Kürt Dili ve Kültürü ABD
Permanent URI for this communityhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/184
Browse
Browsing Kürt Dili ve Kültürü ABD by Publisher "Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü"
Now showing 1 - 20 of 48
- Results Per Page
- Sort Options
Master Thesis KURTEŞÎROVEYEKE ZANISTÎ DI ŞÊWEYÊN MORFOLOJÎYÊ DE(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2017) MUSTAFA TEMEL FAYSAL BULUTEm bi vê xebata xwe dixwazin mijara morfolojîyê bi awayekî zelaltir bidin ravekirin û wexta hinekan xwestin lêkolînekê li ser vê mijarê bike vê xebata me jî li ber çav bigirin û di çarcova vê xebatê de tevbigerin. Di lêkolîna me de pirtûkên ku me ji wan sûd wergirtîye, ew jî ev in: pîrtûka Ahmed KANÎ bi navê "MORFOLOJÎYA KURMANCÎ Û ZIMANNASÎ" û pirtûka zimannasê Tirk Dogan AKSANî bi navê "HER YÖNÜYLE DİL-ANA ÇİZGİLERİYLE DİLBİLİMResearch Project Jİ ALİYE TEKNÎK Û NAVEROKÊ VE NİRXANDİNEK Lİ SER ROMANA MİRİNA BÊSÎ YA DİLAWER ZERAQ(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2019) POLATTAĞ, HabibeRoman weke cureyeke edebî di sedsala şazdehan de derketiye holê. Geşedana romanê weke cureyeke edebî bi qewimîna hin bûyerên siyasî, dldfgjcivakî û teknolojîk pêk hatiye. Derketina çapxaneyê, vedîtinên erdnîgarî, Şoreşa Sanayiyê, Şoreşa Fransayê û hilweşîna feodalîteyê ji vana yên sereke ne. Van bûyeran piştî Ewropayê hemû cîhanê kirin bin bandora xwe û wêjeya cîhanê jî ji vê guherînê bêpar nema. Dewleta Osmanî jî hem bi awayeke erênî hem jî bi awayeke nêyînî ji van bûyeran para xwe sitende. Dewleta Osmanî ji bo ku li hember dewletên Rojavayî karibe li ser piyan bimîne gavên girîng avêtin. Îlankirina Fermana Tanzîmatê ji vana ya herî girîng e lewre vê fermanê di jiyana tebaya Osmanî de guherînên kirîtîk pêk anî. Kurd jî wê demê tebaya Dewleta Osmanî bûn û fikrên ku bi Fermana Tanzîmatê re belav bûn rewşenbîrên Kurdan jî kirin bin bandora xwe. Rewşenbîrên Kurd bi xebatên xwe hem tekoşîneke siyasî meşandin hem jî bingeha wêjeya Kurdî ya nûjen danîn. Piştî wan kurdan li erdnîgariyeke perçebûyî, di bin erkên siyasî yên cuda de mînakên cureyên edebî yên modern dan û berdewamiya wêjeya Kurdî pêk anîn. Piştî ku mirovên ji rêzê û jiyana rojane bûn mijara edebiyatê guherînên radîkal di cureyên edebî de çêbûn. Bi taybetî piştî şerê cîhanê yê duyem çewa di beşên hunerê yên din de guherîn çêbûn di romanê de jî guherînên balkêş çêbûn. Van guherînan di naverokê de û di teknîkê de xwe nîşan dan. Nivîskarên Kurd jî van guherînan taqîb dikirin û li gor qaîdeyên serdema nû berhemên xwe afirandin. Em dikarin li gor van qaîdeyan bêjin di roja îroyîn de wêjeya Kurdî bi taybetî jî romana Kurdî di asta edebiyata cîhanê de ye. Romana ku mijara vê xebatê ye jî ji van mînakan yek e. Dilawer Zeraq di sêyîneya xwe de romanên xwe bi teknîkên postmodern nivîsiye. Rewşa kurdan ya siyasî û civakî jî di romanê de xwe bi awayekî berbiçav nîşan daye û mirov dikare bêje vê rewşa xerab bi hin awayan postmodernbûna romanê qels kiriye. Mînak îronî û xemsarî taybetmendiyên romana postmodern yên sereke ne lê belê em dikarin bêjin ku giraniya mijara romanê helwesteke îronîk û xemsar asteng kiriyeResearch Project LATÎNÎZEKIRINA