Yaşayan Diller Enstitüsü
Permanent URI for this communityhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/13
Browse
Browsing Yaşayan Diller Enstitüsü by Publisher "Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü"
Now showing 1 - 20 of 34
- Results Per Page
- Sort Options
Master Thesis DI TRADÎSYONA DENGBÊJIYA KURDÎ DE ŞAKIRO (JIYAN Û BERHEM)(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2014) Öztürk, SerdarÇand, têgeheke wisa berfireh e ku tevayiya bastanî, kevneşopî û baweriyan û di nav xwe de dihewîne, bi kurtî ew tiştên ku mirov di nava civakê de hîn bûye re çand tê gotin. Çandên ku tenê ragihandinê bi ziman pêk tînin, ji nivîsê û matbaayê ne haydar in wekî “çanda devkî ya yekemîn” tê binavkirin. Bi pêşketina teknolojiyê amûrên wekî radyo, televîzyon û amûrên din ên elektronîk, nivîs careke din qelibiye ser zimanê axaftinê, ev yek jî wekî “çanda devkî ya duyemîn” hatiye binavkirin. Çanda kurdan jî bêtir bi awayekî devkî heta roja îro hatiye. Berdevkên vê çandê yên herî berbiçav jî dengbêj in. Dengbêjan bi kilam û çîrokên xwe çanda kurdan ji nivfşên nû re ragihandine. Wana ev yek di çarçoveya hosta û şagirtiyê de pêk anîne. Kêm zêde hemû bûyerên rojane, pirsgirêkên siyasî, şer û evîn bûne mijara kilamên dengbêjan. Dengbêjan bi vî rengî dewlemendiya zimanê kurdî heta roja îro parastine. Lê mixabin bi pêşketina teknolojiyê re civak ji dengbêjan dûr ketiye. Derfetên îcrakirina hunera wan kêm bûye. Bi hilweşîna pergala mîrektiyê û begîtiyê re dengbêj tenê mane û bi pirsgirêkên aborî re rû bi rû mane. Di bin van şert û mercan de hin dengbêjan hunera xwe heta mirina xwe domandine. Yek ji van Dengbêj Şakiro ye. Ev xebat bi mebesta danasîna jiyan û hunera Şakiro hatiye amadekirin Şakiro di dengbêjiya kurdî ya sedsala XXan de xwediyê cihekî girîng e. Bi taybetî yek ji nûnerê dengbêjiya herêma Serhedê tê nasîn. Şakiro di jiyana xwe de hemû keda xwe ji bo dengbêjiyê daye. Bi dehan kaset dagirtine lê belê bi xwe tu caran neketiye studyoyan. Şîrketên muzîkê kasetên ku Şakiro bi amatorî li ber teyibê dagirtine li studyoyan ji nû ve weşandine û belav kirine. Şakiro dengê xwe yê tenor bi hostatî bi kar aniye. Wî bi stila xwe rengekî cuda daye dengbêjiya kurdî. Mirov dikare di kilamên Şakiro de nîqaş, nifir, dua, gazin û şîretan bibîne. Bi taybetî bi kilamên evînê Şakiro bûye berdevkê dildar, xemgî û dilşadan. Ev xebat ji destpêkek û du beşan pêk tê. Di destpêkê de pênaseya çanda devkî hatiye kirin. Di çanda devkî de rola “bîr” ê û bandora wê ya li ser çanda devkî hatiye nîqaşkirin. Vebêjerî û çîrokbêjî ji hin aliyan ve hatiye raçavkirin û danasîn. Di beşa yekem de çanda devkî ya kurdî, dengbêj û saziya dengbêjiyê; di dengbêjiyê de perwerdehî, qadên ku dengbêjî lê hatiyê îcrakirin hatiye nîqaşkirin. Di dengbêjiyê de şêwêyên îcrakirinê û li gor mijaran kilamên dengbêjiyê hatine dabeşkirin. V Di dengbêjiya kurdî de tradîsyona Serhedê bi nav û deng e. Şakiro jî yek ji nûnerên vê trdîsyonê ye. Di vê beşê de hin taybetmendiyên vê tradîsyonê hatine destnîşankirin. Her çiqas hejmara wan kêm be jî dengbêjên jin di nava kevneşopiya dengbêjiyê de cihê xwe girtine lê di warê îcrakirina hunera xwe de bi hin pirsgirêkan ve rû bi rû mane, Ji ber vê yekê di vê beşê de me behsa çend dengbêjên jin ên navdar kir, û pirsgirêkên ku jinên dengbêj pê re rû bi rû mane hatin vekolandin. Gelek muzîkjenên kurd ê roja me di warê afirandina stranan de ji kevneşopiya dengbêjiyê sûd wergirtine, û kilamên dengbêjan bi formên cuda ji nû ve şîrove kirine, lewma jî di muzîka kurdî ya nûjen de bandora dengbêjiyê bi hin mînakan dîsa di vê beşê de hate nîqaşkirin. Di beşa duyem de jiyana Dengbêj Şakiro hatiye vegotin û kilamên wî ji alî mijarên wek nifir, dua, evîn, şer û hwd. ve bi berfirehî hatine nirxandin. Li ser nîqaşa şagirtiya Şakiro ya Dengbêj Reso nêrînên dengbêjan û lêkolîneran hatine ragihandin.Master Thesis DI PEYDABÛNA EDEBIYATA KURDÎ YA LI CIZÎRA BOTAN DE KARÎGERIYA BAJARVANIYÊ(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2012) Ergün, ZülküfEv xebat ji destpêkek û çar beşan pêk tê û di mînaka Cizîra Botan de di peydabûna edebiyata Kurdî de rola bajarvaniyê vedikole. Peywendiya bajar û edebiyatê ji bajarên pêşî û vir ve dewam dike, lewra ji bajarên sumerî û vir ve hinek diyardeyên bajarvaniyê bûn sedem ku bingeha edebiyata nivîskî li bajaran bê danîn. Niştecîbûn, dewlet, xanedan, dîn, nivîs û şaristanî weku girîngtirîn diyardeyên bajarvaniyê derdikevin pêş. Di serdema îslamî de û bi taybetî di dawiya xelîfetiya Ebbasî de hin xanedanên kurdan derketin holê û di paytextên van xanedanan de bingeheke bihêz a bajarvanî û edebiyatê hat danîn. Lê di pêvajoya avabûna vê bajarvanî û edebiyatê de xanedanên kurdan û bajarên wan ketin ber pêla dagirkeriya tirk û moxolan û