Kürt Dili ve Kültürü ABD - Tezsiz Yüksek Lisans Proje Koleksiyonu
Permanent URI for this collectionhttps://hdl.handle.net/20.500.12514/3174
Browse
Browsing Kürt Dili ve Kültürü ABD - Tezsiz Yüksek Lisans Proje Koleksiyonu by browse.metadata.publisher "Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü"
Now showing 1 - 20 of 48
- Results Per Page
- Sort Options
Research Project ANALÎZA ROMANA BEXTIYAR ELÎ APÊ MIN CEMŞÎD XAN KU HERTIM BÊ EW LI BER XWE DIBIR(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) YAŞAR BUDAK, MariyeRealîzma efsûnî bi taybetmendî di sedsala 20.an de li Latîn Amerîkayê bişekil bûye û pêş ketiye. Sînorên vê têgehê ne teqez in. Ev rewş jî behremeke ku hêmanên fantastîk û sersirûştî bihewîne dibe ku ji hêla realîzma efsûnî bê nirxandin. Taybetmendiya realîzma efsûnî ya herî mezin ew e ku bi hev re dana ya serûştî û ya serserûştî ye. Herwiha ev ji alî xwendevanan wek tiştekî asayî tê dîtin. Di realîzma efsûnî de bûyer hertim deraqilî be jî cîh hertim ji dinyaya tişteyî ye. Ev têgeh ji bo romana wêjeya kurdî ya nûjen ne kevnar e. Di vê mijarê de wek mînak romana “Apê min Cemşîd Xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir” e. Bextiyar Elî yek ji nivîskarên hêja ya wêjeya kurdî ya nûjen û ronakbîrekî kurdan e. Nêzîkî 20 berhemên wî hene ku bi zaravayê soranî nivîsiye. Bi nivîsîna helbestan dest bi karê wêjeyî kiribe jî bi romanên xwe navdar bûye û di dilê xwendevanan de cihekî bilind girtiye. Me jî xwest ku em ji romanek wî ya bi navê berhama “Apê min Cemşîd Xan ku bê ew hertim li ber xwe dibir” ji aliyê mijar, leheng, cih û war û honanadına romanê li gorî realîzma efsûnî û qaîdeyên wê binirxînin. Armanca xebata me ev pêk tîne.Research Project ARGO DI DEVOKA AMEDÊ DE(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) EKEN, MehmetHer çandek û deverek xwediyê argoyên xwe yên taybet in. Ev argo li gor şert û mercên dîrokî, erdnîgarî, civakî, folklorî û aborî, di nav salan de rengê xwe girtine û heya îro hatine. Ev argoyên ku tên bikaranîn bi giştî bo deverên kurd lê dijîn, taybet ji bo devera Amed jî derbas dibe. Ev çanda argoyên ku bi guherîneke berdewam digihîje roja me, ji ber pêşketina televizyon, radyo û jiyana modern hêdî hêdî winda dibe. Divê ev argoyên ku li ber mirinê ne, bêne tespîtkirin, danasîn û ji bo dahatûyê bêne neqilkirin. Ji bo vê jî em ê di vê xebata xwe de li bajara Amedê argoyên ku tên bikaranîn bi alikariya pirtûk, stran, helbest û kesayetan kom bikin. Piştê komkirina argoyan em ê wateya wan li hemberê wan binivîsînin. Beriya wan jî em ê li ser erdnigarî û dîrokî ya Amedê agahiyan bidin paşê wateya ziman, zimanê dayîkê, zarava, devok werin dayîn û bi mînakan xebat were xurt kirin.Research Project BANDORA PSÎKANALÎZÊ DI ÇÎROKA MÊRÊ DIYA MIN A MEM ZÎNISTANÎ DE(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) ÖZEK BAVLİ, KÜBRAEv xebat dixwaze di çîroka "Mêrê Diya Min" a Mem Zînistanî de bandora psîkanalîza freudyen vekole. Psîkanalîz ku di heman demê de perspektîfeke psîkolojiyê ye li ser edebiyatê jî xwedî bandoreke berbiçav e, herçend psîkanalîz bêtir di edebiyatê de weke metodeke rexneyê jî tê bikaranîn lê di vê çîroka Mem Zînistanî de em ê bidin nîşandan ku çawa li ser pêvajoya nivîsandina çîrokê bandor kiriye. Ev xebat çîroka Mêrê Diya Min û