HELBESTÊN CEGERPEL(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2017) ÖZMEN, LEYLAArmanca amadekirina vê xebatê helbestên ku helbastvanê hêja Cegerpel bi tîpên erebî nivisandiye em wergerînin tîpên latînî. Helbestên ku di vê xebatê de me ew latînîze kirine ji alîye Nimetullah Muhammed Nihêlî hatine berhevkirin. Helbestvanê ku di vê mijarê de em behsa wî dikin, ne helbestvanekî bi nav û deng e, bi taybetî ji alîyê Kurdistana Bakur ve ne mirovekî naskirî ye. Ji ber vê yekê çi nivîsên ku bingeha wan bi kurdî ne, ji alîyê kurdên cîhanê ve yan tîpên wan cuda ne yan jî zimanê wan; divê ev nivîsana bên latînîzekirin, zimanê wan bên wergerandin ji bo nivîsên kurdî yên heta niha nehatine naskirin ji alîyê hemû heremên ku kurd lê dijîn bên xwendin, fêmkirin û belavkirin. Em bi hêvî ne ku bi vê xebatê, lêkolînên ku li ser edebîyata kurdî tên kirin zelaltir bibin.Research Project ANALÎZA ROMANA BEXTIYAR ELÎ APÊ MIN CEMŞÎD XAN KU HERTIM BÊ EW LI BER XWE DIBIR(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) YAŞAR BUDAK, MariyeRealîzma efsûnî bi taybetmendî di sedsala 20.an de li Latîn Amerîkayê bişekil bûye û pêş ketiye. Sînorên vê têgehê ne teqez in. Ev rewş jî behremeke ku hêmanên fantastîk û sersirûştî bihewîne dibe ku ji hêla realîzma efsûnî bê nirxandin. Taybetmendiya realîzma efsûnî ya herî mezin ew e ku bi hev re dana ya serûştî û ya serserûştî ye. Herwiha ev ji alî xwendevanan wek tiştekî asayî tê dîtin. Di realîzma efsûnî de bûyer hertim deraqilî be jî cîh hertim ji dinyaya tişteyî ye. Ev têgeh ji bo romana wêjeya kurdî ya nûjen ne kevnar e. Di vê mijarê de wek mînak romana “Apê min Cemşîd Xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir” e. Bextiyar Elî yek ji nivîskarên hêja ya wêjeya kurdî ya nûjen û ronakbîrekî kurdan e. Nêzîkî 20 berhemên wî hene ku bi zaravayê soranî nivîsiye. Bi nivîsîna helbestan dest bi karê wêjeyî kiribe jî bi romanên xwe navdar bûye û di dilê xwendevanan de cihekî bilind girtiye. Me jî xwest ku em ji romanek wî ya bi navê berhama “Apê min Cemşîd Xan ku bê ew hertim li ber xwe dibir” ji aliyê mijar, leheng, cih û war û honanadına romanê li gorî realîzma efsûnî û qaîdeyên wê binirxînin. Armanca xebata me ev pêk tîne.Research Project EŞÎRA QELENDERIJAN(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2017) KALENDER, IBRAHIMWelatê ma de cayê eşîran her kesî ra melûm o. Ma zî na xebata xo de eşîranê Sêwregi ra, Eşîra Qelenderijan ser o yew cigêrayîşêk viraşt. Nê cigêrayişî de ma do hetê tarîx kultur û tayê çîyanê folklorîkan ra analîzê Qelenderijan bikerê. Xebata xo de ma tayê pîlanê eşîre reyde roportajî viraştî, tayê çimeyanê nuştekîyan de beşê ke derheqê Qelenderijanê ra îstîfade kerd. Xebata ma warê xizmetanê ziwanî de xebatêka zaf mutewazîye ya labelê çîyêk nêkerdişî rindêr a.Research Project KIRMANCKÎ (ZAZAKÎ) DE TÊVERNAYÎŞÊ FEKÊ SÊWREGI Û LICÊ(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) ÖZAN, HAMİTXayeyê na xebate têvernayîşê fekê Sêwregi û fekê Licê yo. Na xebata de tena zemîrê kesî û yê îşaretî, îzafeyê nameyî û yê sîfetî ameyê têvernayîş. Derheqê fekê Sêwregi de sey çimeyê fekkî, fekê Miyaser Kırmızıgül û sey çimeyê nuştekî zî bi zafane Mewlidê ‘Usman Efendîyî esas ameyo girewtiş. Derheqê fekê Licê de zî sey çimeyê fekkî, fekê Halime Perçin û sey çimeyê nuştekî zî bi zafane Mewlidê Ehmedê Xasî esas ameyo girewtiş. Na xebate di beşan ra ameya meydan. Beşê yewin de hetê zemîranê kesî û yê îşaretîya fekê Sêwregi û Licê ameyo muqayesekerdiş, beşê dîyin de zî hetê îzafeyê nameyî û yê sîfetîya nê her di fekî ameyê muqayesekerdiş.Research Project BERAWIRDKIRNINA SÊ GUHARTOYÊN DESTANA FILÎTÊ QUTO(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) ALPAR, HİKMETMebesta vê xebatê muqayesekirina sê guhertoyê Destana Felîtê Quto ye. Guhertoyên Destana Felîtê Quto yên ku di vê xebatêde hatine muqayesekirin; guhertoya Dengbêj Karapêtê Xaço, Dengbêj Reso û Dengbêj Nesoyê Agirî ye. Di destpêka beşa yekemîn de bigiştî di derbarê êlên Reşkotan û Etmankan de agahî têndayin. Di berdewama beşe de agahiyên di derbarê jiyana dengbêjan de têndayîn û tekstên waryantên wan tênpeşkeşkirin. Di beşa duyemîm a vê xebatê de analîz li ser guhertoyên destanê tênkirin û xalên hevpar û cuda yên her sê guhertoyan tên pêşkeşkirin.Research Project DI KURMANCÎ DE ERGATÎVÎ Û DEMÊN BORÎ(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) REŞİTOĞLU, HamdullahArmanca vê xebatê ev e ku di zimanê kurdî de du mijarên girîng; ergatîvî û demên borî bi awayekî zanistî û berfireh bide berçav û bê analîz kirin. Berevajî tirkî ku zimanekî nomînatîf-akuzatîf e, kurdî zimanekî ergatîv - absolûtîv ( xwerû-tewandî ) e. Di zimanên ergatîv de di hevokên bi lêkerên gerguhêz de lêker dikeve bin bandora bireserê. Ango lêker li gorî bireserê tê kişandin û kesandin. Ergatîvîteya kurmancî şikestî ye, ango ergatîvî tenê di dema borî de diyar dibe. Di vê xebatê de mijara ergativiyê û demên borî hatiye lêkolîn kirin. Ergatîvî çiye, taybetiyên wê çi ne, di nav civakê de ergativî çawa şaş tê bi kar anîn, demên borî kijan in, di demên borî de şaşiyên tên bikaranîn, hwd. Di vê xebatê de me hewl daye ku em bersiva van pirsan bidin.Research Project JI DESTPÊKÊ HEYA “TAWISÊ MELEK” SEMBOLÎZMA TAWIS(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2017) Bozkurt, LokmanMijara vê xebatê dîroka sembolîzma teyrê tawis e. Ji destpêkê heya ku li ba Êzidiyan bûyî Tawisê Melek ev teyr di kîjan çandê de çawa hat dîtin, sembolîze kirin û çi peywir lê hatin barkirin bi hûrgilî hat vekolan. Ji waremaka teyrî, ji Hindistanê despêkir heya gihiştî Ewropa çi wate û sembol li vî teyrî hatibin barkirin li ber çavan hatin girtin. Eleqe û bandora van çandên ku ev teyr sembolîze kirî li ser Êzidiyan çêbûye, bêşik ya Êzidiyan jî li ser wan çêbûye. Ji ber ku ev teyr piranî di çandên Hind-Ewropî de cî girtiye, çanda Hind-Ewropî û pêwendiya wê bi Êzidî-Kurdan jî girêdayî mijarê ye. Li ba Xiristiyanan şayesandina wê li ser dîwarên hîpojeyan mijareke ku pir tê rasthatin ji ber vê jî bi berhemên dîtbarî ve girîngiya wê hat nîşandan. Her çiqas nivîs û peyvên dînên yek xwedayî de Tawisê Melek hatiye şeytankirin jî qet tesîr li baweriya Êzidiyan ya qedîm nekiriye. Sedemên aciziya Îslamê ji Êzidiyan li ber çavan hatin raxistin û sedema ew qas fermanan jî hat ravekirin. Girîngî û ciyê Tawisê Melek û eleqa wê bi teyrê tawis bi materyalên zanistî