Enstitüler
Permanent URI for this communityhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/10
Browse
Browsing Enstitüler by Language "ku"
Now showing 1 - 20 of 340
- Results Per Page
- Sort Options
Master Thesis 15 DEYÎRÊ (KLAMÊ) ÇEWLÎGÊ,VATEYÊ Û HÎKAYEYANÊ ÎNAN SERO(Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2022) Yolcu, Ahmet NuriNa xebate de, ma mûzîk çinayo û taybetmendîye mûzîk çinayo? sero etûde xo kenê û 15 deyîrî Çewlîgî yê Zazakî pê vateyê û hîkayeyanê înan tehlîl kene. Ma xebatê xo de pêcigêrayîşane wareyan kesane xûsûsan, meqaleyan û çend kitaban ra îstîfade kerdî. Vêrcû zazakî de tenya edebîyatê fekî averşîyîbî, seba ney muzîk hîkayeyan de, sanikan de, çibenokan lezvateyan de tim û time estbîyo. Na xebat de zî armanc deyîranê çewlîg ra varyantanê înan ke nênûsîyayê înan mojnayîş û behsê hîkayeyanê înan kerdişo.Master Thesis ‘ADAT Û RUSÛMATNAMEʼÊ TEWAYIFÊ EKRADIYEYA MELA MEHMÛDÊ BAZÎDÎ(2015) Murat çelikDi vê tezê de li ser ‘Adat û Rusûmatnameʼê Tewayifê Ekradiyeya Mela Mehmûdê Bazîdî, jiyana wî û hevkariya wî ya li gel Auguste Jaba lêkolîn hatiye kirin. Lêbelê beriya ku Bazîdî û berhemên wî bên nirxandin bi kurtasî qala rojhilatnasiyê jî hatiye kirin. Tez ji xêncî pêşgotin, destpêk û encamê ji çar beşan pêk tê. Di destpêkê de armanc û çarçoveya tezê hatiye ravekirin û her wiha behsa rêbaza lêkolîna tezê hatiye kirin û çavkaniyên sereke yên ku hatine bikaranîn jî hatine nasandin. Di beşa yekem de di serî de têgehên rojhilatnasî, rojhilata navîn, kurd, Kurdistan û kurdolojiyê hatine nirxandin. Lê ji wan têgehan ya herî zêde li ser hatiye sekinîn, kurdolojî ye. Ango kurdolojiya ku wekî şaxeke rojhilatnasiyê reng vedide, hatiye destnîşankirin. Helbet A. Jabayê konsolosê Rûsyayê yê Erziromê jî bû xaleke vê tezê. Ji ber vê hindê jiyan, xebatên wî û têkilî û hevkariya wî ya bi Bazîdî re bûn beşeke girîng ya vê lêkolînê. Ev mijar hemû, gav bi gav ji bo xuyabûna cihê Bazîdî û xebatên wî yên di dîroka edebiyata kurdî de hatin lêkolînkirin. Di beşa duyem de wekî pêngava duyemîn, jiyan û berhemên Bazîdî hatine vegotin. Li pey wê re hevkariya Bazîdî û Jaba û berhemên wekî xulesaya vê xebata hevpar ya herdu zanyaran derketine holê hatine nîşandan. Berhemên Bazîdî di bin 6 serenavên wekî dîrok, ferheng, rêziman, wêje, folklor û civaknasiyê de li gor 19 binnavan hatine nirxandin. Di beşa sêyem de ji berhemên Bazîdî ‘Adat û Rusûmatnameʼê Tewayifê Ekradiye ya ku ji bo vê tezê bûye mijara nirxandinê, babetên wê yên bûne egera rexneyan yên derheqê eslê kurdan û zimanê wan de hatine hilsengandin. Berhem ji hêla nusxeyên wê, dema nivîsê, qebareya wê, zimanê wê ve hatiye şîrovekirin û cihê wê yê di dîroka edebiyata kurdî de hatiye nîşandan. Her wiha xebatên li ser ‘Adat û Rusûmatnameʼê Tewayifê Ekradiye, hatine danasîn. Di vê çarçoveyê de wergerên wê yên bo 6 zimanan, şîroveyên wê hatine nirxandin. Peyra li ser naveroka wê hatiye rawestan û mijarên wê bi hûrgilî hatine nirxandin. Di beşa çarem de jî li gor herdu nusxeyên ‘Adat û Rusûmatnameʼê Tewayifê Ekradiye tîpguhêzî û edîsyon-krîtîka wê ya ku bi destê me hatiye kirin, heye. Lê beriya vê xebata me tîpguhêziyên wê yên latinî yên bi destê kesên cuda amade bûne hatine danasîn. Her wiha di vê beşê de me qala rêbaza xwe ya tîpguhêziyê jî kir. Di vê tîpguhêziyê de, berhem li gor eslê wê û bêyî ku were guherandin ji tîpên erebî bal bi tîpên latinî hatiye veguhaztin. Her wiha cudahî û kêmasiyên di navbera herdu nusxeyan de hatine kifşkirin. Li cihên pêwîst jî bi jêrenotan agahî hatine dayîn.Master Thesis ADET Û RÎTÛELÊN TÊKILDARÎ MIRINÊ LI HERÊMA NISÊBÎNÊ(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2019) Yılmaz, ŞükrüBerhevkirin û teswîrkirina adet û rîtûelên têkildarî mirinê yên kurdên Nisêbînê weke mijara vê xebatê