kompleksa Odîpal a Sigmund Freud berawird dike û dixwaze bandora psîkanalîzê li ser çîrokê destnîşan bike.Research Project BER BI PÊNASEYEKE FOKLORE DI KONTEKSTE DE(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) IRMAK, LeylaMijara ve xebate di kontekse de pênaseyên folklore ye û li ser lekolînen ku heta anha hatîye çekirin di derheqa tegîna folklore. Ji ber ku, folklor mijarek balkeş ê, gelek zanyarên en ku beşa wan cuda nê wekî derûnî, mirovnasî, weje, û hwd. li ser folklore xebitîne. Zanyarên folklore bi xwe gelek pênaseyên folklore bikar anîne. Her yeka wan pênaseyan ji bo zelalkirina folklore tevkarî kirêye. Her zanyar pênaseya folklore li gorî beşa xwe bikar anîye. Weke mînak; mirovnas, folklore wekî weje dihesibenin, le zanyarên weje ew wekî çand ravedikin. Ji ber ve yeke jî pênaseyên folklore pir in û cure cure nê. Zanyarên folklore, bi taybetî li ser komkirina û berhevkirina kereseyên folklore de gelek xebatên giring kirine. Li gorî folklorîstan, çand û folklor bi hevdu re gîredayî ne û ji hevdu naye veqetandin. Pisporên folklore li ser sê kategorîyên çand wekî; agahdarî, raman û huner hûrbunê ji ber ve yeke jî ew kereseyên folklore, li gorî konteksa civakî, kuranîya dem û guheztina navîn binav dikin.Research Project BERAWIRDKIRNINA SÊ GUHARTOYÊN DESTANA FILÎTÊ QUTO(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) ALPAR, HİKMETMebesta vê xebatê muqayesekirina sê guhertoyê Destana Felîtê Quto ye. Guhertoyên Destana Felîtê Quto yên ku di vê xebatêde hatine muqayesekirin; guhertoya Dengbêj Karapêtê Xaço, Dengbêj Reso û Dengbêj Nesoyê Agirî ye. Di destpêka beşa yekemîn de bigiştî di derbarê êlên Reşkotan û Etmankan de agahî têndayin. Di berdewama beşe de agahiyên di derbarê jiyana dengbêjan de têndayîn û tekstên waryantên wan tênpeşkeşkirin. Di beşa duyemîm a vê xebatê de analîz li ser guhertoyên destanê tênkirin û xalên hevpar û cuda yên her sê guhertoyan tên pêşkeşkirin.Research Project BIKARANÎNA ZIMAN DI NÛÇEVANIYA KURDÎ DE(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) Dekak, MaşallahArmanca vê xebatê tespîtkirina bikaranîna zimanê xelet di hêla rastnivîs û Ģêweyê ya nivîsîna nûçeyên kurdî deye. Beriya vê xebatê em gelek caran di nûçeyên kurdî de rastê mantiqa tirkî hatine ku bi hevokên kurdî hatine nivîsîn û bi temamî ji rih û giyanê zimanê kurdî dûr in. Di vê xebatê de me rê nîĢan daye ka dê zimanê kurdî bi awayeke rast û resen çawa di nûçevaniyê de bê bikaranîn. Ev yek hem di hêla rastnivîsê de û hem jî di hêla Ģêwaza nivîsîna nûçeyan de bi mînakan yek bi yek hatine vegotin. Ji ber ku qada nûçevaniya kurdî bi taybetî jî kurmancî di hêla nûçevaniyê de xwedî berhemên zêde nîn in, me nekarî em ji çavkaniyan zêde sûd werbigrin. Lê dîsa jî me hewl da bi gotar û nûçeyên ku di malperên kurdî de hatine weĢandin, bikaranîna zimanê kurdî di hêla rastnivîs û Ģêwazên nûçeyan de nîĢan bidin. Di vê xebatê de me nûçevaniyê di bin du beĢan de "Bikaranîna ziman ji aliyê Ģêwazê ve" û "Bikaranîna ziman ji aliyê rastnivîsê ve" dabeĢ kir. Ji bo têgihiĢtineke baĢ di herdu beĢan de jî mînakên cur bi cur hatin bikaranîn.Research Project ÇEND GOTINÊN KU JI KURDÎ DERBASÎ TİRKÎ BÛNE(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) ÖZER, HamitDîroka etîmolojiyê ji aliyê zimanê Kurdî pir nêz destpêkiriye. Tene