hîn bûye re çand tê gotin. Çandên ku tenê ragihandinê bi ziman pêk tînin, ji nivîsê û matbaayê ne haydar in wekî “çanda devkî ya yekemîn” tê binavkirin. Bi pêşketina teknolojiyê amûrên wekî radyo, televîzyon û amûrên din ên elektronîk, nivîs careke din qelibiye ser zimanê axaftinê, ev yek jî wekî “çanda devkî ya duyemîn” hatiye binavkirin. Çanda kurdan jî bêtir bi awayekî devkî heta roja îro hatiye. Berdevkên vê çandê yên herî berbiçav jî dengbêj in. Dengbêjan bi kilam û çîrokên xwe çanda kurdan ji nivfşên nû re ragihandine. Wana ev yek di çarçoveya hosta û şagirtiyê de pêk anîne. Kêm zêde hemû bûyerên rojane, pirsgirêkên siyasî, şer û evîn bûne mijara kilamên dengbêjan. Dengbêjan bi vî rengî dewlemendiya zimanê kurdî heta roja îro parastine. Lê mixabin bi pêşketina teknolojiyê re civak ji dengbêjan dûr ketiye. Derfetên îcrakirina hunera wan kêm bûye. Bi hilweşîna pergala mîrektiyê û begîtiyê re dengbêj tenê mane û bi pirsgirêkên aborî re rû bi rû mane. Di bin van şert û mercan de hin dengbêjan hunera xwe heta mirina xwe domandine. Yek ji van Dengbêj Şakiro ye. Ev xebat bi mebesta danasîna jiyan û hunera Şakiro hatiye amadekirin Şakiro di dengbêjiya kurdî ya sedsala XXan de xwediyê cihekî girîng e. Bi taybetî yek ji nûnerê dengbêjiya herêma Serhedê tê nasîn. Şakiro di jiyana xwe de hemû keda xwe ji bo dengbêjiyê daye. Bi dehan kaset dagirtine lê belê bi xwe tu caran neketiye studyoyan. Şîrketên muzîkê kasetên ku Şakiro bi amatorî li ber teyibê dagirtine li studyoyan ji nû ve weşandine û belav kirine. Şakiro dengê xwe yê tenor bi hostatî bi kar aniye. Wî bi stila xwe rengekî cuda daye dengbêjiya kurdî. Mirov dikare di kilamên Şakiro de nîqaş, nifir, dua, gazin û şîretan bibîne. Bi taybetî bi kilamên evînê Şakiro bûye berdevkê dildar, xemgî û dilşadan. Ev xebat ji destpêkek û du beşan pêk tê. Di destpêkê de pênaseya çanda devkî hatiye kirin. Di çanda devkî de rola “bîr” ê û bandora wê ya li ser çanda devkî hatiye nîqaşkirin. Vebêjerî û çîrokbêjî ji hin aliyan ve hatiye raçavkirin û danasîn. Di beşa yekem de çanda devkî ya kurdî, dengbêj û saziya dengbêjiyê; di dengbêjiyê de perwerdehî, qadên ku dengbêjî lê hatiyê îcrakirin hatiye nîqaşkirin. Di dengbêjiyê de şêwêyên îcrakirinê û li gor mijaran kilamên dengbêjiyê hatine dabeşkirin. V Di dengbêjiya kurdî de tradîsyona Serhedê bi nav û deng e. Şakiro jî yek ji nûnerên vê trdîsyonê ye. Di vê beşê de hin taybetmendiyên vê tradîsyonê hatine destnîşankirin. Her çiqas hejmara wan kêm be jî dengbêjên jin di nava kevneşopiya dengbêjiyê de cihê xwe girtine lê di warê îcrakirina hunera xwe de bi hin pirsgirêkan ve rû bi rû mane, Ji ber vê yekê di vê beşê de me behsa çend dengbêjên jin ên navdar kir, û pirsgirêkên ku jinên dengbêj pê re rû bi rû mane hatin vekolandin. Gelek muzîkjenên kurd ê roja me di warê afirandina stranan de ji kevneşopiya dengbêjiyê sûd wergirtine, û kilamên dengbêjan bi formên cuda ji nû ve şîrove kirine, lewma jî di muzîka kurdî ya nûjen de bandora dengbêjiyê bi hin mînakan dîsa di vê beşê de hate nîqaşkirin. Di beşa duyem de jiyana Dengbêj Şakiro hatiye vegotin û kilamên wî ji alî mijarên wek nifir, dua, evîn, şer û hwd. ve bi berfirehî hatine nirxandin. Li ser nîqaşa şagirtiya Şakiro ya Dengbêj Reso nêrînên dengbêjan û lêkolîneran hatine ragihandin.Master Thesis DI PEYDABÛNA EDEBIYATA KURDÎ YA LI CIZÎRA BOTAN DE KARÎGERIYA BAJARVANIYÊ(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2012) Ergün, ZülküfEv xebat ji destpêkek û çar beşan pêk tê û di