û bi sûdwergirtina ji çavdêriyên oryantalistan ve hatiye şîrovekirin. Hindî ku gihiştî dest bi materyalên hunerên dîtbarî ve jî mijar hatiye piştek kirin.Research Project ARGO DI DEVOKA AMEDÊ DE(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) EKEN, MehmetHer çandek û deverek xwediyê argoyên xwe yên taybet in. Ev argo li gor şert û mercên dîrokî, erdnîgarî, civakî, folklorî û aborî, di nav salan de rengê xwe girtine û heya îro hatine. Ev argoyên ku tên bikaranîn bi giştî bo deverên kurd lê dijîn, taybet ji bo devera Amed jî derbas dibe. Ev çanda argoyên ku bi guherîneke berdewam digihîje roja me, ji ber pêşketina televizyon, radyo û jiyana modern hêdî hêdî winda dibe. Divê ev argoyên ku li ber mirinê ne, bêne tespîtkirin, danasîn û ji bo dahatûyê bêne neqilkirin. Ji bo vê jî em ê di vê xebata xwe de li bajara Amedê argoyên ku tên bikaranîn bi alikariya pirtûk, stran, helbest û kesayetan kom bikin. Piştê komkirina argoyan em ê wateya wan li hemberê wan binivîsînin. Beriya wan jî em ê li ser erdnigarî û dîrokî ya Amedê agahiyan bidin paşê wateya ziman, zimanê dayîkê, zarava, devok werin dayîn û bi mînakan xebat were xurt kirin.Research Project DI KILAMÊN ŞAKIRO DE ÎDEALÎZASYONA JINÊ(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2020) DEMİR, KamuranKilamên ku Dengbêj Şakiro gotine naveroka vê xebatê ye. Di vê xebatê de bi van kilaman ez ê hewl bidim ku bi taybetî di dengbêjiya Dengbêj Şakiro de, bi giştî di çanda dengbêjiyê de “îdealîzasyona jinê” derxînim holê. Armanca min ew e ku di kilamên Dengbêj Şakiro de li gorî şêwaza vegotina çav û birû, bejn û bal, rabûn û rûniştin, çûyîn û hatin, exlaq, derûniyê çawaniya îdealîzasyona jinê bidim diyarkirin. Ez ê nişan bidim ku di kilamên Dengbêj Şakiro de jin bi kîjan profîlê hatiye wesifandinResearch Project DI PIRTÛKA MIRINA KALEKÎ RIND MEHMET UZUN DA TESPÎTKIRIN Û SINIFANDINA RENGDÊRAN(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2017) Ferayi ÖlçerArmanca vê xebatê di pirtûka Mirina Kalekî Rind / Mehmet Uzun da tespîtkirin û sinifandina hevalnavan e. Berî vê xebatê bi hemû awayan ve hevalnavên kurmancî beşa yekemîn de hatin danîn û sinifandin. Di vê xebatê de çavkaniyên girîng yên li ser rêzimana kurmancî hatine kirin. Piştre hevalnavên di pirtûkê da hatin tespîtkirin û di bin serenavên ku hevalnav hatine sinifandin yek bi yek mînak ve hatin danîn.Research Project FREKANSA TÎPÊ KURDÎ DEVOKA NISÊBÎNÊDA (MÊRDÎN) WÊJEYA BIKARANÎNA DENGAN(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2013) DERİN, İpekArmanca vê xebatê tesbîtkirina rêjeya dengan ya devoka Serê Avê(Nisêbîn_MÊRDÎN) ye. Ji bo tespîtkirina dengan, çîrokên ku li wê herêmê tên vegotin hatine berhevkirin û ji wan hatiye îstîfade kirin. Piútî ku çîrok hatine qeydkirin û nivîsîn, ji dengê “a”yê heta dengê “z”yê rêjeya bikaranîna dengan hatine tespîtkirin û bi awayekî îqtatîstîkî hatine niúandayîn. Di vê xebatê de tesbîta rêjeya dengên bikirp û bêkirp ku yên bikirp ji herfên “a,ç, e, h, k, r, p, t, x” pêk tên, hatiye kirin. Her wiha tesbîta rêjeya dengên serê peyvan jî hatiye kirin û bi îstatîstîkan hatiye nîúandayîn. Encamên rêjeya dengan ên van çîrokan, bi rêjeya giútî ya dengên