çend xebat hene. Heta ji destê me hat me xwe gihand van xebatan û me ji van îstîfade kir. Di vê xebatê me çend peyvên ku ji zimanê Kurdî derbasî zimanê Tirkî bûye tespît kir. Piştî tespît kirinê me etîmolojî û wateya van peyvan da. Me derxist ber çava ku îddîaya ku hinik zimannas dibejin: "Kurdî tu peyv nedaye Tirkî û Kurdî ne zimanekî serbixweye." pûçe û tu bingeha vê îddîayê ji aliyê zimannasî tuneye. Bêle dibe çend peyvên Kurdî û Farsî yek hevbin. Lê ev naye we wateyê ku peyvên Kurdî ji Farsî hatibin. Hin bêjenas(etîmolog) di ferhengên xwe ye etîmolojiyê peyv ji Kurdî jî bê dibejin peyv ne ji Kurdî, ji Farsî hatiye. Ev tiştekî şaş e. Di vê xebatê de me xwest ku em derxin holê ku hinik zimannas dibejin peyv bi eslê xwe ji Farsî hatîye û ketiye Tirkî, ne rast e. Ev peyv bi eslê xwe ji Kurdî hatine û ketine nav zimanê TirkîResearch Project ÇÎROKÊN GELERÎ YÊN HEREMA XURSA ŞIRNEXÊ Û MOTÎFÊN WAN(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) ATAY, LatfeDî edebîyata gelerî de gelek cûre hene . Ev cûre zugotînok , mamîk , destan, gotînên pêşîyan, biwêj (îdyom), serpêhatî, stran, klam, lawij, lorî, du’a, nifir, xeber ,çîrokan û hwd. pêk tên. Di nav cûreyên edebiyata gelerî de çîrok, gelek taybetmendiyên cûreyên edebiyata gelerî dîhebînin, lewra pîr cihekî girîng girtine. Jî ber kû çîrok xwedî gelek hêmanin mîrov dîkare weke panaromaya netewekî lê meyzêne . Jî salên 1800 û vîr de lî ser rûyê dinyayê gelek xebat lî ser çîrokan hatine kirin .Folklornas çîrok weke xistine laboratiwarê û lî ser analîz kirine . Stîth THOMPSON dî vî warî de folklornasê herî navdar e . Ev xebata me jî kurte xebateke li ser hin çîrokên kurdî li gorî analîza S. Propp ya li ser motîfan jî xwe re kiriye armanc .Emê jî dî vê xebatê de ? çend çîrokên gundê Xursê kû gîrêdayî Şirnexê yê binirxînin.Research Project DERHEQÊ KAYÊ DOMANANÊ DEWANÊ DORÊ LICÊ(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2017) TOSUN, KendalNê projeyî de mi waşt ke ciwîyayîşê dewê mintiqaya Licê de kayê domanan ez binûsnî. Tesirê dînî, ekonomî û kulturî ciwîyayîşê merdiman de esto. Kaykerdişê domanan de zî ma nê tesîran vînenê. Ca-cayan kênayî û lajî cîya kaykenê; no sebeb ra kayê kênayan û lajan zî cîya beno. Çîyo ke balê mi ant kayê lajan de zafane pêrodayîş esto; no zî cuye de pozîsyonê lajan dîyar keno. Cuye de lajî serbest ê, nengan rehet çînenê û pêrodayîş zî sembolê serdestî yo. Zafê kayanê ma mintiqayanê bînan de zî estê; bi rastî ez nêzana kam tesîrê kamî de mendo. Kulturî zafe rayan konê têmîyan û mêrdim nêeşkeno vajo no eynî kultur o. Labelê henî kay bi xuliqnayoxê domanan ameyo vînayîş; nê kayan de tesîrê cuyê domanan esto. Ma vajin sey hule; koyî nêbîyêne no kay zî ga çin bo; nê kay rê lazim o ke darê çilo bibo; nê darî zî koyan de estê. Nê xebatî de ma do kayê domanan bivînin; beno ke ma domantîyê xo zî bivînin. Ez bawer kena ke ma do xo û domananê xo newe ra nas bikerin. Çunke kayî û cuye têra dûrî nîyê.Research Project DERMANÊN GELÊRÎ LI GUNDÊN HATXÊ, KÛÇÛKA Û EMBARÊ YÊN MÊRDÎNÊ(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) ÜSTEMEL, İsmailEv xebat ji ber ku di warê tiba gelêrî de çavkaniyên nivîskî pir hindikin bi serzêdekirineke nacizane hatiye amadekirin.Ji ber çi dibêjin dermanên kurmancî an dermanên gelêrî ,tiba gelêrî,tiba