mînaka Cizîra Botan de di peydabûna edebiyata Kurdî de rola bajarvaniyê vedikole. Peywendiya bajar û edebiyatê ji bajarên pêşî û vir ve dewam dike, lewra ji bajarên sumerî û vir ve hinek diyardeyên bajarvaniyê bûn sedem ku bingeha edebiyata nivîskî li bajaran bê danîn. Niştecîbûn, dewlet, xanedan, dîn, nivîs û şaristanî weku girîngtirîn diyardeyên bajarvaniyê derdikevin pêş. Di serdema îslamî de û bi taybetî di dawiya xelîfetiya Ebbasî de hin xanedanên kurdan derketin holê û di paytextên van xanedanan de bingeheke bihêz a bajarvanî û edebiyatê hat danîn. Lê di pêvajoya avabûna vê bajarvanî û edebiyatê de xanedanên kurdan û bajarên wan ketin ber pêla dagirkeriya tirk û moxolan û heta sedsala çardeh û panzdehan ev rewş neguherî. Piştî vê demê, li hin herêmên Kurdistanê mîrekên kurd derketin holê û paytextên van mîrekan bûn cihê peydabûna edebiyata nivîskî ya kurdî. Mîr Ebdulezîz di destpêka sedsala çardehan de dawî li hukmê moxolan anî û Cizîrê kir paytexta Mîrektiya Azîzan. Bi vî awayî ji sedsala XIVan heta sedsala XIXan bi evraz û nişûv be jî bajar di bin rêvebiriya Mîrektiya Azîzan de ma û bû yek ji wan navendên herî bihêz ên edebiyata kurdî. Lewra bajar ji ber rêvebirî, bingeha aborî, heterojeniya civakî, avadanî û dezgehên xwe yên xwendin û rewşenbîriyê bû navenda dahênana edebî. Li ser vê bingehê, piştî ku xanedaneke kurd li Cizîrê hat ser hukum û nesaqamgîriya siyasî ji holê rabû, di sedsala XVIan de bi riya Melayê Cizîrî li Cizîra Botan edebiyateke bihêz a kurdî serî hilda. Mela di nava hel û mercên libar ên Cizîrê de pêgihîşt û bi saya parastina mîrên Cizîra Botan li Medreseya Sor bû muderis. Ji xwe her du qesîdeyên Melayê Cizîrî yên ku ji bo pesindana Mîrê Cizîra Botan Mîr Şerefê Sêyem hatine nivîsîn û danberheva Mîr Umadîn û Mela vê peywendiya xurt a Mela ya digel seraya Cizîra Botan berçav dikin. Ev jî nîşan dide ku Mela mîna helbestvanên bajarî yên serdema xwe ji sîstema parastinê ya hukumdaran veder nebûye û ev sîstema parastinê ji bo peydabûna edebiyata wî bûye hokareke girîng. Ji bilî pesindana mîrên Cizîra Botan salixdana hin bûyer û kesayetên girîng ên dîroka Cizîra Botan û weku nîşaneya edebiyata bajarî wesifdana evîneke piralî IV jî taybetmendiyên girîng ên edebiyata Melayê Cizîrî ne ku peywendiya wê bi bajarvaniya Cizîra Botan re heye. Cizîra Botan ji ber bingehên xwe yên bajarvaniyê dibe cihê serdana helbestvanan û mijara berhemên edebî. Di vê çarçoveyê de Ehmedê Xanî digel ku ne helbestvanekî Cizîrî ye jî şakara xwe ya edebî Mem û Zînê li ser çîrok û efsaneyên Cizîra Botan nivîsiye û Cizîr kiriye navenda bûyerên berhema xwe. Weku taybetmendiyên berhemên edebiyata bajarî di Mem û Zînê de jî pesnê Mîrê Cizîra Botan û seraya Cizîrê hatiye dayîn û bi vî awayî taybetmendiyên bajarvaniya Cizîra Botan hatine berçavkirin. Feqiyê Teyran jî digel ku ne ji Cizîrê ye demekê li vî bajarî maye û digel Melayê Cizîrî danberheveke helbestî daniye. Di vê çarçoveyê de Melayê Cizîrî ji ber ku damezirînerê xwendingeha edebî ya Cizîra Botan e, îlham daye gelek helbestvanan û li dora wî bizaveke edebî peyda bûye. Ji xwe Remezanê Cizîrî jî yek ji wan şagirtên Melayê Cizîrî bûye ku li ser şopa wî helbest nivîsiye û bûye yek ji helbestvanên hêja yên Cizîra Botan. Bi vî awayî derdikeve ku Cizîra Botan ji ber derfetên xwe yên bajarvaniyê weku bikerên edebî rê li ber pegihîştin û pevgihîştina helbestvanan vekiriye û ji ber van diyardeyên xwe yên bajarî, bûye navendeke girîng a edebiyata kurdî.Master Thesis KURTEŞÎROVEYEKE