hatîye hilbijartin. Ji ber ku xebatên akademîk yên derheqê adet û rîtûelên şîn û sersaxîyê yên di çanda kurdî da kêm in, di vî warî da valahîyek xuya dike. Tê hêvîkirin ku xebata me ji bo dagirtina vê valahîyê bibe gaveka biçûk. Armanca xebatê, destnîşankirina guhertinên ku di adet û rîtûelên navborî da çêbûne, tespîtkirina fonksîyonên wan yên civakî û ravekirina sedemên guherînan e. Têkildarî vê yekê, binyada civakî ya kurdên herêma Nisêbînê jî hatîye lêkolînkirin. Di vê çarçoveyê da daneyên ku ji sehayê hatin bidestxistin, bi çanda kurdî ra hatin berawirdkirin û di adet û rîtûelên têkildarî mirinê da li şopa bawerîyên kurdan yên berê hatîye gerandin. Weke rêbaz, digel çavkanîyên nivîskî, li gorî daneyên ku ji sehayê hatin bidestxistin, adet û rîtûelên têkildarî mirinê hatine analîzkirin. Piştî van analîzan hate dîtin ku, guherînên ku di binyada civakî da çêdibin, di adet û rîtûelên têkildarî mirinê da jî guhertinan derdixin holê. Hate tespîtkirin ku, herçiqas çanda îslamê li herêmê serdest e jî, digel hindek îstîsnayan kurdên êzidî, adetên xwe yên têkildarî mirinê li hemberî vê çanda serdest parastine. Herweha hate dîtin ku adet û rîtûelên têkildarî mirinê ku jî alîyê kurdên herêma Nisêbînê ve tên sepandin, pêgirîyê bi çanda kurdî ya giştî ra dikin.Master Thesis ANALÎZA KURMANCIYA DEREGEZA XORASANÊ LI GOR HÊMANÊN ZIMANNASIYÊ(2017) Mahdi JafarzadehEv xebat dixwaze kurdiya kurmancî ya li herêma Deregeza Xorasanê, li gor hêmanên zimannasiyê analîz bike. Kurdên Xorasanê bi devoka kurmanciya bakurî diaxivin. Kurdên wê herêmê li du parêzgehên Xorasana bakurî û Xorasana Rezewî niştecih bûne. Li gor texmînên nefermî nifûsa kurdên wê herêmê ji milyonek kes zêdetir e. Li vê herêmê gelek etnîk weke, kurd, tat, fars, tirk, tirkman û belûç dijîn. Wisa xuya ye ku piraniya van etnîkan ji deverên din hatine û li Xorasanê bi cih bûne. Zêderengiya etnîkî di herêmê de hin bandor li ser zimanê kurdî danîne. Ev xebat dê nîşan bide ku di kurmanciya kurdên herêma Deregeza Xorasanê de ferq û guherînên binyadî di kîjan hêmanên zimannasiyê de zêdetir pêk hatine.Research Project ANALÎZA ROMANA BEXTIYAR ELÎ APÊ MIN CEMŞÎD XAN KU HERTIM BÊ EW LI BER XWE DIBIR(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) YAŞAR BUDAK, MariyeRealîzma efsûnî bi taybetmendî di sedsala 20.an de li Latîn Amerîkayê bişekil bûye û pêş ketiye. Sînorên vê têgehê ne teqez in. Ev rewş jî behremeke ku hêmanên fantastîk û sersirûştî bihewîne dibe ku ji hêla realîzma efsûnî bê nirxandin. Taybetmendiya realîzma efsûnî ya herî mezin ew e ku bi hev re dana ya serûştî û ya serserûştî ye. Herwiha ev ji alî xwendevanan wek tiştekî asayî tê dîtin. Di realîzma efsûnî de bûyer hertim deraqilî be jî cîh hertim ji dinyaya tişteyî ye. Ev têgeh ji bo romana wêjeya kurdî ya nûjen ne kevnar e. Di vê mijarê de wek mînak romana “Apê min Cemşîd Xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir” e. Bextiyar Elî yek ji nivîskarên hêja ya wêjeya kurdî ya nûjen û ronakbîrekî kurdan e. Nêzîkî 20 berhemên wî hene ku bi zaravayê soranî nivîsiye. Bi nivîsîna helbestan dest bi karê wêjeyî kiribe jî bi romanên xwe navdar bûye û di dilê xwendevanan de cihekî bilind girtiye. Me jî xwest ku em ji romanek wî ya bi navê berhama “Apê min Cemşîd Xan ku bê ew hertim li ber xwe dibir” ji aliyê mijar, leheng, cih û war û honanadına romanê li gorî realîzma efsûnî û qaîdeyên wê binirxînin. Armanca xebata me ev pêk tîne.Master Thesis Analîzek lı ser parastına zımanê yekemîn a duzımaniyên Kurdî-Tirkî(2024) Bozkur, Nuh; Yonat, MehmetDil içsel bir organizasyondur ve psikolinguistik de bu içsel organisazyonun üzerindeki psikolojik etkileri inceler. İki dilli beyinler, tek dilli beyinlere göre daha fazla beynin konuşma mekanizmalarını kullanır. Bu tespit, Psikolinguistik