alternatif? Dîroka dermanên kurmancî an jî tiba gelêrî li ser rêbaza ceribandin û çewtiyê hatiye avakirin.Ji bo nexweşiyekê an jî êşekê, bi piranî jinan, ji bo bi şîfa be; Carînan cûreyek nebatan an cûreyek şînahiyekê li ber rojê hişk kirine û wekî amadekirina çayê di nav avê de kelandine.Ew çay dane nexweş ku nexweş pê rehet bibe.Carînan cûreyek nebatekê an şînahiyekê di hêwan de di eciqandin û bi cihê ku birîn an werimî be didan ku rehet bibe nexweş.Carînan jî bi riya derûnî çareserî digeriyan û berê xwe didan melle û şêxan.Baweriya xwe, bi xwendina ayetekî pîroz an jî serdana ziyareta gora yekî olî dikirin ku bi vê sedemê xweda şîfa bide nexweş. Derman çi be jî,wexta ku zêde zêde hat bikaranîn dibe ku mirov xeraptir bibe.Zanistvane kî bi navê Paracelsus dibeje ku;Her tişt jehre, cûdahiya jehr û dermanan doz e pîvane.Research Project DEWÊ DA VINDÎBÎYAYÊ: BOXAZ(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) ŞİMŞEK, KemalNo xebat dewe ya Boxazîya ke girêdayeyê Erxenîya, aye ser ro ameyo kerdiş. Dewa Boxazî dewanê Erxenî miyan de yew dewa kirmancana. Der û dormeyê ci de dewê kurmancan û tirmenan estê. No sebeb ra dewe xisusîyetê xo esto. Dewe hetta ewroyî nê şertan miyan de kamîya xo vindî nêkerda. Armancê nê xebatî no yo ke na dewe bido şinasnayiş. Her çiqas dewe erdê ci binê bendawî de manenê û dewe tewirtewir sebeban ra koçê şaristanan bikero zî hema kamîya xo, xo vîr ra nêkerda. Her ke şino ziwanê ci vindî beno, labelê no wezîyet hemme kurdan miyan de wina yo. Dewe de ver bi serranê 2000’î bi tesîrê televîzyonan û moda û şiyayîş ameyişê şaristanan ziwan de bedilyayiş lez bi. Hendek ke aver şi keynekan xo miyan de kirdî wedart. Na dewe tarîx de cayê ko muhîm girotênê. Seba ke awa ci esta her wext tewir-tewir milletî tede bica bîyê. Ewro Zêbî, Zêndan, Xanoqe, Diyarê Sirtî, Opey de xirabeyê verînan estê. Derû dorme de qet cayê de hendek xirabeyî çînê. Tiya ra yeno famkerdiş ke na hereme de rewnayo ke însan bica bîyo. Dewe de awe esta, erde xo estê, koyî, daristan û zergunî estê. Wexto ke nê heme şertî bêrê yew ca ûca însanî rê beno cayê do maqul. Nê xebatî de çekûyê kirmanckî, dimilî û zazakî ameyê şixulnayîş. Miyan ra yew nêameyo vîjnayiş. Nê xebatî de armanc o yo ke na dewe ya tarîxî û zergune bêro naskerdene û ziwan û kulturê aye sero xebatî bêrê kerdiş.Research Project DI EDEBIYATA GELÊRÎ DE MAMIK Û MAMIKÊN HERÊMA SILOPÎ(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) ŞAKI, HadiDi vê xebatê de mamik di nava gel de çawa çêbûne û guhertina wan tê bê famkirin. Lêkolînên hatîn kirin de; hat dîtin sedema çêbûna mamikan ya herî mezin ew e ku, mirov ji tiştên veşarti hez diki û dixwaze wan bersiv bike û jîyana mirovan û kêfxweşî, şertên jîyanê ne. Bi piranî wek listoka zaroka mirov dikare nişan bide. Lê bele din nava gel de mamik li gor şertên jiyane di gundan de mirovên mezin ji dilîzin. Her weha li hin deveran jê re dibêjin mamik, tiştonek, metelok, tiştik, têderxistinok, qinik, kelemamik. Di gelek deveran jî ji mamikan re dibêjin “mamik”. Em ê di vê xebata xwe de bi piranî peyva mamik bikarbînî. Diyar e ku, ev pirnavî ji ber herêmi û pirzaravayîya kurdî ye. Di edebiyata kurdî de, nemaze ya gelêrî de, xebatên wekî şîrove, lêkolîn û lêgerînê hê jî nehatiye asteke bilind. Ji ber vê yekê di vê xebatê de hewl