ZANISTÎ DI ŞÊWEYÊN MORFOLOJÎYÊ DE(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2017) MUSTAFA TEMEL FAYSAL BULUTEm bi vê xebata xwe dixwazin mijara morfolojîyê bi awayekî zelaltir bidin ravekirin û wexta hinekan xwestin lêkolînekê li ser vê mijarê bike vê xebata me jî li ber çav bigirin û di çarcova vê xebatê de tevbigerin. Di lêkolîna me de pirtûkên ku me ji wan sûd wergirtîye, ew jî ev in: pîrtûka Ahmed KANÎ bi navê "MORFOLOJÎYA KURMANCÎ Û ZIMANNASÎ" û pirtûka zimannasê Tirk Dogan AKSANî bi navê "HER YÖNÜYLE DİL-ANA ÇİZGİLERİYLE DİLBİLİMResearch Project XWENDINEKE PSÎKANALÎTÎK LI SER ROMANA BAJAR MÎRZEMAN A BI NAVÊ RENGÊN JIYANEKE DU ZERDIK(2017) Demir, VejdiPsîkanalîz ji bo tedawiya kesên nevrotîk hatiye damezirandin. Damezrîner Sigmund Freud gava ku asasê vê qadê danîbû ji xwendinên edebî gelek istîfade kiribû. Herçiqas li ser kesên jîndar kur dikir jî li gorî Freud wêje neynika jiyanê bû û divê hemû zanist ji vê çavkaniyê sûd werbigrin. Xwendina psîkanalîtîk li ser textên wêjeyî bi Freud re dest pê kiribû. Piştî Freud şopgerên wekû Lacan ekola psîkanalîzê berfirehtir kir û bi awayekî ampirîk tekûz kir. Ev gotar ilhama xwe ji psîkanalîzê distîne û roman Bajar Mîrzeman ya bi navê Rengên Jiyanake Du Zerdik bi vê ekolê analîz dike. Bi taybetî, psîşeya serlehenga romanê ya bi navê Zerê bi vê rêbazê hatiye şîrovekirin.Research Project DI SÊ ROMANÊN KAFKASÊ DE DU NIMÛNEYÊN FOLKLORÎK: GOTINÊN PÊŞIYAN Û BIWÊJ(Mardin Artuklu Üniveristesi, 2018) Bozyel, Suzanû biwêjên ku di romanan de derbas dibe dîtin, gorî elfabeya Celadet Bedirxan rêz kirin û bi kurtasî şîrove kirin e. Me sê pirtukan bo vê xebatê hilbijart. Ev sê pirtûk ji herêma kafkasê hat hilbijartin. Çimkî em êdî zanin ku berhemên herêma kafkasê zêdetir bin tesîra çanda kurdî de maye. Pirtûkên ku wek nimûne me hilbijart ya yekem romana Wezîrê Eşo; Sîber, ya duyem pirtûka Sehîdê Îbo; Kurdê Rêwî, pirtûka sêyem jî ya Erebê Şemo;Kurdêd Elegezê ye. Di her sê romanan de jî em şahidê jiyana kurdên kafkasê, pergala wan a siyasî û civakî, kevneşopiya wan dibin. Ji aliyê teknîkî ve jî nimûneyên folkolra kurdî bala mirov dikêşe. Em di vê xebatê de jî cih didin can nimûneyên folklorîk ku di berhemên wêjeya modern, romanan, de çawa cih girtine. Beşa yekem de em ê behsa jiyana Wezîrê Eşo, Sehîdê Îbo, Erebê Şemo bikin. Bi kurtasî derheqê pirtûkê wan; Sîber, Kurdê Rêwî û Kurdêd Elegezê de agahî bidin û pênaseyên gotinên pêşiyan û biwêjê bikin.Beşa duyem de nimûneyên gotinên pêşiyan û biwêjên ku me ji sê pirtûkên berhev kiriye rêz û şîrove bikin. Bi encamê xebata xwe xilas bikin.Article KURTEDÎROKA ÇAPEMENÎ Û MEDYAYA ZAROKAN A KURDÎ(2017) Subaşı, KenanKurte Ev xebateke bîblîyografîk e ku bi taybetî medya û çapemeniya kurdî ya zarokan berçav kiriye. Ji aliyê çapemeniyê ve kovarên zarokan hatine nasandin û ji aliyê medyayê ve jî televîzyon û bernameyên televîzyonê hatine nasandin. Berî danasîna berheman qala têkiliya zarok û medyayê hatiye vegotin. Di vê çarçoveyê de têkiliyeke çawa heye û tesîrên dualî di navbera wan de çawa çêdibin, hatiye nirxandin. Piştre dîrok û geşedana çapemenî û medyaya kurdî ya zarokan di bin pênc sernivîsan de wek xebatên li Tirkiyeyê, Ewropayê, Iraqê, Îranê û Sûriyê hatine veguhastin. Bêjeyên Sereke: Çapemenî, Medya, Zarok, Kurdî. KÜRTÇE ÇOCUK BASINI VE MEDYASININ TARİHÇESİ Öz Bu çalışma bibliyografik bir çalışma olup özel anlamda Kürtçe çocuk basını ve medyasının tarihçesini ele almıştır. Basın bağlamında çocuk dergileri tanıtılmış olup medya bağlamında