bir tespit olarak, tek dillileştirme süreçlerinin verdiği zarara da işaret edebilir. Bu çalışma psikodilbilimsel yöntem ve kavramlara dayanmakta olup, Türkiye Cumhuriyeti sınırları içerisindeki Kürtçe-Türkçe iki dilliliği üzerine çalışmaktadır. Bu tezin amacı Kürtçedeki Türkçe etkisiyle oluşan kaybının bilançosonu tespit etmek ve ideal iki dilliliğe işaret etmektir. Tezimizde psikodilbilim bölümü tanıtıldıktan sonra yarım dillilik (semilingualism) kavramını Türkiye sınırları içindeki Kürt durumu bağlamında ele alınmakta ve okuyuculara kavramın tarihsel bir perspektif sunulmaktadır. Daha sonra Dunn ve Fox Tree (2009) tarafından geliştirilen A Quick Gradient Bilingual Dominance Scale (Hızlı ve Kademeli İki Dilli Baskınlık Ölçeği) ile saha çalışması, yaşları 18-34 arasında değişen son 3 kuşaktan (1990-1995, 1996-1999, 2000-2006) KürtçeTürkçe iki dilli 159 kişi üzerinde uygulanmış ve sonuçlar istatistiksel olarak analiz edilmiştir. Bu çalışmaya göre Türkçenin baskın ve etkili bir dil olduğu ve Kürteçenin eksiltici iki dillilik bağlamında olduğu ve çalışmanın parametrelerine göre yarı dilli konuşanlar ürettiği anlaşılmıştır. Aynı zamanda D2'nin geç edinilme yaşının D1'in koruması üzerinde olumlu bir etkisi olduğu anlaşılmış. Teknolojinin kuşaklar düzeyinde dil hakimiyetin de D1'e olumlu değişim etkisi, Kürtçenin kullanım alanlarının yaygınlaşması ise dengeli iki dilliliğin korunmasına olumlu etki yaptığı analaşılmıştır. Türkiye'nin sağlıklı bir iki dilliliği teşvik etmediği ve Kürtçe-Türkçe ikidilliler için dengeli bir iki dilliliği desteklemediği de ortaya çıkmıştır. Sonuç olarak Kürtçe D1 olarak yerini D2 olarak Türkçeye bırakmak üzere bir yenidenyapılanma (resturuction) sürecindedir. Bu çalışmanın sonuç ve önerilerinin ailelere çocuklarını Kürtçe yetiştirmesi yolunda bilimsel bir rehber olmasını umuyoruz.Research Project ARGO DI DEVOKA AMEDÊ DE(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) EKEN, MehmetHer çandek û deverek xwediyê argoyên xwe yên taybet in. Ev argo li gor şert û mercên dîrokî, erdnîgarî, civakî, folklorî û aborî, di nav salan de rengê xwe girtine û heya îro hatine. Ev argoyên ku tên bikaranîn bi giştî bo deverên kurd lê dijîn, taybet ji bo devera Amed jî derbas dibe. Ev çanda argoyên ku bi guherîneke berdewam digihîje roja me, ji ber pêşketina televizyon, radyo û jiyana modern hêdî hêdî winda dibe. Divê ev argoyên ku li ber mirinê ne, bêne tespîtkirin, danasîn û ji bo dahatûyê bêne neqilkirin. Ji bo vê jî em ê di vê xebata xwe de li bajara Amedê argoyên ku tên bikaranîn bi alikariya pirtûk, stran, helbest û kesayetan kom bikin. Piştê komkirina argoyan em ê wateya wan li hemberê wan binivîsînin. Beriya wan jî em ê li ser erdnigarî û dîrokî ya Amedê agahiyan bidin paşê wateya ziman, zimanê dayîkê, zarava, devok werin dayîn û bi mînakan xebat were xurt kirin.Master Thesis AWAYÊ LÊKIRINA NAVAN LI HERÊMA DÊRIKÊ (LÊKOLÎNEKE ONOMASTÎK-SOSYOLOJÎK)(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2016) Öçal, SerdarDi qabilîyeta zimên ya gerdûnî de kiryareke girîng jî ‘’lêkirina navan’’ e. Mirov nava li her tiştê ku pê re di nava têkilîyê de ye dike. Bi vî awayî bi navlêkirinê mirov serwerîyê li der û dora xwe dike, bi xêra van navan, heyînan ji hev vediqetîne, wan nas dike û dide naskirin. Beşek ji van navan, ‘’navên taybet’’ in. Navên taybet bi çi awayî tên dayin, meylên navlêkirinê çi ne, rêbazên navlêkirinê bi rêk û pêk in yan na? Onomastîk, binbeşek zanista zimannasîyê ye ku li bersîva van pirsan digere ango li ser navên taybet û awayê çêbûna wan dixebite. Hemî cûreyên navên taybet dikare bibe mijara lêkolînên onomastîk. Navê mirovan, navê çîya, gir û zinaran, navê kuçe, kolan, gund, bajar û welatan û hwd. Girîngîya lêkolînên onomastîk ji bo