heta sedsala çardeh û panzdehan ev rewş neguherî. Piştî vê demê, li hin herêmên Kurdistanê mîrekên kurd derketin holê û paytextên van mîrekan bûn cihê peydabûna edebiyata nivîskî ya kurdî. Mîr Ebdulezîz di destpêka sedsala çardehan de dawî li hukmê moxolan anî û Cizîrê kir paytexta Mîrektiya Azîzan. Bi vî awayî ji sedsala XIVan heta sedsala XIXan bi evraz û nişûv be jî bajar di bin rêvebiriya Mîrektiya Azîzan de ma û bû yek ji wan navendên herî bihêz ên edebiyata kurdî. Lewra bajar ji ber rêvebirî, bingeha aborî, heterojeniya civakî, avadanî û dezgehên xwe yên xwendin û rewşenbîriyê bû navenda dahênana edebî. Li ser vê bingehê, piştî ku xanedaneke kurd li Cizîrê hat ser hukum û nesaqamgîriya siyasî ji holê rabû, di sedsala XVIan de bi riya Melayê Cizîrî li Cizîra Botan edebiyateke bihêz a kurdî serî hilda. Mela di nava hel û mercên libar ên Cizîrê de pêgihîşt û bi saya parastina mîrên Cizîra Botan li Medreseya Sor bû muderis. Ji xwe her du qesîdeyên Melayê Cizîrî yên ku ji bo pesindana Mîrê Cizîra Botan Mîr Şerefê Sêyem hatine nivîsîn û danberheva Mîr Umadîn û Mela vê peywendiya xurt a Mela ya digel seraya Cizîra Botan berçav dikin. Ev jî nîşan dide ku Mela mîna helbestvanên bajarî yên serdema xwe ji sîstema parastinê ya hukumdaran veder nebûye û ev sîstema parastinê ji bo peydabûna edebiyata wî bûye hokareke girîng. Ji bilî pesindana mîrên Cizîra Botan salixdana hin bûyer û kesayetên girîng ên dîroka Cizîra Botan û weku nîşaneya edebiyata bajarî wesifdana evîneke piralî IV jî taybetmendiyên girîng ên edebiyata Melayê Cizîrî ne ku peywendiya wê bi bajarvaniya Cizîra Botan re heye. Cizîra Botan ji ber bingehên xwe yên bajarvaniyê dibe cihê serdana helbestvanan û mijara berhemên edebî. Di vê çarçoveyê de Ehmedê Xanî digel ku ne helbestvanekî Cizîrî ye jî şakara xwe ya edebî Mem û Zînê li ser çîrok û efsaneyên Cizîra Botan nivîsiye û Cizîr kiriye navenda bûyerên berhema xwe. Weku taybetmendiyên berhemên edebiyata bajarî di Mem û Zînê de jî pesnê Mîrê Cizîra Botan û seraya Cizîrê hatiye dayîn û bi vî awayî taybetmendiyên bajarvaniya Cizîra Botan hatine berçavkirin. Feqiyê Teyran jî digel ku ne ji Cizîrê ye demekê li vî bajarî maye û digel Melayê Cizîrî danberheveke helbestî daniye. Di vê çarçoveyê de Melayê Cizîrî ji ber ku damezirînerê xwendingeha edebî ya Cizîra Botan e, îlham daye gelek helbestvanan û li dora wî bizaveke edebî peyda bûye. Ji xwe Remezanê Cizîrî jî yek ji wan şagirtên Melayê Cizîrî bûye ku li ser şopa wî helbest nivîsiye û bûye yek ji helbestvanên hêja yên Cizîra Botan. Bi vî awayî derdikeve ku Cizîra Botan ji ber derfetên xwe yên bajarvaniyê weku bikerên edebî rê li ber pegihîştin û pevgihîştina helbestvanan vekiriye û ji ber van diyardeyên xwe yên bajarî, bûye navendeke girîng a edebiyata kurdî.Master Thesis BI RÊBAZA REXNEYA FEMÎNÎST LÊNERÎNEK LI ROMANÊN JINÊN KURD(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) Doğan, SongülEv tez li ser edebiyata jinên kurd û romanên wan hatiye nivîsandin. Di vê tezê de bi rêbaza rexneya femînîst, pênç romanên nivîskarên jin ên kurmanc ji aliyê karakterên jin ve hatine analîzkirin. Bi van analîzan re mebest ew e ku rewşa jinên kurd, bi rêya romanên jinên kurd re, bi nêrîneke femînîst bê xwendin. Bi vê xebatê re me hewil da ku em nêrînên nivîskarên jin ên di derbarê jinê de dahurînin û rewşa jinên ku di nava pergala baviksalar, di bin pêkûtiyên mêrane û saziyên mêrserwer de hatine bindestkirin derxînin holê. Di romanên nivîskarên jin ên ku daxilî vê xebatê bûne de karakter bi piranî jin in û mijarên van romanan li ser pirsgirêkên jinê, zayenda civakî, baviksalarî, perwerdehî, nasnameya netewî û jinaniyê ye. Ev xebat ji sê beşan pêk tê. Di qismê destpêka xebatê de mijar û girîngiya xebatê, mebest, sînor, rêbaz, pirsgirêk û astengiyên xebatê hatine diyarkirin. Di beşa yekem de li ser dîroka femînîzmê, cure û pêlên wê hate sekinandin. Di dawiya vê beşê de cihê jinên kurd ê di nava femînîzmê de hate nîqaşkirin. Di beşa duyem de, li ser rexneya edebiyata femînîst û bêdengiya rexneya li ser berhemên jinên kurd hate sekinandin. Di beşa sêyem de, karakterên jin ên di pênç romanên nivîskarên jin û babetên ku di van romanan de derketine pêş hatin analîzkirin. Di encama vê xebatê de hate dîtin ku ligel hin kêmasiyan, edebiyateke jinên kurd heye.Master Thesis Kevneşopîya Çêkirina Dan, Dehnû û Hilberên Wan li Qoserê(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2020) Mehmet Ali SaruhanMijara vê xebatê; nerîta “Çêkirina Dehnûyî” ya ku heta niha jî di nav şêniyên Mezopotamyayê û bi taybet jî li Qosêrê li cihna didome, ji bo nifşê nû tê bigihîje, nas bike û da kû neyê jibîrkirin, di pêşerojê da zindî bimîne, hevkarî û zibareya di nav vê çandê da cih girtîye mîna nirxekî çandê ber bir çav bibe û ji bo