ise çocuk televizyonları ve çocuklar için televizyon programları tanıtılmıştır. Eserlerin tanıtımından önce medya ve çocuk ilişkisi açıklanmış ve bu düzlemde nasıl bir ilişki varolduğu ve aralarındaki iki taraflı etkinin nasıl gerçekleştiği değerlendirilmiştir. Sonrasında Kürtçe çocuk basını ve medyasının gelişimi ve tarihçesi Türkiye, Avrupa, Irak, İran ve Suriye’deki çalışmalar olmak üzere beş başlık şeklinde aktarılmıştır. Anahtar Sözcükler: Basın, Medya, Çocuk, Kürtçe. THE HISTORY OF KURDISH CHILDREN’S PRESS AND MEDIA Abstract This paper is a bibliographic study and tells the history of Kurdish children’s press and media in a special sense. In the context of the press, children's magazines are introduced and in the context of media, children's televisions and television programs for children are introduced. Before the introduction of the works, the media and child relations were explained and in this context, the relationship between both of them is explained. Subsequently, the development and history of the Kurdish children's press and media were reported in five titles, such as the works in Turkey, Europe, Iraq, Iran and Syria. Keywords: Press, Media, Children, Kurdish.Research Project Jİ ALİYE TEKNÎK Û NAVEROKÊ VE NİRXANDİNEK Lİ SER ROMANA MİRİNA BÊSÎ YA DİLAWER ZERAQ(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2019) POLATTAĞ, HabibeRoman weke cureyeke edebî di sedsala şazdehan de derketiye holê. Geşedana romanê weke cureyeke edebî bi qewimîna hin bûyerên siyasî, dldfgjcivakî û teknolojîk pêk hatiye. Derketina çapxaneyê, vedîtinên erdnîgarî, Şoreşa Sanayiyê, Şoreşa Fransayê û hilweşîna feodalîteyê ji vana yên sereke ne. Van bûyeran piştî Ewropayê hemû cîhanê kirin bin bandora xwe û wêjeya cîhanê jî ji vê guherînê bêpar nema. Dewleta Osmanî jî hem bi awayeke erênî hem jî bi awayeke nêyînî ji van bûyeran para xwe sitende. Dewleta Osmanî ji bo ku li hember dewletên Rojavayî karibe li ser piyan bimîne gavên girîng avêtin. Îlankirina Fermana Tanzîmatê ji vana ya herî girîng e lewre vê fermanê di jiyana tebaya Osmanî de guherînên kirîtîk pêk anî. Kurd jî wê demê tebaya Dewleta Osmanî bûn û fikrên ku bi Fermana Tanzîmatê re belav bûn rewşenbîrên Kurdan jî kirin bin bandora xwe. Rewşenbîrên Kurd bi xebatên xwe hem tekoşîneke siyasî meşandin hem jî bingeha wêjeya Kurdî ya nûjen danîn. Piştî wan kurdan li erdnîgariyeke perçebûyî, di bin erkên siyasî yên cuda de mînakên cureyên edebî yên modern dan û berdewamiya wêjeya Kurdî pêk anîn. Piştî ku mirovên ji rêzê û jiyana rojane bûn mijara edebiyatê guherînên radîkal di cureyên edebî de çêbûn. Bi taybetî piştî şerê cîhanê yê duyem çewa di beşên hunerê yên din de guherîn çêbûn di romanê de jî guherînên balkêş çêbûn. Van guherînan di naverokê de û di teknîkê de xwe nîşan dan. Nivîskarên Kurd jî van guherînan taqîb dikirin û li gor qaîdeyên serdema nû berhemên xwe afirandin. Em dikarin li gor van qaîdeyan bêjin di roja îroyîn de wêjeya Kurdî bi taybetî jî romana Kurdî di asta edebiyata cîhanê de ye. Romana ku mijara vê xebatê ye jî ji van mînakan yek e. Dilawer Zeraq di sêyîneya xwe de romanên xwe bi teknîkên postmodern nivîsiye. Rewşa kurdan ya siyasî û civakî jî di romanê de xwe bi awayekî berbiçav nîşan daye û mirov dikare bêje vê rewşa xerab bi hin awayan postmodernbûna romanê qels kiriye. Mînak îronî û xemsarî taybetmendiyên romana postmodern yên sereke ne lê belê em dikarin bêjin ku giraniya mijara romanê helwesteke îronîk û xemsar asteng kiriyeMaster Thesis