zimanekî ev e ku, onomastîk ji bilî zimannasîyê dikare di derheqê bandora şaristanîyên kevn, çand û neteweyên bîyanî, awayê jîyana civakî ya li ser wî zimanî gelek agahdarîyan bide. Li welatên Rojava ev girîngîya onomastîkê tê zanîn, lê di tirkî û kurdî de di vê qadê de valahîyeke mezin heye. Ev xebat, li herêma Dêrika navçeya Mêrdîn, bi navê xwe yê din Dêrika Çîyayê Mazî, li ser sê mijarê onomastîkê û li ser sosyolojîya Dêrikê ye. Mijarên xebatê yên onomastîk navê mirovan (anthroponym), navê jîngeh û teşeyên erdnigarî (toponym) û navê eşîr û malbatan (ethnonym) e. Dêrik, herêmeke kurmancîaxêf e. Ji ber wê di lêkolîna sosyolojîk de ligel taybetmendîyên civakî, dîrokî û erdnîgarî yên herêma Dêrikê; me xwest em li ser devokê Dêrikê, li ser wêjeya gelêrî ya li herêma Dêrikê û mînakên berhemên gelêrî jî hin agahîyan bidin.Research Project BANDORA PSÎKANALÎZÊ DI ÇÎROKA MÊRÊ DIYA MIN A MEM ZÎNISTANÎ DE(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) ÖZEK BAVLİ, KÜBRAEv xebat dixwaze di çîroka "Mêrê Diya Min" a Mem Zînistanî de bandora psîkanalîza freudyen vekole. Psîkanalîz ku di heman demê de perspektîfeke psîkolojiyê ye li ser edebiyatê jî xwedî bandoreke berbiçav e, herçend psîkanalîz bêtir di edebiyatê de weke metodeke rexneyê jî tê bikaranîn lê di vê çîroka Mem Zînistanî de em ê bidin nîşandan ku çawa li ser pêvajoya nivîsandina çîrokê bandor kiriye. Ev xebat çîroka Mêrê Diya Min û kompleksa Odîpal a Sigmund Freud berawird dike û dixwaze bandora psîkanalîzê li ser çîrokê destnîşan bike.Master Thesis BEHSÊ TIRKKERDIŞÊ KURDAN DE MERKEZÊK: ENSTÎTUYÊ CIGERAYÎŞÊ KULTURÊ TIRK(2015) Nevzat AnukArmancê na xebate; babetê asîmîlasyon/tirkkerdişê yê cematê Kurdan de mîsyon û pratîkanê enstîtuya ke bi nameyê TKAE a ke badê Darbeyê leşkerî yê 27 Gulane 1961 de awan bîya sero vindertiş o. Na xebate de derheqê kultur, ziwan û cematê Kurdan de vindertiş û hilberkerdişê zanayîşî yê na enstîtuye û metodî ke na enstîtuye teqîb kerdê do analîz bibê. Gelek faktorî ke nuştişê na xebate rê çime bîyê ra behskerdiş mûmkûn bo zî, motîvasyono bingeyên, na enstîtuye bi xetanê pêroyî, 1960an ra hetanî orteyê 1990an bi nîzam û bi ruhê dewrî ra paralel mîyanê faalîyetanê yê derheqê tirkkerdişê Kurdan de û derheqê Kurdan de hilberkerdişê zanayîşî de ca gena û sereyê merkezanê ke hilberê zanayîşî kenê de yena. Armancê bingeyên yê na xebate, binê mahîyetê na enstîtuye de analîzkerdişê ê materyalî ke derheqê Kurdan de wareyanê ziwan, nasname û tarîxî de çap bîyê yo. Na enstîtuye ke, derheqê tirkkerdişê Kurdan de awanbîyayîşê komare ra nate 1960an ra hetanî nîmeyê 1990an sey polîtîkayê dewlete çimeyo ke tewr zaf kîtabî çap kerdê ya û kovara ke binê mahîyetê na enstîtuye de ya û bi nameyê Kulturê Tirk a ke rêyna na mesele de tewr zaf meqaleyî çap kerdê. Na enstîtuye, ê zanayîşî ke derheqê Kurdan de hilber bîyê û polîtîkayanê dewlete ke nê zanayîşî eksê înan kenê, meselayê Kurd de cayêko krîtîk de yê. Herçiqas no problem, bi îtîbarê cayo ke mîyanê ciwîyayîşê sîyasî yê Tirkîya de girewto cayo ke no qas mûhîm bigiro zî, kêmbîyayîşê xebatanê ke serê na mesela de yê, sey faktorî ke xebatê ma mûhîm kenê ra yew vêjîyenê plana verên. Bi na xebate, prosesê 1960an ra hetanî orteyê 1990an de, Tirkîya de xebatîyayîşê na enstîtuya ke babetê Kurdan de rolo kilîtî gena, hetê çînbîyayîşê yan zî taybîyayîşê xebatan ra prosesê nuştişê na xebate de tay dezavantajî zî bi xo de ardê. Prosesê nuştişê na xebate de, teverê analîzê ê materyalî ke hetê na enstîtuye ra vêjîyayê de, derheqê awanîyo dezgeyî û usulanê xebetîyayîşanê hususîyan de cehdî ke hetê ma ra bîyê, hetê mûdûr û endamanê îdareyî ra bê cewab mendê. Ney ra muqabîl, coka xebatê ma hîna zaf serê dokûmantasyonî ra Şîya û ê neşrîyatî ke derheqê babetê na xebate de yê ma