kurmancî re hatine rûberkirin. Piútî rûberkirina rêjeya gûndê Serê Avê û rêjeya giútî ya dengên kurmancî, dengên ku rêjeya wan nêzî hev û dûrî hev hatine nirxandin û úîrovekirin.Research Project GOTINÊN PÊŞIYAN ÊN NAVÇEYA MISIRCÊ(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2017) SELÇUK, İlyasEv xebat ji gotinên pêşiyan ên ku li navçeya Misircî berhevkirî pêk tê. Me xebata xwe de hewl da ku xebateke qadî bikin ji ber vê jî rasterast em tevlî civaka Misircê bûn û me berhevkariya kir. Xebata me 211 gotinên pêşiyan dihewîne. Keresteyên folklorîk çawa ku hin kodên civakî dihewînin helbet gotinên pêşiyan ji kodên civakî dihewînin, herweha bi vê xebatê îhtîmaleke biçûk be jî ê rê li ber fehmkirina xelkê Misircê vebe. Xebata me ji sê beşan pêk tê. Beşa destpêkê, beşa gotinên pêşiyan û encam. Me di destpêkê de hin agahiyên giştî derheqê gotinên pêşiyan de daye. Başa duyem ji, bi rêza alfabetîk, ji keresteyên berhevkirî û beşa sisêyan jî ji encamên bidestxistî pêk tê.Research Project LATÎNÎZEKIRINA DÎWANA MIHEMEDÊ SEYDA (BEŞ I.)(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) SÖYLEMEZ, GülsümDi vê xebatê de qismê ewil a Dîwana Mele Mihemê Seyda ya ku ji aliyê Seyyid Celal Nîzamî ve li Hewlêrê çap bûye, hatiye latînîzekirin. Cudabûna alfabeyên kurdî di nava kurdên ku li cografyayên cuda de dijîn, astengiya xwendin û têgihiştinê jî bi hev re tîne holê. Çi li rojhilat û bi taybetî jî lî başûr terakumek têra xwe ji berhemên çapî li meydanê ne. Lê belê kurdên ku bi alfabeya latînî dixwînin û dinivîsin ji xwendina van berheman bêpar dimînin. Xebatên bi vî rengî nebzeyek be jî ji bo vê mijarê fêdeyekê tîne meydanê.Research Project NAVEROKA GOTARÊN ROJEN BARNAS(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) Şemdinoğlu, HaşimPirtûka Rojen Barnas a bi navê “Bi Kurmanciye Gewr” nivîsên wî yên ji sala 1979an heta 2014an nivîsandiye dihundirîne. Nivîsên ku di 1979an de bi kovara Tîrêje dest pê dike û di cihên cûr be cûr de hatine nivîsandin bi awayek kronolojik di vê pirtûkê de hatine çapkirin. Nivîsên ewil li Tirkiyê hatibin nivîsandin jî yên din li derveyê welat li diyasporayê hatine nivîsandin. Nivîskar derbarê gelek meseleyên ji hev cudatir de nivîsandiye. Me jî di vê projeyê de li gor naveroka wan di bin hin sernavan de kom kir. Lê ji ber ku mijara nivîsê pirê caran diguhere eynî nivîs an gotar di bin serenavên cihê de hatine nîşandan. Hinek nivîs jî bi serenavên “Yên Din” de hatine komkirin.Research Project DERMANÊN GELÊRÎ LI GUNDÊN HATXÊ, KÛÇÛKA Û EMBARÊ YÊN MÊRDÎNÊ(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) ÜSTEMEL, İsmailEv xebat ji ber ku di warê tiba gelêrî de çavkaniyên nivîskî pir hindikin bi serzêdekirineke nacizane hatiye amadekirin.Ji ber çi dibêjin dermanên kurmancî an dermanên gelêrî ,tiba gelêrî,tiba alternatif? Dîroka dermanên kurmancî an jî tiba gelêrî li ser rêbaza ceribandin û çewtiyê hatiye avakirin.Ji bo nexweşiyekê an jî êşekê, bi piranî jinan, ji bo bi şîfa be; Carînan cûreyek nebatan an cûreyek şînahiyekê li ber rojê hişk kirine û wekî amadekirina çayê di nav avê de kelandine.Ew çay dane nexweş ku nexweş pê rehet bibe.Carînan cûreyek nebatekê an şînahiyekê di hêwan de di