hatiye dayin ku, li ser mamikên kurdî xebateke berhevkirinê bê dayîn û bi vî awayî kêmasiyek astakî bê dagirtin. Bi vê hizirînê li ser pênase, taybetmendî û senifandina mamikan hate rawestin û her wiha piştre jî hin xalên girîng, wekî mijar û rêbazên vegotina mamikan hate niqaşkirinResearch Project DI KILAMÊN ŞAKIRO DE ÎDEALÎZASYONA JINÊ(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2020) DEMİR, KamuranKilamên ku Dengbêj Şakiro gotine naveroka vê xebatê ye. Di vê xebatê de bi van kilaman ez ê hewl bidim ku bi taybetî di dengbêjiya Dengbêj Şakiro de, bi giştî di çanda dengbêjiyê de “îdealîzasyona jinê” derxînim holê. Armanca min ew e ku di kilamên Dengbêj Şakiro de li gorî şêwaza vegotina çav û birû, bejn û bal, rabûn û rûniştin, çûyîn û hatin, exlaq, derûniyê çawaniya îdealîzasyona jinê bidim diyarkirin. Ez ê nişan bidim ku di kilamên Dengbêj Şakiro de jin bi kîjan profîlê hatiye wesifandinResearch Project DI KURMANCÎ DE ERGATÎVÎ Û DEMÊN BORÎ(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) REŞİTOĞLU, HamdullahArmanca vê xebatê ev e ku di zimanê kurdî de du mijarên girîng; ergatîvî û demên borî bi awayekî zanistî û berfireh bide berçav û bê analîz kirin. Berevajî tirkî ku zimanekî nomînatîf-akuzatîf e, kurdî zimanekî ergatîv - absolûtîv ( xwerû-tewandî ) e. Di zimanên ergatîv de di hevokên bi lêkerên gerguhêz de lêker dikeve bin bandora bireserê. Ango lêker li gorî bireserê tê kişandin û kesandin. Ergatîvîteya kurmancî şikestî ye, ango ergatîvî tenê di dema borî de diyar dibe. Di vê xebatê de mijara ergativiyê û demên borî hatiye lêkolîn kirin. Ergatîvî çiye, taybetiyên wê çi ne, di nav civakê de ergativî çawa şaş tê bi kar anîn, demên borî kijan in, di demên borî de şaşiyên tên bikaranîn, hwd. Di vê xebatê de me hewl daye ku em bersiva van pirsan bidin.Research Project DI KURMANCÎ DE LÊKERA „BÛN‟Ê(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) Ferhat DEMİRKIRANLêkera “bûn”ê di rêzimana kurdî(kurmancî) de xwedî erkeke girîng e. Ev lêker wek lêkera bingehîn û alîkar tê bikaranîn. Ji aliyê wateyê ve du peywirên wê hene. Yek; wek lêkera alîkar bi wateya “heyîn”ê de tê bikaranîn. Dudu; wek lêkera bingehîn, hin caran jî wek ya alîkar tê bikaranîn. Dîsa çêbûna hin lêkeran de û çîrokîya dema borîya diyar û ya dûdar de jî xwediyê peywirê ye. Ev lêkera “bûn”ê gava ku di dema niha de tê kêşandin lêker kurt dibe, piştî pêveberê cî digre û li gorî dawiya tîpa pêveberê bi du cûreyan têne nivîsîn. Di vê xebatê de lêkera “bûn”ê li gorî deman bi çi awayî tê bikaranîn bi mînakên ku di pirtûkên kurdî de derbas dibin bi awayekî berfireh hatiye pêşkêşkirin.Research Project DI PIRTÛKA JAR LÊ SERMEST/LOKMAN AYEBE DE TESPîTKIRIN Û SENIFANDINA RENGDÊRAN(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2017) ESEN, HaşimArmanca vê xebatê di pirtûka Jar Lê Sermest/Lokman Polat de tespîtkirin û senifandina hevalnavan e. Berî vê xebatê bi hemû awayan ve hevalnavên kurmancî di beşa yekemîn da hatin danîn û senifandin. Di vê xebatê da çavkaniyên girîng yên li ser rêzimanra kurmancî ku ji hêla lêkolîneran ve hatine nivîsîn wê bên analîzkirin. Piştre hevalnavên di pirtûkê da hatî tespîtkirin û di bin serenavên ku hevalnav hatine senifandin de yek bi yek bi mînakan ve hatine nîşandan.Research Project DI PIRTÛKA MIRINA