rasayê ci, nîsbeten ma nê dezavantajan ra xelesîyayê. Xebatê ma, despêk, hîrê qismê esasî, netîce, çimeyî û îlaweyan ra yena meydan. Qismo yewin de seba dayîşê planê peyên yê mefhumê tirkkerdişî, seyprosesanê meydanvejîyayîşê Netew-Dewlete ya Moderne, înşakerdişê netewe yê Netew- Dewlete, dezgeyanê yê hilberkerdişê zanayîşî û tekîlîyanê ke bêynateyê Kurdan û îdareyê Osmanîyan de yê, ameyê xebetîyayîş. Qismo diyin yê xebatê ma de, serê Şertan ke TKAE ke babetê xebatê ma ya ardê meydan amêyo vindertiş. Babetanê Raporê Kurdan yê 27 Gulane ke bade Darbeyo leşkerî yê 27 Gulane ameyo nuştiş û netîceyê nê raporî de enstîtuya ke amêya meydan, weşananê enstîtuye û hilberkaranê zanayîşî ca girewto. Qismo hîrêyin û peyên de zî, ê xebatî ke wareyanê ziwan, nasname û tarîxî de yê ke na enstîtuye nê wareyan de seba tirkkerdişê Kurdan xebetîyaya ameyê girewtiş.Research Project BER BI PÊNASEYEKE FOKLORE DI KONTEKSTE DE(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) IRMAK, LeylaMijara ve xebate di kontekse de pênaseyên folklore ye û li ser lekolînen ku heta anha hatîye çekirin di derheqa tegîna folklore. Ji ber ku, folklor mijarek balkeş ê, gelek zanyarên en ku beşa wan cuda nê wekî derûnî, mirovnasî, weje, û hwd. li ser folklore xebitîne. Zanyarên folklore bi xwe gelek pênaseyên folklore bikar anîne. Her yeka wan pênaseyan ji bo zelalkirina folklore tevkarî kirêye. Her zanyar pênaseya folklore li gorî beşa xwe bikar anîye. Weke mînak; mirovnas, folklore wekî weje dihesibenin, le zanyarên weje ew wekî çand ravedikin. Ji ber ve yeke jî pênaseyên folklore pir in û cure cure nê. Zanyarên folklore, bi taybetî li ser komkirina û berhevkirina kereseyên folklore de gelek xebatên giring kirine. Li gorî folklorîstan, çand û folklor bi hevdu re gîredayî ne û ji hevdu naye veqetandin. Pisporên folklore li ser sê kategorîyên çand wekî; agahdarî, raman û huner hûrbunê ji ber ve yeke jî ew kereseyên folklore, li gorî konteksa civakî, kuranîya dem û guheztina navîn binav dikin.Master Thesis BERAWIRDÎYEK LI SER DESTANA MEMÊ ALAN Û MEM Û ZÎNA EHMEDÊ XANÎ JI ALÎYÊ BINYAD Û HONAKÊ VE(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2019) Korkmaz, VolkanDi vê xebatê de du berhem tên berawirdkirin. Yek mesnewîya Mem û Zînê ye, ya din destana Memê Alan e. Mesnewîya Mem û Zînê; ji alîyê Ehmedê Xanî ve, di sala 1695an de, li gor usûl û qayîdeyên edebîyata klasîk hatiye nivîsandin. Destana Memê Alan berhemeke folklorîk a kevnar e ku bi zarekî (devkî) belav bûye. Ev destan, xwedîyê gelek varyantan e û îro jî di nav sahaya folklora kurdî de hebûna xwe didomîne. Hatiye dîtin ku îskeleta vê destanê di varyantên li ber destê me de kêm zêde wek hev e. Di vê xebatê de ji bo berawirdkirinê, varyanteke vê destanê ya ku di sala 1942yan de ji hêla Roger Lescot ve hatiye berhevkirin, wek hîm tê girtin. Di xebata me de ev her du berhem; ji hêla kok, sêwirandin, vegotin, dem, mekan, leheng, bûyer, ziman, form û paşxaneyê ve tên berawirdkirin û beş bi beş manendî û cudatîyên van berheman tên analîzkirin. Di berawirdîyê de carcaran varyantên din jî li ber çavan tên girtin. Di vê xebatê de armanca me ew e ku em têkilîya navbera destana Memê Alan a folklorîk û mesnewîya Mem û Zînê ya Ehmedê Xanî destnîşan bikin ku ev têkilî di çi astê de ye. Bi qasî ku hatiye çespandin, li dawîya vê xebatê tê dîtin ku gelek alîyên hevpar û cuda yên van her du berheman hene.Master Thesis Berawirdkirin û nirxandina sê şanonameyên hevjêderk(2024) Aydın, Burak; Aslan, MustafaBilindiği üzere birçok modern dönem eseri folklor den beslenmişlerdir. Folklorik unsurlar eski dönemlerden günümüze birçok farklı yoldan ulaşmışlardır. Bu yollardan bir tanesi de metinlerarasılıktır. Yazarlar yaşadıkları dönemde birçok kez eski eserleri kendilerine, döneme, okurlara