lêkolînerên ku lêkolînên di derbarê çanda gelê Kurd bike ji wan ra bibe çavkanîyek li gel rê û rêbaz û amûrên çêkirina dehnûyî bê ravekirin. Ji bilî vê jî bi vê xebatê me xwest ev nirxa gelên Mezopotamyayê bê zimanî. Di vê xebatê de, di çêkirina dehnûyî da ji destpêkê heta dawîyê amûrên çêkirina dehnûyî û peywirên van amûran dê pênase bibe û bê ravekirin. Li gel van, wêne û teşeyên amûrên çêkirina dehnûyî, dê di vê xebatê de cih bigirin. Ji bilî vê jî, ji destpêkê heta dawîyê çêkirina dehnûyî bi rê û rêbazên wê dê bê ravekirin. Li gel nirxa vê kevneşopîya gelê Kurd û giringiya vê nirxê dê bê şîrovekirin. Di encama vê xebatê de, analîzeke berfireh di derbarê nerîta çêkirina dehnûyî û amûrên di çêkirina dehnûyî da cih digirin dê pêk bê.Master Thesis DÎWANA NAMÎ (FEHMÎ BEGÊ PÊÇARÎ): “MEĠMURU‟D- DEWAWÎN” (METN Û LÊKOLÎN)(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2019) Demir, YunusFehmî Beg (1910-1969) li gundê Pêçarê ya bi ser navçeya Liceyê hatiye dinê û diwana xwe ya bi navê Meġmûru‟d-Dewawîn di Adara sala 1956an de qedandiye. Şair ku di helbestên xwe de mexlesa Namî bi kar aniye, di dîwana xwe de hemî rêçikên edebiyata klasîk sepandine. Wî edebiyatên Kurdî, Osmanî, Îranî û Erebî baş şopandine û em dîwanê rastî bondora hin şairên van edebiyatana tên. Asta helbesta Namî di nav edebiyata Kurdî ya klasîk de ji aliyê hunerî û edebî ve xwedî cîgehekî mustesna ye. Di dîwanê de bi teşeyên nezmê ên xezel, qesîde, mesnewî, murebbe„, muxemmes, texmîs, museddes û musemmen helbest hatine nivîsîn, lê bi piranî -ji sê paran du par- cûreyê xezelê hatiye tercîhkirin. Herwiha bi cûreyên edebî ên wek munacat, ne„et, mersiye û medhiyeyê helbest hatine ristin. Dîwana Namî ji aliyê hunerên edebî ve têra xwe dewlemend e, lewra Namî hema bêje hemî hunerên edebî di helbesta xwe de cerinbandine. Ev jî tê wê wateyê ku şair, ji aliyê şeklî û naverokî ve edeba klasîk baş şopandiye û xwendiye. Meġmûru‟d-Dewawîn bi her awayî dîwaneke muretteb e ku herfên qafiyeyê li gor rêza alfatîk hatiye çêkirin. Şair ji bilî îstisnayan bi awayekî tekûz wezna erûzê pêk aniye. Dîwan xwedî zimanekî giran lê ewçend dewlemend e. Ev xebata me ji destpêkek û çar beşan pêk tê. Di beşa destpêkê qala çavkaniyên sereke û rêbaza bo xebatê şopandin hat kirin; di beşa yekê de em li ser jiyana şair û serdema ku şair tê de jiyayî sekinîn; di beşa duduyan de zimanê dîwanê û kesayeta edebî ya şair hat şîrovekirin; di beşa sisêyan de vekolîna dîwanê ya ji aliyê ruxsarî ve hat kirin; di beşa çaran de jî metnê dîwanê yê transkrîbekirî hat dayin.Master Thesis TÎPOLOJIYA LEHENGÊ KURD LI ÇARÇOVEYA NÊRÎNÊN JOSEPH CAMPBELL -Bi Mînakên Rustemê Zal Û Memê Alan-(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) Çeliktaş, SamiDi vê xebatê de, li ser bingeha nêrînên Joseph Campbell ên derbarê leheng du lehengên nav vegotinên kurdî –Rustemê Zal û Memê Alan– hatine analîzkirin. Teoriya Campbell a bi navê monomît û formulasyona wî ya bi navê rêwîtiya leheng li gel hevdeh qonaxên wê hatine ravekirin û bi her du mînakên navborî ve hatine sepandin. Ji bilî teoriya monomîtê, ku bingeha vê xebatê ye, teoriya Otto Rank a ku wek mîta jidayîkbûna leheng tê zanîn, û teoriya lehengê kevneşopiyê ya Lord Raglan jî bi gelemperî hatine danasîn. Her wiha leheng wek arketîp hatiye nirxandin û arketîpên sereke ên têkildarî serpêhatiya leheng hatine şîrovekirin. Babeta ku leheng bi têkiliya li gel têgeha arketîp dinirxîne bi referansên C. G. Jung û Joseph Campbell di vê xebatê de cih digire. Ev xebat ji berawirdkirina nêzikbûnên teorîk bêtir, pêşekiyê dide pênasekirina wan û bi rêya avakirina peywendeke navbera teorî û mînakên xwemalî tîpolojiya lehengê kurd rayêdixîne pêş çavan.Master Thesis BERAWIRDKIRINA ŞEREFNAMEYA ŞEREFXANÊ BEDLÎSÎ Û ŞEREFNAMEYA MENZÛM A CEGERXWÎN(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2019) Coşkun, ŞükranŞerefxanê Bedlîsî ji bo dîroka Kurdan winda nebe û bigihîje neslên pêşî di sedsala XVI. de kitêba xwe ya Şerefnameyê nivîsiye ku cara yekem dîroka Kurdan ji aliyê Kurdekî ve bi berfirehî hatiye nivîsîn. Serdema tê de jiyaye bûye şahidê peywendiya Sefewî û Osmaniyan. Ji aliyê din ve Cegerxwîn helbestvanê sedsala XX. e û di dîrok û edebiyata Kurdan de helbestvanê herî bi nav û deng e. Di berhemên wî yên curbicur de dîroka Kurdan rengvedaye. Cegerxwîn, di serdema tê de jiyaye bûye şahidê her du şerên cihanê û gelek bûyerên siyasî û civakî yên din. Berhema xwe ya Şerefnameya Menzûm li ser bingeha Şerefnameyê bi çil û pênc menzûmeyên nivîsandiye. Di vê xebatê de Şerefname û Şerefnameya Menzûm hatine berawirdkirin û hêmanên naveroka wan bi awayekî înterdîsîplîner hatine analîzkirin. Her du berhem jî di bin bandora rewşa siyasî û civakî ya sedsala tê de hatine nivîsandin de hatiye nirxandin û ev yek