DÎWANA MELA EHMEDÊ HEYDERÎ (METN Û LÊKOLÎN)(2013) Önder BeyterMela Ehmedê Heyderî, di çaryeka dawîn a sedsala XIXan û nîvê yekemîn ê sedsala XXan de jiyaye. Di van salan de edebiyata klasîk a kurdî êdî hêdî hêdî serencama xwe biriye serî. Di vê qonaxê de Heyderî, bi nûnertiyeke serkeftî ve bûye yek ji xeleka dawîn a edebiyata kurdî ya klasîk. Ev xebata me ya bi navê Dîwana Mela Ehmedê Heyderî; Metn û Lêkolîn, ji destpêkek û çar beşan pêk hatiye. Di beşa yekemîn de em bi dûr û dirêjî li ser jiyana wî û bi kurtî jî li ser berhemên wî yên xeynî dîwanê sekinîne. Di beşa duyemîn de jî em li ser kesayetiya wî ya edebî û taybetiyên zimanê dîwanê sekinîne. Herwiha, di beşa sisêyan de jî dîwan, ji aliyê şiklî ve hatiye veçirîn. Beşa çaran jî, ji metnê bitenkîd ê dîwanê yê ku bi berawirdkirina sê nusxeyan derketiye holê, pêk hatiye. Di tîpguhezandina metnê dîwanê de, şûna tîpên erebî yên ku di elifbêya kurdî de cî nagrin, tîpên transkirîpsiyonê yên navneteweyî hatine bikaranîn. Dîsan, bo cûdahiyên fonetîkî yên di navbera nusxeyan de, ji bo yekîtiya zimên û metnekî têkûz, formekî hevpar hatiye bikaranîn. Dîwana Heyderî ya ku dîwaneke muretteb e, ji her aliyan ve gelek bihêz hatiye vehonandin. Herfên qafiyeya helbestan anegorî rêza elifbêyê hatine danîn. Erûz, bi awayekî serkeftî hatiye tetbîq kirin. Helbestên ku di seranserê dîwanê de cî girtine bi 15 qalibên jihev cûda yên 6 behrên erûzê ve hatine nivîsîn. Digel vê, dîwan ji aliyê cureyên nezmê ve jî dewlemend e û di dîwanê de bi tevahî 10 cureyên nezmê cî girtine. Herwiha, 3 cure qafiye hatine bikaranîn; mucerred, muqeyyed û murdef. Ji redîfên 60 helbestan 40 heb bi kurdî, 15 heb bi erebî û 5 heb jî bi farisî hatine nivîsîn. Di rêstina helbestan de rewanî û zimanekî vekirî hatiye tercih kirin. Di dîwanê de digel bêjeyên erebî û farisî, peyvên tirkî jî gelek hatine bikaranîn. Di bêjeyên farisî yên ku di dîwanê de hatine bikaranîn de, bêtir bêjeyên ku nêzikî kurdî an jî yên ku bi kurdî re hevpar in, hatine tercih kirin. Li seranserê dîwanê temaya ku derketiye pêş, hîcret û bêkesî ye. Hema hema di hemû helbestan de şîkayet ji tenahî û bêkesiyê hatiye kirin. Çekên klasîk ên ku di şerên serdemên berê de hatine bikaranîn, di helbesta klasîk de herwekî nêrîn û awirên tûj ên dilberê hatine qebûl kirin. Anku, şaîran amûrên şer ên mîna tîr, sertîr, rimil, şûr û hwd. şibandine nêrîn, awir û bijangên dilberan. Lê belê, dema ku mirov bala xwe dide Dîwana Heyderî, mirov dibîne ku digel van çekên klasîk, çekên modern jî li van mezmûnan hatiye zêde kirin û bi vê rêyê ve kompozîsyoneke nû hatiye ava kirin. Di nava kesayetên şaîr ên ku li ser Heyderî herî zêde tesîr ava kirine, herdu otorîteyên edebiyata kurdî ya klasîk; Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî ne. Tesîra Mela û Xanî him di Dîwana Heyderî de û him jî di Munacata Heyderî de bi zelalî xwe daye xuyan kirin. Di dîwanê de bo Melayê Cizîrî, rengdêra “Xoceyê Şehrê Cizîrê” hatiye bikaranîn. Dîsa, di helbesta 37an de navê “Mem û Zîn”ê û di helbesta 107an de jî tenê navê “Mem”î derbas bûne. Di Munacata Heyderî de bo Xanî, “Ehmed Efendiyê Xanî” hatiye bikaranîn. Lê belê, di tu derê dîwanê de qet em rastî navê Feqiyê Teyran nehatine.Master Thesis BI RÊBAZA REXNEYA FEMÎNÎST LÊNERÎNEK LI ROMANÊN JINÊN KURD(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) Doğan, SongülEv tez li ser edebiyata jinên kurd û romanên wan hatiye nivîsandin. Di vê tezê de bi rêbaza rexneya femînîst, pênç romanên nivîskarên jin ên kurmanc ji