vb. göre tür, biçim ve içerik yönünden değiştirerek yeniden yazmışlardır. Eğer araştırmacılar bu eserleri değerlendirirken metinlerarası ilişkileri dikkate almazlarsa, kuşkusuz o değerlendirmeler eksik kalacaktır. Bu yüzden eserler böyle bir bağlamda ele alınmalı ve yorumlanmalıdır. Kürt edebiyatında bir halk hikayesi tıpkı birçok folklorik eser gibi modern dönemde birçok edebiyat eserine kaynaklık etmiştir. Bu çerçevede bu hikaye öncelikle Evdirehîm Rehmî Hekarî tarafından Memê Alan adıyla daha sonra ise Xelîlê Çaçan ve Tahirê Biro tarafından Memê û Eyşê adıyla, yani üç farklı yazar tarafından farklı zamanlarda bir tiyatro eseri olarak yeniden yazılmıştır. Biz de bu yüzden adı geçen bu üç eseri folklor ve metinlerarasılık bağlamında değerlendirdik. Böylelikle gördük ki adı geçen yazarlar kendi özellerinde ve dönemlerinin siyasi, edebi, sosyal, tarihi vb. şartlarında anlamsal ve formsal dönüşümlerle bu eseri yeniden canlandırmışlar ve okuyucular/izleyicilerin gündemine taşımışlardır. Bununla birlikte bu üç yazar kendilerine özgü sebeplerle eserlerini Kürt folkloruna ait unsurlarla donatmışlardır. Bu tür eserler metinlerarasılık teorisyenlerinin hiçbir eser kendisinden önce yazılmış eserlerden bağımsız değildir görüşünü desteklerler.Article Berawirdkirina Kurmancî û Zazakî ji Aliyê Felsefeya Zimên ve(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü the journal of mesopotamian studies, 2016) Bingöl, İbrahim“Comparison of Kurmanci and Zazaki in Terms of Philosophy of Language” This article deals with the subject of the comparison of Kurmanci and Zazaki in terms of philosophy of language. So far the comparison of Kurmanci and Zazaki have been performed mostly in terms of words, sentences and grammar etc. however few or no studies on the comparison in respect of philosophy of language have been performed. This article aims that the attention of the reader turn to this area. This article also aims to show how Kurmancs and Zazas think and behave in some universal situations.Master Thesis Berawirdkirina sê Berhemên Rastnivîsîna Kurmancî (Bingehên Rastnivîsîna Kurdiyê ya Arif Zêrevan -Rêbera Rastnivîsînê ya Mistefa Aydogan- Rêbera Rastnivîsînê ya Komxebata Kurmanciyê)(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2019) Özmen, Abdulsıttar; Öztürk, MustafaBu çalışmayla amaçlanan Kürtçenin Kurmanci lehçesinin yazımını konu edinen üç eserin karşılaştırılmasıdır. Yazım, dilin standartlaşmasında önemli bir yer tutuyor. Kurmanci lehçesinde bu konuda büyük bir karışıklık vardır ki yazıyla ilgili kişiler için sorun yaratmaktadır. Elbette bu konu hakkında birçok çalışma vardır ancak bu çalışmada Arif Zêrevan'ın "Bingehên Rastnîvîsandina Kurdiyê/kirmancî (Kürtçe Kurmanci Lehçesinin Yazım Temelleri), Mistefa Aydogan'ın "Rêbera Rastnivîsînê (İmla Klavuzu) ile yine bir komisyon tarafından hazırlanan ve aynı ismi taşıyan Mezopotamya Vakfı (Weqfa Mezopotamyayê) çalışması konu edinmektedir. Çalışmada eserlerin karşılaştırılması dışında, dil ve dilin önemi, yazım dili, standart dil vb yer almaktadır.Master Thesis BERAWIRDKIRINA ŞEREFNAMEYA ŞEREFXANÊ BEDLÎSÎ Û ŞEREFNAMEYA MENZÛM A CEGERXWÎN(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2019) Coşkun, ŞükranŞerefxanê Bedlîsî ji bo dîroka Kurdan winda nebe û bigihîje neslên pêşî di sedsala XVI. de kitêba xwe ya Şerefnameyê nivîsiye ku cara yekem dîroka Kurdan ji aliyê Kurdekî ve bi berfirehî hatiye nivîsîn. Serdema tê de jiyaye bûye şahidê peywendiya Sefewî û Osmaniyan. Ji aliyê din ve Cegerxwîn helbestvanê sedsala XX. e û di dîrok û edebiyata Kurdan de helbestvanê herî bi nav û deng e. Di berhemên wî yên curbicur de dîroka Kurdan rengvedaye. Cegerxwîn, di serdema tê de jiyaye bûye şahidê her du şerên cihanê û gelek bûyerên