bûye pirsgirêka xebata me. Xebat ji destpêk û ji sê beşan pêk hatiye. Di beşa yekem de jiyan û berhemên herdu nivîskaran cih girtine. Di beşa duyem de di bin bandora kîjan rewşa siyasî û civakî de hatine nivîsandin hatiye diyarkirin. Di beşa sêyem de herdu behrem ji aliyê ziman, naverok û termînolojiyê ve hatiye tehlîlkirin. Di heşt kategoriyan de termînolojiya berheman hatiye derxistin. Di gelek cihan de peywendiya dîrok û edebiyatê berbiçav bûye ku Cegerxwîn pirî caran xwestiye bi behskirina bûyer û kesayetiyên dîrokî xwe serbilind bike û rihê neteweyî bi vî awayî vejîne. Di van menzûmeyên wî de tê dîtin ku dîrok bi helbestê re bûye yek û peywediyeke xurt di navbera wan de çêbûye. Hebûna vê bingehê destûrê daye ku Şerefnameya Şerefxan û Şerefnameya Menzûm a Cegerxwîn hem ji aliyê jiyan, berhem, fikr û ramanên nivîskarên wan hem jî ji aliyê naverok û teşeyê ve bên berawirdkirin. Bandora Şerefnameyê li ser Şerefnameya Menzûm çi ye, bi çi awayî tê de cih girtiye bi vê xebatê hatiye tespîtkirin.Master Thesis ADET Û RÎTÛELÊN TÊKILDARÎ MIRINÊ LI HERÊMA NISÊBÎNÊ(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2019) Yılmaz, ŞükrüBerhevkirin û teswîrkirina adet û rîtûelên têkildarî mirinê yên kurdên Nisêbînê weke mijara vê xebatê hatîye hilbijartin. Ji ber ku xebatên akademîk yên derheqê adet û rîtûelên şîn û sersaxîyê yên di çanda kurdî da kêm in, di vî warî da valahîyek xuya dike. Tê hêvîkirin ku xebata me ji bo dagirtina vê valahîyê bibe gaveka biçûk. Armanca xebatê, destnîşankirina guhertinên ku di adet û rîtûelên navborî da çêbûne, tespîtkirina fonksîyonên wan yên civakî û ravekirina sedemên guherînan e. Têkildarî vê yekê, binyada civakî ya kurdên herêma Nisêbînê jî hatîye lêkolînkirin. Di vê çarçoveyê da daneyên ku ji sehayê hatin bidestxistin, bi çanda kurdî ra hatin berawirdkirin û di adet û rîtûelên têkildarî mirinê da li şopa bawerîyên kurdan yên berê hatîye gerandin. Weke rêbaz, digel çavkanîyên nivîskî, li gorî daneyên ku ji sehayê hatin bidestxistin, adet û rîtûelên têkildarî mirinê hatine analîzkirin. Piştî van analîzan hate dîtin ku, guherînên ku di binyada civakî da çêdibin, di adet û rîtûelên têkildarî mirinê da jî guhertinan derdixin holê. Hate tespîtkirin ku, herçiqas çanda îslamê li herêmê serdest e jî, digel hindek îstîsnayan kurdên êzidî, adetên xwe yên têkildarî mirinê li hemberî vê çanda serdest parastine. Herweha hate dîtin ku adet û rîtûelên têkildarî mirinê ku jî alîyê kurdên herêma Nisêbînê ve tên sepandin, pêgirîyê bi çanda kurdî ya giştî ra dikin.Master Thesis XWENDINEKE BAXTÎNYEN DI SÊ ROMANÊN KURDÎ DE(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2015) Altınkılıç, ÜmranMîxaîl Baxtîn yek ji zanyarên giring ên sedsala XX. e ku di gelek biyavan de xebat kiriye û bi piranî ji ber xebatên xwe yên derbarê teoriya romanê de navdar bûye. Cara yekem 1968an de berhema Baxtîn a bi navê Rabelais and His World [Rabelais û Cîhana Wî] ji rûsî li îngilîzî hat wergerandin. Ji wê mêjûyê bi vir de di cîhana akademîk de xebat û lêkolînên derbarê wî de her ku çûye zêde bûne. Teoriya wî ya derbarê romanê de di xebatên wî de cihê herî giring digire. Di vê xebatê de me hewl da em bi çemkên sereke yên teoriya wî bi pirdengî, heteroglossîa û karnavalê sê romanên kurdî analîz bikin. Me ev her sê çemk bi berfirehî rave kirin û bi xwendineke nêz li romanên kurdî tetbîq kirin. Di vê çarçoveyê de me pirdengî li Mîrnameya Jan Dost, heteroglossîa li Saturna Remezan Alan û karnaval li Aporîaya H. Kovan Baqî tetbîq kir. Pirdengî bi giranî têkildarî serbixwetiya lehengan e di romanê de, di romaneke pirdeng de leheng ne objeya nivîskêr in, subjeyên gotara xwe ne û tevî nerîn û îdeolojiya xwe di romanê de cih digirin. Bi amraza vê çemkê hat vekolîn bê di Mîrnameyê de leheng çawa ligel cîhana xwe û nerîna xwe ye li cîhanê hatine nimandin û roman çendî vekirî ye. Heteroglossîa amajeyê bi ziman, axaftin û gotarên civakî yên curbicur ên li civatê heyî û ketina wan a nav romanê dike. Bi amraza vê çemkê hat vekolîn bê çawa şêwezarên curbicur ên civakî, ziman û şêwazên janrên edebî, jargona kom û pîşeyan di Saturnê de hatine nimandin. Cextkirina karnavalê li ser bedenê û fonksiyonên wê ne, di karnavalê de hiyerarşî ji holê dihên rakirin û zimanekî derveyî normên civakî dihê hebandin. Me bi amraza vê çemkê û yên têkildarî wê karnavalesk û realîzma grotesk, di çarçoveya prensîbên rajêrkirin, bêhurmetiya bo tiştên dînî, berevajîkirina cîhanê û parçekirina bedenê yên karnavalê Aporîa analîz kir. Ev çemkên hanê ji hêla şêwazî û watayî ve analîza romanên navhatî mimkun dike, li aliyekî din jî di vê xebatê de nimûneyên tetbîqkirina van çemkan a li romanan hatiye dabînkirin.Master Thesis HEVOKÊN TEMAMKER ÊN BERKARÎ YÊN KURMANCÎ YÊN DEVOKA