eciqandin û bi cihê ku birîn an werimî be didan ku rehet bibe nexweş.Carînan jî bi riya derûnî çareserî digeriyan û berê xwe didan melle û şêxan.Baweriya xwe, bi xwendina ayetekî pîroz an jî serdana ziyareta gora yekî olî dikirin ku bi vê sedemê xweda şîfa bide nexweş. Derman çi be jî,wexta ku zêde zêde hat bikaranîn dibe ku mirov xeraptir bibe.Zanistvane kî bi navê Paracelsus dibeje ku;Her tişt jehre, cûdahiya jehr û dermanan doz e pîvane.Research Project KIRMANCKÎ DE ANTIŞÊ KARAN SER O GORÊYÊ MINTIQAYA ÇEWLIGÎ DE ANALÎZÊK(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2017) DALĞA, HüseyinEz mintiqa ya Karêrî ra ya, Karêr Çewlig de yo. Mi fekê xo ser o xebatêk kerd. Fekê Karêrî û Kirmanckî ya feko bîn de antişê karan ser o ez xebetîyaya. Na xebata mi de embazanê mi Abdulkerim TUNÇ, Rukiye DİCLE, Serdar AKDAĞ, Remziye ASLAN hetkarîya mi kerdê. Ez perina re zaf sipas kena wa keyeyê înan awan bibo.Research Project ÇÎROKÊN GELERÎ YÊN HEREMA XURSA ŞIRNEXÊ Û MOTÎFÊN WAN(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) ATAY, LatfeDî edebîyata gelerî de gelek cûre hene . Ev cûre zugotînok , mamîk , destan, gotînên pêşîyan, biwêj (îdyom), serpêhatî, stran, klam, lawij, lorî, du’a, nifir, xeber ,çîrokan û hwd. pêk tên. Di nav cûreyên edebiyata gelerî de çîrok, gelek taybetmendiyên cûreyên edebiyata gelerî dîhebînin, lewra pîr cihekî girîng girtine. Jî ber kû çîrok xwedî gelek hêmanin mîrov dîkare weke panaromaya netewekî lê meyzêne . Jî salên 1800 û vîr de lî ser rûyê dinyayê gelek xebat lî ser çîrokan hatine kirin .Folklornas çîrok weke xistine laboratiwarê û lî ser analîz kirine . Stîth THOMPSON dî vî warî de folklornasê herî navdar e . Ev xebata me jî kurte xebateke li ser hin çîrokên kurdî li gorî analîza S. Propp ya li ser motîfan jî xwe re kiriye armanc .Emê jî dî vê xebatê de ? çend çîrokên gundê Xursê kû gîrêdayî Şirnexê yê binirxînin.Research Project DI EDEBIYATA GELÊRÎ DE MAMIK Û MAMIKÊN HERÊMA SILOPÎ(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) ŞAKI, HadiDi vê xebatê de mamik di nava gel de çawa çêbûne û guhertina wan tê bê famkirin. Lêkolînên hatîn kirin de; hat dîtin sedema çêbûna mamikan ya herî mezin ew e ku, mirov ji tiştên veşarti hez diki û dixwaze wan bersiv bike û jîyana mirovan û kêfxweşî, şertên jîyanê ne. Bi piranî wek listoka zaroka mirov dikare nişan bide. Lê bele din nava gel de mamik li gor şertên jiyane di gundan de mirovên mezin ji dilîzin. Her weha li hin deveran jê re dibêjin mamik, tiştonek, metelok, tiştik, têderxistinok, qinik, kelemamik. Di gelek deveran jî ji mamikan re dibêjin “mamik”. Em ê di vê xebata xwe de bi piranî peyva mamik bikarbînî. Diyar e ku, ev pirnavî ji ber herêmi û pirzaravayîya kurdî ye. Di edebiyata kurdî de, nemaze ya gelêrî de, xebatên wekî şîrove, lêkolîn û lêgerînê hê jî nehatiye asteke bilind. Ji ber vê yekê di vê xebatê de hewl hatiye dayin ku, li ser mamikên kurdî xebateke berhevkirinê bê dayîn û bi vî awayî kêmasiyek astakî bê dagirtin. Bi vê hizirînê li ser pênase, taybetmendî û senifandina mamikan hate rawestin û her wiha piştre jî hin xalên girîng, wekî mijar û rêbazên vegotina mamikan hate niqaşkirin
- «
- 1 (current)
- 2
- 3
- »