siyasî û civakî yên din. Berhema xwe ya Şerefnameya Menzûm li ser bingeha Şerefnameyê bi çil û pênc menzûmeyên nivîsandiye. Di vê xebatê de Şerefname û Şerefnameya Menzûm hatine berawirdkirin û hêmanên naveroka wan bi awayekî înterdîsîplîner hatine analîzkirin. Her du berhem jî di bin bandora rewşa siyasî û civakî ya sedsala tê de hatine nivîsandin de hatiye nirxandin û ev yek bûye pirsgirêka xebata me. Xebat ji destpêk û ji sê beşan pêk hatiye. Di beşa yekem de jiyan û berhemên herdu nivîskaran cih girtine. Di beşa duyem de di bin bandora kîjan rewşa siyasî û civakî de hatine nivîsandin hatiye diyarkirin. Di beşa sêyem de herdu behrem ji aliyê ziman, naverok û termînolojiyê ve hatiye tehlîlkirin. Di heşt kategoriyan de termînolojiya berheman hatiye derxistin. Di gelek cihan de peywendiya dîrok û edebiyatê berbiçav bûye ku Cegerxwîn pirî caran xwestiye bi behskirina bûyer û kesayetiyên dîrokî xwe serbilind bike û rihê neteweyî bi vî awayî vejîne. Di van menzûmeyên wî de tê dîtin ku dîrok bi helbestê re bûye yek û peywediyeke xurt di navbera wan de çêbûye. Hebûna vê bingehê destûrê daye ku Şerefnameya Şerefxan û Şerefnameya Menzûm a Cegerxwîn hem ji aliyê jiyan, berhem, fikr û ramanên nivîskarên wan hem jî ji aliyê naverok û teşeyê ve bên berawirdkirin. Bandora Şerefnameyê li ser Şerefnameya Menzûm çi ye, bi çi awayî tê de cih girtiye bi vê xebatê hatiye tespîtkirin.Master Thesis Berawirdkirinek li ser Şivanê Kurmanca û sêbareya Maksîm Gorkî(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2015) Yılmaz, Ferhat; Çeçen, RamazanKarşılaştırmalı edebiyat, 19uncu yüzyılda edebiyat biliminin bir dalı olarak kabul edildi. Bu edebiyat bilimi dalı çalışmalarında karşılaştıma yöntemini kabul etmiştir. Karşılaştırmalı edebiyat, bir edebiyat bilimi dalı olarak iki eser arasındaki benzerlik, etki ve ortak motifler üzerinde durur. Eğer bu eserler farklı dil ve edebiyatlara ait ise daha makbuldur. Bu edebiyat bilimi dalının iddiası, yekta ve katıksız bir ulusal edebiyatın olmadığıdır. Tür, tema, kahraman, tarz, düşünce ve duygu çalışmaları ile ulusal edebiyatlar arasında bir aktarımın olduğunu göstermektedir. Edebiyatlar arası aktarım özellikle çeviri vasıtası ile olmaktadır. Bu yüzden çeviri ve çeviri çalışmaları karşılaştırmalı edebiyat için çok önemlidir. Bir ulusun edebiyatı, çeviri sayesinde başka ulusların edebiyatlarındaki konu ve tarzlara ulaşabilir, kapılarını dünya edebiyatına açabilir. Sovyetler Birliği, 1920-36 yılları arasında tüm ülke genelinde okuryazarlık oranını artırmayı amaçlıyordu. Azınlıkların dillerini öğrenmeleri teşvik ediliyordu, azınlık yazarlarından edebiyatlarına sahip çıkmaları ve onu geliştirmeleri isteniyordu. Bu imkanlardan Kürt halkı da yararlanıyor. Sovyetler Birliği, devlet çalışmaları çerçevesinde, Kürt aydınlarına Kürt aydınlanması çalışmalarında destek veriyordu. Bu aydınlar arasında Erebê Şemo da yer alıyordu. Daha önce siyasi çalışmaları ile ön plana çıkan bu kişi, daha sonra edebiyat alanında da ön sıralarda yerini alıyor. Erebê Şemo 1930lu yıllarda edebi çalışmalarını vermeye başlıyor. Aynı yıllarda Sovyetler Birliğin'de "sosyalist gerçekçilik" anlayışı revaçtaydı ve bu edebi anlayış devlet eli ile desteklenmekteydi. Devlet bu edebi anlayışı desteklemek için 1928 yılında Maksim Gorki'yi ülkeye çağırıyor ve onu örnek bir edebiyatçı ve idol olarak genç yazarlara sunuyor. Bu yıllarda genç yazarlar Gorki'yi örnek alıyor, onun görüşlerini ve edebi çalışmalarını benimsiyordu. Erebê Şemo da kendi döneminin birçok genç yazar gibi Gorki'yi kendine idol görmüştür. Bu tezin temel amacı Şivanê Kurmanca ile Maksim Gorki'nin üçlemesinin içerik ve şekil yönünden karşılaştırılmasıdır. Erebê Şemo'nun ilk romanı, Şivanê Kurmanca, Maksim Gorki'nin üçlemesi gibi