TORÊ(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2019) Gültekin, SinanDi vê xebatê de hevokên temamker ên berkarî yên devoka Torê, wate, entegrasyon (biyekbûn) û cureyên wan hatiye vekolan. Bi awayekî hûrgilî rewşên hevokên temamker ên berkarî yên devoka Torê, bi mînakên meydanî û bi nêrîneke ezmûnî hatine ravekirin. Di beşa yekem de bi taybetî lêkerên ku dikarin hevokên temamker ên berkarî bigirin hatine ravekirin. Li ser sê cur lêker hatiye rawestin û ev sê cure lêker ev in: lêkerên modal, lêkerên pêhisîn-pêzanîn-vegotinê (PPV) û lêkerên manîpûlatîf (dançêker). Ev cure lêker li gorî taybetiyên xwe bi hevokên temamker ên berkarî re tên bikaranîn. Di beşa duyem de jî ji aliyê entegrasyona morfolojîk (biyekbûna binyadî) ve hevokên temamker ên berkarî hatine lêkolîn. Hevokên temamker ên berkarî ji aliyê morfolojiyê (şêwezanî) ve dibin sê beş: hevokên temamker ên berkarî yên subjonktîf (raweya daxwazî, subjunctive), hevokên temamker ên berkarî yên îndîkatîf (raweyên pêşker) û hevokên temamker ên berkarî yên navdêrandî (nominalized). Li gorî bikaranîna di risteyê de hevokên temamker ên berkarî yên subjonktîf pirtir girêdayî hevoka bingehîn in. Bi piranî bi lêkerên modal û manîpûlatîf re tên bikaranîn. Hevokên temamker ên berkarî yên îndîkatîf pirtir weke hevokên serbixwe dikarin tevbigerin, lewma li gorî yên subjonktîf serbesttir in. Hevokên temamker ên berkarî yên îndîkatîf bi lêkerên PPVyê (pêhisîn-pêzanîn-vegotin) re tên bikaranîn. Hevokên temamker ên berkarî yên navdêrandî yên ku herî kêm tên bikaranîn in. Pirtir weke navdêran tevdigerin û qertafên navdêrî digirin. Di beşa sêyem de li ser entegrasyona sîmantîk (biyekbûna wateyî) a hevokên temamker ên berkarî hatiye rawestin. Li ser mijarên weke hev-referantî, serkeftin, niyet, kontrola karayî, temas, hev-demî, cureyên vegotinê, ketina bikeran hatiye vekolan. Lêkerên ku dikarin hevokên temamker ên berkarî bistînin (modal, PPV, manîpûlatîf) û hevokên temamker ên berkarî yên ku bi wan re tên bikaranîn beş bi beş hatine vegotin. Pirtir ji aliyê wate û entegrasyonê ve cûdahî û hevbeşiyên hevokên temamker ên berkarî hatine eşkerekirin.Master Thesis DESTANA RUSTEMÊ ZAL (METN-LÊKOLÎN)(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2019) Çalışır, RojbirDestana Rustemê Zal di edebiyata Rojhilata Navîn de destaneke epîk e. Ji ber berbelavbûna van destanan, versiyonên wê yên cuda hene. Di edebiyata kurdî de jî li her deverê bi versiyoneke cuda ye. Ev xebata me de li ser versiyoneke Şahnameya Kurdî ye ku bi zimanê kurdî, bi zaravayê kurmancî û bi tîpên erebî hatiye nivîsin. Ji bo ku em hîkayeta Rustemê Zal wekî destan bi nav bikin divê em versiyonên wê yên cuda bizanibin. Ev xebat hewldanek e ji bo temamkirina versiyonên destana Rustemê Zal. Ji ber wê me ev metn transkirîbe kir. Di beşa yekem de wateya destanê û giringiya destanê di edebiyatê de çi ne me rave kir. Me ji aliyê naverok û rûxsarî ve nasandina destanê kir. Di beşa duyem de me wateya şahnameyê çi ye rave kir, di edebiyata kurdan de Şahnemaya Kurdî çi ye me diyar kir û ji aliyê naverok û şiklî ve me beyta Rustemê Zal nirxand. Me di beşa sêyem de jî elîfbeya transkirîpsiyonê diyar kir û metn ji bo elifbêya Kurdî-Latînî transkirîbe kir.Master Thesis Veracêkerdena Gramerê Zazakî û Kurmancî: Dîyalekt, Alfabe û Fonetîk, Morfolojî(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2014) Veroj, SaitNa xebata ke bi nameyê Veracêkerdena Gramerê Zazakî û Kurmancî: Dîyalekt, Alfabe, Fonetîk û Morfolojî ya ameya kerdiş, armanca aye, hetê tayn xûsusiyetanê bingeyînan ra veracêkerdena her di dîyalektan a. Na xebate, bi umûmî ya bedêlîyayîşê ziwanî û dîyalektê cîyayan, xusûsiyeten jî goreyê binya fenomenê ziwanî veracêkerdena dîalekta zazakî/dimilî û kurmancî ser o ameya amadekerdiş. Etîya de bi giranîye nê her di dîyalektî hetê veng, vate, viraştiş, bedêlîyayîş û rêzbiyayîşê vateyan, xusûsiyetê bingeyî yê gramerê ênan ameyê veracêkerdene. Wexto ke mesela ziwan û dîyalektê ziwanê kurdî bê, gerek kes bala xo bido alozîya termînolojîya der heqê na mesela zî. A yewine; seba ke termînolojî de yewbîyayene çinî ya, zaf cayan de hawayê cîya yê vate û mefhuman parantezî mîyan de ameyo nustiş. A didine zî; yew heta mefhumê sey kurd, kurmanc, kird, zaza, dimil, kirmanc; heta bîna zî termê sey kurdî, kurmancî, kirdkî, zazakî, dimilî û kurmanckî zaf rayan bi zanayîye yan zî nezanîya xelet yenê xebitnayîş. Na xebate de “kurd”, seba heme kom û komikê ke sey parçeyêk qewmê kurdan yenê qebulkerdiş ameyo vatiş; “kurdî” zî, mana heme dîyalektanê ke têkilîya ênan bi kurdî ra esta, ameya vatiş. Vateyê zazakî, dimilî, kirdkî û kirmanckî zî eynî mana de ameyê vatiş. Na xebate de, seba daşinasnayîş û îzehatê tayê xusûsiyetanê bingeyinan yê dîyalektê zazakî û kurmancî, tayê cayan de şopa raya (rêbaza) dîakronîk yanî merheleyê averşîyayîşê tarîxî de halê ziwanî; tayê cayan de zî raya senkronîk yanî halo mewcût de veracêkerdena waqiayandê ziwanî ameyê taqîbkerdiş. Na çarçewa de, prensîpê esasî yê dîsîplîna lenguîstîk û objektîfîya zanyarîye bîya rehberê na xebate û hetê teknîkê xebate ra zî seba ke bi hawayêko sîstematîk pêmendişîye û cîyayîya ênan bêro dîyarkerdene, yew bi yew fenomenê ziwanî, ameyê muqayesekerdene. Peynîya na xebate de, kes şêno vajo ke hem hetê xezîneya vateyan ra û hem zî hetê prensîbandê gramerî ra nêzdîyîya nê her di dîalektan ferqê ênan ra zaf vêşêr a. Eynî wext qisekerdoxê nê her di dîyalektan, wayîrê yew kultur û tarîxêkê ravîyartî û tesawirêkê hempar î.Master Thesis TEHLÎLÊ KITABANÊ DERSAN YÊ KIRMANCKÎ (ZAZAKÎ) YÊ SINIFA PANCINE HETÊ PEDAGOJÎ, ZAYENDÎYÊ KOMELKÎ Û ZIWANÎ RA(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2020) İlbasmış, RonyaNeteweyê kurdan, mîyanê sînoranê Tirkîyaye de hetê fermîyetî ra sey netewe nêameyo qebulkerdene. Tirkîyaye de heqê perwerdeyê bi ziwanê dayîke nêameyo dayîĢ, heta verê çend serran zî wendegehan de dersê bi ziwanê kurdkî çin bî. Qeçekî perwerdeyî bi ziwanê xo yê dayîkê nêvînê problemê pedagojîkî vejîyenê meydan û wendekarî dersan de ser nêkewnê. Coka ma gore problemê perwerdeyê bi ziwanê dayîke, hetê xo yê siyasî ra ata, ganî bi hawayêko pedagojîk bêro erjnayîĢ û çareserkerdiĢ. Nê serranê peyênan de Tirkiya de seba perwerdeyê bi ziwanê dayîke çend gameyî ameyî eĢtiĢ labelê nê gameyî aver nêĢî û no hawe perwerde, seba perwerdeyê bi ziwanê dayîke kemî yo. 2012î ra heta nika dersê kurdkî sey dersê weçînitî yenê dayîĢ. Sinifa pancine de seba dersa Kirmanckî hetê Wezaretê Perwerdeyî (M. E. B.) ra di kitabê dersan dîyayê hadirekerdene. Ma waĢt ke her di kitaban hetê pedagojî, ziwan û zayendîyê komelkî ra bidê pê ver, tespîtanê xo binusê û seba hadirkerdena kitabanê bînan pêĢnîyazanê xo vajê. Kitabê dersan ê dersa Kirmanckî seba musnayîĢê ziwanê Kirmanckî malzemeyê muhîmî yê. Wendekarî bi kitabanê dersan êyê ke goreyê serranê wendekaran û goreyê zanayîĢê wendekaran ameyê hadirekerdene, eĢkenê hem ziwanê xo yê dayîke aver berê û hem zî besîya fehmkerdiĢ û vatiĢî aver berê. Coka ganî tekstê ke kitaban de ameyê ĢuxulnayîĢ zafhetî bibê. Na xebate çar beĢan ra awan bîya. BeĢê yewinî de, mehfûmê perwerdeyî û prosesê perwerdeyî ser o ameyo vindertene, tîya de perwerdeyê bi ziwanê dayîke zî ameyo cigêrayîĢ. BeĢê dîyinî de, her di kitabî, hetê pedagojîye ra ameya tehlîlkerdiĢ û muqayesekerdiĢ. Nê beĢî de cewabê nê persan ameyo dayîĢ; a) PêĢkêĢkerdiĢê babetan, b) Kamcîn metodê banderîye ameyê ĢuxulnayîĢ, c) Muhtewayê babetan senîn ameyê hadirekerdiĢ, IV d) Babetê ke ameyê weçînayîĢ goreyê hewcedarîyanê wendekaran ê yan ney, e) Hetê averĢîyayîĢê ziwankî û gencîneyê çekuyan ra her di kitabî goreyê averĢîyayîĢê hîĢkî (tr. biliĢsel) û cematkî (tr. sosyal) ê wendekaran cade yê ya ney, f) Seba xo bi xo erjayîĢê wendekaran û seba musayîĢê Ģexsî her di kitabî munasib ê ya ney. g) Metnê ziwankî û dîyayîĢkî goreyê averĢîyayîĢê wendekaran ê yan ney, BeĢê hîrêyinî de ma zayendîyê komelkî ser o vinderdî û nê beĢî de her di kitabî hetê zayendîyê komelkî ra ameyî muqayesekerdiĢ. Wendekarê kênekî û wendekarê lajekî her di kitaban de bi kam rolan ameyê pênasekerdiĢ, wendekarî bi kamcîn kar û gureyan ameyê teswîrkerdiĢ, reyna nê beĢî de ameyo nuĢtiĢ. BeĢê hîrêyinî de; a) Zayendîyê komelkî her di kitaban de bi çi nisbetî ameyo ĢuxulnayîĢ û rolê ke cinî û camêrdan ser o ameyê barkerdiĢ çi yê cewabê nê persan ameyo dayîĢ. BeĢê çarinî de, her di kitabî hetê ziwanî ra ameyî tehlîlkerdiĢ û muqayesekerdiĢ. Nê beĢî de cewabê nê persî ameyo dayîĢ; a) Her di kitaban de ziwan senî ameyo ĢuxulnayiĢ, kam cîyatî estê û nê cîyatîyê ziwanî, do wendekaran ser o senî tesîr bikerê? Tewr peynî de peynîye (netîce) û pêĢnîyazî ameyê nuĢtiĢ.Master Thesis ÎMAJ DI HELBESTA KURDÎ YA NÛ YA BAKUR DE(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2016) Acun, RogerÎmaj, di helbestê de herî kêm bi du bêjeyên ji aliyê maneyê dûrî hev, pêk tê. Têkiliya di navbera bêjeyên dûrmane, di hişê mirov de dîmenên ji rastiya jiyanê cuda saz dike. Ev dîmenên nû, wek xeyal an jî îmajan tê binavkirin. Pênaseya îmajê, dîroka îmajê, cûreyên îmajê, karîgeriya îmajê û pêkhatina îmajê di xebatên poetîk de bi sedan salan cihekî giring girtine. Îmaj ji hebûna gotina ewil a helbestkî welidiye û heta roja me hebûna xwe domandiye. Wek têgehekê cara yekem di sedsala 17mîn de li Londrayê ji aliyê Ezra Pound ve hatiye bikaranîn. Îmaj ji aliyê gelek kesan ve wek unsûreke helbestê ya bingehîn hatiye pejirandin. Di helbesta kurdî ya nû ya Bakur de, di çêkirina îmajan de hunerên ciwankariyê, xwedî roleke gelek giring in. Hunerên ciwankariyê, gotinan ji şêwaza rojane