KALEKÎ RIND MEHMET UZUN DA TESPÎTKIRIN Û SINIFANDINA RENGDÊRAN(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2017) Ferayi ÖlçerArmanca vê xebatê di pirtûka Mirina Kalekî Rind / Mehmet Uzun da tespîtkirin û sinifandina hevalnavan e. Berî vê xebatê bi hemû awayan ve hevalnavên kurmancî beşa yekemîn de hatin danîn û sinifandin. Di vê xebatê de çavkaniyên girîng yên li ser rêzimana kurmancî hatine kirin. Piştre hevalnavên di pirtûkê da hatin tespîtkirin û di bin serenavên ku hevalnav hatine sinifandin yek bi yek mînak ve hatin danîn.Research Project DI SERDEMA MODERN DE WÊJEYA MODERN YA KURDÎ Û DI ÇARÇOVEYA WÊJEYA KURDÎ YA MODERN DE MODERNÎZMA DERENGMAYÎ(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2018) KOCAHAL, HasanEv xebat dê rêça tekiliya di navbera modernîzm û wêje, ziman û çandê de bişopîne. Di heman demê de, dê di dema damezrandina netewe-dewletan de rola wêje, helbest, nivîs, nivîskar, xebatên filolojiye binirxîne. Di vê çarçoveyê de ev xebat li ser wêjeya kurdî ya serdema modern disekine. Ev xebat dê li bersiva pirsa ji modernîzma kurdî pêwiste çi bê fêmkirin bigere. Wêje, di derbarê pirsgirêkên civakê de agahiyan dide. Her çiqas ku ev agahî, bûyeran ne wek xwe nîşan bidin jî, bi şîroveyên nivîskar di derbarê bûyeran de agahiyên girîng tên bidestxistin. Ev xebat ji sê beşan pêk tê. Di beşa yekem de destpêkirina serdema modernîzmê û pênaseya çend pêyvên ku girêdayî modernîzmê ne hatin vegotin. Di beşa duyem de bandora wêjeyê li ser avakirina neteweyan û damezrandina netewedewletan de bi çend mînakan hat lêkolînkirin. Di beşa sêyem de destpêka wêjeya modern a kurdî û çend mînakên ku bi bandor hatin vegotin. Dîsa di beşa sêyem de li ser modernîzma kurdî ya derengmayî hate sekinîn û sedemên modernîzma derengmayî ya kurdî hatin nirxandin. Di encama xebatê de bi awayekî giştî modernîzm û modernîzma derengmayî hat nirxandin û analîzek li ser derengmayîna modernîzma kurdî û bandora wê ya li ser kurdan hat kirin.Research Project DI ZARAVAYÊ KURMANCÎ Û KIRMANCKÎ DE BERAWIRDKIRINA ZAYENDA GRAMATÎKAL(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2021) BİNEN, NurdaArmanca vê xebatê berawirdkirina zayenda gramatîkal ya zaravayên zimanê Kurdî ye. Em di vê xebatê de li ser du zaravayên Kurdî, (Kurmancî û Kirmanckî), bi tenê ji hêla zayenda gramatîkal ve xebitîn û me „cînavk û gireyên‟ di zaravayê Kurmancî û Kirmanckî de analiz kirin. Ji bo vê xebatê berhemên nivîskî ên rêzimanî hatin bikaranîn. Cudahî û hêlên wan ên ku ji aliyê zayenda gramatîkal ve diĢibin hev, bi riya tabloyan hatin berawirdkirin. Di encamê de ev cudahî û hêlên ku diĢibin hev hatin analizkirin û di xebatê de wek lîsteyekê hatin diyarkirin.Research Project EŞÎRA QELENDERIJAN(Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2017) KALENDER, IBRAHIMWelatê ma de cayê eşîran her kesî ra melûm o. Ma zî na xebata xo de eşîranê Sêwregi ra, Eşîra Qelenderijan ser o yew cigêrayîşêk viraşt. Nê cigêrayişî de ma do hetê tarîx kultur û tayê çîyanê folklorîkan ra analîzê Qelenderijan bikerê. Xebata xo de ma tayê pîlanê eşîre reyde roportajî viraştî, tayê çimeyanê nuştekîyan de beşê ke derheqê Qelenderijanê ra îstîfade kerd. Xebata ma warê xizmetanê ziwanî de xebatêka zaf mutewazîye ya labelê çîyêk nêkerdişî rindêr a.
- «
- 1 (current)
- 2
- 3
- »