otobiyografiktir. Erebê Şemo ve Maksim Gorki halkın içinden gelme iki yazardır ve aynı dönem ve coğrafyada yaşamışlardır. İş ve uğraşları gereği iki yazar da halk ile sağlam bir ilişki içinde olmuşlardır. İki yazarın bu ortak yönleri ve Maksim Gorki'nin Erebê Şemo'ya idol olması bizi bu iki yazarın eserlerini içerik ve şekil yönünden karşılaştırmaya itti. Bu karşılaştırma ile anlaşılmıştır ki iki yazar da eserlerinin içeriğinde yoksul halkın çektiği zorluklara değinmişlerdir. Erebê Şemo romanında bu yoksulluğun sebebini açık bir şekilde baskıcı ve egemen sınıflara bağlamaktadır. Erebê Şemo, romanının anlatımını büyük oranda bu konu üzerine kurmaktadır. O, halka bu durumdan kurtulmak için yollar göstermektedir. Maksim Gorki de romanlarında halkın bu yoksulluğunu anlatmaktadır; ama o, Erebê Şemo gibi bu durumun sebebini açıkça göstermemektedir. Gorki de Şemo gibi bu durumdan kurtuluş yolları aramaya uğraşmaktadır. Bu eserlerin içerik benzerliği yanında, bu karşılaştırma ile görülmüştür ki yazarların edebi tarzları da birbirini çağrıştırmaktadır.Research Project BERAWIRDKIRNINA SÊ GUHARTOYÊN DESTANA FILÎTÊ QUTO(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) ALPAR, HİKMETMebesta vê xebatê muqayesekirina sê guhertoyê Destana Felîtê Quto ye. Guhertoyên Destana Felîtê Quto yên ku di vê xebatêde hatine muqayesekirin; guhertoya Dengbêj Karapêtê Xaço, Dengbêj Reso û Dengbêj Nesoyê Agirî ye. Di destpêka beşa yekemîn de bigiştî di derbarê êlên Reşkotan û Etmankan de agahî têndayin. Di berdewama beşe de agahiyên di derbarê jiyana dengbêjan de têndayîn û tekstên waryantên wan tênpeşkeşkirin. Di beşa duyemîm a vê xebatê de analîz li ser guhertoyên destanê tênkirin û xalên hevpar û cuda yên her sê guhertoyan tên pêşkeşkirin.Master Thesis Berhem û Hunera Izedînê Remakî(2024) Kılınç, Meral; Öztürk, MustafaSözlü kültür, halk yaşamının bir parçasıdır. Yazının insan hayatına geç girmiş olmasından dolayı sözlü kültür önemli bir yer edinmiştir. Dolayısıyla halk, olayları, tarihi ve kültürü sözlü yollarla öğrenmiş ve kuşaktan kuşağa aktarmıştır. Sözlü Kürt kültüründe dengbêj önemli bir yer edindiği ve toplumun sözcüsü haline geldiği için tarihin yanı sıra çeşitli olay ve gelişmeler dengbêjler sayesinde toplumun değişik kesimlerine ulaşmıştır. Bu sebeple bizler kamusal hafızanın, yani dengbêjliğin unutulmamasına katkı sağlamak amacıyla Kızıltepeli dengbêj Izedînê Remakî konusunda çalıştık. Çalışmamız Giriş ve üç bölümden oluşmaktadır. Giriş kısmında hafıza ve kültür ilişkisi üzerinde durduk. Sözlü kültürde hafıza önemli bir yer edindiği için, özellikle hafıza, genel olarak da sözlü kültür üzerinde durduk. İlk bölümde Dengbêjliğe Genel Bir Bakış başlığı altında dengbêj kavramı, dengbêjliğin tarihçesi, dengbêjlikte eğitim, dengbêjliğin eser türleri, dengbêjlikte icra çeşitleri ve dengbêjlik ortamı hakkında açıklayıcı bilgiler sunduk. İkinci bölümde Izedînê Remakî'nin yaşamı ve eserleri üzerinde durduk. Izedînê Remakî'nin hayatı ve sanatı hakkında bilgi vererek eserleri üzerinde durduk. Üçüncü bölümde ise Dengbêj Izedîn'in kilam metinlerini vererek bu metinler hakkında değerlendirmelerde bulunduk. Bu çalışmanın amacı degbêjlîk konusunda genel bir projeksiyon sunmak ve özellikle İzedînê Remaki ve onun kilamlarını bilimsel ölçülere göre değerlendirip tanıtmaktır.Other BERHEVKARIYA HÊMANÊN FOLKLORÊ LI ÇAR GUNDÊN NISÊBÎNÊ(Mardin Artuklu Üniversitesi, 2018) Mehmet ÖZTÜRKDi vê xebata me de armanca me ew e ku em derbarê hêmanên folklorî yên IV gundên navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê berhev bikin. Bi wê mebestê me bi rûniştvanên gundên Sêrwan, Şiwêşkê, Kertwên û Tilyaqûbê re hevpeyvîn pêk anîn. Em dê bi vê xebata xwe zanyariyan û hurgiliyan derbarê folklora wan 4 gundan belav bikin.