diqetînin û kirasê vegotina hunerê yê estetîk li bêjeyan dikin. Bi vî awayî îmajên helbestkî derdikevin holê. Metaforên ku tên sazkirin, bi saya hunerên ciwankariyê di mejiyê mirovan de xeyalên rengîn pêk tînin. Ev xebat ji destpêkekê û sê beşan pêk tê. Têgeha îmajê û bikaranîna îmajê di helbestên Arjen Arî Berken Bereh, Fatma Savcî û Gulîzerê de vedikole. Di berhemên helbestvanên navborî de hin îmajên takekesî, îmajên civakî û siyasî ji aliyê maneyê ve analîz dike. Di çêkirina van îmajan de rola hunerên ciwankariyê destnîşan dike. Îmajên takekesî, îmajên ku mijara wan li ser feraset û derûniya mirovan in. Di mînakên helbestvanên navborî de evîn, erotîzm, siruşt, xerîbî, tenêtî û mirin ji wan îmajan in ku zêde hatine biakaranîn. Îmajên civakî û siyasî, ew îmaj in ku li ser jiyan û rola mirovan di civakê de disekine. Îmajên zordestiyê, îmajên azadiyê du sernav in ku di helbestên helbestvanên navborî de ji analîzên me re bûne mijara şîroveyên poetîk.Master Thesis LÊKOLÎNEKE GIŞTÎ LI SER ÇÎROKÊN KURDÎ YÊN GELÊRÎ (BI NIMÛNEYÊN DI WEŞANÊN EKOLA ŞAMÊ DE) (Vekolîn-Senifandin)(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2015) Çalıştıran Karabat, RukenDi vê tezê de çîrokên gelêrî ji aliyê teşe û naverokê ve hatine vekolîn û çîrokên gelêrî yên di weşanên Ekola Şamê de ji aliyê mijarê ve li gorî “Kataloga Aarne- Thompson” hatine senifandin. Mebest ji vê xebatê ew e ku li ser pênase, teorî û termînolojiya çîrokên gelêrî, çeraçoveyeke giştî bê danîn û di warê çîrokên gelêrî de rewşa weşanên Ekola Şamê bê vekolîn. Tez ji destpêk, sê beşên bingehîn û encamê pêk tê. Di destpêkê de armanc û çeraçoveya tezê hatiye ravekirin, rêbazên vekolînê û çavkaniyên tezê hatine danasîn. Di beşa yekem de derbareyê pênaseya çîrokê de bi awayekî berfireh agahiyên teorîk hatine dayîn. Di binbeşa teoriyên li ser binyada çîrokê de behsa sê nêrînên girîng hatine kirin. Berî ku li ser taybetmendiyên bingehîn ên çîrokê em bisekinîn niqaşên li ser taybetmendiyên çîrokê bi referansên curbicur hatine nirxandin. Di binbeşa taybetmendiyên bingehîn ên çîrokê de cureyên çîrokan ji aliyê teşe, naverok, dem, cih, bûyer, leheng û mijarê ve bi berfirehî hatine sekinîn. Her wiha fonksiyonên çîrokan û taybetmendiyên çîrokbêjan jî di vê beşê de cih girtine. Piştre em li ser beşên çîrokê û formelên çîrokê sekinîn. Disa di vê beşê de teorî û rêbazên lêkolînê yên çîrokê bi çar teoriyên bingehîn hatine dayîn. Di beşa duyem de xebatên sereke yên li ser senifandinên çîrokan hatine danasîn. Ji ber ku di tezê de ji bo çîrokên hatine hilbijartin senifandina Aarne-Thompson hatiye bikaranîn, senifandina Aarne ya bi navê “Kataloga Tîpên Çîrokan” (Verzeichnis der Märchentypen) û senifandina Aarne-Thompson a bi navê “Tîpên Çîrokan” (The Types Of The Folktale) ligel tabloyekê hatine ravekirin. Her wiha di vê beşê de cureyên çîrokan li gorî senifandina Aarne-Thompson di bin pênc beşan de ligel pênaseya wan cih girtine. Di beşa sêyem de piştî agahiyên derbareyê weşanên Ekola Şamê de 137 çîrokên ku hatine tespîtkirin li gorî taybetiyên bingehîn ên çîrokan wek tablo hatine nîşandan. Heman çîrok dîsa ji aliyê naverokê ve li gorî senifandina Aarne-Thompson hatine senifandin û di pêvekê de jî ev 137 çîrok hatine dayîn.Master Thesis BERAWIRDÎYEK LI SER DESTANA MEMÊ ALAN Û MEM Û ZÎNA EHMEDÊ XANÎ JI ALÎYÊ BINYAD Û HONAKÊ VE(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2019) Korkmaz, VolkanDi vê xebatê de du berhem tên berawirdkirin. Yek mesnewîya Mem û Zînê ye, ya din destana Memê Alan e. Mesnewîya Mem û Zînê; ji alîyê Ehmedê Xanî ve, di sala 1695an de, li gor usûl û qayîdeyên edebîyata klasîk hatiye nivîsandin. Destana Memê Alan berhemeke folklorîk a kevnar e ku bi zarekî (devkî) belav bûye. Ev destan, xwedîyê gelek varyantan e û îro jî di nav sahaya folklora kurdî de hebûna xwe didomîne. Hatiye dîtin ku îskeleta vê destanê di varyantên li ber destê me de kêm zêde wek hev e. Di vê xebatê de ji bo berawirdkirinê, varyanteke vê destanê ya ku di sala 1942yan de ji hêla Roger Lescot ve hatiye berhevkirin, wek hîm tê girtin. Di xebata me de ev her du berhem; ji hêla kok, sêwirandin, vegotin, dem, mekan, leheng, bûyer, ziman, form û paşxaneyê ve tên berawirdkirin û beş bi beş manendî û cudatîyên van berheman tên analîzkirin. Di berawirdîyê de carcaran varyantên din jî li ber çavan tên girtin. Di vê xebatê de armanca me ew e ku em têkilîya navbera destana Memê Alan a folklorîk û mesnewîya Mem û Zînê ya Ehmedê Xanî destnîşan bikin ku ev têkilî di çi astê de ye. Bi qasî ku hatiye çespandin, li dawîya vê xebatê tê dîtin ku gelek alîyên hevpar û cuda yên van her du berheman hene.Master Thesis Cil û Bergên Herêmî yên Jinên Şemzîna(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2020) Recep ÖpenginHer çandek û herêmek