aliyê karakterên jin ve hatine analîzkirin. Bi van analîzan re mebest ew e ku rewşa jinên kurd, bi rêya romanên jinên kurd re, bi nêrîneke femînîst bê xwendin. Bi vê xebatê re me hewil da ku em nêrînên nivîskarên jin ên di derbarê jinê de dahurînin û rewşa jinên ku di nava pergala baviksalar, di bin pêkûtiyên mêrane û saziyên mêrserwer de hatine bindestkirin derxînin holê. Di romanên nivîskarên jin ên ku daxilî vê xebatê bûne de karakter bi piranî jin in û mijarên van romanan li ser pirsgirêkên jinê, zayenda civakî, baviksalarî, perwerdehî, nasnameya netewî û jinaniyê ye. Ev xebat ji sê beşan pêk tê. Di qismê destpêka xebatê de mijar û girîngiya xebatê, mebest, sînor, rêbaz, pirsgirêk û astengiyên xebatê hatine diyarkirin. Di beşa yekem de li ser dîroka femînîzmê, cure û pêlên wê hate sekinandin. Di dawiya vê beşê de cihê jinên kurd ê di nava femînîzmê de hate nîqaşkirin. Di beşa duyem de, li ser rexneya edebiyata femînîst û bêdengiya rexneya li ser berhemên jinên kurd hate sekinandin. Di beşa sêyem de, karakterên jin ên di pênç romanên nivîskarên jin û babetên ku di van romanan de derketine pêş hatin analîzkirin. Di encama vê xebatê de hate dîtin ku ligel hin kêmasiyan, edebiyateke jinên kurd heye.Research Project LATÎNÎZEKIRINA HELBESTÊN CEGERPEL(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2017) ÖZMEN, LEYLAArmanca amadekirina vê xebatê helbestên ku helbastvanê hêja Cegerpel bi tîpên erebî nivisandiye em wergerînin tîpên latînî. Helbestên ku di vê xebatê de me ew latînîze kirine ji alîye Nimetullah Muhammed Nihêlî hatine berhevkirin. Helbestvanê ku di vê mijarê de em behsa wî dikin, ne helbestvanekî bi nav û deng e, bi taybetî ji alîyê Kurdistana Bakur ve ne mirovekî naskirî ye. Ji ber vê yekê çi nivîsên ku bingeha wan bi kurdî ne, ji alîyê kurdên cîhanê ve yan tîpên wan cuda ne yan jî zimanê wan; divê ev nivîsana bên latînîzekirin, zimanê wan bên wergerandin ji bo nivîsên kurdî yên heta niha nehatine naskirin ji alîyê hemû heremên ku kurd lê dijîn bên xwendin, fêmkirin û belavkirin. Em bi hêvî ne ku bi vê xebatê, lêkolînên ku li ser edebîyata kurdî tên kirin zelaltir bibin.Research Project LATÎNÎZEKIRINA ‘’MERSÎYENAMEYA ÎMAM HUSEYÎN’’ A MELA MIHEMMED NÛREDDÎN(Mardin Artuklu Üniveristesi, 2017) Kaçan, ZelalDi vê xebatê de Mersiyenameya Îmam Huseyn a Mela Mihemmed Nûreddîn hatiye latînîzekirin. Her beyt ji bo xebatên pêşerojê hêsan bibe hatine numarekirin. Di dawiya metnê de ferhengokek jî hatiye amadekirin. Bêjeyên Sereke: Îmam Huseyn, Mersîyename, Mela Mihemmed Nûreddîn, LatînîzekirinResearch Project ANALÎZA ROMANA BEXTIYAR ELÎ APÊ MIN CEMŞÎD XAN KU HERTIM BÊ EW LI BER XWE DIBIR(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) YAŞAR BUDAK, MariyeRealîzma efsûnî bi taybetmendî di sedsala 20.an de li Latîn Amerîkayê bişekil bûye û pêş ketiye. Sînorên vê têgehê ne teqez in. Ev rewş jî behremeke ku hêmanên fantastîk û sersirûştî bihewîne dibe ku ji hêla realîzma efsûnî bê nirxandin. Taybetmendiya realîzma efsûnî ya herî mezin ew e ku bi hev re dana ya serûştî û ya serserûştî ye. Herwiha ev ji alî xwendevanan wek tiştekî asayî tê dîtin. Di realîzma efsûnî de bûyer hertim deraqilî be jî cîh hertim ji dinyaya tişteyî ye. Ev têgeh ji bo romana wêjeya kurdî ya nûjen ne kevnar e. Di vê mijarê de wek mînak romana “Apê min Cemşîd Xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir” e. Bextiyar Elî yek ji nivîskarên hêja ya wêjeya kurdî ya nûjen û ronakbîrekî kurdan e. Nêzîkî 20 berhemên wî hene ku bi zaravayê