xwediyê cilûbergên xwe yên taybet e. Ew cilûbergene li gor şertûmercên dîrokî, erdnîgarî, civakî, folklorî û aborî, di nav sedsalan de rengê xwe girtine û heya îro wek kevneşopî hatine. Ev rewş bi giştî bo herêmên kurd lê dijîn, taybet ji bo devera Colemêrgê jî derbas dibe. Ev çanda cilên gelêrî ku bi guherîneke berdewam digihîje roja me, ji ber pêşketina pîşesaziyê û jiyana modern hêdî hêdî winda dibe. Ev elementên çanda cilberkirinê yên li ber mirinê, divê bêne tespîtkirin, danasîn û bo dahatûyê bêne neqilkirin. Ji bo vê jî me di vê xebata xwe de li navçeya Şemzînana Colemêrgê bi niştecihên bajêr re rû bi rû hevdîtinan pêk bînin, anket û forman dagirtin û bi pirsan, hewl da vê pîşeya qedîm bidin nasîn. Derbarê vê hêmana çandî de gotar, kitêb û tez hatine peydakirin. Cilûbergên 'edetî yên jin dê li gorî temen, demsal, rewşa aborî û bikaranîna qadê hatine senifandin. Herwiha, ji ber lokasyona Şemzînanê -ji ber ku sînor e di navbera Turkiye, Îran û Iraqê de- tesîra herêmê li ser cilûbergên 'edetî dê hate tespîtkirin. Ji dirûnkerên ku van cilan didirûn, derheqê reng, neqş, xemilandin, hecm, malzeme û xusûsiyetên teknîkî, agahiyên sereke hatin berhevkirin û bi wêneyan û bi xêzkirinê hatin pêşkêşkirin.Master Thesis BI TARÎXÊ NUSÎYAYENA XO YA TEWR KEHENE ÇEKUYÊ KIRMANCKÎ (ZAZAKÎ) (1798-1903)(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2017) Yıldızhan, VeyselNa xebate, bi tesbîtkerdiş û manakerdişê çekuyanê kirmanckîyan (zazakîyan) yê nuştekîyan yê tewr kehenan amade bîye. Metnê kirmanckî yê nuştekî yê ke ma çekuyî ci ra girewtî, mabênê serranê 1798î û 1903î de nusîyayê yan zî weşanîyayê. Nuştoxanê nê metnan ra di kesî kirmanc (zaza) ê, ê bînî rûs, alman û îngiliz ê. Çekuyê ke nê metnan de yê, yê kirmanckîya nê mintiqayan ê: Çêrmûge û Sêwregi, Licê, Pali û Dara Hênî, Quzelçan/Qozlîçan (Pülümür). Na xebate de derheqê metnanê tewr kehenan yê kirmanckî, nuştoxanê înan û melumatdayoxanê (informantanê) nuştoxan de zî melumat ameyo dayîş. Ma manayê çekuyanê kirmanckîyan bi tirkî nuştî û înan ra ferhengêko tirkî-kirmanckî (zazakî) amade kerd. Ma her çekuya kirmanckî dima, tarîxê nuştena aye, çimeyê aye û bêjê (çeşîdê) aye yo gramatîk nuşt. Çekuyê ke bi sewbîna alfabe nusîyabîy, ma açarnayî alfabeya kirmanckî ser û duştê (vera) înan de, metnê orîjînalî ra kopyaya înan (facsimile) ronaye.Master Thesis NIRXANDINA PIRTÛKA HÎNKIRINA KURDÎ: HÎNKER -LI GORÎ NÊRÎNÊN XWENDEKAR Û MAMOSTEYAN-(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2015) Kurt, ŞehmuzArmanca vê xebatê ya sereke nirxandina Hînkerê ye ji aliyê hînkirina zimanî û li gorî nêrînên wan xwendekar û mamosteyan ên ku vê pirtûkê wek pirtûka dersê bi kar tînin. Xebat digel mamoste (N=20) û xwendekarên (N=104) Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Kurdî- Der Navend (Amed) û Kurdî-Der Şaxa Wanê hatiye tetbîqkirin. Agahiyên xebatê bi rêya pirsyarnemayên mamoste û xwendekaran ve hatine bidestxistin. Pirsyarname ji aliyê vekoler ve hatine amadekirin û bi tetbîqa pîlot ve hatine xurtkirin. Di pirsyarnameyan de pirsên demografîk û pirsên yekalî (close ended) ên ku bi awayê lîkerta-5 pîlebendîkirî, cih digirin. Ji bo pêbaweriya pirsyarnameyan ji korelasyona xalan û cronbach alfa (α) sûd hatiye wergirtin. Agahiyên hatine bidestxistin bi rêya bernameya SPSS-18 ve hatin analîzkirin û parsed(%), frekans (f) û navinciyên arîtmetîk ( X ) ên agahiyan hatin derxistin. Ji bo analîzên derbareyê cudahiyên di navbera navinciyan, ji T-testa serbixwe, varyansa yek alî (ANOVA), û testên Scheffe û Kruskall Wallis-H (KWH) sûd hatiye wergirtin. Encamên ku hatine bidestxistin, li gorî asta watedarbûna 0,05 hatine nirxandin. Di encamê de derket holê ku her çend kêmasiyên wê diyar kiribin jî, xwendekar bi giştî erênî li Hînkerê dinêrin. Lê belê heman berhem ji aliyê mamosteyan ve kêm û neyînî hatiye dîtin. Di beşa dawî de encamên xebatê hatine pêşkeşkirin û li ser cudahiyên di navbera nêrînên xwendekar û mamosteyên hatiye sekînin.Master Thesis HETÊ GRAMERÎ RA FEKÊ ÇEWLÎGÎ(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2019) Baluken, YaşarArmancê na xebate kirdkî/zazakîya mintiqaya Çewlîgî hetê gramerî ra cigêrayiĢ o. No cigêrayîĢ bi awayê senkronîkî yeno kerdiĢ. Semedê ney çar kitabê gramerî ke nuĢtoxê înan eynî wext de endamê Grûba Xebate ya Vateyî yê û rastnuĢtiĢê Vateyî taqîp kenê ra babetanê gramerî ra sey nimûneyî weçînîya. Dima panc eĢîrê Çewlîgî ra kesanê ke binê tesîrê tirkî yan zî yewna ziwan de zaf nêmendê ra persîya: “ġima nê çekuyan yan zî cumleyan senî vanî?”. Cevabê înan bi cîhazê vengqeydkerdiĢî ya qeyd bîyê. Cayê ke înan fehm nêkerdê ci rê îzah bîyê. Dima nê cevabî ser o hetê gramerî ra çi taybetîyê ci estê ramojnîyayê. Wina kirdkîya nikayînî de çi taybetîyî estê bi xebatê wareyî tesbît bîyê.