soranî nivîsiye. Bi nivîsîna helbestan dest bi karê wêjeyî kiribe jî bi romanên xwe navdar bûye û di dilê xwendevanan de cihekî bilind girtiye. Me jî xwest ku em ji romanek wî ya bi navê berhama “Apê min Cemşîd Xan ku bê ew hertim li ber xwe dibir” ji aliyê mijar, leheng, cih û war û honanadına romanê li gorî realîzma efsûnî û qaîdeyên wê binirxînin. Armanca xebata me ev pêk tîne.Research Project EŞÎRA QELENDERIJAN(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2017) KALENDER, IBRAHIMWelatê ma de cayê eşîran her kesî ra melûm o. Ma zî na xebata xo de eşîranê Sêwregi ra, Eşîra Qelenderijan ser o yew cigêrayîşêk viraşt. Nê cigêrayişî de ma do hetê tarîx kultur û tayê çîyanê folklorîkan ra analîzê Qelenderijan bikerê. Xebata xo de ma tayê pîlanê eşîre reyde roportajî viraştî, tayê çimeyanê nuştekîyan de beşê ke derheqê Qelenderijanê ra îstîfade kerd. Xebata ma warê xizmetanê ziwanî de xebatêka zaf mutewazîye ya labelê çîyêk nêkerdişî rindêr a.Article SERBORIYA AKADEMIYA KURDÎ LI TIRKIYEYÊ Û PIRSGIRÊKÊN WÊ(e-Şarkıyat İlmi Araştırmalar Dergisi, 2018) Keskin, NecatAkademî, îro hem ji bo mekânên ku di sehayên zanistî de perwerdeyê didin, û hem jî ji bo civaka têkildarî xebatan zanistî tê bikaranîn. Di vê çarçoveyê de saziyên têkildarî xebatên kurdî ku di salên dawî de hatine avakirin û hebûna lêkolînerên di bin banê van saziyan de xebatên xwe dimeşînin rê dide ku mirov li Tirkiyeyê behsa akademiyeke kurdî bike. Mijara vê xebatê jî, li ser vê esasê, enstîtuyên zimanên zindî yên girêdayî Zanîngeha Mardîn Artuklu, Bîngol û Wan Yuzuncu Yilê ne ku îro di qada xebatên kurdî de cihekî girîng digirin. Di xebatê de ev sazî û civak wek “destpêk”a akademiya kurdî ya li Tirkiyeyê tên nirxandin. Ji ber vê yekê jî rûbirûyê hinek pirsgirêkan tên. Armanca vê xebatê jî ew e ku rewş û pirsgirêkên akademiya kurdî tevî pêvajoya avakirina wê destnîşan bike. Ji bo vê yekê jî, ji çavkaniyên nivîskî û dijîtal û her weha ji çavdêrî û hevpeyvînan jî sûd hatiye wergirtin.Master Thesis XEBATEK BERAWIRDÎ LI SER GUHERTOYÊN DESTANA MEMÊ ALAN ÊN DI NAV ÊZÎDÎYAN DE(2019) Mehmet Emin ÖzçelikBu çalışma ile birlikte içerik üzerinden Memê Alan destanın Êzîdî varyantlarını Roger Lescot varyantı ile mukayese etmeyi ve onlardaki din ve inanç unsurlarını tespit etmeyi hedefledik. Çalışmamızın ileriki aşamalarında da detaylıca bahsedeceğimiz gibi Memê Alan bir destan olarak kürt halkının mirasının bir unsuru ve mensubudur. Bundan önce yapılan çalışmalardan da görüldüğü üzere kürtçenin dört ayrı lehçesinde anlatılan ve yazılan varyantları tespit edilmiştir. Kürt ulusu inanç ve dinler açısından da oldukça renkli bir ulustur. Bu renklerden biri de Êzîdîlîktir. Bu destan halen Êzîdîler arasında yaygın olup derlemelerde birbirinden farklı varyantlar olarak yerini almış. Bu araştırmaya başlamadan önce öyle inanıyorduk ki inanç ve din bir şekilde milli ve anonim eserler üzerinde farklı etki ve sonuçlar oluşturmaktadır. Memê Alan destanı sözlü biçimde yayıldığı için, anlatıcı ve toplumun özgünlük ve gerçeklikleri ile sıvanmış. Özetle bu çalışmanın sonunda görüyoruz ki Êzîdî dengbêjler bu destanı dillendirdikleri zaman kendi inanç ve dinlerinden rengleri de katmışlar.Research Project KIRMANCKÎ (ZAZAKÎ) DE TÊVERNAYÎŞÊ FEKÊ SÊWREGI Û LICÊ(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) ÖZAN, HAMİTXayeyê na xebate têvernayîşê fekê Sêwregi û fekê Licê yo. Na xebata de tena zemîrê kesî û yê îşaretî, îzafeyê nameyî û yê sîfetî ameyê têvernayîş. Derheqê fekê Sêwregi de sey çimeyê fekkî, fekê Miyaser Kırmızıgül û sey çimeyê nuştekî zî bi zafane Mewlidê ‘Usman Efendîyî esas ameyo girewtiş. Derheqê fekê Licê de zî sey çimeyê fekkî, fekê Halime Perçin û sey çimeyê nuştekî zî bi zafane Mewlidê Ehmedê Xasî esas ameyo girewtiş. Na xebate di beşan ra ameya meydan. Beşê yewin de hetê zemîranê kesî û yê îşaretîya fekê Sêwregi û Licê ameyo muqayesekerdiş, beşê dîyin de zî hetê îzafeyê nameyî û yê sîfetîya nê her di fekî ameyê muqayesekerdiş.Master Thesis Kevneşopîya Çêkirina Dan, Dehnû û Hilberên Wan li Qoserê(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2020) Mehmet Ali SaruhanMijara vê xebatê; nerîta “Çêkirina Dehnûyî” ya ku heta niha jî di nav şêniyên Mezopotamyayê û bi taybet jî li Qosêrê li cihna didome, ji bo nifşê nû tê bigihîje, nas bike û da kû neyê jibîrkirin, di pêşerojê da zindî bimîne, hevkarî û zibareya di nav vê çandê da cih girtîye mîna nirxekî çandê ber bir çav bibe û ji bo lêkolînerên ku lêkolînên di derbarê çanda gelê Kurd bike ji wan ra bibe çavkanîyek li gel rê û rêbaz û amûrên çêkirina dehnûyî bê ravekirin. Ji bilî vê jî bi vê xebatê me xwest ev nirxa gelên Mezopotamyayê bê zimanî. Di vê xebatê de, di çêkirina dehnûyî da ji destpêkê heta dawîyê amûrên çêkirina dehnûyî û peywirên van amûran dê pênase bibe û bê ravekirin. Li gel van, wêne û teşeyên amûrên çêkirina dehnûyî, dê di vê xebatê de cih bigirin. Ji bilî vê jî, ji destpêkê heta dawîyê çêkirina dehnûyî bi rê û rêbazên wê dê bê ravekirin. Li gel nirxa vê kevneşopîya gelê Kurd û giringiya vê nirxê dê bê şîrovekirin. Di encama vê xebatê de, analîzeke berfireh di derbarê nerîta çêkirina dehnûyî û amûrên di çêkirina dehnûyî da cih digirin dê pêk bê.Master Thesis DÎWANA NAMÎ (FEHMÎ BEGÊ PÊÇARÎ): “MEĠMURU‟D- DEWAWÎN” (METN Û LÊKOLÎN)(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2019) Demir, YunusFehmî Beg (1910-1969) li gundê Pêçarê ya bi ser navçeya Liceyê hatiye dinê û diwana xwe ya bi navê Meġmûru‟d-Dewawîn di Adara sala 1956an de qedandiye. Şair ku di helbestên xwe de mexlesa Namî bi kar aniye, di dîwana xwe de hemî rêçikên edebiyata klasîk sepandine. Wî edebiyatên Kurdî, Osmanî, Îranî û Erebî baş şopandine û em dîwanê rastî bondora hin şairên van edebiyatana tên. Asta helbesta Namî di nav edebiyata Kurdî ya klasîk de ji aliyê hunerî û edebî ve xwedî cîgehekî mustesna ye. Di dîwanê de bi teşeyên nezmê ên xezel, qesîde, mesnewî, murebbe„, muxemmes, texmîs, museddes û musemmen helbest hatine nivîsîn, lê bi piranî -ji sê paran du par- cûreyê xezelê hatiye tercîhkirin. Herwiha bi cûreyên edebî ên wek munacat, ne„et, mersiye û medhiyeyê helbest hatine ristin. Dîwana Namî ji aliyê hunerên edebî ve têra xwe dewlemend e, lewra Namî hema bêje hemî hunerên edebî di helbesta xwe de cerinbandine. Ev jî tê wê wateyê ku şair, ji aliyê şeklî û naverokî ve edeba klasîk baş şopandiye û xwendiye. Meġmûru‟d-Dewawîn bi her awayî dîwaneke muretteb e ku herfên qafiyeyê li gor rêza alfatîk hatiye çêkirin. Şair ji bilî îstisnayan bi awayekî tekûz wezna erûzê pêk aniye. Dîwan xwedî zimanekî giran lê ewçend dewlemend e. Ev xebata me ji destpêkek û çar beşan pêk tê. Di beşa destpêkê qala çavkaniyên sereke û rêbaza bo xebatê şopandin hat kirin; di beşa yekê de em li ser jiyana şair û serdema ku şair tê de jiyayî sekinîn; di beşa duduyan de zimanê dîwanê û kesayeta edebî ya şair hat şîrovekirin; di beşa sisêyan de vekolîna dîwanê ya ji aliyê ruxsarî ve hat kirin; di beşa çaran de jî metnê dîwanê yê transkrîbekirî hat dayin.